ÞEHÝT BERÝTAN ÖZGÜRLÜK ONURUMUZDUR

  ANASAYFA

  YJA STAR

  GÜNCEL

 GERÝLLA KADIN

  ÖZGÜR ÝNSAN

  ÞEHÝTLERÝMÝZ

  DOSYA

  KÝTAP

  ARÞÝV

 

  FOTOÐRAF

 

Gula Nîsanê

Hêvîdar Besta

 
Werin em bi hev re bibihîzin çîrok û efsaneya jiyana azad. Hûn guhdar bikin ez jî bêjim. Lê lê nebarînin rondikên çavan, belê bi nivîsandin navên wan di hemû dîlan, gotin û wêjeyan de. Dema ez navê wan bilêv dikim tevzînok li dil û mejiyê min de çêdibe. Dem disekine, xwîn disekine.. wê çawa ji bîra min biçe.
Þehîdên welatê min, wê çawa ji bîra min biçin. Li ser her zinarekî þopên dilopên xwîna wan heye, li ser her rê de þopa lingê lehengên bêdawî heye. Hê jî her tiþt li ber çavê min in. Li ber her kevirekî perçeyên laþên wan dibînim. Ji bîra min naçe, her tiþt li ber çavê min de derbas dibe. Çiqas dem derbas bû ez nizanim, lê hê jî ez li wan digerim, kenên wan, dengên wan û þopa wan a meþa azadiyê. Niha di kûrahiya pêlên Hêzil de li wan digerim, wateya jiyanê û meþa bêhempa de..
Di nav dengê erbana Rozerîn de, dengê wan dibîhîzim, stran û helbestan dibêjin..
Jibîrnakim kenê Sorxwîn û rûyê wê yê þayîk û bi ken. Dengê wê yê ku mîna bilbilan di berbanga rojê de guhdar dikim. Ji nava dilê Adarê þewitî bi gihandina axa pîroz. Gabar bila bigirî, Serkêderyan, Hêzil bila bilind bike, Kêla Memê serê xwe bilind bike û li ezmana bimeyzîne. Çiqas bedew e bihar li derdora Girê Rij de, xweza rengê keskesor xwemilî, gul û sosin belavkirin bêhna keçên welatê me. Mizgîn dan hemû cîhanê dibêjin, “di hembêza welatê min de vejîn bû, þîn ve da eþqa jiyanê. Belê çar gul û çar stêrkên deryaya þîn bûn. Çar rih bûn, çar keçên xweþik. Lê niha di dilê min de bû yek rih, yek gotin û yek stran.
Di bedewiya xwezayê de xweþikbûna Sorxwîn dibînim. Di nava peyva heval de dibîhîzim Axîn.. di kûlilkên Adarê de bêhna azadiya Adar dikim
Di strana desmalê de dibihîzim dengê Rozerîn.
Hûn tu car ji bîra min naçin. Hûn mêvanê dilê min ê bêdawîn e. Bawer bikin di nava labîrantên dilê min de hûn wek kûlilkên sor, zer, þînbûn, porê wan li ber bayê diket li nav serê zozanan belav dibû ber bi Kêla Memê..
Dilê min þewitiya, evîna min mezin dike ev bedewî û lehengiya keçên azadiyê. Ez tu car ji bîr nakim mezinbûna hevalê xwe û çawa dest bi rêwîtiya mezin kirin.

(Besta, Serkêderyan)

 

 

 

 

 

 

 

HPG - YJA STAR (Özgür Kadýn Birlikleri) Resmi WEB Sayfasýdýr
HPG-BİM tarafından yapılmıştır.
HPG Online © 2003 - 2007 Tüm hakları saklıdır.