|

Vê carê tu navnîşana pirtuka min
ya ku nehatiye nivîsandın. Hevala mın Têkoşîn, delalê lı ber
dılê min… Ji nav dilê xwe yê bi êş, jı te re dinivisînim.
Nameyek ji mizgîniyê ji nava dilê çiyayên ku azadî dibirqe û
mezin dike dişînim. Ez li te digerim, dixwazim bêhna porê te
bikim, dengê te yê zelal bibihîzim. Dengê te yê ku mirovan dixwe
nav xeyalên kur. Keça ware azad Têkoşîn; te dı bîra xwe de tînim,
di hizrandinên xwe de xeyalan dikim û sûretê te yê ruken tînim
li ber çavên xwe. Dema dibihîzim nave te yê bedew, diherikim
berbi warên azad Botanê. Kulîlka li ber çeman, nergîza lı ber
kaniya êdî Bese… Ma heta kîjan dem tu bikişînî derd û xeman,
heta kîjan demê bikişînî xem û kulan. Ka sere xwe rake û
hewirdorê xwe bimeyzîne, dar û daristan hewirdorê te dorpeç
kirine, demsal bûye payiz li Gabar bûye zivistan, her der bûye
berf û baran. Hevala min, Têkoşîna min, evîna dilê min… Gula li
ber bêhna min, stêrka tariya şevê ez jî bi du te ketim û bê te
bi tenê mam. Li van warên azad her dem li te digerim, keniya li
ser ruyê te di ezmanên sêwî mayî de digerim, dengê te yê ku
mirovan dixwe nav demên dûr, bi dengê xwezaya bedew ve dibihîzim
û xweşikbûna çave te yê ku mirov dikeve nav jiyanekî dirêj û dûr.
Deryaya hevaltiya min neçe nav xeribiyê, li axê nezivire, tu jî
dizanî ku em nikarin hevalê xwe yê rûken dur jiyan bikin. Dilê
min ê ku di nav deman de rêwîtiyê dike ra nake rêhevala min ê
bedew.
Heval Têkoşîn hevalekê wisa bû dı
jıyana xwe de tu kes jê nediêşiya, di hevaltiya xwe de û di
jiyana xwe de her dem minak bû. Xwedî zanistiyekê mezin bû, dı
meş û tevgera azadiyê de her dem bi taybetmendiya xwe yê hevaltî
ve derdiket pêş. Bi vê taybetmendiyê ve diket nav dile hemû
hevalan. Di xebat ü têkoşîna xwe ya azadiyê de xwedi pîvan û
rêgez bû. Tu car sere xwe ji nebesî û kêmasiyan re neditewand û
li hember hemû zor û zehmetiyan xwedî helwestekî bû. Ji bo heval
Têkoşîn çi merc bibe bila bibe her dem di nav kar û xebatan de
li pêş bû û erkên mezen cî bi cî digirt li ser milên xwe. Jiyana
xwe de bi hestên berpirsyariyê nêzî dibû, her peywîrên ku diket
pêşiya wê bi awayekî bawer diçû liser kar û her dem karê xwe bi
serkeftî dawî dikir. Heval Têkoşîn bi van taybetmendiyê xwe ve
di têkoşîna azadiyê de roj bi roj bilind dibû û her dem
mezinbûna şoreşgertî ji bo xwe hîm digirt. Ji bo wê di nav
hevalan de xwedî cîhekî taybet bû. Bi heskirina xwe ya hevalan û
bi heskirina jiyanê ve wek têkoşerekî azadiyê rol dilîst. Her
dem xwedî coş û moralekî mezin bû, caran bi stranan, carana bi
helbestan reng dida jiyana xwe û hevalan. Erk û berpirsyariyên
xwe yê şoreşgerî li ser her tiştê de digirt û ji bo vê heta dawî
hewl dida. Bi vê wateyê ve her dem rêveber ü rênas bû. Heta roja
ku me bi heval Têkoşîn re jiyan dikir, wek hemû dildarê jiyana
azad tevli kerwane şehîdan bû. Heta hênasa xwe ya dawî di meşa
azadiyê de wek her demê heval Têkoşîn di pêş de cî girt. Ew wek
şopvanê şehîdên nemir tevgeriya û di dawî de gîhaşt hesret û
bêrîkirinên xwe yê mezin. Bi vê zanebûn û hestên azadiyê bû
şopvanê şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwe kir taca li ser xaka
Kurdistanê. Gîhaşt dîroka hûndabûyî û bi dayîka pîroz re
hevdîtinekî azad pêk anî.
Têkoşîn bejna sosina welatê min,
zeriya tava me ya azadiyê… Ez niha li te digerim rê hevalê min,
ew bejna te yê narin dihejîne, gul û sosina lı ser axa welatê
min tu xezala lı ser çıya û zinaran… Ez her çiqas hewl didim jî
te nabînim, çavê min li benda te rêwî ma li ser rêkên dîrokê.
Şehîd jibîr nakim ew dilê te yê ku dibe şewqa tîrêjên rojê, ew
hestên te yê ku hewirdor ronî dike û ew meşa te yê ku di her
bihustê de dengê dîrokê hişyar dike. Heval Tekoşîn keça wargehe
azadiyê, xwedavenda bıheşta welatê min, tu bû efsûna jiyana
azadiyê, dengê dilê çiyayê Gabarê, ba û bahoza heyva mijdarê. Va
ji te xatir dixwazin gulên sor û zer, diyarê te dikin hemû
bedewiya biharê.
Bêhna bihara zêrin ji te re rê dikim rê hevala min…
|