|

Aştî peyvekî pir bi nirx e.
Şer jî di wateyekî de bi taybetî ji bo girseyên rajer, navgîna
bingehîn a ji bo bigîhîje aştî û aramiyê ye. Şer di naveroka xwe
de wek armanc naye nirxandin. Ji bo aştiyekî bi wate berdelê wê
pir giran jî be, navgîna bingehîn a ku serî lê bê dayîn e. Di vê
çerçoveyê de di dîroka gelên cîhanê û dîroka netewan de, di
dîroka aştiyê de roja 1’ê êlûnê ku cîhekî wê pir girîng heye;
wateyekî pir mezin di xwe de hildigire. Di vê rojê de girêdana
aştiye nîşandan, ji tengezariyên hûndor û derveyê Tirkiyê re di
mercên aştiyê de çareserî dîtin û di serî de pirsgirika kurd,
pirsgirikên ramyarî re derfetê çareseriyê dîtin û yên dijber bi
rastî jî niyetekî wê ya aştî heye an nîne, ji bo em fêm bikin me
guncav dît ku em vê daxuyaniyê bidin. Aştiya kurd û tirk bi
rastî jî cewherê aştiya Rojhilata Navîn e; aştiya Rojhilata
Navîn jî, aştiya bingehîn a heremê û cîhanê ye. Aştiya Rojhilata
Navîn di heman demê de aştiya cîhanê ye. Ger bi hezaran sale
rejîma daxt a çîna desthilatdar a Tirkiyê raweste, desthilatdar
ber bi aştiyê ve bê tehfdan, wê ji vê yekê mirovahî serbikeve.
Bêguman, di merhela komkûjiyê de gelê kurd, cara yekem dikeve
rêka mirovahî, netewî û demokratîk. Her wiha comên navnetewî; di
pirsgirika aştiya cîhanê de bi rêbazên herî bêmaf û rêbazên tarî
de pêwîst e giraniya xwe derbixin holê. Herî kêm aştiya ku wek
pêvajoya piştî şerê cîhanê II. ji bo aştiyekî mayînde hêza xwe
bikarbîne. Aştiyekî wisa her çiqas pir girîng e jî, kêm hatî fêm
kirin. Pêwîst e baş bê rave kirin. Ji bo aştiya herem û cîhanê
-heta pir çavkaniya pirsgirikên Ewropa di vir de ye-
çareserkirin wê ji her kesê re bide serxistin. Tirkiye jî di nav
vê yekê de ye. Bi rastî jî demê pêngava aştiyê ye. Pêwîst e ney
paşxistin û pêngavên kiryarî yên pêwîst bê avêtin.
Dijmin tu car devjêbernade; mafê
me yê herî biçûk, mafê jiyankirina mirovan re jî destûr nade. Tu
zagon nas nake. Wek win dibînin em dibêjin agirbest, aştî, tu
tişt cîdî nagir e. “Dibêje winê radest bibin.” Di rewşa radestî
de jî, ji mirinê mirin biacibîn e! Em rastiya dijminekî wisa re
rû bi rû ne. Ger wisa ye, em jî giranî bidin xebatên xwe. Ev
hemû rastî ne. Ji warên me, me kewitandine têr nake, em direvin
her milê cîhanê, dîsa jî dev ji me bernade. Em li ber wan
digerin, dîsa jî nabe. Ew dem tiştekî tenê dimîne, çar bi çar
berxwedan. Rastiya Serokatî jî ev e.
Di bingehê aştiya Rojhilata navîn
de pirsgirika kurd heye. Ji niha de pirsgirika İsraîl, Fîlîstîn
û Ereb bi vê pirsgirikê ve hatî girêdan. Her wiha tenê
pirsgirika aştî wek pirsgirika Israîl û fîlîstîn girtina dest,
kêmasiyekî mezin e. Tirkiya bi İsraîl re peymanekî girîng
pêşxistiye û zor li hevsenga Rojhilata Navîn dike. Bêguman di
pişt vê de Emrîka, Nato û Ewropa heye. Lê pêwîst e bizanibin ku
çawa dişemitin û ji aştî re astengiyekî mezin çê dikin. Bi
taybetî Ewropa ji ber îtîfaka İsraîl û Tirkiyê ji pirsgirika
kurd re çawa xeteriyekî mezin çê dike, pêwîst e xwe biderizîne û
lêpîrsîn bike. Aştiya Kurd neye afirandin, aştiya Rojhilata
Navîn naye ava kirin, pêşî şerê kirêt ên Tirkiyê neye girtin, di
Rojhilata Navîn de aştî û aramî tu car naye afirandin. Bi
mîsoger pêwîst e aştiya kurd, beşdarî pêvajoya aştiya Rojhilata
navîn bikin. Ev çê nebe, pêwîst e bizanibin bi navê aştiyê hemû
xebatên tê meşandin vala ye. Ji xwe bi alîkariya îtîfaka tirk û
İsraîl ve, vê bi ewlekariya nato ve girêdan, di Rojhilata Navîn
de ne aştî wê merhela şer pêş bikeve. Nîşandanên vê derdikevin
holê. Her wiha pêwîst e Ewropa di vê mijarê de pir bi hişyar û
arîşe bibe. Pêwîst e bizanibe ku ev îtîfak ji kurd û fîlîstîn re
çi talûke hildigire û li gor vê bernameya aştiyê derbixe, bi vê
ve pêşî ji pêşveçûna talûke bigire. Lê em carekî dinê kirp
dikin; heta ku di pirsgirika kurd de çareserî neye afirandin, ji
aloziyên hewirdorê fîlîstîn zêdetir aloziyekî kûr, dibe ku wek
pirsgirika bingehîn di sedsala 21’an de wê tevahî heremê bandor
bike. Gengaz e ku em pêşî vê bigirin. Lewre ger ji pirsgirika
kurd re çareseriyekî rastî bê rave kirin û çareseriyekî bingehîn
a li gor gelên Rojhilata Navîn, wê pêvajo berovajî bizivire.
Têkoşîna gelê kurd wek tevgera xirîstiyanî ya serdema yekem,
tevgerêkî aştiyê ye, ji bo tevahî çand û olên Rojhilata Navîn
azadî, ji bo tevahî gelên rajer hêviyekî bingehîn e.
|