|

Di cîhana roja me ya îro de ku
dijwarî û komkujî bi awayekî sîstematîk, bi rêbazên herî xirab
ve tê bikaranîn de, rola herî mezin a têkoþînê dikeve li ser
hêzên parastina jina azad. YJA STAR xwe di vê bingehê de li dijî
hemû êrîþan amade dike û di vê derê de wek hêza bingehîn
derdikeve holê. Ne tenê heza leþkerî û çekdariye di heman demê
de hêza bingehîn a rêxistinî û bîrdoziye. Di her milî de
pêþketina jinê re girîngtiyekî mezin dide û ji bo vê erk û
berpirsyariyên mezin dikeve li ser milên wê. Ji bo vê di her
qadan de xwe rêxistin dike û ji perwerda bîrdozî heta pisporiya
leþkerî û artêþbûnê xebatê xwe didomîne. Di bingehê paradîgmaya
civaka ekolojik-demokratîk û azadiya zayend de xwe bi rêxistin
dike û bi têgîþtina parastina rewa ve dibe hêza çalak a jiyanê.
Di roj me de têkoþîna jina azad gîhaþt astekî girîng û nirxên
xwe yê paþerojê bi awayekî serkeftî gîhande roja me ya îro. Îro
yê ku vê têkoþînê nanase nîne. Çimkî her roj bi bedelên pir
mezin têkoþîn didome û li her deverê cîhanê deng dide. Dengê
jina azad, hest û ramanê jina kurd, di mercên herî zor de, di
nav bê derfetiyê de xwe digîhîne hemû jinan.
Hêzên parastina jina azad xwe hem
di milê bîrdoziya jina azad de bi rêve dibe, hem jî di bingehê
xeta parastina rewa ve, wek gerîllayekî bi dîsîplîn û nîzam, wek
leþkerekî zanist û wek têkoþerekî tevgera APO’cî bi rêxistin
dike. Hemû hewl û kedên xwe di vê çerçoveyê de xerç dike û
armancekî mezin û bedew dide pêþiya xwe. Bi vê serwerî û
zanistiyê ve xwe di hemû qadên têkoþînê de rêxistin dike û ji bo
pêþerojekî azad xwe perwerde dike. Perwerde wek rêgezekî
bingehîn digire dest û ji bo her têkoþerê YJA Star bigîhîje asta
zanistiyekî mezin derfet û merc diafirîne. Li hember hemû êrîþên
dijmin, zoriya xwezayê di her þert û mercan de derfetê xwe yê
perwerdeyê amade dike. Di her mercê de pêþxistina kesayetekî
azad hîm digre. Ji bo jinekî azad biafire kedekê pir mezin dide
û ji bo vê yekê hemû hêza xwe dide bikaranîn. Çawa ku di PKK’ê
de perwerde wek rêgezêkî jiyan û têkoþînê tê hîm girtin, ev yek
ji bo hêzên jin ê YJA STAR jî derbas dibe. Dizanê ku di vê
cîhana ku bi têgîhê zilam ve hatî saz kirin de ji bo jinê cîhekî
jiyanê nîne. Pergala heyî hemû derfetê kar û pêþengiya ku dide
jinê li gor berjewendiyê pergala desthilat de ye. Çi di qadên
polîtîk de, çi di qadên siyasî de, çi di qadên civakî de hemû
gotin û amrazên ku bikartînin, jinê re mirinê pêtir tu tiþt
neafirîne. Ev mirin ne tenê milê kuþtina fîzîkî de ye, di milê
rihî, manewî, ramanî û jiyanî de mirina jinê tê amade kirin. Yek
bi awayekî çors jinê re mirinê tînê, yek jî bi rêbazên hê
xiraptir jinê ber bi kuþtinê ve dibe. Ji xwe di milê çand û
raman de kuþtina ku jin jiyan dike, ji kuþtina fîzîkî hê
xiraptire û ji bo pêþeroja mirovahiyê talukeyên mezin bi xwe re
diafirîne. Ev mijar mirov dikare hê berfirehtir jî bike, lewre
em vê yekê di her kêliyên demê de guftugo dikin. Bi vê helwest û
zanistiyê ve hêzên azadîxwaz YJA STAR ji bo perwerdê
girîngtiyekî mezin dide. Bi perwerdê ve afirandina jinekî azad,
ji bo pergala desthilatdar derbeyekî pir mezin û kur e. Her gava
ku ji bo kuþtina paþverutî tê avêtin, ji bo pergal û têgîha
dagirkerî derbeyekî jiyanî ye. Ev derbe ji mirina jinê re ye, ev
derbe ji hemû nêzîkatî û têgîhên desthilatan re xirakirinekî
mezin dide afirandin. Ji bo vê jî di YJA STAR de afirandina
kesayeta azad, çalekiya herî mezin a leþkerî ye.
Di heman demê de perwerdeya leþkerî re jî girîngtiyekî mezin tê
dayîn. Artêþbûna jinê xwe di her milî de saz dike û ji bo
pêþxistina gerîllayekî hemdem her tiþt bikartîne. Pîvan û
rêgezên gerîllatî pêkanîn û di vê bingehê de artêþa jinê
pêþxistin ji bo têkoþînê di her mercî de hîm digre. Wek Rêber
APO dibêje “Gerîlla dil û mejiyê xwe saxlem bigre” li gor vê
rêgezê hemû hêzên xwe rêxistin dike û di qadên leþkerî de rolekî
girîng dilîze. Ev yek rêgezekî bingehîne. Wek ku di rastiya
þehîdan de her roj destanên berxwedaniya jinê tê afirandin û her
yek ji me vê yekê bi awayekî zindî jiyan dike, di qadên þer de
jî rolekî sereke dide li ser milên xwe. Di milê taktîg, þêwe,
arazî û têgîhîþtina rêgezên gerîllatî de her dem perwerde
didomin. Ev perwerde tenê bi demekî ve sînordar nîne. Merc çiqas
zor dibin bila bibin, perwerde li gor þert û mercên heye tê
berdewam kirin. Jinên dildar ên APO’cî di vê mijarê de tu
astengî nas nakin û heta jiyana xwe ya dawîn ji bo vê têdikoþîn.
Ji bo vê yekê çi bedel û berxwedanî tê xwestin, ji her kesî
zêdetir pêþ dixwe û xwe di van mijaran de xurt dike.
Di vê bingehê de rêgezên ku li
ser dimeþe heye. Ev jî rêgezên leþkertiya azad e, rêgezên
gerîllatiya azadiyê ye. Ji di çiya de hebûna xwe bi van pîvan û
rêgezan saz dike û rêxistin dike. Artêþa gerîllayê jin xwe bi
nasnameya bîrdoziya jinê a azad vegotin dike û rêxistina xwe li
gor pîvan û rêgezên xeta parastina rewa bi rêve dibe. Artêþa
jinê nasname û hebûna xwe bi vê awayî vegotin dike. Di vê
bingehê de hemû jinên dildar ê APO’cî, jinên berxwedanvan ê Kurd,
jinên hêza parastina rewa YJA STAR ji bo pêþerojekî azad û
pêþerojekî bi Serokatî re her curan fedarî û berxwedaniya
topyekun xwe amade dike. Ji bo vê çi bê xwestin wê pêkbîne û tu
car gav ji paþ de neavêje. Rêber APO çavkaniya jiyan û têkoþîna
azadiyê ye. Jiyana Rêber APO, jiyana hemû jinên azadîxwaz e.
Jinên dildar ê YJA STAR ji bo vê her dem wê hewl bide û
têkoþînekî bê hempa bide meþandin. Em jiyanekî bê Serokatî tu
car naxwazin û vê yekê em nahizirin jî. Hizrandin û jiyana me bi
hebûna Rêber APO ve girêday e. Di vê pêvajoya ku êrîþên mezin li
ser Serokatî tê pêþxistin de rola herî mezin dilîze û wê hê
bêtir vê pêþde bibe. Heta ku jiyana Serokatî bigîje ewlekarî û
azadiyê di têkoþînê de heta dawî bi berkî ye. Artêþa jina azad
ji bo vê yekê xwe di bingeh de bi awayekî berfireh amade dike.
Xwe di her qadî de di vê bingehê de rêxistin dike û tanzîma xwe
pêþ dixwe.
Ji bo vê jî çiya meskenê jin ê
dîrokî ye. Di qadên çiya de hebûna jinên azad û hebûna artêþa
jinê ji bo jinê din jî ewlekariyekî bingehîn e. Em vê yekê bi
awayekî balkeþ dibînin. Di roja me ya îro de hemû pêþketinên ku
tê jiyîn bi vê rastiyê ve têkîldar e. Tu kes vê yekê nikare
înkar bike û ji nedîtiyê ve bê. Hêza jin a gerîlla ewlekariya
hemû jinên Kurd û heremê ne. Tu kes nikare bibêje ku, di vê
cîhanê de qadên ku jin tê de jiyan bike nîne, jin encax dikare
di bin pergala desthilat de jiyan bike û li gor vê rêgezê, li
gor xwesteqa zilam jiyan bike. Em ji vê yekê re dibêjin NA!
Qadên ku jin azad jiyan bike heye, çiya cî û warê jinên azad ê
têkoþer in. Jin ne neçare ku heta dawiya jiyana xwe bi koletiyê
ve, bi zilam re bijî. Qadên ku jin xwe azad rêxistin dike û bi
rê ve dibe heye. Jinê azadîxwaz hemû di çiya de kom dibin û ev
helwest ji bo pergala desthilatdar derbeyekî pir mezin û dijwar
e. Heval Gulbahar temsîla vê yekê ya herî mezin bû. Wek
fermandarekî jin, ji bo têkoþîna parastina rewa heta hênasa xwe
ya dawî têkoþiya û bi vê mebestê gîhaþt asta þahadetê. Heval
Gulbahar kedekî pir mezin ji bo têkoþîna azadiya jinê da. Di
temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoþînê kir û di qadên têkoþînê
de salên mezin û dirêj derbas kir. Heval Roza, Avesta, Delîla,
Xînda, Berîtan, Roza û hemû hevalên þehîd ku mirov nikare navê
wan yek bi yek binivisîne, tîmsala vê yekê bûn. Ger mirov
bixwaze têkoþîna azadiya jine binase, pêwîst e di rastiya van
hevalên leheng ê jin de bigere. Her yek vê demên tekoþînê ê
dijwar wê ji me re bi awayekî vekirî vegotin bike.
|