|

Bi taybet di pêvajoyeke gelek
girîng de kurûltaya jinê ya sêyemîn, bi rastî jî bi serkeftî
bihûrî. Tabî cudahiya xwe ji yên din ev bû ku, rewþa serokatî û
jahrdayîna serokatiya me rojeva yekemîn a kurûltayê bû. Ji ber
ku jahrdayîna serokatiya me, jahrdayîna gelê kurd û jinê ye.
Piþtî ev hewldana sîstemê, bertek û xwedîderketina gel a ku
derket holê, dîsa bi biryarîdayîneke fedayiyane, bi þîara “yan
jiyanek hebe bi serokatî, yan jî wê jiyan nebe” mohra xwe li
kurûltayê xist. Kurûltay vê sloganê esas girt. Jiyanek hebe wê
ya bi serokatî re be, yan jî em jiyanek din tercîh nekin.
Biryardayîn û amadekariyên kurûltayê li ser vî esasî pêk hatin.
Yek jî kurûltay di kîjan þert û mercan de pêk hatin, divê baþ li
ser bê sekinandin. Li Rojhilata Navîn înkar û tunehesibandina li
ser gelê kurd, dîsa bi taybetî komkujiyên ku li ser jinê têne
kirin; sîstema desthilatdar, bi zihniyeta cinsparêzî dixwazin
jinê wekî navgînekê bikarbînin. Zirara herî mezin jî jin û zarok
dibînin. Bi taybetî civaka desthilat û ew civaka cinsparêz a ku
em tê de jiyan dikin, di nava zihniyeteke bi vî rengî de ye. Li
hemberî van, Tevgera Azadiya Jinê, xwedî vê helwestê ye ku vanan
vala derbixîne û têbikoþe. Di bin van þert û mercan de, hem bi
amadekariyên xurt û bi biryarîbûneke saxlem, di þert û mercên
awarte de kurûltay li dar ket. Dema ku em li rewþa serokatiya me
û êrîþên li ser gel binêrin; armanc bi tevahî jiholê rakirine.
Sîstem tunekirina Tevgera Azadiyê wekî konseptek daye pêþiya xwe
û gelek hêz jî piþtgirî didin wan û ev qirêjiyên heyî erê
kirine. Belê, ev di kurûltaya me de hatin nirxandin.
Em li ser mijarên mîna jin û
qadro çawa dikarin li hember van êrîþan bisekinin û li Rojhilata
Navîn vê zihniyeta neteweperest çawa biþkînin û di þûna wê de ya
nû çawa ava bikin sekinîn. Serokatî vê wekî zihniyeta paradîgma
nû binav dike. Divê em bikaribin li ser esasên konfederalîzma
demokratîk, hem di aliyê siyasî hem jî di aliyê leþkerî de û di
aliyê civakî de vî rihî bidin afirandin. Jixwe her roj bangên
dijimin ên li ser Tevgera Azadiyê têne kirin. Her roj soz û
biryara tunekirina me didin û her cure rêbazên þerê qirêj û
psîkolojîk bi pêþ ve dibin û didin meþandin. Digel van þertan û
amadekariyên ku hatin kirin, kir ku bi serkeftî û encamên baþ ji
kurûltayê bê girtin. Kurûltay li hember îdea û êrîþen heyî
bersivek bû. Li hember propandayên heyî, li ser sînor bicîkirina
hêzên leþkerî û her roj ketina baþûr têxistina rojevê re seknek
bû.
Di warê siyasî û leþkerî de
nirxandinên ku hatin kirin, wekî jin li ser esasên paradîgma nû
û li ser esasên Konfederalîzma Demokratîk bi rengê jinê em
bikaribin tevlîbûnek çêbikin û biryarîbûna ku di vê kurûltayê de
derketiye holê bikaribin li derve baþ biteyisînin. Lewre bi vî
awayî nêzîkahî kir ku kurûltay bi serkeftî dest pê bike û bi
serkeftî bi encam bibe. Gavên ku hatin avêtin yek jî esasî ji
bona derve em dikaribin di Rojhilata Navîn de hezekî parastinê,
em dikaribin xwe di aliyê îdeolojî de, di milê civakî de xwe
birêxistin bikin. Û rêxistinbûna heyî hîn bêtir xurt bikin. Bi
derve re bikaribin diyalog û têkiliyeke xurt çêbikin. Em
bikaribin polîtîkayên tunekirin û jiholêrakirinê, dîsa þerê
psîkolojîk a li ser Tevgera Azadiya gelê Kurd û bi taybetî jî li
ser tevgera jinê bikaribin vala derbixînin. Dîsa ya girîngtirîn
li hemberî jahrdayîna serokatî, wekî jin biryara me ev bû; ji
bona jinê bangavaziya hevalê Erdal hebû ku digot wekî jin bi
rengê xwe tevlî jiyanê bibin. Yek jî em bikaribin bi rengê jinê
siyaset bikin. Yanî li ser esasên rêgez û felsefeya apocîtiyê em
bikaribin siyaseteke rast di Rojhilata Navîn de bidin meþandin û
em bikaribin li hember keda ku jinê daye xwe berpirs bihesibînin
û xwedî lê derbekivin.
Di kurûltayê de hem bi amadekirina belgeyan hem bi perspektîfên
Rêber Apo yên ku ji bona sîstema Konfederalîzma Demokratîk raber
kiriye, li gorî xeta parastina rewa ya çalak biryarîbûn derket.
Wekî tê zanîn Koma Jinên Bilind
ji gelek avaniyan(bileþenan) pêk tê. Li ser esasên çar avaniyan
saz bûye. Di nava van avaniyan de hêzên parastina rewa YJA STAR
e. Dîsa di qada civakî de YJA’ye û li ser pirsgirêkên civakî
disekine. Di bingeha xwe de jinên ciwan, xebatên parçeyan û
qadên civakî dide pêþiya xwe. Xwe li ser van her çar lingan xwe
saz kiriye. Di nava rêxistinê de hêza wê ya esasî YJA STAR e. Di
nava KJB’ê de hêzên parastinê yê xweser in. Ji bona YJA STAR’ê
herî biryara girîng ku tevgera giþtî jî di heman rewþê de, em di
pêvajoyeke awarte de ne. Li hemberî polîtîka tunekirin û
jiholêrakirinê xwe bi rengekî çalak parastin û li ser vî esasî
em dikaribin li vî biryarî xwedî derbikevin. Wek YJA STAR hemû
avaniyên KJB’ê vê biryarê girtin. Tabî ji bona YJA STAR’ê
girîngiya xwe hebû. Ji ber ku di qada pratîkî de YJA STAR dibe
îfadeya vê yekê. Ji ber vê biryara çalak a parastinê hate girtin
û bi biryareke hevbeþ a beþdaran di her þert û mercî de
pêkhatinê hate dayîn. Em dikaribin hem di warê çalakî hem di
warê jiyanî de hem jî bi taybet di warê xwedî derketina li Rêber
Apo de ev biryar girtin ji bona YJA STAR’ê di rastiyê de
biryareke gelek girîng bû. Di bin her þert û mercî de YJA STAR
bikaribe di aliyê çalakî de destek bikî. Ku di her þertî de
bikaribe vê bi rengekî xurt bibe zimanê wê. Hem bi çalakiyê xwe
hem bi sekna xwe ya jiyanî. Bi taybet di milê îdeolojî û
tevlîbûna jiyanê de û ji bona rola xwe ya pêþengiyê ya di aliyê
fedayîtiyê de bi terza Zîlan û herî dawîn bi îdeayên hevalê
Erdal ê ku di têkoþîna me de roleke girîng dide pêþengiyê û vê
gotinê dibêje: “Ger jiyaneke hebe wê bi serokatî re be, nebe em
qet jiyan nakin!” Jixwe biryara konferansa me jî ev bû. Di
rastiyê de israra fedayîtî di xeta Zîlan, Bêrîtan û Sema de, di
aliyê îdeolojîkî de kûrbûn, di xeta Zîlan de di aliyê çalakiyê
de xurtbûn, di xeta Bêrîtan de berxwedaniyeke bêdawîn. Li hember
ferasetên neteweperest, li hemberî ferasetên statûkoparêzî û
paþverûtiyên ku di nav me de heyî li hemberî xeta îxanetê
berxwedanî, gaveke ku em dikarin bêjin gaveke pêþeng bilîze.
Yanî li ser vî esasî ev biryar hatin girtin. Di hêleke din de em
wekî avaniyên jin; hem di milê tevlîbûn, di milê destekdayînê
de, di warê qadê îdeolojî de em bikaribin rihê vê berxwedaniyê
xurt bikin. Rihê hevbeþbûyînê xurt bikin. Di bin banê KJB’ê de
ev avaniyên heyî bikaribin roleke pêþeng bilîzin. Di vir de rola
YJA STAR’ê jî roleke pêþeng e. Ji ber ku hêzeke fedayîtî ku vê
sîstemê biparêze ev hêz e. Ya ku bikaribe çavkaniyên xwe yên
esasî bigire û di milê civakî de xurt bike, yek jî YJA STAR e.
Wekî mînak di warê civakî de çalakiyan xurtir bike. Di aliyê
civakî de gelek hêlên ku li hember jinê heyî, komkujiyên jinê
hene. Jin wekî wekî navgînekê tê þixulandin, jinê anîne asta
bêçarebûnê. Tenê yên ku herî zêde ji vî þerî zirar dibîne jin e.
Yê ku herî zêde pêdiviya xwe bi parastinê heye, dîsa jin e. Ji
ber vê yekê rola YJA STAR, roleke serekeye û dikare di tevgera
jinê de rola parastinê bilîze.
Sîstema KJB’ê li ser esasên
Konfederalîzma Demokratîk hatiye avakirin. Ev jî di nava xwe de
xweseriyan dihewîne. Wekî ban e. KJB dibe banê van avaniyan. Di
vir de rola YJA STAR, jiyanîkirina xeta parastina rewa ye. YJA
jî di qadên civakî de, bi taybet bi pirsgirêkên civakê re, her
qadek heyî, wekî mînak li Baþûr, Rojhilat û Rojava di bingeha
rêxistinbûnên ku hatine çêkirin avaniyên xwe ji wir digire. Di
milê siyasî û rêxistinî de xwedî roleke esasî ye. Ev jî bingeha
xwe ji van avaniyan û ji van qadan digire. Rêxistinbûna wan hem
di milê tevlîbûn de, hem di milê çalakiyên demokratîk de
pêþengiyan derdixe. Dîsa jinên ciwan jî girêdayî vê xebatê ne.
Tabî ev xebat gelek çarçoveya xwe fireh e. Li ser vî esasî
mesele bêtirî xwe di warê zagonî de li ser van esasan disekinî.
Dîsa di warê civakî de li ser disekinî. Jixwe berê jî serokatî
destnîþan dikir ku; her avaniyek li ser esasê rolên xwe, li ser
esasên qadro avakirinê û di milê pirsgirêkê civakê de çareserî
bîne. Wê zêdetir di milê civakî û siyasî de rolê xwe bilîzî. Di
nava xwe de parçe parçe rêxistinbûniya wê heye.
Ev rêxistinbûn, sîstema xwe heye.
Rêveberiya xwe hene. Ev rêveberî her yek nava xwe de, di nava
sîstemekê de karên xwe dide meþandin. Rasterast girêdayî YJA’yê
ne. YJA jî di nava van avaniyan de rasterast bi KJB’ê re
girêdayî ne. Li ser vî esasî xwe tanzîm dike. Di milê îdeolojî
de, di qadên îdeolojî de PAJK e. PAJK zêdetir li ser avakirina
qadroyê îdeolojîk de bi perwerdehiyên bêtirî îdeolojîk û di
rastiyê jinê de kûrbûnê pêk tîne û li ser van esasan xwe tanzîm
dike. Ji nû ve avabûna PAJK’ê de ev komên lêhûrbûnê ne. Dîsa ji
bona avaniyên din qadro perwerde û temîn dike. Perspektîfên di
aliyê îdeolojîk de, di aliyê têkoþîna zayendî de roleke girîng
dilîze. Ev rola wê ya îdeolojî bingeha xwe ya esas ji xeta apocî
digire. Wekî jinên apocî bikaribin xwe bi hêz bikin û bi vî hêzî
di nava van avaniyan de milê îdeolojî temam dike. Mîna ku me got
her yek rola xwe cuda ye. Rola PAJK’ê jî li ser vê bingehê ye.
Jixwe me rola YJA STAR jî gotibû. Evanan hemû di banê KJB’ê de
xwe bi rêxistin dikin. KJB hem banê hemû avaniyan e û têkiliyên
di navbera wan de tanzîm dike. Li ser esasê her avaniyeke ku
xebatên xwe dide meþandin, rasterast girêdayî KJB’ê ye. Yanî ev
berdevkên ku hatine diyarkirin û bernameyên ku hatine derxistin,
bingeh û hêza xwe ji van avaniyan digere û bi vî awayî
tevlîbûnek çêdibe.
Her avanî di nava xwe de cuda
cuda peywir û komîsyonan ava kirine. Bo nimûne komîsyona
serokatî heye, bi taybet rewþa serokatî lêkolîn dike. Îdolojî û
felsefeya serokatî belavkirinê bingeh digire. Dîsa di bin banê
PJAK’ê de komîsyonên cuda cuda hene. Heman tanzîm di YJA STAR û
di YJA de jî heye. Yanî sîstemeke konfederal e. Jin jî di nava
vê sîstemê de xwe bi hêz dike û di bin vê banê de xebatan dide
meþandin. Di rastiyê de bi giþtî hemêzkirina hemû avaniyane. Bi
kurtasî mirov dikare bêje, rol û peywira esasî; yekemîn îdeolojî,
duyemîn; parastina rewa û sêyemîn jî qada civakî ye. Her kesekî
li ser xebatên xwe yên ku tê meþandin û yekî agahîdayînên ku
têne kirin di nava diyalog û danûstandinekê de, bi riya KJB’ê tê
kirin. Jixwe ji van avaniyan yên ku wekî rêveber cî digrin hene
û avaniyan temsîl dikin. Her yek di nava xwe de xweseriyên xwe û
xweser xebatên ku didine meþandin hene. Yanî sîstema xebata
KJB’ê ya avaniyan(bileþen) bi vî awayî bi rêve diçe.
Bi rastî di aliyê moral û coþê de
kurûltayeke cuda bû. Li hemberî têkoþîna ferasetan rihekî xwedî
îdea derket holê. Em wekî keçên apocî dikarin li çar parçeyên
Kurdistanê û ji bona giþtî jinên cîhanê yên ku hene, hemêzkirina
van hemûyan, ev di rûyê hemû hevalên ku beþdar bûne de xuya
dikir. Ya girîng ku berê Rêber Apo diyar kiribû, li ser Peymana
Jinê hate sekinandin. Li gorî vê divê bixwe bixwe hiqûqa xwe
bide avakirin. Divê bikaribe makezagona xwe bixwe bixwe ava bike.
Em dizanin ku di dinê de cara yekemîn di sala 2002’yan de li
Ewropayê pêk hatiye. Bes di Rojhilata Navîn de yekem car ji hêla
Tevgera Azadiya Jinê ve pêk hat. Ji ber ku herî bêtir, ev li
Rojhilata Navîn pêwîst dike. Taybetmendiyên Rojhilata Navîn
hinek cuda ne. Her çiqas di cewherê xwe de cewhera mirovatiyê be
jî, destpêkê jin li ser vê axê winda kiriye. Li gorî felsefeya
me ciyê ku ketin pêk hatibe wê hilpekîn û rabûn jî hebe. Îro di
Rojhilata Navîn de li gorî paradîgmaya nû û Konfederelîzma
Demokratîk de amadekariyên avakirina makezagona jinê tê kirin.
Ev proje raberî kurûltayê hate kirin. Ev moraleke mezin afirand.
Lêkolînên ku çêbûn hatin raberkirin. Yanî bi vê, vegera cewhera
jinê pêk hat. Li hemberî neheqiyan biryarîbûna vegerê pêk hat.
Di her avaniyê de her hevalên ked dane û xebitîne û bi taybet
hevalên ku þehîd ketine û ji her parçeyên din, hevalên mîna Uta,
Elefterya, Zîlanan hatin bibîranîn û kurûltay bi ronakiya wan bi
encam bû. Jinên ku ji bona azadiyê bedenên xwe þewitandin, dîsa
jinên tirk, ereb, ecem û ewropî reng û dewlemendiyê diyar kirin
û bi wêneyên wan kurûltay hate xemilandin.
Di vê kurûltayê de îdeabûna keçên
apocî ji her demê bêtir derket pêþ. Ku serokatiya me digot; “Yek
keçek û xortek jî girêdayî min be bes e!” bû rênîþander. Di her
hevalî de hêlên wan afirîner ji çavên hevalan dibiriqî. Rihekî
hevbeþ di kurûltayê de derket holê. Heyecan û coþ di asta bilind
de bû. Di dawiya kurûltayê de þîarên me jî hatin diyarkirin;
“Emê wekî hevalê Erdal bê serokatî jiyanekê qebûl nakin!”, “Em
wekî ku hevala Viyan diyar kiriye, li hember azadî û jiyana
serokatî xefletê jiyan nekin”, “wekî hevala Elefterya sînorê
xwestekên azadiyê bilind bikin”, “wekî hevala Uta em rihê di
neqeba mirovatiyê de, enternasyonaliyê temsîl bikin”, “wekî
hevala Zîlan dema ku pêwîst bike emê bedenên xwe parçe bikin” û
“wekî hevala Bêrîtan jî emê li hember xeta îxanetê bibin bersiva
têkoþîna azadiyê”
Li ser esasên van dirûþmeyan ku em bikaribin layîqî Rêber Apo
bibin. Serokatî dibêje ku; “Jineke ku li çiya jiyan dike, ji
bona min gelekî wateyê xwe heye.” Divê em di vê xetê de xwe kûr
bikin û di her þert û mercî de bikaribin di xeta parastina rewa
ya çalak de xwe bi pêþ ve bibin û xwedî derbikevin. Esasê
biryara kurûltayê ev bûn. Ev tespît hate kirin ku,
Konfederalîzma Demoktarîk di azadiya jinê de dibûhure. Hedefa
bingehîn konfederalîzma demokratîk di xwe de avakirin bû.
Herî dawîn ên ku jiyana me,
pêþeroja me, sedema hebûna me jahr bike, emê jî li hemberî vê
xwedî têkoþînek bilind bin. Emê tu carî tunekirin û
jiholêrakirina gelê xwe qebûl nakin. Di her þert û mercî de emê
bi rengê jinê di îdolojî û felsefeya serokatî bidin jiyanîkirin.
Her hevalek bi vê moralî ji kurûltayê derket û îdea û biryarîbûn
derket asta herî bilind. Wê ev jî me bibe bigihîne cewhera jinê
ya ku windabûye û emê di vê oxirê de þopvanên bêeman bin.
|