Geri
<<< |
>>> İleri
 Hevalê
Çem, tu bûyî xelata çemê Dersimê. Te germahiya meha Hezîranê di
nav dilê xwe de hembêz kir.Tu bû kulîlka çemê Mûnzûrê. Ez di
kesayetiya hevalê Çem de, bi rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû
şehîdên şoreşê ditewînim. Li ser vê bingehê bi kûraniya hestên
xwe û bi girêdana hevaltî ve, ez dixwazim jiyana hevalê Çem
binirxînim.
Li bajarê Dersimê jidayîk bû û ji zaroktiya xwe heta gihaşt
şehadetê, hevalekî ku her tim dihat hezkirin. Hevalê Çem, xwedî
kesayetekî rewşenbîr û zanist bû. Di sala 1992 yan de tevlî refê
gerîla bû. Ne pêkane ku ez vê kesayetiya bi rûmet karibim bi
hemû aliyan ve bînim zimên. Lê belê kêm be jî ez dixwazim t aybetmendiyên
wî yên ku pir balkêşbûn bînim zimên. Hevalê Çem berpirsyarê
yekîneyê bû û demeke dirêj li qada Çiravê ma. Di vê pêvajoyê de
bi germahiyekî mezin tevlî xebatan dibû û ji ber vê
taybetmendiya xwe di dilê mirovan de cîhekî girîng digirt.
Di peywendiyên hevaltiyê de, tu caran ne dixwest ku zerarê bide
hevaltiyê û dixwest her dem dil û mejiyê mirovan nasbike. Mînak;
demekê hevalêkî pir dixwend û ji ber vê yekê bû mijara
rexnekirinê. Rojekê nirxandinên hevalan li ser vê çêbû û gotin;
“Tu yê dîn bibî, ewgas pêwîst nake tu bixwînî.” lê belê hevalê
Çem, bi wî hevalî re gelekî alîkarî kir û jê re got; “Bixwîne;
ger tu tengav bû, were ji min re bêje û bila tû dinê xandinê
be”. Bi vî rengî ji bo xwe pêşxistinê xwesteka wî hevalî hîn
zêdetir kir.
Di milê zagonên jiyanê de pir rêzkar bû û di milê perwerdê de
wergervan bû. Xwe bê sînor pêşdixist û ji peşketinan re vekirîbû.
Hevriyêkî ku gelekî bi hevaltiyê ve girêdayî bû û di jiyanê de
ji mirovan re gelek caran dibû alîkar. Mînak; di dema
paraznameya Serokatî ya AİHM ê de, destpêkê hevalê Çem xwend û
bi taybetî beşa dawî bandorek mezin li ser çêkir. Bi bandora
paraznameyê ve bi dengekî bilind giriya, hemû hevalên tabûrê jî
melûl û xemgîn bûn. Cara yekemîn min didît ku hevalekî xort
ewqas dil birehim, nêzîkî paraznameyê dibû. Bi taybet, di hevoka
beşa dawî de Serokatî digot “Dayîk, ji pergalên jiyanê afrand û
her kes kir xwediyê jiyaneke civakî, lê belê di dawî de dayîk,
weke belengaz û sêwiyan li ber dîwaran ma û di nava tenêbûyinê
de tu kes lê nebû xwedî.”
Ji
ber ku giriyê hevalê Çem li ser hemû hevalan bandorek mezin
çêkir di perwerdê de navberak hate dayin. Di dilê hevalê Çem de
herdem hêrsa pêşketinê û girêdana bi têkoşînê re hebû. Hêviyên
gihîştina azadîyê, her dem di dilê wî de dijiya û ji bo wî azadî
wekî nan û avê bû. Digot; “Ne şerm e ku tu nizanibî, lê şerma
herî mezin tu nezanibe û xwe zane bide diyarkirin.” Di vê
axaftina xwe de dixwest rastiya mirovan bîne zimên û xwesteka
pêşketinê ya bêdawî diyar bike. Ev axaftina xwe di dema nîkaşên
paraznameyê de dabû diyarkirin. Daxwaza hevalê Çem ew bû ku, her
dem paraznamê fêmbike û di bingehê felsefeya Serok APO de jiyanê
biafirîne. Tê bîra min digot; “Pêwîst e, hûn wekî masiyê kû xwe
bê t irs
û bê dawî berdide nav avê, xwe berdin nava paraznameyê û bi vî
rengî wê jiyanî bikin.” Hevalê Çem bi xwestekekî mezin derbasê
çiyayên Dersimê bû. Lê mixabin dijminê xwîn xwar, nehişt
bigihêje xwesteka xwe ya dawî. Xwesta wî gelekî bi rûmet û
bilind bû lê di nêvî de ma. Ji bo vê em dibêjin; “Tu di dil û
mejiyê me de her dem jiyan dikî û xwesteka te, wê bibe bingehê
tekoşîna me.”
RÊHEVALÊN WÎ YÊ
TÊKOŞÎNÊ
|
|
Geri
<<< |
>>> İleri |