Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

Meşa 9’ê Cotmehê, meşa lêgerîna çareseriya aştî û demokrasiyê ye
 

Rêber Apo

 

Bi rastî jî divê em li ser girîngiya dîrokî ya 9’ê Cotmehê bisekinin. Ev hem ji bona trajediya ku me jiyan kiriye hem jî ji bona pêşeroja me bê qezenckirin neçariyeke.

Komploya 9’ê Cotmehê bûyereke ji rêzê nîn e, divê baş bê fêmkirin. Ji bona komployê vala derxînim, ne şerê ku komplovanan li ser me ferz kirin, min tercîha aştiyê kir. Ez ji vê armanca xwe, digel hemû astengiyan û tadeyiyan, ji ber rêzgirtin û kesera min a mezin li hemberî we, dev jê bernadaye.

Di dawiya sedsala 20’an de, li hemberî vîna azad a gelê kurd li çar hawirdora dinê komplo û plan, piştî pêvajoyeke dirêj gav bi gav derbasî pratîkê bû. Dema mirov fîlm piştre bizivirîne û temaşe bike, wê bê fêmkirin ku ev plan çavkana xwe ji Londrayê girtiye, guncav hatiye dîtin û di qada navneteweyî de xwestine derbasî jiyanê bikin. Her çiqas hêla Tirkiyê yê planê pir kêm bê zanîn jî, lê ji hêla Ewropa û Emerîqayê ve bi zelalî hatiye fêmkirin.

Dema em derketina 98’an binirxînin, divê mirov baş hîmê Rojhilata Navîn derbirîna çi wateyê dike, bi zexmî û ji dil dahûrîn bike. Min di vê hîmê de bi qasî 20 salan pratîkek bihûrand. Di têkiliyên bêhejmar û xebatan de cî girt. Pêşketinên bi girîngiyeke dîrokî derket holê. Pêkanîna van pirsgirêkan bi min re têkildar bi çi sinêr û rihî çêbûye û bi her hêlî çawa min li ber xwe daye, divê teqez bê fêmkirin.

Di 9’ê Cotmehê de piştî polîtîkayên çewsandinê yên li hemberî pêvajoyê, sedema neçûyîna çiya û Ewropa tercîhkirin, riyên diyalogê bi pêş ve birinbû. Pêvajoya lêpirsîna Îmraliyê di vê hewayê de bihûrî. Li vir ji lêpirsîneke klasîk wêdetir, min destnîşan kir ku yek riya rast a pêngavekê, bi diyalogê bi israr lêgerîna bersivan e.

Meşa 9’ê Cotmehê, meşa lêgerîna çareseriya aştî û demokrasiyê ye. Daxwaza serkeftinê tîne ziman. Ez bi mafdariya vê yekê bawer im. Arastebûna min çima ne çiya, ber bi Ewropayê û qada siyasî de bû? Ez hê jî vê yekê tercîh dikim. Ji bona ku zêdetir nebin sedema êş kişandinê, min çiyayên ku çil sal in di xewnên xwe didît tercîh nekir.

Her çiqas derfetên aştî û demokrasiyê kêm bû jî, min a ku dît û bawer kir tercîh kir. Bi tevahî diyar nîn be jî, negihîşte serkeftinê. Divê dostên min baş bizanibin. Gel û Tirkiye, pêwîst e baş fêm bikin. Çima Ewropa û Rûsya min neyînî pêşwazîkirin? Çima Emerîqa kete nava komployê?

Rûsya li dîroka xwe ya nêzîk berevajî ket; ji ber qrediyên ÎMF’ê ji Emerîqa bigire, helwesteke aborî girt. Ewropa li hemberî min rast tevnegeriya. Di şûna ku li gorî siyaseta xwe ya hiquqî û demokratîk tevbigere, li gorî berjewendiyên aborî tevgeriya. Îtalya jî baş tevnegeriya. Lê ez helwesta Îtalyayê ji ber bi rûmetî tevgeriyan girîng dibînim. Ji ber Ewropa li gorî rûmeta min tevnegeriya ez veqetiyam. Min rûmeta gelê xwe û ya Rojhilata Navîn neeciqand. Xwestin min di destê xwe de bêrûmet û bêkesayet bihêlin. Yê min şerê rûmetê bû. Ji ber rûmet ji her tiştî girîngtir e.

Di sedema radestkirina min a Tirkiyê de, armanca bingehîn derxistina şerê tirk û kurdan bû. Di wê pêvajoyê de min jî dikaribû bi xerabî tevbigeriyana. Bes min nekir. Di van rojan de, min di şert û mercên herî zor de jiyan kir, li piya mam û bi pêkanîna projeyên aştiyê, plana şerê tirk û kurdan vala derxist û hê jî vala derdixim.

Hê jî pêjavoya 9’ê Cotmehê baş nehatiye fêmkirin. Ez vê yekê bi xetên stûr diyar dikim. Divê hûn program û stratejiya xwe li her derê dinê bi pêş ve bibin. Ewropa û Rojhilata Navîn, ji hêla Îran, Iraq û Tirkiyê derfetên mezin didin. Ez hêvîdar im hûn ferqa derfetan de ne. Ya herî girîng pirsgirêka aştiyê ya ku hatiye daleqandinê ye. Demokratîkbûyîn li Tirkiyê bi sînor bi pêş ve diçe. Têkoşîneke demokratîk wê bi pêş bikeve. Teqez ên ku alîgiriya têkçûyîna PKK’ê dikin hene. Dibêjin bi PKK’ê re aştî nabe û li derve dihêlin.

Ereb û Mûbarek ji bona ku min ji Rojhilata Navîn derxînin bi Tirkiyê, Îsraîl û Emerîqayê re têkildar di komployê de peywir girtin. Niha jî ew bi DYA û Îsraîlê re hatine hember hev. Tiştê ku wan anî serê min, niha jî bi heman şêweyî tê serê wan.

Vê lîstikê wê di rojên pêş de dîrok zelal bike. Qaşo yewnanî li hemberî Emerîqayê jest kirin û min dan Tirkiyeyê û pê re jî ji bona pirsgirêka Qibrisê û Ermeniyan tavîz xwestin. Kes nikare min wekî jest bikarbîne. Kes nikare li ser min jestan bike.

Komploya 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê; li ser gelê me ji sûmeran heta roja îroyîn parçayek ji hewldanên kolînîkirina gelan e û di bingeha xwe de komploya herî berfireh a bi piştekiya yên di dirûvên dostan de û hêzên nokeran e ku lidarketine. Ev plan û daxwaz, ji gihîştina encamê dûr e. Ev komplo di sedsala 20’an de, hemû xayîn û nokerên emperyalîst di asta herî bilind e gihandiye hev, ji bona veguheztina aştiya Enatolya û Mezopotamyayê, wekî peywir li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirs e. Li vê peywirê xwedî derketin, hem ji bona yekparebûna welat hem jî ji bona yekîtiya cewherî ya bi cewherê komara demokratîk yek helwesta rast e…

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» DAXUYANÎ HPG

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE