| |
|
Milîtaniya partiyê ya ku
bikeve riya serkeftinê, wê teqez
serkeftinê bidest bixe |
Rastiya
serokatiyê, di PKK’ê de hê jî
diyarkeriya xwe ya mezin didomîne. Ez
bixwe vê çawa temsîl dikim, ez we bi vî
halî nakim şirîkê mezinbûna PKK’ê,
şirîktiya îtîbara PKK’ê qet nakim. Di
encamê de nadim kirin jî. Ne tenê xwe
diparêzim, PKK’ê jî diparêzim. Di PKK’ê
de hinek nirxên ku bêne parastinê hene.
Bi vî halê we, ezê gel jî li hember we
biparêzim. Ji ber ku êdî vî gelî PKK’ê
dişopîne, PKK a gel e. Mirovê ku têrî
nake û nikaribe bi rêve bibe, di ser vî
gelî de mafê wî tuneye. Ev kes ne dikare
girseya PKK’ê, ne dikare gelê PKK’ê û ne
jî dikare netewa wî birêve bibe. Ji ber
vê jî, divê hûn hêza raman, hêza
terbiyeya polîtîk û wekî îfadeya wê ya
berbiçav hêza wê ya birêvebirinê nîşan
bidin. Xwe saf û dilnizm nîşandayîn û bi
gotina; “Binêrin, ez çiqas pîr û pak im,
çiqas por spî bûme, çiqas nav û dengê
min heye” an go “Di hinek karan de çiqas
bi bandor im” tu kes di PKK’ê de ne
dikare bibe navend ne dikare bibe
rêveber. Hostetiya rêvebirina PKK’ê û di
PKK’ê de bûyîna navendî, xwedî
girîngiyeke mezin e. Berê digotin
evliyabûn, çil salî êş kişandin; vaye ev
hewldaneke wisa pêwîst dike. Hostetiya
rêveberinê ya mezin a PKK’ê, bi taybet
bi tarza xebat û xîtaba xwe, bêrihan
têdixe tevgerê. Ma we ev nîşan neda, tu
kes we di PKK’ê de wekî rêveber, wekî
fermandar qebûl nake.
Hişê xwe bînin
serê xwe. We heta niha yek du dînîtiyan
kir, we gelek ferzkirinên ku nayê hiş û
xeyalan kir; lê sibê wê hesabê wê jî bê
pirsîn. Ger ku hişê we li serê we be,
divê hûn bizanibin ku di PKK’ê de tu
hesab bê bersiv namîne. Maye ku, wê
şoreş bixwe jî hesabê xwe bipirse. Ji
ber ku di xwezaya xwe de şoreş û yên pê
re şer dikin, wê pê re an li dij wê bi
encam bibe. Her şoreş wisa ye. Yên ku
şaş beşdarî şoreşê dibe, dereng an zû wê
bi encameke bêrehm hesab bidin. Ev
xwezaya şoreşê ye û ev bi hebûna min re
jî ne têkildar e. Wekî mînak, em bêjin
ez bi awayekî ji holê rabûm. Wê demê, bi
van ferasetan tiştên ku bên serê we wê
çibin? Hinek hêlên we yên dirist hene;
di heman demê de hinek kone, hinek diz,
hinek karîyerîst û hinek belengaz jî
hene; wê van hemûyan bikevin nava hev.
Ku wisa bibe, wê têrî xwe parçebûn
çêbibe, piştre wê hinek li hev bikin,
hinek jî li hev bikevin. Yên ku
karîyerîst bin, wê gelek derfetan têxin
bin bandora xwe; yên kole bin, yên
belengaz bin wê gelek bi hêsanî li derve
bên hiştin. Jin wekî jina berê, axa wekî
axayê berê, kurd wekî kurdê berê, wê xwe
biqedîne û di encamê de hemû jî winda
dikin. Asta we ya rêveberiya navendî ya
niha, vê jênaveger li ser me ferz dike.
Dijmin jî jixwe dibêje; “Ev şerekî
kesekî ye, ew here yên din nêçîr in” Ji
ber ku hûn bûyîna navendîbûnê û bûyîna
qadroyên birêvebirinê nikarin bikin.
Van çewtî û
netêriyên we yên ku aqilê mirov nagire,
hêvî dide dijmin. Nanê we yê amade jî ji
dest we digire, gundiyek ji rêzê tê
pereyê we yê amadekirî dibe. Bi sedan
mînakên wisa hene. Hûn çima nayên
wîcdanê û rastiyan nabînin? Baş e, ku
rewş ev be, misogeriya jiyana we çi ye?
Hûnê vê bêjin: “Me ji zû de dev ji
jiyanê berdaye, tu heta dikarî bêje, em
hinekî ji bona xatirê bi te re meşê re
erê dibêjin, lê di rastiyê de me dev ji
her tiştî berdaye.” Ev jî hêleke rastiya
we ye. Ez dizanim ku hûn wisa ne xwedî
îdeayên mezin in. Û di van demên dawîn
de xwekişandina we di bingeha pirsa;
“Gelo wê tiştek bikeve dest me?” de ye.
Vaye nexweşiya îktîdara zû ev e.
Hinek karîyerên
PKK’ê hene. PKK hinek ber bi
dewletbûyînê ve diçe. Hûn jî dibêjin;
“Gelo ji me re ciyek bikeve?” û xwe
kaşan dikin; nexwe ne ku li gorî cewherê
şoreşê hûn xwe didin ser kar û birêve
diçin. Rewşa gelekan wisa ye. Di hinekan
de feraseta namûsê ya feodal heye,
dibêje; “Ez nikarim veqetim, ji ber ku
şehîdên min ên nêz hene; yek jî serokatî
heye û me soz daye” û ji ber vê yekê
kaşan dibe. Sozek daye, ev soz ji bona
wî soza namûsê ya feodal e û heta dawiyê
diçe. Hinek ji wan ne di ferqa vî karî
de ne, aşkere aşkere mîna kerî têne
kaşankirin. Ku şivan here, wê gur ew
bigirin. Ew jî li benda wan e. Bes van
hemûyan şaş in û li milîtantiya PKK’ê
nayê.
Baş e, van hemûyan
wê çawa pêşiya wan bê girtin? Hêza
ramaneke bilind û kesayetiya wê, bi
taybet di hunera rêveberinê de pisporiyê
dixwaze. Ji bilî vê riyek nîn e,
çareyeke din jî nehatiye dîtin. Hêla min
a herî serketî, rêveberekî baş im.
Xesasiyetên rêveberiyê li cem min gelek
pêşketîne. Ez rêveberekî gelek dînamîk
im. Ya ku min bi bandor dike, pêdiviyeke
herî ji rêzê tînim cî û bi her karî re
mijûl dibim. Ez mîna we nikarim çek bi
kar bînim, nikarim fermandarî jî bikim.
Birêveberina kar, ji min re di asta
azweriyê de ye. Xwegihandina têkiliyan û
mirovan, meyl dana wan û wan têxistina
riyek, ji bona min her tiştek e. Ji bona
we jî têkilî, karên rojane yên rêxistinê
û rêveberiyê, karên ku hûn nirx nadinê
ye. Halbûkî herî karên ku hûn tê de
hesas bin, karên rêveberiyê ne. Karên
rêveberiyê, serdestbûna kar û peywiran,
ew parastin û bi pêş ve birin, bi hêsanî
windanekirin û şerkirin e. Niha jî yê ku
herî ji me re pêwîst e ev in.
Tam jî di vê xalê
de dibêjin; “Em bi karên rêveberiyê re
têkildar nabin” Xwe didin quncikek û
cixareyên xwe dipifînin. Halbûkî hinek
bi baldarî binêrin li wir wê karên mîna
zêr bibînin; encax vanan nabînin û fêm
nakin. Ew hînî cixareyê bûye, ku tu nîv
saet cixareya wî bibirî wê serî rabike.
Digotin; “Yên ku bi salan di zîndanan de
li ber xwe dane, li hember cixareyê serê
xwe ditewînin” Tu ew qas sal liber xwe
didî, encax tu çawa radestî cixareyek
dibî? Vaye ev, çavkana xwe ji
berovajîbûneke mezin a kesayetiyê digire
û li çiyê ev rewş tê jiyankirin. Zilam
bi salan li çiyê li ber xwe daye.
Peywirek hêsan ê rêveberiyê heye, lê tu
wî bikujî destê xwe dirêj nake. Wekî
mînak ji perwerdehiyê hez nake. Ma
mirovê bê perwerde dibe, ma şervanek bê
perwerde dibe? Ya ku bike civînek e,
planlameyek e û hinek xisûsên taqtîk ên
li gorî çalakiyê; lê kesayetiyên bi vî
rengî qet nayên vir. Encax mîna
tibaretên ku di quncikan de tengav
dibin, ku tên hember hev, şervanên gelek
jêhatî ji wan dertê.
Ev feraseta şer
rast nîn e. Ev, feraseta serîrakinên
paşdemayî, heta yên qebîleyên paşdemayî
û qlana ye. Di roja me ya îroyîn de şerê
gel ên nûjen û pêşketî nikare vê rabike.
Bi salan e tu kes nabêje ku, ev tarz
paşdemayî ye û nabe encamê. Dîsa fikra
wî nîn e. Tam jî di vê xalê de dibêje;
“Dev jê berde, ku em dimirin jî bila em
bimirin” Dema ku em dibêjin nemirin,
hinek jiyan bikin, derfetên jiyankirinê
hene” hûn dibêjin; “ Na, dev ji me berde
em dixwazin bimirin” Di encamê de sedema
mirinan ji ber feraseta; “Dev ji me
berdin, em dixwazin mîna ku me fêm
kiriye jiyan bikin, şer bikin û bimirin”
Ez dibêjim ku em wisa nekin. Ku ez hinek
li ber xwe nedim, hûnê hemû bimirin û
hûnê herin. Yên herî baş, yên herî bi
şeref, di vê rewşê de ye.
Beşeke we ya mezin jî, di rewşeke ku ji
rastiya xwe direve de ye û bi xwe re di
nava nakokiyan de ye. Ku hûn bi vî awayî
bidomînin, hûnê winda bikin. Ji ber ku
pir hindik we li ber xwe daye û hê jî
hûn li ber xwe didin. Wekî encameke
xwezayî, berxwedaniyê bi hişmend û wekî
hinceteke jênaveger a hêza rêveberiyê,
bi tarzeke rast têbigihîjin û birêve
bibin. Xwe ji vê bi paş de nehêlin. Ger
ku we heta niha ev nekiribe jî, divê ev
we bêrûmet nîşan nede. Em dîsa efû
dikin. Ji niha û şûn ve bikin. Ev ne
tiştek eyb e. Ez jî di vî emrî de me, lê
her roj mîna zarokan hîn dibim. Di
mijara karên me yên pîroz de, pêwîst e
hûn mûtewazî bin. Divê hûn her roj
tiştên nû hîn bibin. Neyiniyên rojên
borî, nekin meseleya rûmetê. Divê her
yek ji we wekî xwendekarek baş li
pêşerojê binêre.
Hûn polîtîkayê nû
nû hîn dibin; ji vê jî mirov şanaz dibe.
Hêza bûrjûvaziyê, ji ber karê rêveberiyê
baş dike. Wekî tê zanîn ew kar nakin,
heta gelek ji wan tiral in, lê hêza
rêveberiya wan mûthîş e. Bo nimûne, niha
saziyên xwe îdeolojîk, leşkerî, aborî û
rêveberina civakê bi pêş ve birine. Hemû
çavkanên welat ên sererd û binerd û hemû
keda mirovantiyê, rêbazên mêtandinê bi
pêş ve birine. Di rewşeke herî belayê de
ne, lê dîsa jî birêve dibin. Ji ber ku
hostetiya wan rêveberiyê heye û vê
otorîteyê layîqî xwe dibînin. Hostetiyên
rêveberiyê û mejiyê wan, baş dizanin bi
îdeolojiyên xwe dabigirin. Derewan wekî
ya herî rast bi we dane qebûlkirin.
Berjwendiyên xwe, wekî berjewendiyên we
yên herî cewherî ne qanî kirine û li ser
serê me ne.
Bala xwe bidinê; bi hezar salane ye ku
em dixebitin, qehr dibin û din ava
xwêdan û xwînê de ne; encax em birçîne û
ji sermayan diqerisin. Ji ber ku em
nikarin bibin hêza rêveberiyê. Dema ku
em werin rewşa çîna ku birêve dibe û
bibin netew, wê bê dîtin ku her tişt pir
cuda ye. Mezinbûna rêveberinê li vir e.
Çînek qet naxebite û tiral in, le her
tiştê ku tê hilberandin digire. Çînek
xwedî hemû kedê ye, lê hemberî keda wî
qet tiştek nîn e. Çimkî dîsa nikare xwe
birêve bibe. Ji ber vê yekê bûrjûva xwe
bi awayekî mûthîş perwerde dike.
Dibistanên wan ên bi nav û deng hene,
zanîngehên wan, akademiyên wan,
îdeologên wan û siyasetmedarên wan hene.
Yê me jî tekane dibistana me heye, encax
hûn ji vê jî hînbûnê xwe dûr dihêlin.
Hûn rewşê nikarin bi vê rewşa xwe xelas
bikin. Ya ku li benda we ye, rêveberina
dijmin a rasterast an nerasterast e. Hûn
wisa li ser navê birêveneribirine û
rêveberinê, berevajîbûnan ferz dikin, me
pratîka we ya hemûyan dît. Di rêveberiyê
de dînîtî, di rêveberiyê de vala
derxistinî, di rêveberiyê de tune
hesibandin derketiye. Ev helwest ji
dijmin re, “were û bibe serdestê min”
gotine. Ev jî objektîf ajantiya dijmin
e.
Ji qewimînan hûn
çawa bandor nabin? Ez heyrî dimînim. Hûn
çawa van rewşan nabînin? Hûn dibêjin ku
di nava rêxistinê de hatine eciqandin.
Ez bi sala ye vî şerî birêve dibim. Kî
we diecqîne? Kî li ser rast nerêveberin
û nenavendîbûnê de li ser we ferzkirinan
dike? Ger ku kesek wisa hebe, kî dibe
bila bibe ew ajan e û divê em parçe
parçe bikin. Ma em her roj ferman nadin?
Hûn dibêjin; “Lihevhênerî bi pêş ket û
em tengav dikirin” Ferqa vê yekê ji
pîrejiniyê çi ye? Ka milîtanî, feraseta
rêveberiya rast? Hûn dibêjin; “Hêza me
têrî nekir, me serê xwe baş neşixuland”
Dema ku em dipirsin kanî maf, raye û
peywir, hûn didin zanîn ku em vanan
nefikirîne. Wê demê hûn çima wekî
belangazan di valahiyê de ne û digerin?
Hûn vanan çawa layîqî dibînin?
Hûn dibêjin; “Min
PKK’ê wisa nas kir, di şexsê kesan de
nas kir, wisa hînî min kirin” Hûn vanan
ji ku derdixin? Van hemûyan derew in û
xwe xapandine. Ma ez vanan ji we re wisa
dibêjim? Ma ez di nava PKK’ê de mîna we
jiyan dikim? Wê demê emê we çi bikin?Ku
hûn nizanibin ji bona rêgezên pîroz ên
rêxistinê şer bikin, hûnê bi kêrî çi
bikin? Hûne nikaribin xwe biparêzin. Ma
ev bi xweşiya we diçe? Halbûkî şerê
rêgezan ji bona milîtanek, peywireke
bingehîn e. Ji bona raye û peywirê şer
her tişt e. Ku em rêgezan heta dawîn
neparêzin, wê rêxistin ji destê we bi
zanebûn bişemite. Emê bibin qurbana
hinek çewtiyan û emê nikaribin xwe jî
bidin axaftinê. Ev, xwe terkirina
belengaziyê, bêrûmetiyê û bêçaretiyê ye.
Wê bidome…
23 Çile 1996
|