| |
|
Rûmeta min, rûmeta gel e! |
Aştî
têgeheke bi nirx e. Jixwe di hêlekê de,
bi taybet ji hêla bindestan ve, li gorî
mafdariya xwe şer; ji bona gihîştina
aştiyeke bi şeref navgîneke girîng e.
Şer, divê tu carî di nava xwe de wekî
armanceke bingehîn neyê nirxandin. Ji
bona aştiyeke bi wate, her çiqas bedel
giran be jî, navgîneke girîng ku em serî
lê bidin şer e. Di vê çarçoveyê de, roja
1'ê Rezberê, bi rastî jî di dîroka
aştiyê de ciyekî wê yê girîng heye û di
dîroka gelê cîhanê û netewan de wateyeke
wê ya girîng heye.
Berxwedaniya me ya
aştiyê, ne berxwedaniyeke li hemberî
lêdana 12’ê Rezberê bû; divê wekî li
hemberî dîrokê serîrakirinek bê fêmkirin.
Rasteqînî jî ev e. Di vê wateyê de, bi
qasî dîrokî ye ew qas jî jiyanî ye.
Li hemberî vê yekê,
bersiva ji eniya 12’ê Rezberê hate dayîn;
peywira Rewşa Awarte bû. Û ev rejîm, di
demeke kin de xwest vê pêngava me ya ku
hatiye avêtin tasviye bike. Di van salên
bêeman de, me di vê pêngavê de, pêngav
li ser pêngavê avêtin û di salên 90’î de
ji bona ku gerîla xwe bi cî bibe,
hewldanên me yên mezin çêbûn. Her ku çû,
rewşeke ku gerîla bicîbibe û di nava
welat de xwe bigihîne ciyên stratejîk
derket holê. Ne tenê bi vê yekê xwe têr
dît, rewşeke ku gel jî deng bide hate
afirandin.
Bêguman di
qezenckirina rewaca xwe de, erkeke
girîng a civatên navneteweyî hebû.
Aştiya tirk û kurdan, di rastiyê de
cewhera aştiya Rojhilata Navîn e; aştiya
Rojhilata Navîn jî, bingeha aştiya
herêmê heta ya cîhanê ye. Ger ku
arastebûnên desthilatdarên çînên serdest
ên tirkan bên rawestandin, serdest
neçarî aştiyê bên hiştin, wê ji vê yekê
hemû mirovahî qezenc bike. Bêguman, gelê
kurd ku di pêvajoya komkujiyan de ye, wê
yekem car mîna mirovên asayî, bikevin
riya pêşketina demokratîk. Lewma,
civatên navneteweyî; ji bona aştiya
cîhanê, ji bona ev şerê heyî ku bi
rêbazên qirêj û mafyawarî bidin
rawestandin, giraniya xwe deynin.
Ger ev pejinkarî,
di pratîkê de wate bigire û bibe hêzek,
wê demê Ewropa dikare erkeke meşandinê
bilîze. Têkoşîna gelê kurd, di rastiyê
de, bi qasî tevgerên xirîstiyanî ku di
serdema pêşîn de têkoşîn dan, tevgereke
aştiyane û bi nirx e. Divê em teqez
bidin ber çavan ku, tevgera me ya
aştiyane wê ji bona hemû çandên
Rojhilata Navîn, ji bona olan azadî û ji
bona hemû gelên bindest hêviyek be. Divê
têkoşîna me, wekî têkoşîneke me ya eslî
neyê nirxandin û ciyê xwe di vê bingehê
de bigire. Ji bona piştgiriya sosyalîzma
navneteweyî mînak e û divê nirxên wê baş
bê zanîn…
Di van rojên hesas
de, ez we bi hişkî hişyar dikim. Her
gotina ku ez li vir dibêjim, sedemeke wê
ya dîrokî heye. Ez ne mirovek
entelektûel, ne mamoste û ne jî lîderê
rêxistinekê me. Lê ezê ricayan jî nekim.
Ez rêberekî gel ê demokratîk im.
Parastina min jî, di çarçoveya parastina
gelekî de ye. Ezê xwe û gel wisa
biparêzim. Ger gel min negire, ezê
neaxivim. Lê, ger gel li pişt min be û
gelek rêhevalên min jî bixwazin, ezê jî
vî karî heta dawîn bibim. Ez xwe jî û
gelê xwe jî diparêzim. Çawa diparêzim?
Ez bi nêrînên xwe gel diparêzim. Ez
ferman û talîmatan nadim. Rûmeta min
rûmeta gel e. Bi vê yekê re lîstik nabe
û ezê rê nedim lîstinê jî. Ez li gorî
xwe, rûmetekê temsîl dikim. Gel jî
daxwaza ji bona ku vê rûmetê temsîl
bikim dike, ezê girêdayî vê daxwazê bim.
Ev temsîlkirin, derbirîna xwe bi
hişmendiya azadiyê û îradê de dibîne. Ez
cardin dibêjim, ev herdu jihev veqetîn
girîng in. Ger ev jiheveqetîn hebe, ewê
rê li ber pasîfîzmê veke.
Ger li hemberî min
rêzdar û girêdayî bin, divê hûn min baş
fêm bikin. Lê di gotinê de gelek
girêdayî min bûn û gelek çewtiyan kirin.
Her roj, ji gelek ciyan êrîş hene. Lê
digel her tiştî, girêdana gel ji bo min
heye. Ger ew jî rêzdar bin, wê min rast
fêm bikin. Ger li hember vê yekê dertên
derên, na hûn bêjin em li hember in, wê
demê hûnê vê yekê bikin. Ger ev
jiheveqetîn neyê kirin, wê rê li ber
gelek lîstokan vebe. Rastfêmkirin û
pêkanîna min bes e. Hûnê min rast
vebêjin û rast pêkbînin. Sibê roj hûnê
bêjin me fêm nekir. Wê demê ezê jî
bipirsim ka çima rêveberî karên xwe
nekir, ma hûn sextekar in û kanc in. Gel
li min guhdarî dike, çend caran nêrînên
min li gel belav bikin û dubare bikin
bes e .
Ez mînaka Dev-Yol û Dev-Solê didim, ev
tarz nabe. Dîsa mîna KADEK’ê, ev koma
min e ev koma te ye nabe. 40 hezar
şehîdên me hene, bi hezaran girtiyên me
hene û gelekî me yê ku tê xwestin bi
birçîbûnê bê terbiyekirin heye. DYA û
YE, wê tiştek nede me, divê em ji bona
vî gelî ku ew qas êş kişandiye re, em çi
bikin binêrin. YE’yê me bi erzanî firot
û di serî de Elmanya me firot. Ji salên
1985’an me bi destê Elmanyayê firotin.
Gelê me yê ku 40 milyon e, hê
dibistaneke wan nîn e. Tu hê ji YE’yê çi
hêvî dikî? Camêran li ser Rojhilata
Navîn hesabên wan ên dîrokî hene. Di
sedsala 19’an de, îngilîz xwe dan pişta
asûriyan û piştre Bedirxan Beg ajotin
ser wan û hemûyan qir kirin. Vê carê jî
îngîlîzan jî osmaniyan ajotin ser
kurdan. Riya Hîndîstanê vekirin, Qibrisê
û Misirê bidestxistin. Piştre osmaniyan
ajotin ser ermeniyan û wan jî ji holê
rakirin. Bi vê yekê osmaniyan bi xwe ve
girêdan. Ev polîtîkaya dabeş bike û
birêvebibe ye. Yanî, dawiya bawerî bi
emperyalîstan û hêzên serdest anîn nîn
e.
Bi kurdbûna xwe bi şanaz bin. Êdî
kurdbûn, ji rewşeke fedîkirinê derketiye.
Ger tu azad û demokrat bî, ev
welatparêziya herî mezin e. Zerdûştî jî
wisa ye. Zerdûştî li ser çandiniyê ava
bûye, oleke aştîxwaz e. Em jî civakeke
bi çandiniyê mijûl dibin. Di ola me ya
netewî Zerdûştiyê de, ajal nayên
serjêkirinê, giya nayên eciqandin. Olên
din, li gorî Zerdûştiyê, olên bi xwîn
in; ez nabêjim hêlên wan baş nîn in, bes
bi xwîn in.
Ji bona her kesê
ku girêdayî min in ez vê diyar dikim;
êdî riya azadiyê ji bona kurdan, heta
dawiyê vebûye û kurdê ku xwe bi vê
sîstematîka azadiyê girênede, dibe ku
birayê min be û dibe ku hinekên din bin,
kî dibe bila bibe heramzade ye, qeleş e
û xulam e. Divê van derdoran teşhîr û
tecrîd bêne kirin û tûfî rûyê wan bêne
kirin…
|