Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 

Çi dikin bikin, ji bilî serkeftinê ji tiştek din re şens nedin

Rêber Apo

Ji vê kêliyê şûn ve divê em careke din tarza Botanê ji ber çav derbas bikin. Li Botanê bi derfetên partiyê, lê hûnê di heman demê de tarza şer ku we ji partiyê dûr dihêle, tarza ku li ser navê artêşa gel ji şer dûr dihêle hîn bibin. Hûnê kêmasiyên muhtemel ên ku di pêşerojê de wê bêne jiyandin û yên di rojên pêş de hatine jiyandin bibînin û li hember derên. Wê careke din ne hûn û ne jî yên derdora we, ji vê re derfet nede. Ku hûn wisa bikin, ji niha û şûn ve dibe ku ne mûmkûn be hûn bikaribin erka xwe bilîzin. Ya ku layîqî we ye ev e. Ev êşên ku we kişandiye, keda ku we daye, hewldanên ku we mezaxtiye, wekî pêwîstiyeke girêdana bîranîna şehîdan, ji bona we dibe jiyan. Ji bilî vê ne tiştek din tê xwestin û ne jî firsend bê dayîn. Soza ku hûnê bidin serokatiya xwe, wê di bingeha van rastiyan de bê dayîn. Ev, soza serkeftinê ye, soza heta dawîn liserketinê ye, soza digel kêmasî û çewtiyan xwe paqijkirinê ye û soza li hember dijmin şerê gel heta dawîn bi serkeftî birêvebirinê ye.

Ku bala we kişandibe, me li vir dahûrîneke din a girîng kir. Ev dahûrîn hûn heta bêjin wê xeta fermandariya we diyar bike. Di dahûrînekê de zelalkirina kesayetiyek û anîna xeta fermandariyê, di kesayetiyek de aşkerekirina sîstemek, heta bêjin em ronî kirin. Ya ku me di şexsê kesek de zevt kir, tespîtek di şexsê we hemûyan de ye. Dahûrîn ji bona we hemûyan e. Teqez hûn nebêjin ku; “ev ne li gorî min e, li gorî hevalê ku navê wî derbas dibe ye an fermandarê ku navê wî derbas dibe ye” Na, teqez ev li gorî we hemûyan e. Heta herî zêde divê hûn bigirin ser xwe. Dahûrînkirina hevalek sêyemîn jî, divê ji we re zêde bê. Fermandariya rast, bi taybet ku em dixwazin xeta fermandariyê şiklek bidinê, ev heta bêjin di radeyeke jiyanî de destpêkeke.

Dema ku sozên ku hatine dayîn bi baldarî bê şopandin, wekî encam artêşa me ye gel û şerê me bi awayekî seyr birêvebirine. Bi tena serê komek jî gav bavêje nava şer, ji bona aştiyê misogeriyeke bingehîn e. Hem jî di demeke nêzîk de, ji bona ku artêşa gel di warê çendanî û çawanî de bi pêş ve here, rêbertiya partiyê bê rûniştandin, bi gel re têkiliyên zexm û di demeke kin de herêmên rizgarkirî yên kûr û fireh bêne afirandin û heta di ser de jî ji bona yekîneyên sor ên îktîdara gel saz bikin têrî dike. Ku em heta niha karên ku me nekiriye û dernexistiye holê bi azwerî û xwestekeke mezin li hember peywirên xwe yên dîrokê bi tarzeke xebateke sotîner rê bigirin, em dikarin hem rojên çûyî telafî bikin û ew jiyana ku ji bona gihîştandina wê can didin emê bikaribin bigihîjinê. Ji bilî vê ne tiştek ji partiyê, ne ji xwe û heta ne jî ji jiyanê bixwe bixwazin. Ya ku ez li vir dixwazim zelal û teqez bikim –ji niha û şûn ve bixwazim hebim an nebim, heta dibe ku sibê jî bimirim- ev teqezbûna serkeftinê ye.

Di rastiyê de di rojê de em di vê wateyê de çûn ser de. Li cem me li gotinê tê lîstin. Bi awayekî ku mirov pê bawer neke, rizandina gotinan heye. Bi kedê jî tê lîstin, kedên ku di cî de nîn in têne mezaxtin û mirov ji vê gelek xemgîn dibe. Ez li ber xwe nakevim, li ber we dikevim. Ez bi vê bawer im; Wê keda min pir hindik di dîrokê de ciyê xwe bigire. Min tedbîra vê ji bona xwe girtiye. Hinek sozên ku min daye xwe, inyada min heye, ezê vê birêve bibim. Dil dixwaze ku, bila sozên we yên ku daye dîrokê hebin û sozên ku we yên biserketibin hebin. Hinek jî ya ku li vê berxwedaniyê jî tê ev e. Ew qas mezin bide lê ew qas bi erzanî winda bike! De were li ber nekeve. Hem jî di oxira ne tiştek de. Em vê li vir çareser bikin.

Ez van hemûyan çima dibêjim? Me koman winda kir, egîdên mîna çiyayan winda kir. Sedema wê jî îhmalkarî ye, nedîqetkirina tiştek basît e, li gorî rêzikeke basît bi cî nebûne. Têrî xwe nedîqetkirin, kêfiyet, gotina min jê re ferasetên rihetiya erzan… Ji ber vê yekê me nirxên mîna çiyayan winda kir. Ez bixwe wisa dahûrîn dikim: Te çima firsend da vê yekê? Ku bala we kişandibe, firsend dayîn ne mijara gotinê ye. Bi awayekî bêeman li ser we disekinim, lê dîsa jî xwe nikarim efû bikim. Dîsa jî dibêjim, divê te firsend nedana, te tofanê rabikirana, zêdetir mezin bikirana, te bixwe bidîtana û rê li ber bigirtana. Û ji ber feraseta min a berpirsyariyê, hê jî pêwîstiya ku xebatan wisa birêvê bibim dibînim.

Niha ev pirsgirêkeke hevbeş e. Ez ji bona milkê bavê xwe nakim. Di van mijaran de, divê ez bênamûsek sûper bim ku ew netêriyên ku ewên ku navên wan derbas dibe û hûn li xwe tînin bikim! Ez vê ji bona xwe heqereteke herî mezin dinirxînim. Ne ku ez îzaha wê bibînim, bi pê re xwe parastinê re ezê encax xwe wekî kesekî herî ketî binirxînim, ev ne eyb e. Ku ez li hember van çewtiyan bêdeng bimînim, stûyê xwe xwar bikim, rastiyê ferz nekim, wê demê xayînê herî mezin ez im. Ji kê re ezê çima tawanbariyan bikim, çima xwe bispêrim hinek hincetan? Ezê bibêjim ku sedem tu yî?

Jixwe ez xwe wisa dinirxînim û ku ez xwe wisa dinirxînim jî hûn dibînin ku, hesabê xwe didim xwe. Heta ez ji xwe re dibêjim ku, ku hêza te têrî hinekan nake, çima têrî xwe nake, xwe bi pêş ve bibe û li ser xwe serdest bike. Û wekî tê zanîn bi vî awayî min xwe wisa bi pêş ve bir. Mirov di pêşketinek bêdawîn de nerm be, wê bikaribe bibe teqemeniya bombeya atomî.

Min bixwe jî xwe bi sînorkirî bi pêvşe biriye. Ezê binirêm hûn bi pêş ve naçin, xwe bi pêş ve dibim. Min dixwest bi we re xwe bi pêş ve bibim, ji bona vê yekê jî bi awayekî ku xwe ji bîr bikim xwe fedayî we dikim, lê we bi tu awayî dahûrîn nekir. Serdem û inyada we derfet neda vê yekê. Ez bi xwe re mijûlahiyê dizanim. Di encamê de min dizanibû ku ez xwe bigihînim van rojan. Lê vekirî, yanî dixwazim bi we re bi awayekî seyr mezin bibim. Xwe di asteke ku jibîrkirinê di xet û kesayetiya rêhevalê yê de, teqez dixwazim wisa biçim.

Ev feraseta min a kolektîvîst e. Lê we, digel van israrkirinên min, pêwîstiyên kolektîvîzmê neanî cî. Ka em çi bikin? Ezê xwe îlahî bikim. Bi awayekî seyr însiyatîfa xwe bikarbînim. Ku bi vê re nebû bi yê din re, ku pê re nebû bi yê din re, ku bi nifşekî re nebû bi nifşekî din re… Û mîna ku tê dîtin ev jî min kûrtir dike, min li sedsalan belav dike û bi awayekî seyr dike gel û min digihîne milyonan.
Ma wisa xerabî bû? Na. Ku bi nifşekî partiyê re nebe, ezê vî karî bi gel re bikim û bi dîroka bê re bikim. Bi vî awayî xwe bi hêsanî naecqînim, bi hêsanî têk naçim, dijmin nikare min bi hêsanî biecqîne. Û niha dijmin kûr kûr difikire ku; “ev bimire jî, êdî em nikarin xelas bibin” Ev tê çi wateyê? Ev tê vê wateyê ku ez bikevim gorê jî, ezê xwe bidim şerkirin û jiyankirinê. Ez di wê baweriyê de me, hinek tê fêmkirinê. Ya rast jî, ya xweşik jî, ya jiyankirinê jî û ya ku em bendewar in jî ev e. Min ev berê jî diyar kiribû.

Lê mîna ku min diyar kir, ji ber sedemên ku min qet lê nedianî, gelek hevalên bi nirx di bin berpirsyariyên wan de, dîsa gelek nirxên mezin, li gorî min bi awayekî trajîk, heta bi nêzîkatiyên ku qet nayên efûkirinê hatin windakirin û çûn. Hêrsa min ji vê re ye. Niha hûn dibînin ku, em bi biryar in ku emê firsend nedin vê yekê. Êdî ne pêwîst e ku em ew qas bidin we, heta van rexneyan ne layîqî we ne, ya ku layîqî we ye vegotina; “ hate fêmkirin û ji niha û şûn ve pratîka heyî, di şexsê vê şoreşê de, heta di şexsê vê axaftinê de jî, heta bêjî bi serkeftinê wê bê temaşekirin” Min jî her dem di vê bingehê de soza xwe daye, her dem bi vî rengî min dest bi rojê kiriye; yek daxwaza min hênas girtin û dayîn e. Ma ya mayî ne serkeftin bû? Ma hê nû destpêkiribû jî, jiyana min rojane ne serkeftin bû? Ma sekna min a niha ne serkeftin e? Ma hûn ji min zêdetir, ji bona vê jiyan nakin? Wê demê hûn çi dikin bikin, ji bilî serkeftinê ji tiştek din re şens nedin û hûn li ku derê dibin bibin, ku ez li wir bim û jiyan bikin, ya ku bi pêş bikeve serkeftin e.

Ez di bingeha sozên we yên dawîn de, careke din bi bingeha vê şîarê de, daxwaza serkeftîbûnê ji we dikim. Ez vê carê dibêjim ku, siûda serkeftinê zêde ye. Ev, ne li hember hinek gotinan xwe xapandine. Lewre dahûrînên mezin û berz, sedemên cidî û yên di hesab de nîn bin, wê me heta dawîn bike xwedî îdea û li ser bixe. Gotin di vê bingehê de ye. Wê demê serkeftin teqez e.

7 Tebax 1995

Serokatî di ser şer de çûyîn û bipêşxistina jiyana rêhevaltiyê ye!

Egîdî tu carî ji fikrandinê re fersend nade!

Ku aqilê we hebe, hewl bidin ku xwe nas bikin û heta dikarin jî xwe hînî birêvebirina însanan bikin

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)