| |
|
Serokatî di ser şer de çûyîn
û bipêşxistina jiyana
rêhevaltiyê ye! |
Dema
ku ez dixebitim, tême ser xwe. Lê ku ez
dev ji xebatê berdim, mîna miriya me.
Vanan xebatên mezin ên siyasî û leşkerî
ne. Dema ku bi vî şerê germ re dikevin
nava hev, ez bahsa bahozbûnê dikim. Li
qada ku em lê ne, ne pêwîst e ku em mîna
bahozê bin, lê di nava şerê germ de
tarza me bi tevahî tarza bahozî ye. Ev
tê selmandin. Mîna ku me bahs kir, tu ji
fermandariyê bipirsî, ku tuj dibe, ku
dertê ciyê herî jor, dest bi tiraliyê
dike: Kêm bifikire, herî kêm tevbigere û
bi qasî dikarî bi derfetên şer û partiyê
bilîze. Ev jî axatiya kurd e; tiralî,
herî kêm fikirandin û herî kêm sazîbûyîn.
Heval, te xetereye herî mezin anî serê
me. Vaye ez li hemberî we me, mîna ku
her dixebitim tême ser xwe. Niha cezayê
herî mezin ê ku li hemberî min pêk bê,
min ji van derfetên bi sînor ên xebatê
dûrhiştine.
Ku
rastî ev e, tu yek ji we nikarin înkar
bikin ku hûn di dîrokê de bi nirxên şer
ên encam girtî hatine peywirdarkirin. Wê
demê dipirsim: Çima hûn mezin nexibitîn?
Çima we xwe ne gihande azwerî û zewka
mezin a vê xebatê? Vaye ez dibêjim ku
hûnê vê fêm bikin. Her ku hûn vê fêm
dikin, hûn sosyalîst in, hûn şervanên
azadiyê ne. Bi fêmkirina vê hûn têne ser
xwe û jiyan dikin. Ji bilî vê, her cure
ferasetên jiyanê yên derve sexte ne û
xwe xapandin e. Encama wê xetereya
têkçûnê ye, jiholêrabûn e. Ev jî bi tu
hincetê nayê bincilkirin. Ger ku me di
vê bingehê de fêm bikirana, ku em
dibêjin wateya tarza xebatê ev e, niha
jî ji bona ku em li ser nekevin pir kêm
hincet hene. Dibe ku qezayek belayek
bibe, çewtiyeke ku di hesab de yan
kêmasiyek bibe, wê ev jî demildest bê
çareserkirin û wê encam teqez serketin
be. An jî bandoreke cuda ya xeta şer û
bandora dijmin a rasterast an
nerasterast be. Li hember vê jî, şerekî
rojene yê şoreşgeriyê heye û di encamê
de şer dike.
Hûn
hewl didin ku soz bidin. Van rastiyên
bingehîn, di radeya dawîn de, li gorî
min hem tê fêmkirin hem jî pêwîstiyên wê
bi hêsanî em dikarin bînin cî. Yanî tarz
û tempoya xebata we, ji bona ku bigihîje
vê û di vê demê de pêwîstiyan bîne cî
têr nake. Zêdehiya wê jî, kêmasiyê wê jî,
divê hûn di xwe de bibînin û derxin holê.
Di vê wateyê de dibêjim ku ev dewre, ji
bona hemû partî û artêşa me ji nû ve saz
bibe zêdetir rênîşander e û wê encam
bigire. Ne pêwîst e ku bixapînin û bêne
xapandin. Dîsa ne pêwîst e ku bi
nêzîkatiyên kêm xwe bixapînin. Êdî bi
van derfetan, bi asta şerê me yê heyî,
di vê wateyê de yên ku sozê xwe baş dabe,
di biryara xwe de zelal be, digel vê
yekê çewtiyeke –ku kêmasiyên biçûk hebin
jî em kesan berpirs nagirin- cidî û
teknîkî nebe, wê pêwîstiyan bîne cî û
êdî birêvebirina kar pê maye.
Careke din em bi kûrahî li ser şer
rawestiyan, me netêriyên mezin ên jiyanê
anî ziman. Ji bona destpêka şer,
vegotinên li ser fermandarî, bîrdozî û
polîtîkayê ji bona her kesî derbasdar e.
Ger ku hûn hemû di vê bingehê de
beşdariyê esas bigirin, wê encam ketin
be. Bê îdeolojî, polîtîka, rêxistin,
tarz û tempo, ji şêwazê dûrî, bi kurtasî
meşeke ku ji taybetiyên serokatî dixwaze
bide rûniştandin dûrbûn, ne mûmkûn e ku
serkeftinê bîne. Kesek çiqas dirûst be
bila dirûst be, çiqas bixebite bila
bixebite û xwedî wêrekiyeke bêhempa be
jî, di encamê de wê bikeve.
Ev ne
çarenûs e? Na. Ev gundîtî ye, ne çarenûs
e. Kesayetiya ku li Botanê pêk hatiye,
kesayetiyeke gundîtî ye. Dirûst e, wêrek
e jî, lê li gorî takekesiya xwe, li gorî
gundîtiya xwe dixebite. Ne siyasî ye,
ne zilamê rêxistinê ye, ehbap-çawiş e.
Bi derdora xwe re, ne bi partiyê, li hev
û din têne girêdan. Ji ber vê yekê jî,
ne mûmkûn e ku li ser bikevin. Bi vê
tarza jiyanê, bi vê nêrînê, ne mûmkûn e
ku artêşa gel ava bibe, şerê gel bi pêş
bikeve û esasên rêhevaltiya partiyê bi
cî bibe. Ger ku vanan nîn bin, hûn çiqas
şer bikin jî bikin, çiqas egîd bin jî,
wê encamek bi dest nekeve. Divê hemû
heval, yên ku şer dikin û di vê xalê de
teng dibin baş fêm bikin.
Dema
ku me dest pê kir, em li ser pratîka şer
sekinîn. Me ew tarza ku bi erzanî bi me
dide windakirin û serkeftinê bi xwe re
nayne vekir. Ger ku hûn vê nirxandina me
tenê jî esas bigirin, wê ji bona
serkeftinê têrî bike. Wê demê hûnê
bikaribin netêriyên ku hatine jiyandin,
ne tenê di şexsê xwe de, bi awayekî bibe
malê hemû partiyê çareser bikin. Hûnê
bikaribin yên di rojên borî de çareser
bikin. Ku hûn fersend bidin pêşketinên
mûhtemel ên ku pêk bên, hûnê bikaribin
li hember rawestin. Me ev hêz da we. Ji
bilî vê çareyek nîn e. We ew qas bi
erzanî şehîd dan, hemû yek bi yek
lehengbûn. Ger ku ew bi awayekî rast bi
xeta partiyê bihatana girêdan, we
bikaribûya îdeolojî û polîtîka dabûna ev
hevalên Botanê, wê bi tena serê xwe
welat ber bi rizgariyê ve bibirana.
Mixabin ew fermandarên takekes û ne
dirûst, ew fermandarên ku ji îdeolojî û
polîtîkayên partiyê bêpar in, yên ku şer
li gorî kêfa dilê xwe birêve dibin, bûne
sedema van şehadetan. Sedama lêdanên ku
em dixwin û sedema fersendên dîrokî ji
dest me çûyîn jî ew in. Ev jî divê biçûk
neyê dîtin.
Dema
ku tu bê îdeolojî, bê polîtîka û bê
rêber tevbigerî, tu yê wisa bikevî. Wê
kî zirar bibîne? Hûnê bixwe zirar
bibînin û di şexsê we de wê tevahî gel
zirar bibîne. Em niha ferasetên ku li
Botanê li ser tarza şer bi bandor e
baştir dibînin. Çima wisa dibe? Ger ku
kesek serdestê xeta partiyê bûna û
dirûst bûna, niha Botan wê bibûna
welatek serbixwe û dijmin tê de
bifetisiyana. Lê ji ber fermandariyeke
kêfî, ji ber tarza fermandariya gundîtî
û ketîbûna rihetiya xwe, hem ew bixwe
gelek ketin hem jî wisa hêz dan dijmin.
Yên mayî jî, gelek hacûc, bi qisûr û di
nava kêmasiyan de man. We ji vê çi fêm
kir? Tu tiştek. Hûn bi awayekî seyr
westiyan, bi awayekî seyr we bar rakir,
lê vala vala. Ma ev çarenûs e? Na, ev
gundîtî ye. Ma min ji we re got herin
wisa bikin? Na. Serokatî ne ev e, li
hemberî çavên we hemûyan e. Serokatî, di
ser şer de çûyîn e, bipêşxistina jiyana
rêhevaliyê ye. We dît ku serokatî çawa
îdeolojiyê bi dest digire, çawa
pirsgirêkan bi riyên siyasî çareser
dike, çawa moral bilind digire, bi çi
awayî mirovan diafrîne û dibe hêza
rêveberiyê.
Ji we
zêde daxwazeke me nîn e. Yek hevalek bi
dirûstî fêm bike û derbasî pratîkê bike,
wê gelek tişt ber bi serkeftinê ve bibe.
Di vê xalê de divê hûn gundîtiya xwe di
wateya rastîn de ser û bin bikin,
kêfiyetê qebas bikin. Di vê rêjeyê de
hûnê bikaribin xwe bigihînin partî û
serokatiyê. Ehmeqî nekin, yanî hûn bêjin;
“kêfiyetiya min e, wê kes min nebîne, li
serê çiya me, çi bikim wê ji min re
bîmîne” hûnê winda bikin. Ev nêrandin
mirin e. Beravajî vê yekê divê tu bêjî;
“ezê bi tevahî dilê xwe, bi hemû mejiyê
min ê partiyê ez tenê bixwe bedelî
partiyê me û ezê derfeteke biçûk jî ya
derdora xwe vala neşexulînîm û têxim
xizmetê” Ev nêrandin, nêrandina serokatî
ye. Dema tu bêjî; “Kêfa min wisa dixwaze,
ezê hinek axatî bikim, ezê nexebitim,
ezê bi derfetên partiyê bilîzim û li
rihetiya xwe binêrim” wê demê tu ji
xayînek xayîntir î. Gelek hevalên me,
fermandariyê wisa fêm kirin, bi van
nêzîkatiyên xwe gelek zirar dan me. Axa
ye, bi hevalê xwe re têkilî bi pêş naxe,
bihevrebûn nîn e, hakimbûn nîn e, hemû
keç û xortên li derdora xwe diguvêşe û
dide revandin. Ev jî xayîn e, ji sîxurek
xerabtir e. We çima fersend da yên wisa?
Ji ber netêriyên we hate dayîn. Ger ku
di şerê Botanê de, ji kêmasî, çewtî,
netêriyan re fersend nehatina dayîn,
niha hûn bûbûn dewlet û her yek ji we,
derketibûn asîmanan. Hûn çima nikarin
bibin? Ev ji ber ehmeqî, ehbab-çawişî û
bêçaretiya we ye. Ev ne çarenûs e.
Wê
bidome….
7 Tîrmeh 1995 |