| |
|
Egîdî tu carî ji fikrandinê
re fersend nade! |
Dema
ku min dest bi vî karî kir, ji tu kesî
re heta ku ez hîn nebûn, min negot du
gotinan bêje; heta ku biavêtina jî, min
ji tu kesî re gavek bavêje negot. Hetanî
nava golê bi pîvan û bi hûrgilî, pêşî
min avjenî kir, piştre min got were wisa
noqî avê bibe. Feraseta min a
berpirsyariyê bi tevahî wisa bû. Yên ku
destpêkê hatin fêrkirin, qat bi qat têr
dikir ku vî şerî bi pêş ve bibe û
bigihîne serkeftinê. Lê negirte, hîn
nebû, pêwîstiya hînbûnê nedît. Bi siyasî
tevgerandin jê re giran hat. Çiqas
taybetiyên apolîtîk, dîsa çiqas li dij-leşkerî
hebûn ji xwe re esas girte. Jiyana xwe
ya berê bi partiyê boyax kir, hesiband
ku wê xwe bide jiyandinê. Di şer de şaşî
û şelipîna herî xeter ev e. Ev çiqas
xefleteke mezin e, çiqas xerabiyeke
mezin e! Niha jî dijmin dema ku
belavokên “radest bibe” belav dike,
şervan dibêjin “van fermandarên xwe yên
ku bi kêrî tiştek nayê biterikînin” û
dibêjin; “vanan hev û din sûcdarkirinê û
we xapandinê wêdetir tiştek nakin” Hinek
para rastiyê tê de heye.
Tê wateyê
ku nêzîkatiya destpêkê gelek biçûk bû;
“wisa rêzikeke binpê bikin wê çibibe, ma
li gorî dilê xwe rojekê debar bikim wê
çi bibe…” Dema ku we vê got, di rastiyê
de destpêkê nîvî kar xerabûye. Di wê
wateyê de ev kêfîyeta ku we ji xwe re
heq dîtiye, gavên ku bêne avêtinê jî
seqet kir. We bi niyeteke baş, hewldanên
gelek mezin nîşan da. Lê ji ber ku we
despêka kar a herî girîng seqet kir,
hemû vala çû. Bo nimûne hûn min bipirsin,
di tu demê û rojê de, min wisa dest bi
gavavêtinek nekir. Dikare bê gotin ku,
mîna zincîrê, heta xeleka xwe ya dawîn
xelekek, li roja dawîn roj zêdekiri û bi
teqezî lê zêdekirin. Çimkî ez baş
dizanim ku, rojek mîna xelekek neyê
zêdekirin, ev zincîr dirêj nabe. Belkî
we pêncî heb xelekan qut kiriye, lê ne
di ferqê de ne. Piştre jî dibêjin ku;
“çima ev zincîr yanî ev şer vê zincîrê
nakişîne û hildiweşe” Jxwe wê hilweşe,
te kîjan xelekan lê zêde kir?
Şer,
ristina herî şidandî a çêkirina mantixê
ye. Zincîrkirina îradeya herî şidandî
ye. Kesayetiyên komûtayên mezin, dema ku
vê çêkirina şidandî esas girtin, wê xwe
pêk bînin. Di komûtaya sereke de,
zevtkirina wê, wê qet zor nîn be. Lê
dîsa jî teoriya zarokatiyê, teoriya
pidikiyê xwe digihîne hawara we. Hûn
dizanin, yên wan li gorî xwe tarzeke
lîstika wan heye. Yek rast deynin, pêncî
heb jî şaş datînin. Û zarok e, bi wê re
xwe mijûl dike, jixwe ji ku binêre
lîstika zaroka ye. Xelekên şer li ser
hev danîn û li ser hev zêdekirin, dişibe
lîstika ew zarokên ku parçeyên
pêlîstokên şer li ser hev zêdekirinê. Ez
matmayî dimînim, ji xwe re “ev çi zarok
e” dibêjim. Lîstikeke şer ku qet nayê
lîstin, di vê lîstikê de û bi listikeke
ku ji agire, bes hûn bi rihetî dilîzin.
Zêde pêwîstiya berfirehkirina wê nabînim.
Çimkî ji hemû tevgerên we ev tê fêmkirin.
Ew qas ne dîqetkirin, xemsarî,
pêkneanîna hema hema hemû rêzikan,
kêmbûna perwerdehiyê, pêkneanîna
rêxistinê, kêmasiyên îdeolojîk û siyasî,
bi rojane hêza xwe sererastnekirin,
belavkirina hêzê, baş bicînekirin û
nezaniya di taqtîkên bingehîn û şer de…
vanan lîstikên herî talûke ne. Di vir de
pêşdîtineke mantixî û zincîrkirin nîn e.
Tûjbûnî di îradeyê de nîn e, şopandin
jî. Di vê rewşê de, ma şer bi pêş ve
biçe, tu yê mezin bibî an bi pêş ve
herî? Li gorî şervanên me yên niha an jî
di rastiyê de li gorî komûtayê wan
“dibe!” Ew çawa erê dibe? Xwe fedayî
baweriya giştî ya partiyê kiriye. Ji
kesan re dibêje heta dawîn şer bike.
Jixwe ew heta ku li ber xwe dide, dibe.
Li ser jî, yek ez heme. Dibêje; “Ev
zilam çawa destpêkiriye, wê wisa jî
bibe. Bişîne ha bişîne” û dibêjin, “şer
te destpêkiriye, tu qezenc bike” Yanî
hêza liberxwedayîna şervanekî û hinek jî
hêza liberxwedayîna min, rihetiyeke
bêdawîn didê. Di şer de, heta dawîn
têrnebûyîn, heta dawîn xwe nepixandin,
xwe hacûckirin û bi hestiyarî tevgerîn
heye. Bi kurtasî ev ber bi ji nexweşiya
îktîdara pêşwext bigire, baweriya “ev
kar nabe” û ji gotinên herî nakokî û ji
diayên ku nebe re “amîn” gotinê dibe. Ev
neheqiyeke mezin e. Ekîbeke şer, herî
zêde divê vê neke. Tu ne dikarî ji
şervanê bin xwe re heta dawîn li ber xwe
bide bêjî, ne jî dikarî komûtaya jor
wisa tengav bikî. Digel ku qet û qet
mafekî te yî wisa tune be jî, tu lîstika
herî talûke jî dilîzî. Li gorî qanûnên
şer, van hemûyan bi cezayên giran têne
cezakirin. Lê çeka we ya parastinê çi
ye? Teoriya xwe xapandinê. Jixwe di
rexne û renxedayînên we de, ev tê ziman.
“Min fêm nekir, min nedît, min nekir”
bavêje bavêje û bêje! Çima? “Kêfa min
wisa xwest, takekesiya min, kêfa min,
canê min îktîdarê xwest, ji nişka ve min
xwe îktîdar hesiband, zorî kişand,
reviyam û min bi xwe re nedît ku
bibînim” Li van hemû tevgera binêrin,
wisa ye. Ji ber vê yekê, komûtayeke cidî
bi pêş nakeve.
Niha em li
navendeke xwe ya şer dinêrin, li
biryargeha me ya Botanê dinêrin; li wir
yên ku hê duh berpirs tê hesibandin, ji
kesayetiyeke komûta dipirsin: Çi ye ev
rewş? Çima wisa bû? Te çima wisa bi
zanebûn, xwe veguhezte serokatiyeke ku
winda dike? Encama ku gihîştiye jî; “Li
ser derfetên ku partî da min, vezeliyam,
çiqas rihet bûm, hê zêdetir rihet bûm.
Dema ku van derfetan ji dest min hatin
girtin jî qediyam” Li kesayetiyê binêre,
were rêzê! Hal ew e ku, rihetî bide
aliyekî, em nefes bi nefes û bi neynûkan
nirxan diafrînin. Bişîne aliyê din ê
avê, bigihîne Botanê, li wir bike artêş,
bi mebesta şer û bi hemû dilê xwe, bi
keda gelekî hemû bendên zehmet didin
derbaskirin û digihînin wan; lê camêr vê
wekî hinceta rihetiyê bikar tîne.
Tiştekî erjeng e, lê rastiyek e. Ne
yek, bi tevahiyeke zêdehî wisa ye.
Wê di hişê
we de be, yek pir bi xerabî hatibû
darizandin. Berê diziyê dikire, li yên
ku di rê de diçûn û dihate dida, bi zorê
pere û cixareyên wan digirt û ew
dişelandin. Dema ku hate zirûfên
partiyê, dibêje; “dinêre ku nirx bixwe
ne û li gorî cîhana xwe ya diziyê
jixweber li dora min dipêçe” Niha jî li
gorî kesayetiya diziyê, der barê van
nirxan de xeyaleke wî ya rast jî nîn e.
Mîna lûmpenek bijî û belav bike. Xwe
winda kiriye. Niha wê bê gotin, gundiyek
jê zêdetir nikare biçe. Helwestên kêfî
heta bêjî bi pêş ketiye, xwe nepixandin
bi pêş ketiye. Nikare bibe axa jî, ger
ku berê axayek baş bûna, wê wisa
tevnegeriyana; axatiya pêşmergeyek
zêdetir di cî de ye, bi terbiyeye û kar
dizane. Nikarin vê jî bikin.
Belê, ev
belaya ku hatiye serê partiyê, di
rastiyê de ji xwe naskirinê dûr û xwe
winda kiriye. Bes xwe winda kiriye, ji
ber ku têrnebûyî ye. Ya herî xerab jî,
şervanan û çekan xerc dike. Yek jî li
gorî teoriya rihetiyê, bila rojê pêncî
mirov bimirin, qet ne di xemê de ye,
çimkî ji belaşiyê her tişt jê re hatiye!
Dibêje; “Paşatiyeke rojek bes e!” Û
vanan yên ku li ser kar in. Ez li vir ji
bona ku şervanek bigihînim, salên xwe
xerc dikim, ew di rojekê de, di oxira ne
tiştek de pênc heban dibe. Ji bona ku em
çekek bigihînin, henas bi henas û bi
gotina îro çi hate serê me em digihînin,
lê ew di rojekê de bi dehan winda dike,
qet di xemê de ye. Ji bona pere jî wisa
ye, belav dike, lê ne di ferqê de ye.
Dev ji van kesayetiyan wan a
fermandariyê berdin, ew her yek sûcdar
in. Ya demildest bêne qewitandin an jî
bi awayekî giran bidene rûniştandin, ji
wan re mirin jî zêde ye. Ger ku xemsarî
hatibe vê qonaxê, wê kîjan şer bi pêş
bikeve? Lê ji bîr nekin, ev pratîka ku
hûn jiyan dikine, bi vî rengî an bi
rengekî din, ev dibe pratîka şerê we. Ev
lihevhatina ew mantixa şerê ku tê gotine.
Digel van
hemûyan, ez ji niyeta wan a baş guman
nakim; hemû jî zarokên paqij ên vî gelî
ne, lê zarokên saf ên vî gelî ne. Ev
zarokên ku nikarin vî karî pêk bînin û
ji behreya leşkerî û siyasî bê par mane,
wê çend pere bike? Ew zarokên gel ku xwe
dixapînin, wê çend pere bike? Di vê
wateyê de, wekî rastiya leşkerî mezinbûn
û bi vê paratîkê lîstin, vaye talûka
herî xeter e. Ji derve de heta bêjî saf
e, zarokek dirûst e, mîna melek e, jixwe
bi awayekî seyr xapînok e, di vê bingehê
de li hember hev ez nizanim hûn çi
dikin. Zaroke saf û baş, lê ev li gorî
şer e? Ma ev kesayetî li gorî teoriya
şer e? Çiqas serdestê rêzika ye? Çiqas
sazîbûnê pêk tîne, çiqas sewq û debarê
dike? Kes vanan napirse û dibêjin; “Ka
binêre çi zarokek mîna meleka ye”
Têkiliya vê kesayetiyê bi leşkeriyê heye
an nîn e, pêwîstiyan tîne cî an na? Vê
ya kes nabêje, ji ber ku hemû sûcdar in.
Cewhera ku hûn dibêjin, lihevhênerî an
“me li hev kir” ev e. Hûn bi gel didin
winda kirin, keda bi milyonan vala
derdixin.
wê bidome...
7 Tîrmeh 1995 |