| |
|
Ku aqilê we hebe, hewl bidin
ku xwe nas bikin û heta dikarin
jî xwe hînî birêvebirina însanan
bikin |
Digel van hemûyan, ez ji niyeta van
kesayetan guman nakim; hemû gelek
zarokên paqij ên vî gelî ne, lê zarokên
saf in. Ku karek ji destê wan neyê,
behreya wan a leşkerî nîn be, wê van
zarokên gel ên belangaz çend pere bikin?
Ew zarokên gel ku xwe dixapînin, wê çend
pere bikin? Di vê wateyê de, wekî
rastiya mezinbûnê, ev lîstina bi raman û
bi pratîka leşkerî re lîstin e, ya herî
xeter jî ev e. Ji derve de heta bêjî
zarokeke saf û dirûst, mîna melekan e.
Jixwe ev hêl jî gelek xapînok e, di vê
bingehê de li hember hev nizanim hûn çi
dikin. Zarokeke baş û saf, lê ma ev li
gorî şer e? Ma ev kesayet li gorî
teoriya şer e? Çiqas serdestê rêzika ye?
Çi sazîbûnê dike, çiqas sewq-debar dike?
Tu kes vanan napirse û dibêje; “ma tu
nabînî, zarokek mîna meleka ye” Ma
têkiliya vê kesayetê bi leşkeriyê heye
an na, pêwîstiyan tîne cî an nayne cî?
Kes vanan nabêje, ji ber ku hemû sûcdar
in. Ev çîroka ku em dibêjim lihevhatin
“an em li hev hatin” cewherê vê ev e û
ev lîstik her diçe xeter dibe. Hûn bi
gel didin windakirin û keda bi milyonan
vala derdixînin.
Hûn dibînin ku, têrî xwe nefikirîn û
tevnegerîn ji xayînan xerabtir dike.
Kesên ku ajan be, zirar bi sînor e. Wê
demê kesayetên fermandariyên sexte yên
bêhejmar ji gelek ajanan zêdetir
xerabtir in. Ji ber ku bi sedan kesan bi
awayê ehmeqî bikartînin. Feraseta we ya
lihevhatinê, ji ya ajanekî lihevhatinê û
pê re karkirinê xetertir e. Nêzîkahiya
we ya kesan û nêzîkahiya we ya
leşkerbûnê xeter e. Ez aşkere bêjim,
ajantî di warê zirardayînê de ne tiştek
e. Ji ber çi ev wisa ye? Li gorî
teoriyên xwe yên ehmeqî hûn dibêjin; “ma
rojek rêzik neyên bi cî anîn wê çi bibe,
em hinek kêfiyet bikin û rojane em hinek
li kêfa xwe binêrin û kêlekî razên wê çi
bibe” Lê hûn bi vê yekê gel diqedînin û
hêviya jiyanê ya wan a dawî bi dawîn
dikin. Ev kesayetî çima wisa ye? Ji ber
çi di vê rewşê de tê israrkirin? Ma hûn
ji vê ya zewq digirin? Ev çi bi we dide
qezenckirin? Ma ne hûn in ku ji bona
kêfa cixareyekê xwe winda dikin? Di
mijarên herî jiyanî de –kî vana rêzikên
ku wê me bibin jiyana azad û tarzên
jiyana azad in- ma hûn çima wisa tavîzan
didin? Ev nakokiyeke mezin e. Sedem û
bingeha ku hûn ketine rewşeke
nenaskirinê ji ber vê ye.
Tê vê wateyê ku xapandin, li gorî xwe
lihevhatin, ehbab-çawişî, li gorî xwe bê
teorî û bi kesayetiyeke ne siyasî
jiyankirin, ji bona we xerabiya herî
mezin e û berî her tiştî ev we mezin
nake. Û ka em wê jiyana ku hûn bêriya wê
dikin binêrin, qezenckirin bidin aliyekî,
ev dibe bela serê we. Gelek caran min ji
we re vê got; “Herin li malên giştî(genelev)
nizanim çi dikin, nizanim çi pîşeyî
dikin, nirxeke vê heye, lê bi rastiya
şer, nirxên şer, rêzikên şer, bi rêgezên
sazî û rêveberiyê lîstin, ji van pîşeyan
sed carî xetertir e. Ji ber ku yên di
malêngiştî de winda bike û bikeve, çend
kes in û ew bixwe ne. Lê li vir yên ku
li gorî pêwîstiyan nelîze, wê bi qedera
milyonan bilîze, wê bi ketina wan herî
xerab re bilîze û ev gelek zelal e. Wê
demê, ger ku di we de berpirsyariyeke
mezin hebe, hûnê gelek mezin bibin. Ji
ber ku hûn di mijara herî ketandina
civakî ya xeter de israr dikin, hûn
mezin didin windakirin.
Niha ev bi zelalî derdikeve holê ku, bi
vî pîşeyî berz û pîroz nayê lîstin.
Hinek ji bûyîna bi lezgînî bûyîna
îktîdarê an jî li refan bi erzanî bûyîna
fermandariyê zewq digirin. Ez di tu
demên jiyana xwe de, bi qasî dema ku ev
peywira komutayê xwe ferz dike, tengav
nebûme. Ez bala we dikişînim, ez ne di
nava rojane karên komutayê de me.
Fermandariya min gelek di asta giştî de
ye, em ji vê re stratejîk e bibêjin. Lê
dema ku rojane wê çi bê rêxistinkirin,
çi bê birêvebirin û dema ku ez xwe tevlî
dikim, dibînim ku, pratîkek,
xwerazandinek ku fermandarê herî baş
nikare bike de me. Ji ber ku bi vî karî
nayê lîstin. Ev karekî erjeng e, karekî
ku kêlî bi kêlî bi aweyekî seyr bê
birêvebirine. Gotinên mîna; “Min wisa
fêm kir, li rastê razam, li çepê razam,
nefikirîm, bi min lîstin” divê qet neyê
gotin.
Ji ber vê sedemê, me di jiyana şer-artêş
de pirsgirêkên mezin ên komutayê afirand.
We xwest ku li gorî feraseta xwe ya
zaroktî û pidiktiyê jiyan bikin. Û ev
wisa bû xerabiya herî mezin. Niha jî
rewşa we di zorê de ye. Daxwaza
şerkirina we, têrî xwe niyeteke baş e,
hûn ji min zêdetir fedekar in, wêrek in,
lê hemû dane ev dide nîşandan ku; hûn
dibe ku bi vê rastiya xwe ya şer a ku tê
ferzkirin têk herin û dibe ku ji heq
derneyên. Hûnê herin lihev werin û
afirîneriya pêwîst hûnê nîşan nedin. We
jî li gorî xwe, tarza lîstikê zevt
kiriye. Bi we re hinek zêde em eleqedar
bûn. Ev wêrekiyek û moraleke bê dawîn
dide. Li ser vê yekê ku bê gotin; “vaye
ezê vê carê bikim” ew dîsa kesayetiya
berê ye. Heta niha van tiştên ku me
daye, bi awayekî herî xeter hate
bikaranîn. Dema ku kesayetiya dubend,
yanî ew hêlên ku em dixwazin di nav xwe
de bihelînin, bi perwerdehiyê têne
belavkirin, di pratîkê de kesayetiya we
ya kevn serî radike û ev mohra xwe li
hemû jiyanê dixe. Êdî di vê wateyê de,
li ser pirsa pirsgirêkên xeta kamutayê
wê çawa pêk bên, ez naxwazin zêde dirêj
bikin. Li gorî min gelek zelal e.
Di rastiyê de hûn ew qas ne xerab in.
Her yek ji we sedemeke xwe ya
windakirinê heye, êdî divê hûn vê fêm
bikin. Divê her kes li ciyê ku winda
kiriye, qezenc bike; çewtiyê li ku derê
kiribe, li wir çareser bike. Ev
peywireke bingehîn e û divê me jî zêde
mijûl neke. Ew qas zelabûn, ew qas
aşkerekirin têrî dike. Ne tenê di
dewreyeke perwerdehiyê de, her kes
dikare xwe di axaftinekê de jî bibîne.
“Ez kî me, bi çi hatime peywirdarkirin,
min li ku çewtî kir û ezê çawa sererast
bikim” Bi me ez gelek zelal e. Êdî mafê
tu kesî nîn e ku me jî tevlî ehmeqiyên
xwe bike. Hûn her roj soz didin. Ev tê
çi wateyê? Tê gotin ku mirovê bê çewtî
nîn e, lê divê mirov çewtiyan bi sîstem
neke Dema ku tu çewtî bikî hema tê dîtin
û tu yê ji vê dersan derxî. Kêmasî
dertên, astengî derdikevin, ez ji wan re
jî tiştek nabêjim, lê dema tu çewtiyan
veguhezînî tarzeke sîstemî û li hemû
hevalan belav bikî, biparêzî û li ser
razî, vaye ez ji vê re dibêjim nayê
qebûlkirin.
Bila tu kes nebêje ku; “vaye bûrokrasî
hebû û ez tengav kirim” Bila ev
bûrokrasî têk here. Nizanim;
“Kesayetiyek mezin hebû, min partiyê û
serokatiyê di şexsê wî de naskir, ji ber
vê yekê pê re li hev hatim” Dîsa canê wî
aciz bibe û derê. Ev çi gotin e; “Min di
şexsê wî de serokatiya partiyê dît, min
ew têxist şûna partiyê, lewre jî min xwe
xapand” Ev têne çi wateyê? Baş e ew qas
dahûrîn ji çi re ne? Ka tu ew qas
hatibûyî perwerdekirin? Ka me bi hev re
hemû sozên dawîn dabû? Vanan çi zû hatin
jibîrkirin? Hûn çima nabin xwedî soza
xwe ya herî pîroz û xwedîderketina soza
xwe karekî herî jiyanî nabînin? Hûn çima
heta hênasa xwe ya dawîn, meşeke wisa
mezin bingeh nagirin? Li vir çima xeflet
û jibîrkirin heye? Ma tu ne berpirsyarî?
Me bi hev û din re wisa biryar neda? Ma
me soz nebirî? Ma tu çima wisa dilîzî?
Ma te çima bi lez ji bîr kir? Qet,
bersiv jî dibe “na” “Ji niha û şûn de ez
sûcdar im, partî çi ceza bide, ez amade
me ku pêşwazî bikim” Dev ji cezayê berde,
tu çima bi zanebûn dikevî vê rewşê?
Merdî û egîdî ev e ku, mirov firsenda
ketina van rewşan nede. Yek dikevî, du
dikevî, di ya sêyemîn de jî were ser xwe.
Bi hêviya ku hûn tiştek fêm dikin.
Pêwîst bike ezê dîsa we dahf bidim. Yê
we heta ji destê we tê, nebûyînê û
nebûyîna xwe, meşa xwe ferz dikin, ezê
jî li gorî xwe rastiyê û hêz û îradeya
xwe ya zelal ku aşkere ye li ser we ferz
bikim. Çeka we ya herî mezin; “emê bi
erzanî bimirin e” Bimirin, çiqas dimirin
bimirin, mirina wisa qet ne di xema min
de ye. Qe nebe ezê wisa nebim navgînek
ji we re. Ku hûn zirar bidin û hûnê
bêjin; “wê kes min nebîne” Ku tu jiyan
bikî emê bibînin û emê nîşan bidin. Min
gelek caran vê jî ji we re got: Ku
hesabên we yên cuda hebin, ji bona ku
hûn derbasî jiyanê bikin li benda mirina
min bisekinin. Di vê dinê de, li vî
welatî û di nava vî gelî de, mirovek
mîna min xwedî îdea û hesap dipirse nîn
e. Yanî qisûreke bi qasî serê derziyê
dibînim, her çewtiya ku tu yê bikî
dibînim. Vaye kesayetiyeke wisa me.
Ez aşkere bêjim; ku aqilê we hebe, hewl
bidin ku nas bikin û heta dikarin jî xwe
hînî birêvebirina însanan bikin. Ez
fêmkirina we, birêvebirina we, ji we
hesap pirsînê, dizanim ku li gorî wextê
guncav bikim. Ez dixwazim wekî kesekî ku
her dem li ser karê xwe me derkevim
pêşiya we. Derketina me ya li hember hev,
tê wateya ku em derên hember gel, dîrok
û vaye derketina ev çerxa ku bi pêş
dikeve ye.
Ya rast ev e. Di warê wîcdanî de divê tu
hesabê xwe bixwe bidî. Ku em di gorê de
bin jî, sozê ku me daye hev di vê
bingehê de ye. Riya ku diçe berzbûnê wê
wisa bê qebaskirin. Lê ku hûn zêdetir
berbiçav bixwazin, ku ez bimînin ezê
hesabê xwe bipirsim. Mîna ku min got,
dema ez jiyan dikim dîqet bikin, ji bona
ku em nekevin rewşa fediya hesab
nedayînê, divê hûn her tiştê xwe deynin
holê. Şaş nêzîk nebin û ev tiştek xweşik
e. Bi vî awayî nêzîkbûna jiyanê,
nêzîkbûna şer, tenê bi tenê wê me ber bi
mezinbûnê û ber bi her cure destkeftinan
ve bibe.
Hûn çima ji vê direvin, çi yê we heye?
Ji bilî bangên dijmin ên “were radest
bibe” ji we re çi tê raberkirin? Ma dîn
jî wisa direvin? Ma hûn nabînin, tenê
armanca vî şerî dahî çiqas bi me dide
qezenckirinê? Ku şerekî ew qas mezin bi
me dide qezenckirinê, çima hûn bi raman
û gavên guncav bersiv nadin? Ya herî
maqul, karê yên ku herî xwedî wijdan e,
ma ne ev e ku li hember vê mezinbûnê bi
gavên rast û di cî de bez e? Ez van
hemûyan ji bona ku kar rast bikim
dibêjim, ji bona ku teqez hûn fêm bikin,
ez wisa vedikim. Êdî divê em teqez têrî
xwe fêm bikin. Divê em sozê girêdanê
bizanibin. Dibe ku hûn ji gelek
tecrûbeyên mezin derbas nebûbûn, dibe ku
dibistan pir bi sîstem nîn be, lê
dibistana herî akademîk jî, di bingeh de
wê van gotinên min bidin û cewher ev e.
Dema ku ez vanan kurt û bi awayekî xwerû
raber dikim, ez di wê baweriyê de me
dibe ku xisûsên ku di encama
perwerdehiyên gelek salan bidomin, ez
didim we. Ya ku ji we tê xwestin, li ser
wateya wê sekinandin, li ser sekinînê jî
rastiyê li ser xwe pêk anîn, hebe
qisûrek û kêmasiyek jî avêtine. Tiştek
ku bê kirin hebe, divê li ser wê bê
sekinandin û karek wisa ji xwe re bikin
karên bingehîn. Perwerde ev bû. Wê bi
tecrûbeyan ev derbasî jiyanê bibe. Hûn
çima ji vê direvin? Bi revê çi dikeve
destê we?
Min bahsa rêgezeke xebatê kiribû. Di vê
çalakiyê de cezayê herî mezin ên ku
bidin ferd, me got ku ew ji derfetên
xebatê dûrxistine. Ew mirovê ku bi
derfetên partiyê bêje “ez rihet bûm”, tê
vê wateyê ku xwe ji xebatan dûr dihêle.
Di rastiyê de ev rihetî nîn e, ev
nerihetiya herî mezin e. Di demên şoreşê
yên herî qrîtîk de, xwe bê kar hiştin,
xerabiya herî mezin a ku mirov li xwe
bikeye. Lê ev xerabî niha li ser me
fermandar e. Ev çi sûc, çewtî û
xefleteke erjeng e? Berevajî vê rast e.
Ev jî tê vê wateyê ku, bi destxistina
derfetên çalakiyeke biçûk re an jî
serkeftineke mezin re bi awayekî seyr û
bi zewq xebatkirine. Dixwazî ev
sosyalîst be, dixwazî ev şervanekî
azadiyê be, helwesta bingehîn ev e. Yên
ku zindanê jiyan dikin jî hene. Hûn li
vê derê, xebateke azad tê çi wateyê
derdixin zanebûnê…
7 Tîrmeh 1995 |