| |
|
Banga 15’ê
Tebaxê; banga aştî, demokrasî û yekîtiyeke azad e |
Di
vê dema ku em dikevin 15’ê tebaxê, tê
zanîn ku hewldana ku min nîşan da, heman
tiştî ji bona aştiyê jî nîşan da. Aştî
herî hindek bi qasî hevcivîna teorîk,
hêza liberxwedayînê dixwaze. Teqez ne
xebateke ku mirov bi sivikî bi dest
bigire. Tadeyiyên aştiyê, ji şer zêdetir
in. Her çiqas ez bi hevsengî nêzîkî
tevgera me bûm, bi heman nêzîkahiyê nêzê
dewletan bûm.
Ev şer ne tenê
şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê
jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû
dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû
dike. Her kurd dizane ku, ev ji nû ve
vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî
kurdbûna berê nîn e. Jiyan kevn nîn e.
Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev
kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata
Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê
xwe bigire. Lê ger tu di kurdbûna kevn
de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê
mirî ne kurdbûna PKK’ê ye, ev kurdbûneke
kevn e. Sedî sed miriye. Bes kurdbûna ku
me afirandiye, bi tevahî kurdbûneke
jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta
dawîn jîndar bimînin em in. Di nava
rêxistina me de, jiyana ku em di nava
xwe pêktînin, ew qas mezin e.
Berxwedaniya
Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind
bûye. Tiştê ku Kurdistanê ji nû ve
afirand, jiyana nû pêkanî ev şerê me bû.
Di çûyîna pêngava 15’ê Tebaxê de,
bandora rojiya mirinan diyarker e. Ger
rojiya mirinê nîn bûna, bi vî şêweyî wê
pêngavek neketina rojevê. Çawa girêdana
bîranîna Heqî Qarer me ber bi îlankirina
PKK’ê ve bir, berxwedaniya Zîndana Amedê,
15’ê Tebaxê afirand û bû wateya
bergirîbûna vîna azad. Inyadkirinên
rêxistinên noker û hinek kesayetiyên
hundir û derve, yekem car vala hatin
derxistin, hemû dewletên biçûk an mezin
ên têkildar, hewldanên wan ên eciqandin
û çewsandinê vala hate derxistin û vîna
azad a gel xwe li piya hişt û biserket.
Ev vîna mezin ku bi gelek êşên mezin, bi
windayî û bedelên mezin bidestketiye, di
dîrokê de ciyê xwe girtiye. Girêdana
bîranîna berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, bi
pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.
Em pêngava 15’ê
Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî
hatiye çikandin û rastiya xweparastina
wî binav bikin, wê derbirîneke rast be.
Ev her çiqas wekî êrîşek bê binavkirin,
di cewherê xwe de, hişyariya; “Ez gel
im, min ji holê raneke.” hat dayîn. Bi
taybet berteka li hemberî hovîtiya li
Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna; “Em
dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî
soza Mazlûm Doxan a; “Divê em dengê xwe
bigihîjînin dinê.”, bersiva sozên Xeyrî
Durmûş a ku dibêje; “Hûn nikarin hebûna
me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal
Pîr a ku dibêje; “Ez rizgariya gelê tirk,
di rizgariya gelê kurd de dibînim.” şerê
herî mezin e ku em wate bidinê ye. Ev
pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk
ên kurd û tirk, li hemberî hêzên
despotîk bersiva; “Dema mêtandin û
çewsandinên we yên bêsînor derbas bû,
dema jiyana azad hatiye” ye.
Taybetmendiyên
herî mezin ê şerê 15’ê Tebaxê, di warê
perwerdehiyê de seyr e. Û dibe ku bê
gotin ku, di jiyana netewekê de, em dev
ji rastiya neteweyî berdin girtina wê,
nasname hew maye ji dîrokê bê paqijkirin,
li hemberî vê yekê ji şerê netewî û çînî
wêdetir, bi her awayî şerê nasnameya xwe
qezenckirinê ye.
Ger roja îroyîn
qonaxa ku 15’ê Tebaxê xwe gihandiye
wateyeke wê hebe an şîroveyeke cuda bê
kirin, di vê bingehê de Pêngava 15’ê
Tebaxê serkeftina mirov a ku pêkhatiye
ye. Êdî divê em we bigihînin ravekirina
mirovê ku pêk bê û divê vê bixwe em
bikin. Ev encameke rast û pir pêwîst e.
Dijberî vê yekê, emê nikaribin hev û din
erê bikin.
Pêngava 15’ê
Tebaxê, di bingeheke aştiyeke bi rûmet
de, ez bawer im ewê bigihîje serkeftinê.
Armanca bingehîn a pêngavê, gihîştina
serkeftina aştiyê ye. Bi vê armancê ez
banga xwe ya 15’ê Tebaxê nû dikin. Ev
banga aştî, demokrasî û yekîtiyeke azad
e. Di vê mijarê de, banga sekneke bi hêz
e. Divê sekn bi hêz be. Ger vê nekin, wê
nikaribin tiştek bikin. Ez banga 15’ê
Tebaxê, ji bona xwe biparêzin û
yekîtiyek saz bikin dikim. Divê ez rast
bême fêmkirin û rast pêkbêm. Nexwe ez
nabim berpirsê niqutek xwînê. Tu yê zexm
bisekinî. Ger tu li ser navê min
tevbigerî, divê tu zexm bî. Tu yê xwe
biparêzî. Ji bona aştî û demokrasiyê tê
baş bixebitî. Ev li gorî siyaset û
hiquqa demokratîk e.
|