| |
|
BEŞDARBÛNA LI SER RASTIYA
PARTIYÊ Û ŞER |
Di
pêşengiya PKK’ê de, gelê kurd niha gavên
mezin diavêje û dixwaze di şer de jiyana
xwe ji nû ve saz bike, di hemû aliyê
welat de ref bi ref tev li şer dibe, di
Rojhilata Navîn de ev 15 sal in em kar
dikin, karê me yê serxwebûn û azadiya
Kurdistanê bi rastî mirov dikare bêje
heta niha tu caran ne wiha çêbûbû û ne
bi ser ketibû. Niha hûn hevalên pir ji
welat û ji şer dûr ketine dîxwazin hinek
gavan bavêjin, di nava şer de jiyana xwe
careke din çêbikin. Lê cesaret û
fedakariyeke mezin dixwaze û ji aliyekî
de zanebûnekê dixwaze. Heval bi dil, bi
niyetê baş in, lakîn rastiya welat çi
ye, di nava welat de ya şer çi ye, mirov
li ser vê disekine, we tevan pir zeîf
dibîne. Qasî soza xwe didin, nikarin
pêre bimeşin. Bi durustbûniyê tenê nabe.
Şer jîrekbûnê ji mirov dixwaze. Jiyan
guhartinê ji mirov dixwaze, pir zor û
zahmetiyê dixwaze, xisûsiyetên şerê
gerîla. Heval di vir de nikarin xwe
çêbikin, mezin bikin. Hemû însanê kurd
ji bo xwe şer, ji bo xwe artêşa gel
çêkirinê de dûr in. Kê gotiye çi, li ser
wê meşiyaye, bi xwe jî tiştên rast
nikarin bigrin, hasasiyet tuneye. Şer jî
bi rastî hasasiyet e, şiyarbûne,
nêrîneke wiha mezin li ser her tiştî ye.
Ku ne wiha be mirov nikare. Hemû azadiyê
dixwazin, dixwazin ji bo azadiyê tiştekî
bikin. Dijmin jî pir zaneye, tecrubeyeke
xwe ya mezin heye, zanê lêxe û yên me
belê fedekarî, cesaret heye lê nizanin
lêxin. Jiyana nîzamî pir çênebûye. Di
dîsîplînêde jiyan pir nemeşandine.
Herkesî li gor kêfa xwe çawa xwestiye,
wiha meşiyaye. Razaye, ketiye, meşiye,
ji bo filankesî, ji bo filan dijminî pê
lîstine, bi xwe lîstiye. Hûn niha di
nava Kurdistane de bi navê artêşa gel,
şerê gel gavên mezin diavêjin. Di bin
serokiya partiyê de tiştê ispat bû,
mirov dikare ji bo xwe şer bike û di vî
şerî de jiyana xwe nû bike, azad bike.
Va îmkana li pêşiya we tevan ket. Piranî
tabî dixwazin erzan xwe tev livê jiyanê
bikin, wiha çûn. Yekî ku bi aqil be vê
partiyê, vê serokiyê nas bike, dizane ku
ne mumkune mirov azadiyê erzan bigre.
Bihaya xwe giran e. Zahmetiyeke mezin
dixwaze ku tu liyaqî azadiyê be.
Di vir de ez we
tevan pir bi kêmasî dibînim. Kêfa we
dilê we tişta dixwaze lê ji bo vê çi meş,
çi kar lazim e, li ser vê nasekinin.
Bêhtir xwe dikin giranî. Şoreş ne ji bo
şexsê mirov bifilite, şoreş ji bo gel
bifilite. Şoreş ne ji bo nefsa mirov
were cih, şoreş ji bo îradeya gel, ji bo
hêviya gel, armanca gel a tarîxî dûr û
dirêj were cih. Lê piraniyê tev lê
dibin, dibêjin şoreş ji bo min. Ên tev
li me bûne pir seranserî, pir bi
nêrîneke xwe ya kêfî xwestin bimeşin,
partiyê wiha bibînin û wiha bimeşînin,
tev ketin. Me gelek tişt dan pêşiya wana,
me got, wexta berê xwe didin welat,
berya herin me pir tişt gotin nêlimîn,
guh nedan ser me, pirayî bi zarîkî çûn
li welat ketin, hineka xwe avêt erdê û
poşman bûn, zû şehîd ketin. Tabî va
tiştna ne rast in. Mirov wiha tev li
partiyê nabe. Tevlêbûna partiyê ji bo ku
mirov tiştekî bide partiyê, tevlêbûna
şer ji bo mirov quwetekê bidêyê. Ji bo
vê mejiyê xwe biwestînin.
Niha van hevalên
dinêrin yên dawiyê ne, îlla dibêjin “em
herin.” Ev dersên ev panzdeh sal in li
vir me dane mezin bû. Yên çûne heta niha
bi hezaran çûn çi jê girtin? Qet! Tev
tenezûl nekirin. Di vir de vana ji bo
xwe jî, ji bo hemû hevalan jî giranî
çekîrin.
Tevlêbûna şer bi
rastî li gora rastiya şer be, ne li gorî
kêfa mirov be. Çûna welat li gora îmkan
û şertên welêt be, ne li gora xwesteka
mirov be. Mirov objektîf li ser vana
bisekine. Çima ez van tiştan dibêjim?
Heta niha me kar kiriye, rojekê em
poşman nebûne û me ne gotiye em
westiyane, me ne gotiye em nikarin
bimeşînin. Ji tunebûnê me wiha kir û
heta vir anî. Yê wekê we, me wiqas îmkan
dane pêşiyê, zip xwe diavêjin rast,
diavêjin çep diherin. Nikarin xwe
biparêzin. Ez dibêjim ev ne uslûbeke
rast e. Terbiya şoreşgerî nebe, dîsa
mirov nikare xwe tev li vî şerî bike û
xwe îdare bike. Pir kes şoreşgeriyê bê
nîzamî dihesibîne, bi kêfa mirov jiyan
dihesibîne. Ev ne rast e. Bilakîs nizam
û disîplina mezin di karê şoreşgerîdeye
û pir ne bi kêfa mirov, pir li ser
armancê jiyan, temamê jiyana şaxsî rakir?
Di vê jiyana partiyê, di vê jiyana şerde
tu nikarê ji bo xwe saetekê rehet razê,
nanekî belkî tu nikaribe bixwê, îmkana
te tunebe. Her tişt ji bo şer û nizama
şere, li ser vêye.
Yên tevlêbûne,
bîlakîs! Niha zehmetiya me ya mezin çi
ye? Em însanê kurd bi nîzam kin, bi
dîsîplîna şer gihînin, wana ji zatî
derxînin. Li gorî şerta mirov xwe hazîr
bike, ne li gorî kêfa xwe. Me jî ji
tunebûnê xwe çêkir. Yekî dixwaze xwe bi
ser xe, bila li jiyana serokiyê binêre,
ji tevan be îmkantir, ji tevan bi
tengayîtir, zahmettir gav avêtine lê di
van gavande jî li paş neketiye û
neketiye. Bi usûl meşiyaye, bi mesûliyet
li ser xwe sekiniye, bawerî kiriye,
giraniya tiştan, li ser tiştan bi
zanebûn disekiniye xwe îdare kiriye,
heta vir aniye. Ev ji tevan re lazime.
Bi caran me tim digot soza xwe bidin,
wexta mirov deng dike, li ne binêrin,
wekê me gavan çêkin. Pirek hûn baş
dizanin wekê dîna rabûn serhildan
çêkirin, nizam îsyan kirin, di rojekê
de, di çend rojan de pergala xwe belav
kirin. Bi aqil tunebûn, kes li kesî
gohdar nedikir, tev çûn. Me got em xwe
ji vî halî derxin, ji bo vê me nîzama
PKK’ê danî. A rast jî ev e, çima? Vaye
li se sala dehande, ketina sala dehande
yê şer bilind dike, yê şer di aliyê
serkeftinêde dimeşîne PKK’ye. Ewên din
tev berya PKK’ê di xizmeta dijminande,
di menfeata şexsê xwede, aîle, aşîreta
xwe de bûn, ji bo vana bûn. Ne netewine,
bîlakîs li dij in. Niha îspat bûye ku ji
vê rêkê bêhtir tu rêk tuneye. Ji vê
serokiyê behtir tu serokî ne mumkun e
rojekê li ber xwe bide. Jiyaneke tu bêje
“ya me ye” ev e, di vê rêkê de çêdibe.
Rêka şer, rêka di bin serokiya PKK’ê de
şer vaya tenê ye. Wekî din ne çare heye,
ne jî mirov bixwaze kar bike. A tewra
mezin ev e, yê tê de armanc biserkeve ev
e. Niha ev e, pêşde ev e. Di aliyê
jiyanê de mirov xwe şaş neke. Firsenda
mezin jî dîsa ev e. Ji bo vê em nabêjin
tevlêbûna we ne di cih de ye, belê heqê
we tevane, wekî din jî rêk ji were
tuneye, di aliyê jiyanê de. Lakîn
zurûfên vê rêkê jî hûnê bînin ber çavên
xwe. Tê de bar çi ye, giranî çi ye, zor
çi ye hûnê bînin ber çavên xwe. Ku
quweta we heye pêşve bibin, tunebe rûnên
quweta we pir mezin be pêşiyê bikişînin,
pir zeyif be li paşiyê bimînin, bila
hinek we bikişînin. Li gorî quweta xwe
çêbikin. Ku hûn çûn cihna nebêjin em
nikarin, em nexweşin. Na, bîlakîs hûn
hene ku nexweşan rakin, ne xwe nexweş
bikin nexweşiyê ruhî, yê mejî ji yê din
xirabtirin. Tu hatiye ku gel rabike, bi
hevalê xwe re şer bike, ne ku wana zeyif
bike. Di van meseleyan de ez bawer im ku
hûn gihiştine hinek meseleyan. Heta niha
jî em vana difikirin dibêjin em hinek
mecalan bi van hevalandin. Belê, hineka
em êşandin, belkî em jî şaş kirin. Pir
tişt dixwestin, pir soz dan, em jî li
ber bayê wana ketin. Zirar wan jî dît,
me jî dît.
We hinek ders
dîtin, tarîx çiye, jiyana partiyê, partî
çi ye û bêhtir şer çi ye, we însaniyet
naskir. Jiyaneke rast li ser çi ye, ji
bo çi ye? We dît. Vana tiştên baş in,
tiştên mirov bi ser dixe. Di aliyê
nazariyê de we hinek tişt girtin. Belê,
bêyî vê jî nabe, amelê însên bêyî
nazariyê, bêyî planan nabe. Ji bo vê jî
li vê sahayê tiştê mirov girtiye, mirov
biçûk nabîne, ji bo destpêkê zarûriye û
bi tenê xwe bi nazariyê jî şoreş nabe.
Emel ji bo tevan tê xwestin. Ku emeleke
baş çênebe mirov nabe musluman jî. Bi
baweriyê, bi îmanê tenê ne mumkun e
mirov bi serkeve. Bi emel van tiştna cih
digrin. Ji bo vê gavên emelî jî di cih
de ye, mirov ji gavên emelî xwe dûr nexe.
Gavên emelî ne şer tenêye, tedrîba gel,
tanzîma gel tev emele. Belkî bêhtir jî
şer emel e. Gavên Serokiyê çibû? Emelê
Serokiyê îdaiyete, tanzîm e, karê siyasî
ye, ev ji şer re bû tarîxek e. Nebêjin
şer tenê kare, emele, di her alî de emel
heye û yekî bi aqil pê bigre dikare ji
tecrubeyên me netîceya bigre, di cîhekî
teng de, di îmkanekî teng de jî mirov
dikare bi çi awahî mezin bimîne. Mejiyê
te kûr û fireh bifikire, emelê te jî
mezinbe tu dikarê li her derê xebata xwe
bi serxîne.
We di dersan de ev
tiştna pir dîtin. Tecrubeya serokiya
PKK’ê tecrubeyeke mezin e. Tiştê kiriye
bi rastî di tarîxêde nîn e. Yeki bi
Qûranî pêrebe, here kî derê dikare karê
xwe bi serxe. Ku durust be, bi Serokiya
PKK’ê re bi emel, bi îman pêre be, ne
mumkun e ew insan zû bikeve. Lê, bi
xusûsiyetê xwe re be, mînê yekî adîbe ne
mumkun e di vî karî de bi serkeve. Dilê
xwe, kêfa xwe çi xwest bike, ew însana
nikare bi siyasî be û di şer de nikare
pir tiştan pêş de bibe. Hûnê nîzama
baweriyê bikin. Nîzama Serokiya Partiyê,
ûsula daniye heta dawiyê pê îman bikin û
tev le bibin. Wekî din çare nîn e. Mirov
pê jî neleyize. Pê xwe nexapîne. Bêyî vê
jiyana we kesî nameşe. Vêna dîqat bikin.
Bêyî Serokiyê bi rastî hûn nikarin
rojekê xwe îdare bikin. Tevlêbûna
Serokiyê jî bizanebûnbe, ne bi niyetan
tenêbe, bi emelekî baş be. Di welêt de
jî tecrubeya mezin heye tecrubeya
hevalan heye. Hûnê alîkariyê ji wan
hevalan bistînin. Wê we biparêzin, wê
hinek îmkanan li pêşiya we deynin, lakîn
ne ku hûn li ser razên, ji bo hûn jî
hinek îmkanan hûn jî tev lêbikin, ji bo
vêye. Hevaltî ne ku mirov tenê bigre,
mirov bide jî. Çi ji te hat bide. Tim
nexwaze, bide. Ya rast ev e. Te çi
karîbû bikraya bike, quweta te çi girt
bi ser de here. Xwe li ser hevalên xwe
neke bar. Durustbûn di PKK’ê de ev e, û
bê durustbûn jî mirov nikare çêbibe. Di
vir de mirov pir hassas be, her tiştî
qebûl bikin, bi durustbûnê neleyizin û
tiştên dikarin bikin xwe jê durnexin.
Tiştên nikarin bikin jî bi seraserî, bi
durutî nexwazin. Jiyaneke vekirî,
jiyaneke bi zanebûn di nava partiyêde
bimeşînin.
Hûn van tiştna tev
baş dizanin. Ne ku ez car bi car bibêjim.
Çima berya çûna we ez van tiştna dibêjim?
Ez dinêrim ku dibêjin, “Ez wiha bi
Serokiyê ve girêdayîme, temam Serokê min
tiştê tu dibêje em pê re ne.” Ku wiha be
wekê em dixwazin pê re be, ne wekê
zarokan be. Tu dikevê nava şer. Nava ar.
Ji bo vê em dibêjin van gotinên me
gohdar bikin. Hinek zû ketin, geleka
gohdarî nekir, ne hassas bûn, ji bo vê
ye. Ne zarûrî bû jî. Ji bo vê ez dîsa
dibêjim ku hassasiyeta mezin, dîqat û
tedbîra mezin, îmana mezin, emelê mezin
nebe, hûn nikarin di vî welatî de di
nava vî şerî de xwe rojekê dewam bikin.
Wekê em dixwazin ku bikin, ez bawer im
ew însanan jî bi serdikevin. Heta ji we
tê, li ser rastiyên Serokiyê bin. Bi
rastiya Serokiyê xwe tev li vî şerî
bikin, bimeşînin. Dimeşe, jiyan li serê
we nabe bela. Jiyane ke wiha pir bi
qiymet mirov dikare bi ya xwe ke. Wekî
din jî jiyana însanê kurd pûçe. Em îflas
kirine, gelekî îflaskirî, welatekî
xerabekirî, dijminekî li yaqî navê me
dîsa nabîne, tu ne kesî, tu ne bi navî,
tu ne bi tarîxî, tu ne bi siyasetî, tu
ne bi jiyanî, tu ne bi tiştekiye. Em jî
dibêjin em hene, xwediyê welat û jiyanin
em dibêjin û ev dibe sebeba şer. Şer ji
bo ve xwestekê ye. Tu welat dixwaze,
jiyanê dixwazê, Kurdayetiyê dixwazê, tê
mirinê bîne ber çavên xwe. Yekî dibêje
ku ez xwe jê dûr naxim wê mirinê bîne
ber çavên xwe, bi mirinê wê xwe tev li
şer bike, ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê
wê xwe tevlê bike. Çûn li ser vêye, dîsa
ez dibêjim, ji bo jiyanekêye, ne ji bo
mirinêye. Wexta mirin tê qebûlkirin, pir
sebep hene, jiyan sedî sed mirinê
dixwaze, wê çaxê tê qebûl bike. Mirov
wekî din mirinê qebûl neke û heta ji
mirov tê jî jiyanê datîne pêşiya gel.
Mirin ji jiyanê re bi çarebe.
Niha li welat şer
bi çi awahî dimeşe, li hemû aliyê welat
bi çi awahiye û mirov bi çi awahî tê de
şer bike, cihê hûn diherin li ser vê
heval xurt disekinin. Her tişt bi tanzîm,
bi nîzam e. Hûnê li ser vê nizami
hareket bikin. Li gorî quweta we hûnê
hinek karan bigrin. Xusûsiyetên xwe hûnê
bi hevalan naskirin bidin, heval we ne
di carekê de, li gorî îmkanên we gav bi
gav wê we tev li artêşa gel bikin, tev
li xebat û şer bikin. Ku we nêrî quweta
we tiştên baş dikare bike, wê wextê hûnê
bixwazin. Ne her tiştî mirov ji hevalan
bixwaze, tim jî ji bo kirinê mirov xwe
pêşde bide, tim bêje ez heme, dikarim
xwe pêşde bibim. Ne tim ruhê, her tişt
ji bo min, ez ji partiyê bixwazim, xwe
pir neêşinim. Yekî wiha bike, di vî
şerîde pir îflah nabe, ne usûleke raste.
Mirov tim fedakar be, tim di aliyê
fedakariyêde mirov nişan bide, bi usûlê
jî mirov xwe pê bigre. Di virde herkes
bibe sebebek gaveke pêşkeve, ne li
paşkeve.
Xizmeta me ya vir
jî ne hindik bû, hûn niha li ser vê
xizmetê radibin. Hûn pir dixwazin, ne ku
ez ji were dibêjim herin. Car bi car
îlla hûn dibêjin welat û wexta hûn
dibêjin welat jî vaye rastiyên welat
evin. Di vir de wexta we pir tişt wiha
giran dîtin, ecêb nekevin. Berê me ev
tişt tev gotine. Îmkanê kurda ev e, rêka
kurda ev e, şerê kurda ev e, serkeftina
kurda ev e. Ez bawer im hûn li ser
tecrubeyên panzdeh salan ên me li vir
meşandiye, we ders girtine. Dîsa bawer
im ew kêmasiyên we, nexweşiyên we, we
xwe jê dûr xistiye. Însanê kurd li ser
rastiyên xelkê ne mumkun e îflah bibe.
Rastiyên me, yên ji bo we ev tiştên me
kirine li ser hûn çêkirine destpêkeke,
ne dawiye. Her tişt li ser destpêkekê tê
meşandin. Ku hûn xurt bin, destpêkeke
xurte. Dawî bi çi awahî tê, dawî vaye li
ser rastiya jiyanê tê. Li ser vê elimîne,
ji vê şun de yê were xwestin meşe. Rêka
meşê ji vekiriye, hûnê di demeke kin de
jî xwe bigihînin sahaya welêt û
bigihînin şer, rastiyê. Cejne, tevlêbûna
şer, tevlêbûna welat bûn. Ev hezar sal
in ev îmkanan nuh çêdibin. Ez
pîrozbûniyê li ser vê cejnê dikim. Di
sala dehande ji bo hemû şervanên ARGK
vêna wiha dibêjim. Wekî din ne mumkune
têrbûn, ne mumkun e razîbûn. Razîbûniya
me, têrbûniya me li ser serxwebûn û
azadiya welate. Û ev jî bi şer çêdibe,
hûn jî tev li vî şerî dibin, cejna we ev
e. Di ser sala dehan de mirov dikare
bêje ku tiştên em bixwazin jî viqas e,
ev e. Ne gireniyeke, ne zahmetiyeke,
bîlakîs ketina hezar salan şûnde
rabûneke. Jiyaneke bê şeref şûnde
jiyaneke wiha bi şeref e. Bes e. Ev
gavên hûn jivê şûnde jî çêdikin, li ser
vê rastiya mezin e. Em ji we tevan re
dîsa pîroz dikin, ji vê şûn de gavên hûn
çêkin di saha şer de, di nava gelde pir
bi dîqak, pir bi bawerî li ser rastiya
partiyê be heta dawiyê û ku hûn wiha
bimeşin serokî heta dawiyê bi we re ye,
sozên hûn bidin pê re ye. Ji bîr nekin.
Mirov ne ku niha ji bîr bike, heta
mirinêye û ji mirinê şûnde jî bi tiştên
mezinrebe. Tiştên mezin ji mere evin.
Pêrebin. Ku serê we here, bila rastî ji
destê we here. Rastiyên mezin jî ne ji
bo şexsê mine, ji bo hemû armancê vî
milleti, hêviya vî gelî eve. Hûn li ser
vê van gavan diavêjin. Serokî jî vêna
dimeşîne. Em bi werene, hûn bi me re ne.
Jiyan me di xwe de kir jiyaneke hemû
gelî, jiyana gel jî me kir jiyana xwe.
Ji bo însanê kurd tiştê mirov mezin
bihesibîne ev e. Ev bû jiyana we jî.
Em dîsa divê
jiyanê de heta mirinê ji we tevan re
xebateke wiha baş, roj bi roj mirov
welat azadiyê bike ya xwe, kelemên
derveyî partiyi û hundurê partiyê mirov
li hember disekine dike ya xwe. Jiyana
xwe tê de mezin çêbikin, mezin bijînin
eve. Bi sebir, bi bawerî, tim jî bi kar
bikin. Meş jî ev meşe. Meşa Serokiyê jî
eve, heta niha. Meşa mirov bi ser dixe,
hesaban ji dijmin dixwaze û mirov bi ser
dixe eve. Ji we re jî em jiyanaka wiha
dixwazin. Di vê jiyanêde ji hevalên wiha
nuh diherin, yên dewreyên dawiyê û
şervanên di welat de jî ku bi şerê xwe
tev li sala dehan dibin em wiha ji
wanare serkeftinê dixwazin û silav
dikin.
*Ji dahûrînên
tebax-îlonê yê sala 1993'yan, rasterast
ji axivîna bi kurdî ya serokatiyê hatiye
girtin.. |