| |
|
Dayika Ûweyş;
Dengê biesl ê çanda xwedawendiyê!
|
Mezinbûna
heqê dayikê teqez e. Ev ji bona her
dayîkê wisa ye. Bêguman, rêzgirtina
dayikê, girêdana mafê hiqûqa dayikê divê
her dem li ber çav bê girtin û ev wekî
peywir li pêş me ye. Emê hewl bidin ku
her dem rêza yekem bidine dayikê û bi
awayî herî baş layîq bibin.
Bahsa dilê dayîka
tê kirin. Tê gotin ku gelek bi hestan
barkirîne û bi piranî jî digirîn. Ev li
Kurdistanê zêdetir e. Sedema wê jî di
rastiya me de veşartiye. Di şertên
malbatên pêşketî de, kêm be jî dîsa jî
dayik digirî. Li ciyê ku herî zêde an jî
heta dawiya emrê xwe digirîn, ciyên herî
zêde ku nakokî zêde ne. Ev bi tevahî
dibe nirxandineke zanistî jî. Ji ber vê
yekê jî, dayikên kurd, dayikên ku herî
zêde digirîn. Ev pêwîstiya ravekirina
zanistiyê ye. Min tu car nexwest bi
erzanî nêzîkî dayîkê bibim.
Rastiya min a
dayikê jî, xwedî wateyeke wisa ye. Ji
destpêkê de min ev hêlên nakok bihîst û
ji bona hêlên neyînî pêk neyên jî, bi
awayekî bêeman ez di ser xwe de çûm. Di
vê wateyê de serîrakirina min a mezin a
li hember dayikê di emrekî biçûk de
destpêkir. Wê bê gotin ku, “Ma wisa
dibe?” Rast e, dibe. Bi min re gelek
gelek çêbû. Baş tê hişê min; dem bi dem
dema ku min digirt hemberî xwe û bahsa
hiqûqa xwe ya demkurt dikir, tezê min ê
dijber hebûn: Min digot, “Tu, bi kîjan
hincetan, bêyî ku tu paşeroj raber bikî,
bi zarokekî re wisa biaxivî. Te çi da û
tu çi dixwazî?” Hê di wî emrî de tezên
min ên bi hêz hebûn. Ev jî dibû şiklekî
pejinkariyê. Ji bona ku layîqî vê dayikê
bibim, min hê wê demê dît ku encax bi
pratîkeke jiyanê ya bêeman ezê bikaribim
pêk bînim.
Min tu carî
nexwest bi erzanî berê xwe bidim dayikê.
Min hezkirineke erzan nexwest, min hewl
da ku nekevim rewşeke biçûketinê. Min
dikaribû hinek tiştan bikira, da ku
dayika xwe razî bikim, ji bona vê jî
serkeftinên min jî hebûn. Bes dibe ku
hinek bibêjin, “Tu gelek bêrehm î!” Lê
li gorî min, wekî awayê herî baş
layîqbûnê, ez bi diyariyan, bi gotinên
erzan ên hezkirinê re, bi vê hêzê nêzîk
nebûm. Gelek hesret mabû û gelek caran
digot: “Gelo tu yê bikaribî, çend metre
paçek bistînî. Ez dayika te me.”
Li
hember van gotinan, min tu carî
diyariyek nesende. Di şert û mercên
malbata me de, jiyaneke bi gelek
zehmentiyan derbas dibû hebû. Têkiliya
dê-bav, jiyanê kiribû ku neyê naskirinê.
Bav extiyar û hinek jî bêhêz. Dayik
hinek ciwantir û bi hêz e. Ev têkilî bi
serê xwe, di têkiliyên malbatê yên
serdestiya zilam de, rê li ber nakokî,
tevlihevî û nenasiyan vedike.
Dîtir bîranîneke
min a girîng, li hember şer’ra zarokên
mizawir Miho û Cimo, derketinên min
dawîn bûn. Miho her dem dixwest şer bike.
Rojek, li quncê malê, dawa min tijî
kevir, bêyî firsend bidimê, min ew bi
keviran pêşwazî kir. Heta goma malê
reviya. Carek din xwe nêzî pevçûnê nekir.
Yê Cimo jî piştî şopandinekê, ji hevraza
jorîn de, dawa min tijî kevir min ew
tengav kir. Ew jî reviya goma malê.
Piştî ku dersa xwe baş girt, ji rewşa
xeterbûnê derketibû. Li ser vê yekê, baş
tê hişê min, dayika min li min xwedî
derkete û peznê min da. Di pêşketina
lidijderketinê de, bêçaretiya bavê min û
serhêldêriya dayîka min a sînor
nenaskirî û heq dîtin bandor kiriye.
Çavdêriyên dayika min li hember min, bi
qasî ku min piştre bihîst, erênî û
gihiştî bûye. Ne şaşbim li ser pirsa
Fermandarê Tugaya Rihayê, gotina wê ya;
“Ji bona ku wî li ber congên xwe bihêlim,
min gelek hewl da, lê biserneketim.”
rastiyê îfade dikir. Ya ku yekem car
ferq kir ku, wê terza min, min bi tenê
bihêle jî ew bû. Gotina wê wisa bû; “Wê
her kes ji te sûd werbigire, lê wê tu
kes fena te bi te re nexebite.” Gotina
wê, fena ku got jî derket. Wekî din, der
barê min de nirxandina wê ya dawîn ev
bûye; “Ew ji bona min tekane bû, ciyê wî
û ew bixwe gelek gelek cuda bû.” Berî
rehmetkirinê gotina wê ya dawîn; “Her
dem dia bikin, ji her kesî re xêrê bikin”
bûye.
Piştre di
nirxandinên min ê dayik û jinê de ku min
ew erka wê nirxand, min pêwîstiya basît
negirtinê û mafê wê dayînê dît.
Nirxandineke wê ya ji bona jinan jî,
têrî xwe biarifî bû: “Zehmet e ku tu bi
vî hiş û kesayetî jinek bibînî” Divê min
ew eqlê dayîka xwe ku difikirîm ji bilî
hêrsê tu taybetiyên wê nîn in, qebûl
bikirana. Ji ber dîroka ku kor dike, em
ji hev dûr ketin. Lê piştî ku min li pey
xwe nihêrt, ew dengê bi esl ê çanda
xwedawendiya dayikê ye û wê ev deng
gihandiye min. Minê piştre ji ber vê ew
bi minet bibîr anîna û ew qebûl bikirana.
Ya ku min serî li hember rakir ne dayika
min bû, ew pergala zalim, biyanî û dirû
ya civaka serdest a mêr bû. Min îspat
kiribû ku, her çiqas me ev bi hev pîroz
nekiribe jî, ez kurekî baş ê dayika xwe
bûm.
Karê wateyê her
diçe bi pêş dixim. Bi awayekî betal
betal vegera min a axa ku li hatime dinê,
min dest tehlîlkirinê kiribû. Sedema
fena hespekî ji gomê rev û xwe avêtina
çiya, nirxa ku sê caran nîvdarvekirina
dayika xwe baştir fêm dikirim. Dayika ku
min digot nezane, minê piştre ji gotina
wê ya, “Wê tu kes xwe tevlî xebata te ya
wisa nebe, her kes ji te feyde bigire û
tu yê tenê bimînî” min fêm kir ku tenê
wê ez fêmkirime. Bêyî ku li pişt xwe
binêrim, bi sekna xwe ya, “Tişt nabe, ez
bibiryar im bi tenê bimeşim” meşiyam.
Dema ku min xwe wisa fêm kir, min axa ku
lê çêbûme tehlîl dikir. Her ku sedsala
20’an ji dûr ve bi hemû giraniya xwe
dihate ser min, minê fêm bikirana ku
çima tê ser min. Bi êrîşeke fena rahibên
sûmerî ku bi dewleta afirandiye çawa
êrîş dibe ser axa bi bereket a
xwedewenda dayik re rû bi rû man. Dema
ku min ev fêm kir, ez bi xwe ji xwe
direviyam û minê bidîtana ku li paş, ji
bilî çend niqutên wateyê nemaye.
|