|
Bîranîna şehîdên Newrozê
bangawaziya jiyana azad e |
Bi
bîranîna şehîdan jiyîn bi qet
jibîrnekirina îro, ji wê wirdetir ew
kirina perçeyeke kesayetiyê ve pêkan e.
Gelo hûn wisa ne? Rêhevalê Mazlûm baş
dizanî ku zilm û zordariya hezarî salan
wê her tiştî li ber xwe bibe; hêviyeke
PKK’ê heye, ronahiya wê heye û wê
vemirandina wê bê xwestin! Zahmetiyên wê
demê ewqas dijwar in ku, di serdemên
wilo yên dîrokê de hîn zêdetir jî di
dîroka me de tişta ku hatiye kirin ya
çarenûseke di nav perîşantiyekê de
pejirandin, yan jî radestbûneke gelekî
xerab bûye. Rêheval Mazlûm her duyan jî
nake; çalakiyeke ku dibe xeleka dawî ya
çanda berxwedaniyê pêk tîne. Wekî ku
serî li hember çarenûsê tewandin nîne,
ji radestbûnê jî qet tu şop tuneye.
Min ji Mazlûm wana
çalakiyeke Newrozê ya bi vî rengî
nexwestibû yan jî min hêvî nedikir. Lê
belê zext ew qas tund bibû, jiyan
gihiştibû xalekî ewqes qehrker ku tenê
riyeke berxwedaniyê yan jî tenê riyeke
jiyînê hebû. Ew jî bi dendikê kîbrîtê
agirê Newrozê pêxistin û xwe feda kirin
bû. Bê guman ev lewaziyeke mezin jî
vegotin dike. Lê belê di nav xwe de
berxwedaniyeke mezin jî destnîşan dike.
Di vê mijarê de serdemeke ku lewazî û
lehengî ketiye nav hev di kesayetê de
nehatiye jiyîn. Ev rewş ji dorhêleke ku
rastiya civakî û neteweyî tê de kor û
ker bûye de, bi tena serê xwe wekî
hêzekê liberxwedayinê vegotin dike. Wekî
din tu çara wî nîne, wekî din tu
derfetên wî nîne. Tu nikare dengê xwe
bigihîne tu derê. Li îro hizirandin, li
dilê wê demê hizirandin xwedan
girîngiyeke pir mezin e. Divê hûn hinekî
dilêr bin.
Em li rastiya tê
jiyîn dimeyzînin; di gel nirxên
lehengiyeke ewqas mezin, ewqas nizmbûyin,
ewqas cûcetî û ewqas xaflet tê jiyîn;
evana herî kêm bi qasî nirxên lehengiyê
xwe didin axaftin. Ev nakokiyek e. Li
ser lehengiyê nehizirandin ango
hizarindin lê belê pêdiviyên wê bi cih
neanîn dev ji nirxên mirovatî yên
bingehîn berdan e. Ev yek bi devlokî
derbas kirin, di asta fermanekî de dest
negirtin û tiştê li ser milan dikeve pêk
neanîn, bi kesayetî dibe ku ji kesekî
xiyanetkar û gafîl zêdetir texrîbkar be.
Wateya tevahî hewlên me ji bo em van
nîrxan -ku hema hema divê mirov di ser
her tiştî re bigire- bikin hêza herî
bandorker a jiyanê û ger pêkan be
rêxistina wê û çalakiya wê her daîm
bikin. Nirxa ku me herî zêde girêdide ev
e.
Ez baş bawer im ku
ev çandeke berxwedaniyê ya PKK’ê ye.
Jixwe vê rivînê hem zîndan, hem jî welat
dorpêç kiriye. Ev rivîn îro bûye
rastiyeke şer ku tu kes nikare li ber
bisekine. Mezinantiya wê di vir de ye.
Dilsozbûna bi
bîranînê ve erkeke girîng e û tiştên
hewce dikin çi dibe bila bibe divê werin
pêkanîn. Yê dimeşe ev e, yê dimeşe şehîd
e û ferman ji wan tê girtin. Piştî
girseyîbûna me di Newrozan de keçên
ciwan xwe şewitandin. Ev çalakiyana
çalakiyên lehengiyê yên mezin in. Ev
çanda ku di Newroza 90 de bi rêheval
Zekiye Alkan ku agirê raperînê di bedena
xwe de pêxist re destpêkir, di Newroza
92’yan de, rêheval Rahşan Demîrel, di
Newroza 94’an de rêheval Ronahî û
Bêrîvan re berdewam kir. Ev çand dibe
bangawaziya girseyîbûnê. Çawa ku rêheval
Mazlûm girêdayî partiyê ma û PKK kir
bangawaziya jiyanê, dîsa rêheval Mahsûm
çawa ku bi gerîla re girêdayî ma û bû
bangawaziya gerîla, şehadeta van keçên
me yên ciwan jî bangawaziya; “Dest bi
serhildanan bikin, girêdayî bimînin, ber
bi welat ve herin, ber bi welatparêziyê
ve herin, bibin girse û di vê wateyê de
rivînê pêxin”.
Xweşewitandin, ji
aliyê dijmin ve yan jî kesên seranser ve
wekî xwekujiyê tê nirxandin. Na! Ji ku
derê lê were mêzandin bila were mêzandin,
mirovekî ku çalakiyeke wiha li darbixe
em dizanin ku ew kes xwedan azweriya
bilindkirin û her daîm kirina
berxwedaniyê ye.
Em rojên di
navbera 21 û 28’ê Adarê de wekî hefteya
lehengiya netewî dinirxînin. Di serî de
şehîdên Newrozê û gelek mînakên
lehengiyên mezin, nirxandina bîranînên
wan û ya herî girîng jî hundurînkirina
encamên wan li ser me ferz dike.
Me li ser bîranîna
rêheval Mahsûm Korkmaz (Egîd) tiştek got
û ji bo vê şehadeta bi berxwedanî me got;
“Ew li hemberî tefandina hêviyên jiyanê
yên li çiyê pêşdikeve, hewleke bi rûmet
e.”
Ger hinek can xwe
di riya hinek raman û peyaman de bê
berdêl didin, ev raman û daxuyanî nemir
in. Tê dîtin ku her çalakiyek xwedan
nirxekî lehengiyê ye; rê ji guhertina
dîrokî, civakî û siyasî re vedike. Tenê
şertekî vê heye; ew jî kesên ku xwe
dilsoz dibînin, kesên ku dibêjin “Ez jî
şopdarê wan im, dilsozê wan im” divê
duristiya xwe nîşan bidin, bi doz û
armanca ku şehîdan hebûna xwe di ber de
daye girêdayî bimînin. Ji wir de tir ewê
dawiya wê gav bi gav heta serkeftinê
were.
Me ji zivistana
par heta van rojên dawî bi waneya
partîbûyinê re û bi têgîna rast a
rêxistinbûnê ve dîsa di heman demê de
riya bi bîranînê ve girêdayinê re nîşan
da. Me got; “Em bibin PKK’yî û şer bi
serxînin”. Tu nikare cuda bersivê bide
bîranînan. Ev yek bi hêzbûna te ya
partiyê ve pêkan e. Me ev yek bi hemû
milên wê ve destnîşan kir û me got; “Em
rast nêzîkî enîbûyina gel bibin”.
Girsebûyin ji bo serkeftinê zahf pêwîst
e. Ev yek jî bi rast nêzîkbûna girseyê û
bi polîtîka me ya rast a girseyê ve
girêdayî ye. Em bi ser vê de çûn. Ji vê
pêvetir tu çare nebû. Divê tu rastiya
artêşê û şerkirinê bizanibe. Tu nikare
peyamên Newrozê û şehîdên lehengiyê
cudatir pêşwazî bike. Me jî xwest em
bersiveke wiha bidin vê salê.
|