Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

DI ŞOREŞA KURDISTANÊ Û JIYANA ŞOREŞGERÎ DE XWE XURT Û AZAD BIKIN

 

 

Wiqas Kurd, zêdeyi sî milyonî ne, cefaya dunyê dixwin, ji xelkê re jî karên tewra bi zahmet dikin, lê ji xwe re heta niha tiştek nekirine. Mîrov pir ecêb dimîne.

Ji biçûkayî ve -ez dizanim ku pir derew e- digotin “çare tuneye.” Jiyaneke ecêb e, heta niha me çawa şer kir, em gihaştine vir... Aqilê însên naçe ser.

Niha hêdî bi hedî gohdar dikin. Berê kurdan gohdarî jî nedikirin. Xwe nas nedikirin, xwe înkar dikirin. Heta ku me mesele pê qebûlkirinda, wiqas xwîn hate rijandin, di mirin û mayinê de em man.
Niha em bi ser dikevin.

Milletek lazim e xwe nekiribaya vî halî, ev hal qebûl nekiribaya. Çigwas xerabên xwe hebin jî bila hebin, dîsa tiştin bikrana. Hinek bi aqil, lazim e jê derketibana. Niha yek caran ez li ser xwe dibêjim, cima ev kar ji min re ma? Kesî tenezûl nekir ji bo vê. Ne mejiyê wana, ne cesareta wana ne razî bu, ku xwe di karê kurdake. Menfeat qet tê de tuneye û mirin e. Ji bo vê tenezul nekirin. Jiyana xwe jî ne tu jiyan e, lê çiqwas adîbe jî dîsa dibêjin ev jiyan meqbûla me ye. Wiqas axe û beg hebûn, wiqas ên xwe zane dihesibandin hebûn, neketinê. Tê bîra min, me pir dixwest, digot bila hineke din jî di vê xetê kevin, wiha bizanibin û xwe bi ser din. Heta niha jî yekî wiha di cih de xwe dide ser dozê ez nabînim. Yanî însanê me mirinê qebûl dike, lê li ser rastiya mezin nikare hereket bike, quweta xwe tuneye. Ku ne wihabaya, yekî wekê min pir bêçare, pir tenê, pir zeîf qey xwe wiha dikir? Na! tenezul nekir, ev kar ji min re ma. Ev dihat aqil û bîra we? Na! Ez çûme ku li hemû deran hemû însan li ser meseleyê kor in, jê dûr in. Hinek jiyana we heye, bes ji bo çi ye? Belê, mîrov li mala xwe binêre, li zarokên xwe binere ew jî jiyanek e, lê jiyaneke ji bo millet tevî be xwe nadin ser.

Nefs her tiştî qebûl dike, yanî serî da xistin, ji xwe dûrkirin, heta dawiyê millet gebûl kir. Yanî hûn niha difikirin ku ev heval bi çi hawî heta vir hat. Tabî mîrov li ser bisekine. Di dunyê de ji me xerabtir kes nema. Heqaretên dijmin her roj dike, yekî bêje ez insan im, nefsa wî nikare qebûl bike.

Min got ku îmkanên min ji yên we tevan kêmtir bûn, dîsa min xwe da bin bar û min heta vê derê anî. Niha gel zahmetiyê dibîne, dijmin li ser e. Ji berê baştîr e, çima? Mîrov her xerabiyên dijmin qebûl bike û bi xwe xweş bîne, pir xerab e. Niha tu bi şerê xwe bimre jî îşkenceyê jî bixwe, dîsa nefsa mîrov qebûl dîke. Çima? Ji bo şerefekê ye.

Însanên kurd ên ji bo meseleya xwe bi tevahî hereket bikin kêm in. Ewên din ên derketine jî li ser nefsa xwe ne, millet îstîsmar dikin, ne ji bo ku quwetekê çêbikin.

Tabî halê we jî di zahmetiyê de ye, hûn jî pir bêçarene, we pir derb xwarine. Hûn nikarin serê xwe rakin. Wexta ez rexneyan dikim, ne ji bo ku ez we di bin tuhmetan kim, zahmet e, her kes nikare serê xwe rake, pir zahmet e. Ne ku çima we nekir, hûn bê quwetbûn, bê çarebûn, bê isûl-zane bûn. Ê min jî isûla min ecêb e. Hinek firsend, hinek şans, hinek alîkarî û bêhtir jî li ser xwe sekinîm, pir pir min pirs ji xwe pirsiyan, pir pir min xwe da ber çavên xwe, pir pir ez li ser nefsa xwe sekinîm û min xwe wiha kir. Belê, niha çi dibêjin, “Mesele niha bi xwedî ye.” Çiqwas tengbûn hebin jî mesele niha dimeşe, venamire, nakeve. Tabî bêbextiya alemê jî heye. Lê bêbextî bila dîsa ji wana re be, emê karê xwe bi serê xwe heta em dikarin emê bikin. Ez bawer im we jî tiştin ji meseleyê fêhm kirin. Ji vê xebatê, ji vî şerî we tiştin girtin. Hûn jî niha difikirin, dicivin.

Tabî rêyeke me jî heye, em di rêyeke rast de ne. Ji bo serê salê me hinek dost dîtin. Ez serê salê tem cem dosta, xal, xatir dipirsim. Vê salê jî em hatin. Ji bo kû gel çi dike, çi nake. Îmkanên min kêm in, ez nikarim bigerim, dosta tevda bibînim, wiqas îmkan heye. Ê ku gel ji bîr neke, dîsa em in. Ê ji bo gel bi durustî kar bikin dîsa em in. Tabî ev bîst sal in me xwe da ser. Ji gel re baş bû, bi serket.

Ez bawerim hûn jî niha hebekî baş in. Hûn dikevin riya rast. Ji rêka şaş, ji dema cehaletiye hûn derdikevin. Ev dema ronahiyê ye, ji kurda re jî ronahî çêdibe. Hûn têdene. Ji bo kerameta însên jî ev ji hemû tiştên wekî din baştir e.

Tabî ji meseleyên siyasî, me hinek tişt gotine, digihên we. Ez naxwazim tiştên me gotiye, ez di vir de tekrar bikim. Ev tiştê dawiyê bûye jî, ew îxaneta di şerê Başûr de çêbû jî bi rastî hûn gelekî hişyar kirin. Xiyaneteke wiha pir eşkere bi dijmin re derket, millet dît. Bi dijmin re ne, berê jî wiha bû, niha eşkere bû. Ew şerê li Başûr bûye, bi rastî dijminên kurda tev bûne yek. Û xayinên me jî bêhtir bûne yek. We dît, bi rastî xwestin ku ew şerefa me hebekî bilind kiribû, nefesa me hebekî vekiribû, dîsa bifetisînin û bêhtir jî xayin ji serxwebûn û azadiyê dûr in li dijî wê ne. Û yeke din derket ku ne ji wana baya, dijmin nikarîbû di Kurdistanê’de wiha hereket bikiraya. Xweş derket ku ne ji vana baya niha me karîbû Kurdistan çêbikraya. Ew peyayên wana di Botanê’de, di Bêhdînanê’de ev neh sal in xizmeta dijmin nekiribana dewlet çêbûbû. Tabî li gorî vê hesaban bikin. Vana kurd kuştun, bi kirasê kurdî. Çima rê nadin gel ku bi yek be û di şerkeve? Fêdeya wana ne li ser vê ye. Ji berê de veşartî niha heşkere bi dijmin re ne.

Wekî din jî xayin hene. Evên bi dijminre hereket dikin, ajanên wekî din in. Ku ne ew bûna niha Kurdistan wiha nedibû. Ev sed sal in wiha kirin, netîce ev millet ji ortê rakirin. Di sala ‘92’ande ev tişt xweş derketin. Yek millet ku wiqas xiyaneta xwe bike, ne mumkun e ku îflah bibe. Yek millet wiqas xayinên xwe ji xwe bihesibîne, xayinê xwe nas neke û li dijê wana ranebe, mîrov nikare bêje wê ew însan îflah bibe, ew millet îflah bibe. Ev derket. Mirina we li ser çi ye? Tabî hûn bê çare ne. We berê peyva wana jî dikir. Ne çare ye. Însanê kurd, xisûsiyetin xwe hene, başbûn û xerabûnê nikare ji hev derxe. Kû derxe jî nikare li ser başbûna xwe qirara xwe bimeşîne. Bêçareye û menfeata xwe jî nizanin. Yekî dost û dijminê xwe ji hev dernexe, bikearî pênc pereya naye. Li hember dijminê xwe reyê xwe negre, bi dostê xwere nebe yek, îflah nabe.

Çima em heta niha wihabûn? Hûn jî ji xwe bipirsin. Tabî vaya meseleyeke muhîm e. Ê min ez dikim, di aliyê dîn de, di aliyê felsefeyê de, di hemû aliyan de başbûn û xerabiyê em ji hev derdixin. Milletê me berê nikarîbû ji hev derxista.

wê bidome...

 

Serokatiya Partiyê

08.01.1993

* Ev dahûrîn resen bi kurdî ji hêla serokatiya me ve hatiye kirin
 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» DAXUYANÎ HPG

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE