Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

Ji sala 2008'ê bi hêvî me

Rêber Apo

 

Ez li vir di bin çewsandineke sêalî de me; kargerî, siyasî û darazî. Ev der girêdayî serokwezîriyê ye û rewşeke siyasî ye. Lê tev ev rastî helwesta me ya li wir nikare biguherîne. Kes nikare min bike alavê tasfiyekirina PKK’ê, mayîna min a li vir bi vê mebestê bi kar bîne.


Eger DYA nebe ev operasyonên hewayî nikarin pêk werin. Ez dizanim ku ji bo tasfiyekirina PKK’ê ne. Ev heman senaryo ne ku sed sal berê îngilîzan pêk dianîn. Çawa ku di salên 1920’an de problema Mûsilê derxistin, niha jî heman tiştî dikin. Meseleya Şêx Seîd de jî heman tişt kirin. Beriya wê jî problema ermenî û rûman çi kiribûn tê zanîn. Anîna min a li vir bo vê ye. Ez ji bo helwesta xwe ya serbixwe tasfiye kirim. Divê ev siyaseta kûr baş bê fêmkirin.

Feydeya van pevçûnan ji bo Tirkiyeyê nîn e. Tirkiye nikare ji van tu menfaetê bi dest bixe. Du xet hene: Yek a xeta netewdewletê ye ku DYA li Başûr piştgiriya wê dike. Ya din jî ya ku me damezirandiye ya konfederalîzma demokratîk. Tirkiye nizane ku PKK bikaribe bê xilaskirin dê rastî çi bê. Bi vê siyasetê hem dewleta tirk hem jî PKK’ê bixin bin kontrola xwe.

Îro DYA di nav AKP’ê de xwedî rol e. Ev ne serxwebûn e. Serwerî di destên kê de ye? Tirkiye ne ser bi xwe ye. Her tiştên wan di destên DYA’ê de ye.

Feydeya operasyonan ji gelê tirk, kurd û Rojhilata Navîn re nîn e. Qasî Yawûz Selîm, Abdulhamit, M Kemal jî hişê wan nîn e? Wan di dema xwe de dît ku îtifaqa tirk û kurdan bo menfaeta wan e. Wan xwe spartibû kurdan. Divê pêwendiyên kurd û tirkan bi vê nêrîn û ferasetê ve bên nirxandin.

Çareseriya ku ez li vir bi salan e pêşniyar dikim a aştiyane û demokratîk pêk neyê, şer û pevçûnên ez xetereya wê nîşan didim û dixwazim ku pêşî lê bigirim ê tirk û kurdan dê dest pê bike.

Ev nêrînên min ji aliyê dewletê ve tên zanîn. Di dema serokwezîrtiya Abdullah Gul de min nameyek jê re nivîsand. Piştre nameyek ku kakila fikrên min vedibêje û ji 4-5 rûpelan pêk te ji Erdogan re jî şand. Erdogan çawa nêzîk bûye nizanim. Ji bo çareseriyê berê ji fermandaran ji bo me agahî hat. Nêzîkahiya Ozal girîng dibînim. Ecevît xwest tiştekî bike lê MHP’ê nehişt. Wê demê hewldanên Erbakan ên ji bo çareseriyê hebûn. Wê demê li gorî agahiyên gihîştin me artêş digot ‘em vî karî bi Erbakan çareser nakin, heke çareserî hebe em ê bikin.’


DYA bi AKP’ê li Rojhilata Navîn modela îslama nerm (ılımlı) pêşve dixe. AKP rêgezên demokratîk ên xurt esas nagire, hinekî xwe dispêre demokrasiya lîberal. DYA piştgiriyê tam nade AKP’ê. Ji bo AKP’ê ji devre piştgiriya siyasî û aborî heye, lê ne zêde. Polîtîkaya dewletê ya salên 80’yî bûye sedema AKP’ê. Guven Erkaya ji bo salên 80’yî wiha dibêje; me gelek rû da van. Di nava AKP’ê de hin parlamenterên kurd hene, dê kurdîtiya sexte ferz bikin. Hin mafên takekesî bi destê van kesan bidin gel, gelê kurd bixapînin û Tevgera Kurd û projeya me ya komara demokratîk bifetisînin. Li hemberî vê lîstikê divê mirov hişyar be. AKP di rojên pêş de dê bikeve kêmasiye, wê demê DYA dê kurdên di nava AKP’ê de û kurdên din bikişîne cem xwe. Her çiqas xeta AKP’ê xwe dispêre pergala lîberal a zeîf jî niha ji aliyê sermayeya global piştgiriyê dibîne. Dewlet jî bi her kesî re li hev kir, bi tarîqat û cemaetan re li hev kir ku piştgiriyê bidin AKP’ê. Rayên artêş û cerdevanan bi tevahî çû AKP’ê. Hinan jî bi zorê berê wan da AKP’ê. Serokê CHP’ê Baykal jî dixwest AKP qezenc bike.

Bi hatina AKP’ê re hin tişt hatin guhartin. AKP, bi artêşê re dê bixwaze PKK’ê tune bike û bi bernameyên civakî û aborî gel êsîr bigire. Destpêkê dê gel bi birçîbûnê û bêparbûna mafan terbiye bike û piştre wan qezenc bike. Ji van hemû tiştan vê fêm dikim: Hikûmeta AKP’ê artêş û kurdan berî hev dide. Herdu aliyan jî dixwaze zeîf bike. Vê yekê ji bo di nava artêşê de bi hêz be dike. AKP bi vî rengî di nava vê pevçûnê de xwe di nava artêşê birêxistin dike û kadroyên xwe bi cih dike. Dixwaze hemû beşên dewletê bi dest bixe.

Erdogan xwe spartiye peyveke ku Bush gotiye. Heke Bush ji PKK’ê re bêje ‘dijmin’ dê çi be? Ev ne çareserî ye. Dê çi bikin? Nirxandina wekî ‘dijmin’ a ji bo PKK’ê, feydeyê nade Tirkiyeyê. Hewl didin ku pevçûnan kûr bikin, lê divê hikûmeta AKP’ê vê zanibe ku, ev pevçûn dê li gorî berjewendiyên hemû dewletan be. Tenê ji bo berjewendiyên dewleta tirk, neteweya tirk nîn e. Di dema Ozal de dihate xwestin ku hinek pêngav bên avêtin, min bawer nekir. Min digot, ev mirov an gelekî bi cesaret e, an jî bi me dilîze. Lê bi geşedanên dawî re derket holê ku xwezî min Ozal cidî bigirta, wê demê belkî me teşe bide hin tiştan.

Niha ji bo Abdullah Gul û Erdogan dibêjin Ozalê duyem. Bi van re ne şexsiyeta Ozal û ne jî mejiyê wî heye. Ez hêvî dikim ku ez şaş bim, lê Ozalê duyem ji van kesan dernakeve. Bi naqşîtiyê hin kurd girtine nava xwe, kurdên din jî bi feraseta Milet-ummetiyê bigirin nava xwe. Dibêjin dê pirsgirêka kurd bi vî rengî çareser bikin. Ev plana AKP’ê ye. Mînaka ku dibêjin Malezya îslama nerm ev e. Xwe dispêre hevkariya kurd. Ev kurdên hevkar taybetî di warê aborî de dê wan dewlemend bikin. Di nava wan û feqîran de ferqeke mezin çêbibe û pevçûn di nava wan de derkeve. Ez bawer nakim kurd vê yekê qebûl bikin. Kurd dê li hemberî kurdên hevkariyê dikin derkeve. Talabanî û Barzanî jî ne li devreyî vê ne. Di van polîtîkayan de tiliya îngilîzan heye. Ez Hikûmeta AKP’ê hişyar dikim; di nava artêş û PKK’ê de pevçûnê derdixe. Ji bo di nava artêşê de bibe xwedî hêz vê pevçûnê derdixe. Ev pêvajoyeke talûke ye, dê bêçareseriyê kûrtir bike.

Ev operasyon kemîn in, ma Tirkiye vê nabîne? Nêzîkahiya DYA û YE’yê ne çareserî ye. Çareserî ne li Amerîkayê ye, li cem me ye. Em, tenê bi nîqaşkirina çareseriyên xwe dikarin xwe bigihînin cihekî. Li Tirkiyeyê dewletek ava bû, lê meyla gelê tirk li ser dewletê ye. Lê em dikarin bêjin ku ji berê de ye kurd ji dewletbûnekê zêdetir, meyla xwe didin ser azadî û demokrasiyê. Ger ku sekna kurdan a demokratîkbûnê bikaribe dewletê demokratîk bike, wê Komara Tirkiyeyê were ser xeta me ya Komara Demokratîk, ev yek, avabûna Komara Demokratîk e. Ev tê wateya dewletekê, demokrasiyekê! Ger ku ev pêk neyê, an jî berovajî vê bibe, wê kurd demokrasiya xwe bi riya navenda Amedê pêk bînin.

Kurdistana Demokratîk Azad û Xweser! Ez li vir behsa dewletekê nakim. Dewletek, du demokrasî; navenda ya din wê Stenbol be, an jî Îzmîr be nizanim. Lê du demokrasî, yek dewlet, navenda yek ji wan, dê Amed be. Ez bawer im li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk birêve diçe. Li gorî min dewlet, çareserî nîn e. Rewşa Îsraîl û Fîlîstînê li holê ye. Hewl didin ku du dewletên cuda ava bikin. Di meseleya Kibrisê de jî tê dîtin ku formula di niştimanekê de du dewlet nabe çare. Dewletek, demokrasiyek, an jî du demokrasî, dewletek. Lê em dibêjin dewletek, demokrasiyek çêtir e.

Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê, bi wesîleya Kongreya Civaka Demokratîk min gotibû. Ev yek dê demokratîkbûna hundirîn pêk bîne û li hemberî devre jî sekna kurdan îfade dike. Di vê rêxistinbûnê de dijberiya dewletê tune û di hedefa wê de avakirina dewletê jî tune. Di nava sînoran de azadiya kurdan temsîl dike. Di encamê de têgeha xweseriyê bi azadiyê re eleqedar e. Xweseriya demokratîk tu pirsgirêkên wê bi dewlet û sînoran re tune. Tê wateya ku cîgehî (yerel) xwe di nava dewletê de îfade bike. Di warê perwerdehî, ziman û tiştên çandî yên din dibistanan dikarin vekin, pirsgirêkên gel ên aborî hene, dikarin banka û kooperatîfan vekin. Ji bo perwerdehiya ziman û mijarên din enstîtuyan vekin. Ligel avahiyê dewletê, avahiyên ku daxwazên kurdan bibersivîne bê vekirin. Hin maf eleqedariya wê bi civakê re heye, bi takekesiyê re tune. Ez mafên kesan red nakim, min berê nasnameya welatiyên azad gotibû. Lê welatî beşên civakê ne. Wek neynûk û goşt e. Ji hev nayê veqetandin. Nasnameya welatiyên azad jî wiha. Welatiyê azad beşeke civakê ye û civakê pêk tîne.

Mîlîsên gel ên gundan û bajaran divê bi çavê cerdevaniyê li wan neyê nêrîn, wan ji bo pereyan û berjewendiyên xwe yê şexsî çek hildigirin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, hinekî wekî pêşmergeyan, bi giranî artêşa bi rêk û pêk. Ez behsa hêza ku bi gel ve girêdayî û dijminatiya navbera wan ji holê rake û berjewendiyê gel esas digire, dikim. Dibe ku wekî polîsên şaredariyan bibe. Ez dibêjim ku dewlet nikare çareseriyê bîne, ez wisa difikirim. Dixwazin 2 dewletên cuda ava bikin. Di pirsgirêka Kibrisê de welatek û formula du dewlet ne çareserî ye. Dewletek û demokrasiyek, an jî 2 demokrasî dewletek, lê daxwaza min ew e ku dewletek û demokrasiyek e.


Divê mirov alîkariya DYA’yê ji bo operasyonê bi awayekî rastîn binirxîne. DYA bi vê yekê dixwaze ku Tirkiye li Rojhilata Navîn bîne rewşa xitimandinê û bê bandor bike. Ew jî dizanin ku bi van operasyonan nikarin PKK’ê biqedînin. Dixwazin PKK’ê bê hêz bikin. Her kes dixwazin PKK’ê bê hêz bihêlin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. PKK hêzeke mezin e. Talabanî her çiqas li hemberî raya giştî dibêje tiştekî wisa nîne jî, ji bo wî PKK’e yeke bêhêz û têkeve xizmeta wî, serwetek e. Vê yekê PDK jî dixwaze. Ev bangî Barzanî û Talabanî dikin ku di eniya biratî û welatpariziyê bên cem hev.

Ji bo Kerkûkê xweserî maqûl e û divê di nava Federasyona Kurd a Kerkûkê de be. Bi tasfiyekirina PKK’ê, valahiya herêmê dixwazin Hamasa Kurd dagirin. Wê vê yekê bi destê AKP’ê bikin. Ji bo vê yekê xebat jî hatine destpêkirin. Divê mirov vê yekê baş bibîne. Heke li ser tasfiyekirina PKK’ê israr bikin, PKK ne bê alternatîf e! Îran partiyê wekî dijberiya DYA û Tirkiyeyê dixwaze bibîne. Ev yek wê zirarê bide berjewendiyên DYA’yê yê li herêmê. Sekna me, sekneke ku ji bo gelê Tirkiyeyê jî baş e. Niha dixwazin ku bêçareserî bidome û min wekî berpirsyarê vê yekê nîşan didin. Ez dibêjim yê herî dirûst ez im. Neyartiya min li hemberî gelê tirk tune ye. Artêş jî di nav de herkes dibêje ‘em Kemalîst in’, lê Kemalîstên rastîn, bêdeng kirin. Mîna Ugur Mumcu, Bahriye Uçok. Kemalîstên rastîn, bêdeng kirin. AKP îdîa dike ku temsîliyeta îslama siyasî dike. AKP bi rastî dibêje nirxên îslamî, lê xwe naspêre wan jî. Partiyek ku senteza tirk-Îslam diparêze ye. Divê mirov feraseta ummet a di îslamê de, rast fam bike. Çendekî beriya niha min di nivîsek de xwend. Sezaî Karakoç, feraseta ummetê ya di Îslamê de û biratiya ummetê nîqaş dikir. Divê mirov aliyê pozîtîv ê biratiya ummetxwaziyê ya di Îslamê de, baş binirxîne, watedar e. Lê ez dizanim ku AKP xwediya nêrîneke umetê ya bi vî rengî nîn e. CHP nijadperestiya çandî dike. Nijadperestiya MHP’ê jî ya Amerîkayê ye. MHP bi piştgiriya Amerîkayê hat lê niha piştgiriya jê vekişand.

Serfermendariya Giştî jî îtîraf dike ku ew nikarin pêşiya tevlibûnan bigirin. Zivistan tê. Heta biharê hejmara PKK’ê dê bibe 10 hezar. Bi biharê re dê derkevin holê. PKK di rojeke de hezar kesan bikuje, ew jî hezar kurdan bikujin, 20-30 gundên me bişewitînin dê çi bibe? Dîsa jî pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi vî rengî nikarin PKK’ê biqedînin. PKK dê xurttir bibe. Têkiliyên xwe fireh dike. Îran heye, Sûriye û Iraq heye. Piştgiriya gel heye. Ev piştgirî dê zêde bibe. Kurdan di warê şîdetê de ji potansiyela xwe ji sedî 5 jî bi kar neanîne. Ji sedî 95 hê jî disekine, ev xetereyeke mezin e. Pêvçûn çareseriyê nayne. Li vir ez bi taybetî hikûmetê hişyar dikim. Neçareseriya dema Ozal ji Tirkiyeyê 15 sal da windakirin. Ev pevçûn bila 15 salên din jî nede windakirin. Ji pevçûnan ji bilî Tirkiyeyê her kes qezenc dike. Lê Tirkiye tu tiştan bi dest naxe.

DYA û Erdogan dibêjin em li dijî PKK’ê ne. Gelo li dijî kîjan PKK’ê ne, PKK çi ye, ya rast PKK’yek jî tune li holê. PKK’ya berî salên 2003’an dewleta netewîparêz e. Ne tiştekî wekî ku ew dizanin e. Gelek rêxistin hene. Di salê 2000’an de bi sedema xetimînê min pêşniyar kiribû ku PKK were belavkirin. Di salên 2000’an de xetimîne ku çêbibû çi bû? Di parastinên min ên berê de heye. Niha PDK vê ramanê diparêze. Gelo tu li dijî kurdê dewleta netewîparêz î, tu li dijî PDK’ê yî, na, tu ne li dijî wê yî. Di salên 2003’an de hin pirsgirêk hatin jiyandin, hin kes ji nav me çûn nav PDK û YNK’ê. Wê demê jî û niha jî min nizanibî kî çi difikire, ne mimkûn e ku bizanim. Lê waye dibêjin em li dijî PKK’ê ne. DYA jî, Erdogan jî desteka Barzanî dikin. Ew dewleta netewî diparêzin. PKK dewleta neteweyî naparêze. Avabûna li Başûr destek dikin lê ew jî dewleta netewî ye. Min bi berfirehî behsa van mijaran kiribû. Pêwendiya kurd-tirkan jî herdem e. Di salên 1920’an û 1970’yan de cuda ye, dema avabûna PKK’ê cuda ye. Di salên 1990’an de ku reel sosyalîzm têk çû, bandora wê û ferişandina netewe û dewletan di PKK’ê de tengasiyek derxist holê. Wê demê wekî rêxistin KADEK hate avakirin. Piştre di nav rêxistinê de hin tişt çêbûn. Çûn nav YNK’ê û hin kesên din çûn nav PDK’ê. Hin jî li wir man. Ezê nebêjim parçebûn, lê wekî belavbûnekê hate jiyîn.

A rast pêşketinên ku me derxistin holê, mîrata PKK’ê ya salên 1990’î ji YNK û PDK’ê re ma. Di salên 1990’î de ku me têkoşîn pêşve bir dewletê Barzanî û Talebanî li dijî me destek kir. Pasaporta sor dane wan. Li dijî me dewleteke biçûk li Başûr ava kirin. Barzanî jî, Talebanî jî siyasetmedarên xurt in. Ev pêşketin zû dîtin û li gor berjewendiyên xwe bi kar anîn. Mîrata PKK’ê xwarin, lê em ne tawanbar in. Çend roj berê paşayên ku axivîne jî gotine. Dibêjin me li Başûr dewlet ava kir, lê me çewt kir. Fam kirin ku înkara kurdan çewt e, dibêjin me çewt kiriye, lê êdî gelekî dereng e.

Ez di wê baweriyê de me ku ev dem qasî xetereya di nava xwe de dê gelek derfetan jî biafirîne. Her çiqas rîskên mezin hebin jî heke mudaxeleyeke rast û durist bê kirin, ev dem dikare ji bo berjewendiyên gelan gelek tiştên erênî jî bi xwe re bîne. Baweriya min bi vê yekê heye.

Di vê pêvajoyê de divê her kes gelek bixebite. Divê rewşenbîr karên ku dikeve ser milên wan bikin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke dîrokî, divê her kes cidî nêzîk bibe, siyaseteke cidî bike, nexwe ne mîna siyaseta palyoço ya ku li Meclîsê hatiye jiyandin. Dema ku dewlet jî ya ku dikeve ser milên wî bike, di bingeha netewa demokratîk de wê pirsgirêk çareser bibin. Wê eşîrî, nîjadparêzî û oldarî li paş bimînin. Em ne li dij dînê îslamê ne, ne li dij çanda wê ne. Her kesê ku ji çanda îslamê bawerin re, em rêzdar in. Her kesên ku ji çanda îslamê bawer in, bi mûmînên dirûst ên ku feraseta ûmetê diparêzin re biaxivin û hewl bidin ku vanan bikevin nava me. Em tenê li dijî oldariya siyasî ne. Ji îslama siyasî re na, ji îslama çandî re erê!

Ev xitimîn pirsgireke mezin e. Di çareseriya pirsgirêka kurd de, li vir di mijara ku min muhatap bigirin, an jî rasterast PKK’ê muhatap bigirin, di mijara navbeynakiryê de pirsgirêkek tê jiyandin. Divê ev xitimandin ji holê rabe, divê ev her du meh rast bêne nirxandin. Divê di zûtîrin demê de Komîsyona Aqilmendan bê sazkirin. Gelekî girîng e ka ev mirov dê ji kîjan kesan pêk bên. Ez nabejim, bila tenê em hilbijêrin, ji mirovên me hilbijartine pêk bê. Komîsyonek ku mirovên dewletê jî hilbijartine tê de hene dibe. Mînak Îlter Turkmen dibe. Vê ji bo mînakê dibêjim. Çima Îlter Turkmen wekî mînak dibêjim? Ji ber ku Îlter Turkmen mirovek ku ji vê dewletê re xizmet kiriye, dewletê jî, me jî baş nas dike. Dikarin di çarçoveya rêgezên demokratîk de, di navbera aliyan de hevdîtinan bikin. Di çarçoveya esasên ku ew ê diyar bikin de, dikarin çekan deynin. Di çarçoveya esasên ku dê ev komîsyon diyar bike de, dikarin pêngavên pêwîst bavêjin. Ev tiştekî nû nîn e, ya rastî rêbazek ku di cîhanê de tê bikaranîn e. Li Îrlandayê, li Kosovayê, li Afrîkaya Başûr bi komîsyona aqilmendan pirsgirêk hatin çareserkirin. Di vê komîsyonê de divê ji YE’yê jî kesên wekî Aahtîsarî, -bi taybetî wî pêşniyar dikim-, hebin. Ev dikarin bên li vir bi min re hevdîtinê bikin. Dixwazim ku ev wekî pêşniyareke çareseriyê bê zanîn. Heke di nava van 2 mehan de, ev komîsyon bê avakirin û bikare hinek pêngavan bavêje, vê bangawaziyê li rewşenbîr û demokratên tirk dikim. Em dikarin bi vê yekê re di biharê de pêngavek mezin a demokratîkbûnê, biratî û azadiyê ji gelên xwe re bikin diyarî. Ji berê de ez dibêjim ku baweriya min bi mezinahiya gelê tirk heye.

Pêşketineke bi vî rengî li Rojhilata Navîn jî di warê demokratîkbûyînê de gaveke pir mezin e. Ez ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn ez Konfederasyona Demokratîk pêşniyar dikim. Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn ne xeyal e. Sîstema çaresariya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Neteweyên Yekbûyî bi rewşa xwe ya niha xetimiye. Li şûna vê ez Konfederasyona Neteweyên Demokratîk pêşniyar dikim. Mesele ne ew e ku DTP bê girtin an jî neyê girtin. Mesela meşandina siyaseta legal a kurdan e. Heke dewlet li Tirkiyeyê pêşiya siyaseta kurdan bigire dê çiya bibe navenda siyasetê. Heke li Amedê Kongeraya Civaka Demokratîk nikaribe karên xwe bimeşîne dê însiyatîfa kurdan derbasî PKK’ê bibe û PKK dê însiyatîfê bi kar bîne. Ez dixwazim ji parlamenterên DTP’î re jî bibêjim, pir xeşîmî tevdigerin. Divê aşkera bibêjin ku “em nikarin PKK’ê terorîst îlan bikin, hêza me terî vê yekî neka. Heke em wisa bikin dê bingeha siyaseta me ya legal ji holê rabe. Lê em ne berdevkê PKK’ê ne jî. Tu wateya vê nîn e.” Heke DTP di parlamentoyê de bê qedexekirin ev dê bê wetaya ku hûn têkoşîneke îlegal an jî nîv îlegal bimeşînin. Lê ligel her tiştî heke DTP bê girtin wekî min berê jî pêşniyar kiribû dikarin rêxistineke siwane damezirînin.

Rojava piştgiriyê dide AKP’ê. Navenda van polîtîkayan London e. Li gorî plana Îngilistanê ji Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re wiha hatiye gotin: “Li başûrê Kurdistanê dê dewleteke kurdan bê avakirin. Divê hûn piştgiriyê bidin vê yekê, lê kurdên we jî ji we re. Hûn çi bikin em tevli we nabin, dixwazin bikujin jî.” Li gorî vê planê tu girîngiya azadiya kurdan û êşên ku bikişînin tune ye. Hin kurd jî tevli vê planê bûne. DYA piştgiriyê dide vê planê. Lê ev planeke îngilîz e, dê pêk bê? Pêk naye, dikare pêk neyê. Lewre kurd azadiyê dixwazin, gelek ku azadiyê dixwaze çêbûye. PKK ev plan xera kir. PKK planên wan serobino kir, ji ber vê panîk bi wan re çêbûye, bi hev re diçin ser. Bawer dikirin ku di sala 1999’an de ev tişt qediyaye.
 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» DAXUYANÎ HPG

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE