| |
|
PKK, JI HEMÛ DEMAN BÊHTIR
NÊZÎKÊ SERKEFTINÊ YE |
Doza
me ya mezin, bi grubek heval, bi
îddîayên zêde ne kemilî û bi derfetên
pir biçûk li gundê Fîsê, dest pê kir û
heya roja me ya îro pêvajoyeke efsaneyî
da jiyandin. Bêguman, dîroka partiya me
hîn kevntir e. Di bihara 1973’an de
bingeha partiyê hate avêtin. Ev gaveke
pir cîdî bû û her salekê dinê
piştî vê gavê, ji bo partiyê bûne salên
avabûnê. Çawa ku her bihar destpêka
jiyaneke nû ye, her der şîn dîbe, aj
dide û dibe toxim, her saleke partiya me
jî, bêguman xwedî wateyeke bi vî rengî
ye.
Di salvegerek nû
de ku em careke din lê mêze bikin,
berhemên ku çêbûne pir in û cur bi cur
in û gelekî hêja ne. Me di nav vê
dewlemendiyê de PKK’ê heta roja îro anî.
Bi tenê rizgariya netewî berhem neda,
her wiha partiyê, sosyalîzma herî
jixwebawer û tevgera azadiya jinê
berhemên xwe dan. Digel van yekan, li
beramber şerê taybet a herî tirsnak,
tevgera me li ser piyan sekinî û
berhemên vê jî derketin holê. Cîhan jî
bibe yek, derfet heye ku em biserbikevin
an go berhemên serkeftinê jî derketine
meydanê. Ev hemû berhemên han; ew kesên
di doza partiyê de jixwebawer in, ji bo
xwe bi hêviyeke mezin bi çek û rext
bikin, gencîneyên yekta ne.
Lê belê digel van
yekan, ew kesên ku doza partiyê fêm
nakin û ji hemû mezinbûna wê re nabin
bersiv û nanirxînin, bêguman kêmasiyên
mezin jiyan dikin û divê ji bo vê yekê,
ber xwe bikevin. Di vê qonaxê de, ji doz
û armancên partiyê zêdetir, tu doz û
xebat, bi nirxtir nîn e.
Bifikirin, wekî we derfeta min a ku di
nav gel de an jî di qada şer de xebat
bikim nîn e. Lê belê, ez li ser partî û
ramanê partiyekê, bi taybet jî, li ser
xebata kadroyan bi kûrbînî rawestiyam û
min da nîşan ku ez dikarim çi destanan
biafirînim. Gelo ji vê xebatê, hêjatir
xebat heye? Hûn bi xwe jî dikarin
bibînin, di şert û mercên herî dijwar de
ev xebat gihişt vê astê. Heke hûn vê
bibînin, hûnê bigihijin vê rastiyê;
“Doza partiyê bûyereke mezin e, partîbûn
hêza herî mezin e”. Bifikirin; ji bilî
vê, tu çavkaniya hêzeke min hebû? Nîn bû!
Ez hemû hêza xwe ji partîbûnê digirim.
Kûrbûna li ser partiyê, jiyana li gorî
prensîbên partiyê, bihêzkirina rêxistina
partiyê bingeha hemû hêzan e. Ev rastî
li ber çavan e. Qadroyên partiyê bi
rastî jî, ku dixwazin xwe ji dil bidine
kar û di nav partiyê de xwe bi hêz bikin,
divê li ser bingeha rêgezên partîbûnê
xwe bigihînin şêwaza rast. Xurtbûn
rasterast bi vê ve girêdayî ye. Bi
awayekî din li vî welatî di nav artêşe
de, heta li hember dijmanan, riyeke din
î xurtbûnê nîn e.
Hûn dibêjin “Xeta Serokatiya Partiyê”,
“Hêza Serokatiyê”, vaye ev hêz, partibûn
bi xwe ye. Di hundirê vê de rêgez hene û
li ser van rêgezan hewl û xebat heye.
Divê ev hewldan, di cî de û bi hostatî
bê dayîn. Vaye Serokatî, vaye serkeftin.
Ez, bi navê hemû
şehîdên PKK’ê dikarim bidim xuyakirin ku;
tu hewldan qasê xebata partîbûnê hêja
nîn e. Îsrara di pîvanên partiyê de,
israra di şêwaza partiyê de û israra di
erkên partiyê de, ji serkeftinên cepheyê
hêjatir in. Serkeftinek bêyî partibûnê,
dibe û derbas dibe, lê dibe ku piştre
binketinê jî li pey bîne, lê belê li
pêşiya partîbûneke berfireh her dem û
her tim serkeftin heye. Yê ku bi rengekî
berfireh partîbûnê di jiyana xwe de ava
bike, misoger ew kesayetiya serkeftinê
ye. Ji lewra ew kesê/a ku bi biryar û
dixwaze xwe bigihîne armancên xwe, tiştê
pêwistî pê heye partîbûn e. Jiyana min
ji bo vê nimûneyeke baş e; di cihekî ev
qas teng de û di nav bê derfetiyan de,
me xebata xwe ya partiyê heta vê derê
anî û gihîşt astekî nêzîkê serkeftinê.
Mezinbûna serkeftinên ku me bi dest
xistiye, li ber çavan e. Wê demê, ji
dîroka partiyê xisûsa herî bingehîn divê
ku hûn fêr bibin ev e; partîbûn, mifteya
hemû serkeftinan e.
Wekî toveke biçûk
dema ku em hatin reşandin, ji bo ku ev
tov nerizê, me tevdîrên pêwîst girtin. A
herî girîng jî, ji dijmin hate parastin.
Ev çawa çêbû? Çawa ku dayîkekê da ku
zarokek xwe mezin bike, şev û roj li xwe
heram dike, me hîn zêdetir li ser hewl û
ked raber kir. Xebata îdeolojîk ji bo vê
bû û ev jî bi ser ket. Pêvajoya kemilîna
îdeolojîk, pêvajoyeke mecbûrî bû. Gel,
di salên berî wê de jixwe şerm dikir û
xwe biçûk didît. Şexs di hemû hêlan de
hatibû lawazkirin. Bawerî, biryar,
yekbûn hîç nîn bû. Te nikariye du
birayan ligel hev bida seknandin.
Pêvajoya pêngava me ya îdeolojîk, dawî
li vê rewşê anî. Kesên ku bi çavê
xayinan li hev mêze dikirin, êdî wekî
dost û bira li hev temaşe kirin, ên ku
li hemberî hev xerîbiyeke mezin jiyan
dikirin hatin gel hev û hevdu naskirin.
Ev hemû berhemên şerê me yê îdeolojîk e.
Nêrînek hate afirandin!
Nêrîna dostaniyê,
nêrîna yekîtiyê, nêrîna welat çêbû û her
wiha ji milê giyanî ve nêzikbûnek ava bû.
Girîngiya van, kes nikare înkar bike. Yê
ku dixwaze di hundirê me de karekî
serkeftî bike, mecbûr e, vê rastiyê
bibîne û baş fêm bike. Ku ev nebe, yek
gav nayê avêtin.
Piştî ku nêrîn
hate afirandin û tiştên pêwîst ku hatin
destnîşankirin, êdî ber bi meşa pêkanîna
armancên wan ve gav tê avêtin an go ber
bi wan ve meş tê destpêkirin. Bêguman
meşa ji bo welat û ax, bi yek kesê nabe,
bi rêxistin ve, tê lidarxistin. Ji ber
ku, armanca netewî ji bilî hinek xayînan,
armanca her kesê ye. Azadî ji bo her
kesê ye, ji bo gel e. Ji lew re pêwîstî
bi meşa her kesê heye. Yên ku bi
rêxistinê re nemeşin, nikarin bibin
xwedî doz û nêrînekê. Ew li hember welat
û gelê xwe bê nêrîn e.
Destpêkirina vê pêvajoyê, bi serê xwe
bûyereke mûcîzevî ye. Dî dîrokê de, tu
serhildanên kurdan, çend meh neajotin û
li binketin. Yekemîn car qonaxa
serkeftinê ya ku hêviyeke mezin dide
mirov, niha me bi dest xistiye. Ev
derfet, pêwîst e bi berpirsyariyeke
mezin bê nirxandin.
Ez di vê salvegerê de bi awayekî eşkere
careke din vê rastiyê bînim ziman; ên ku
li ser bingeha partibûnê, di xwe de
guherînê çênekin û pêwîstiyên wê pêk
neynin, ji wan re tu hurmetek min nîn e
û qasê misqalekê qîmetê nadime wan. Li
gorî min şêwaza partiyê hemû tişt e. Yên
ku wiha jiyan bikin û têbikoşin, ew hemû
hebûna min in, rihê min in û dilê min in
û hezkiriyên min in. Hebûna me jixwe ji
bo vê ye. Bi cureyekî din kes nikare me
bi kar bîne û bi me re jiyan bike.
Wekî hûn dibînin,
dîroka partiyê bi heybet, bi ronahî, bi
hêrs, bi şer, bi serketfin û bi têkçûnên
trajîk, hemû di hundirê hev de jiyan
dike û her rojên ku ser re dibore,
bêhtir mezin dibe û hêviya serkeftin û
azadiya gelê me mezintir dike. Li ser vê
bingehê, bi kûrbûneke bilind, divê em rê
nedin, kemasiyên ku serkeftinê ji destê
me bike û bangê hemû têkoşerên tevgera
azadiyê dikim ku van salên pêş bikin
salên serkeftinê.
|