| |
|
Doza partiyê bûyerek mezin e,
partîbûyîn hêza herî mezin e! |
PKK,
di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî
rastiya serkeftinê ye daye selmandin.
Doza me ya mezin a
partiyê, bi herî derfetên kêm û bi
îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke
ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava
ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di
roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke
destanî.
Bêguman beriya
destpêka partiya me jî heye. Bihara
1973’yan, di asta herî kêm de
tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî
gaveke cidî bû û piştre her sal di
wateya avabûnê de xwedî ciyek e. Çawa ku,
her bihar destpêka jiyaneke nû be,
şînbûn, şaxdayîn û tovavêtin, teqez her
sal xwedî wateyeke wisa ye. Hem her sal
şax dide, rewa dikeve hem jî ne tenê ji
bona salekê, sala din jî hilberîneke din
û di ya sêyemîn de zêdetir… Hilberîn
gelek bi cure ne û hem jî gelek bi
çawanî ne. Di nava vê dewlemendiyê de,
me PKK’ê anî vir.
Ne tenê hilberîna
rizgariya netewî dide, ne tenê hilberîna
partî dide, ne tenê hilberîna şer dide;
fena vê gelek hilberînan dide. Îro
hilberînên sosyalîzma herî bi îdea dide,
hilberîna azadiya jinê dide. Li hember
şerekî taybet ku di dîrokê de ku mînaka
wê kêm in, hilberîna li ser piya mayînê
dide. Hemû dinya bigihîje hev jî,
derfetên serkeftinê û hilberîn dide. Ev
nirxên ku yên ku di doza partiyê de
xwedî îdea ne ku gencîneyên bêhempa
dibînin, dinirxînin û bi helwestek û
hêviyeke serkeftineke mezin û bêsînor
biçek kirine.
Ne fêmkirina
girîngiya doza partiyê an jî bi hemû
berfirehiya xwe nenirxandin û pêwîstiya
wê neanîna cî, ji bona we kêmasiyeke
mezin e û ji ber vê yekê divê ev ji bona
we çavkana xemgîniyê be. Bi qasî
hezkirina partiyê, di vê merheleyê de,
ez ne di wê baweriyê de me ku tu
hezkirin û nirxek pêk bê.
Bifikirin,
derfetên min ên ku fena we di nava
girseyê de bimînin û li qadê şer ên germ
ked bidim nebû. Lê li ser partiyê, bi
taybet dema ku li ser kadro lêhûrbûm,
min da nîşandin ku çiqas destan têne
afirandin. Ma ji vê bi nirxtir xebat
dibe? Di mercên zehmet de, xebateke wisa
jî, çiqas dikare pêşketinan biafrîne
hate dîtin û hûnê bêjin, “doza partiyê
bûyerek mezin e, partîbûyîn hêza herî
mezin e”
Bifikirin, ma ji
bilî vê çavkaneke hêza min heye? Nîn e!
Ez hemû hêza xwe ji partîbûyînê digirim.
Li ser partiyê lêhûrbûn, li gorî rêzikên
partiyê jiyankirin, hêzdayîna
rêxistinbûna partiyê, bingeha hemû hêzan
e. Ev gelek aşkere ye! Hûn wekî kadroyên
partiyê, di rastiyê de dixwazin giraniya
xwe deynin û dixwazin bi bandor bibin.
Navê vê jî, riya vê; partîbûyîn û li
gorî rêzikên wê bi tarzeke pêwîst xwe
gihandine. Dema ku we vê nîşan da hûn bi
hêz in. Ji bilî vê, li vî welatî, di
nava artêşê de û heta li hember hemû
dijminan bihêzbûn, encax bi vê riyê bibe.
Hûn dîsa xeta serokatiya partiyê dibêjin.
Vaye, di riya partîbûyînê de hêza xwe
afirandinê ye. Ku em zêdetir vekin;
rêgezên vê hene, pê re girêdayî
hewldanên ku hev digirin hene. Divê ev
hewldan di cî de bi awayekî pisporane bê
raberkirin. Vaye serokatî, vaye
serkeftin!
Di demên dawîn de
gelek car in ku dibînim ku hûn dibêjim;
“pîvanên partiyê mehiyane, gerîla jî
mehiyaye, li derveyî welat, li Ewropayê
jiyan mehiyaye” Ji bona kadroyekî PKK’ê
van gotinan gotin û bi gotinê re êş
nekişandin û bi qasî êş kişandinê jî li
hember xwe şernekirin xetertir helwest
nîn e. Lê mixabin, tenê vegotina vanan
têrî nake û zêdetir neyînîbûn tê
jiyandin. Bi ya min sedema bingehîn a
windakirinê jî ev e.
Ez ji bona hemû şehîdên PKK’ê diyar
dikim ku, bi qasî hewldana partîbûyînê,
tu hewldaneke bi nirx nîn e! Israra di
pîvanên partiyê de, israra di peywirên
partiyê de, ji serkeftineke di eniyê de
jî zêdetir bi nirx e! Serkeftin teqez
tên û diçin, dibe ku di pişt de
têkçûyînek jî bibe, lê li pêşiya
partîbûyîneke berfireh her dem serkeftin
heye û domdar e. Yên ku bi berfirehî
partîbûyînê pêk tîne, wê heta
serkeftineke teqez qezenc bike. Ji ber
vê yekê yên ku di kesayetiya serkeftinê
bi israr be, divê destpêkê xwe bigihîne
pêwîstiyên partibûyînê. Ne pêwîst e ku
li vê zêde bi gotinê wate bidim. Li
pratîka min binêrin; binêrin xebatên
partiyê di ciyekî teng de û bi derfetên
gelek kêm me gihande ku derê.
Serkeftinên me çiqas in, ma hûn dikarin
bihesibînin?
Wê demê, di dîroka
partiyê de xisûsa herî bingehîn ku emê
hîn bibin, ew jî raza hemû serkeftinan
partîbûyîn e; xwedîbûyîna pîvan, tarz,
tempo û ehleqê partiyê ye.
Di vê de biryar,
di vê de israr e. Ji ber ku pir tê
kirin, zêde naxwazim dubare bikim, lê ku
hûn bêjin bi awayekî xwerû divê ji
dîroka partiyê ders bê derxistin an jî
li ser pirsa dîroka partiyê çawa bê
fêmkirin; serdemên vê dîrokê hene, her
salê wê hene, heta her saeta wê hene.
Her saeteke wê teqez ji ya din bi
nirxtir e. Fena xelekên zîncîrekê, fena
stûnên helezonî ku ber bi asîman ve
bilind dibe, her digihînin hev, heta ku
girêk bêyî ku rawestin bigihîje ciyê xwe.
Di vir de qutbûn nîn e, bê sîstemî nîn
e. Tarz û tempo teqez e, ew qas teqez e
ku ne dijmin dikare xwe bigihîne û ne jî
dikare belav bike.
Rêbertiya
Partiyê
26 Mijdar 1996
|