| |
|
Ez Xeta Bêrîtan Hîm digirim! |
“Rûmeta
Azadiya Bêrîtan Parastin, Deynê sitûyê
me ye, ev rêgezê min e.”
Gelekî ku xwe
rêxistin neke, gelekî koleye. Zayendekî
ku xwe rêxistin neke û birêve nebe jî
kole ye. Bihizirin ku mekanîzmeya we ya
parastinê heye. Zilamekî dixaze ji
jinekî re bê mafiyê bike. Ew dem ev
rêxistin bi giştî li dijî vê yekê sekinî.
Ew zilam wê çi bike? Çimkî her roj bi
hezaran bêmafî heye. Yek bi yek xwe
sipandina zîhniyeta zilam ve çareserî
naye dîtin. Helwesta herî rast bi
sipandina artêş û rêxistan xwe ve
çareserî dîtine.
Gülnaz Karataş (Bêrîtan)
ku di şerê başûr de şehîd ket. Di
gîhandina azadiyê de xwedî hewlekî pir
mezin e. Rapora ku heval ji min re şand
heye. Hê min nizanî ku şehîd ketiye û ev
heval her dem di hizrandinê min de bû.
Digot “Bi dehuriînê Serokatî ve ez
dixwazim romana binivisînim. Di me de tu
kes heta naih gotinekî wisa negoti bû.
Hevalekî pir bi hişyar bû. Min digot vê
hevalê bibînim û pê re niqaş bikim wê
baş bibe. Piştre agahiya şahadeta wê
hate. Keçikekî pir leheng e! Çalekiya
karekola Rûbarok re di asta fermandarê
taximê beşdar dibe û di vê çalekiyê de
birîndar dibe. Her çiqas birîndare jî di
eniya herî pêş a şerê başûr de cî digire.
Di wir de heta gula xwe ya dawî di
mewziyê de ma ye. Piştre hêzên noker û
hêzên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û
dibêjin “Radest bibe, em ji te re
tiştekî nakin” lê helwesta heval “We bi
dijmin re nûkertî kir, win ji başûr
êrîşê şoreşa başûr dikin, win xayîn in,
ez radestî we nabim” bûye. Serokatiya
partiyê di asta dirûşmeyan de qîr dike û
xwe ji zinaran diavêje. Çalekiyekî bi
wate û wêrekî ye! Ji xwe di asta teorîk
de pir xurt e, tenê ne di asta berxwedan
û welatparêzîyê, di heman demê de
keçikekî dixwaze dehurînan bi kuranî fêm
bike, çimkî dixwaze vê hê berfirehtir
bike. Ev tê vê wateyê, dehûrînekî baş wê
ji vê hevalê derbiketa. Pir kesayetên ku
di fêmkirinê de bibiryarin û ji bo vê
her cûran lehengiyê dikarin bikin,
pêwîst e em nirxekî mezin bidin. Pêwîst
e bîranîna vê hevalê re bersivekê baş bê
dayîn. Ev ne kesayetên ku erzan bên
destgirtin in. Li ser vê şahadetê heval
dibêjin “Em bîranîna wê re girêdayîne,
emê navê wê bidin tabûrê” Tenê nav
dayîna tabûrê ve û çawa berxwedanî kir
gotin ve têr nake. Pirsgirik helwesta ku
şopandiye jiyanî kirine. Ji xwe yê ku vê
encamê derxist holê, ev helwest bi xwe
ye. Em vê hîm digirin. Hindek jî dibe
mînaka hevalên ku em dixwazin pêşbikevin,
dibe model.
Keçikekî hebû,
navê wê Bêrîtan. Ji bo radestî
paşverûtiya kurd nebe, xwe ji zinaran
diavêje. Ji gundekî girêdayî Karakoçanê
bû. Pêşmerge dibêjin “Radest bibe, em ji
te re tiştekî nakin” lavayî dikin. Xeta
ku ez hîm digirim ev e. Ew dibêje “Ez ji
paşverutiya kurd re radest nabim” û
azadiyê hîm digire. Ger KDP û YNK êrîş
bikin, emê xeta Bêrîtan hîm bigirin,
heta dawî li ber xwe bidin. Ger çeka me
xilas bibe, emê xwe ji lat û zinaran
biavêjin. Rûmeta azadiya vê keçikê
parastin, deynê situyê me ye. Ev rêgeza
min e. Ez Bêrîtan wisa dinirxîn im. Ez
bawerim bastura jinê hêz dibe, ji carekî
da destur nabe. Dînazorên pênçhezar sal
ji qêliyekî ve naye gûhartin. Pêwîst e
ji hêza xwe ya cewherî bawer bikin.
Hêzên wan ê parastinê hebin. Wek
rahîbeyan nabêjim, lê azadiya xwe bi
awayekî tund hemêz bikin. Pêwîst e ked
bidin û bi tebat (sabr) nêzî bibin. Ji
tu kesî hêvî nekin ku werin wan pêş
bixin. Heta alîkariya min jî wê bi sînor
be. Ez ji hêza jinê bawer dikim. Dibêjin
“Wê cîhanê karkerên rajer rizgar bikin”
ez jî dibêjim “Wê cîhanê jin rizgar bike”
Jinekî bûye artêş, gelê kurd a ku bûye
artêş e. Raperîna gelê kurd, gerîllayên
ku gîhaştiye serkeftinê ye. Û ji her
tiştî wirdetir jina azad, Kurdistana
azad e.
Min ji xwe de xeta
Bêrîtan negot. Berxwedaniya Bêrîtan di
me de şêweya bingehîn e. Heval radest
nebû û xwe ji zinaran avête. 9 keçik
hebû, wek govendekî hev dû bi hevdû re
girêdan û bi bombê şehîd ketin. Ji bo ku
nekevin destê dijmin wisa kirin. Ev hemû
lehengên mezin in. Ji bo me keçên pir
leheng û berxwedevan hene. Di heman demê
de kesên ku xwe şewitandine jî ez bibîr
tînim. Yê ku dixwazin hemdem bibin, bila
biçin. Diçin Ewropa, diçin ku, bila
biçin. Ez rastiya xwedawend wek çand
dibêjim, ez bi zimanê magazîn ve nabêjim.
Ev çand wê zindî bibe. Zilam naxwaze fêm
bike. Ji derveyê vê jiyana azad nabe. Li
ser jinê teorî û felsefe nû pêşdikevin.
Azadiya jinê nû ketiye dema xwe ya
pêşketinê. Zagonên vê heye.
|