| |
|
DI PKKÊ DE TAYBETIYÊN
DERKETINA RÊBERTIYÊ |
Ger
em bixwazin rastiya PKK’ê û rastiya
serokatî fêm bikin; divê em binêrin ka
serokatî li bûyerên welat, têkilî û
kirûyan û li civakê çawan dinêre.
Diyalektîka serokatiyê ev e, em dixwazin
vê diyalektîkê zevt bikin. Ku destpêk
wisa bike, pêşketin û çareseriyan
nakokiyan re sererastkirin jî;
rawestandina beza ber bi dijmin ve,
seknandina xefletê û lêkolîkirina van
hemû sedeman ji vir destpêdike. Ku welat
bibe ya te, gel bibe ya te, li ser vê
yekê fikr û raman hilberandin, bi vê re
tayînkirina rêgeha polîtîk û ketina
hewldana rêxistinî; ev dibe pêşketina
destpêka dema koma rêbertiyê û bişkuvîna
rêxistinbûnê ya yekem.
Derketina
serokatiya PKK’ê, derketineke cuda ye;
dîrokîbûna wê ji ber vê ye, nûbûn jî li
vir e. Şensê pêşketina xwe jî, li vir
dibîne. Her çiqas xitimîbe jî, li
hemberî pêşerojeke ku hatibe cemidandin
jî û ev îhtîmaleke biçûk be jî,
vebijêrka jiyanê raberî me dike. Dîsa
her çiqas di bin efareyên dîrokê de mabe
jî, çêbûna hebûna welatek û li vî welatî
hebûna gelek, di çarçoveya îhtîmalan de
hate hesibandin. Ev derketina fikr û
ramana vê ye. Ji bona oxira wê jî dikeve
hewldanên propagandayê û ev dibe
herikînek û ferasetek. Mezinbûna
destpêkê ya PKK’ê ji vir tê. Nefêmkirina
kombûyîneke destpêkê, ji ber van sedeman
e. Di destpêkê de ji hêla dijminê xwe û
gelê xwe – bes ev ji bona gelek ku ji
rastiya xwe hatiye dûrxistin asayî ye-
cidî negirtin, rewşeke ku tê fêmkirinê
ye.
Derketina hemû
şoreşên mezin û serhildanên girîng jî
wisa ne. Dema pêşketina komî, tê wateya
xwe veguheztina tovî ye. Her wiha
amadekariya xwegihandinê ye. Ji bona
pêşketinên piştre bibin jî, ev
pêwîstiyek e. Me demeke wisa nîqaş kir;
me îfade kir ku ev dem bi giranî
îdeolojîkî ye yanî bi lêgerîneke fikrî
re têkildar e, loma bi komeke biçûk re
hate nîqaşkirin û pejirandin. Me da
zanîn ku, di vê demê de wê zêde ne
polîtîk be û nirxa wê ya leşkerî jî nîn
be; encax polîtîkbûna komê bi qonaxa
derketina rêberiyeke polîtîk wê pêk
bihatina.
Bûyîna komeke
polîtîk û serokatî çi ye? Li dij
derketina polîtîkayên dijmin an jî di
dahûrîna dawîn de li hemberî dewletê
derketin; dihat wateya li hemberî nokerî
û feraseta kerîbûnê derketinê. Di
derketina me de van taybetiyan di serî
de hebûn. Di dawiya salên 70’yî de, di
pirsgirêkên îdeolojîk de, livbaziya
polîtîk wisa derket. Jixwe di destpêka
dema koma îdeolojîk de, zêde êrîş wê
nebûna, ji ber ku zêde şîdet bikaranîn
jî pêwîst nedixuya. Jixwe di warê fikrî
de êrîş hebûn. Me ew dem ji wan re
îdeolojiyên civakî û şoven û îdeolojiyên
nîjadperestiya paşverû digotin. Şerê wê
demê jî, bi çarçoveya îdeolojîkî bi
sînor bû. Lê di qonaxa polîtîkî de, ji
ber me rasterast berê xwe da dewletê û
nokeran, êdî şîdet dikeve dewrê. Piştre
jî fermî îlana rêxistinê û her diçe xwe
digihîne hêza pêkanîna şîdetê û bi vî
awayî ber bi rêxistinbûnê ve diçe.
Ji hêla dîrokê ve
aşkere bû ku rêberiyeke lewaz ê polîtîk
wê nikaribûna jiyan bike û ji bona ku
neyê tunekirinê jî, mîna di her şoreşê
de tê dîtin, pêdiviya hinek qonaxan hebû.
Divê em di warê rêbertiyê de vê pêkanînê
çawa bi dest bigirin? Em dixwazin wateya
teorîk, felsefîk û heta wateya exlaqî
bidinê. Ji ber ku ev rewşeke cuda ye. Ji
hemû pîvanên heyî cudatir bû. Em neçar
bûn ku, li hember tiştê ku gel û dijmin
rewa didîtin derbikevin. Ji ber ku me
rewabûna xwe bixwe pêk dianî û diafrand.
Hinek cureyên
qonaxan; mûmkûn e ku ji yek saliya xwe
heta pazdeh saliya xwe mirov bahsa
taybetiyên van qonaxan bike. Bûyera me
hinek cuda ye. Vejîn ji zirûfeke înkarok
de dertê, dema zaroktiyê jî bi pêvajoya
tunekirinê ya dijmin re rû bi rû dimîne.
Wisa ji rêzê cezadayîn jî nîn e,
libitandineke herî biçûk jî bi tunebûnê
re rû bi rû ye. Reseniya derketinê heye,
jixwe xwe spartina derve û di spartina
zemîna civakê de tu şensek nîn bû. Ji
ber ku gel jî qebûl nedikir, yanî
rastiya gel a ku ber bi dijmin ve
dibeziya hebû, hema hema bêjin qet dost
jî nîn bû. Di vê bingehê de jiyanê
tengavkirin mijara gotinê bû. Pêwîst bû,
bi tarza serokatiyek rênîşandayîn hebûna,
vaye reseniya derketinê ev e.
Ev xisûseke ku tê
fêmkirin e. Ji ber ku kevneşopiyeke cidî,
sazî, hoste û yên ku fêr bikin nîn in,
ji ber vê sedemê jî ev huner bi korayî û
bi awayekî çors dihate pêkanîn. Lê
serokatî bûyereke gelek hesas e.
Hunereke wisa ye ku, ji operatorek
ameliyatê zêdetir hesasbûnê pêwîst dike.
Doxtorek bi nexweşek re mijûl dibe, lê
serokatî bi milyonan re mijûl e; ji ber
ku ew operatorê wan e. Ji ber vê yekê jî
neçar e zêdetir hesas be. Di vê mijarê
de her diçe zorî têne jiyandin; dîroka
koletiyê û dîroka xefletî hê jî bandora
xwe didomîne. Ferzkirinên dijmin ên
nokeriyê û dem dem ferzkirinên
arastebûnên şerên taybet jî, êşa heyî
zêdetir dikir. Yên ku di PKK’ê de hatine
jiyandin, encax îzaha wê bi şaş
nêzîkahiya ji serokatiyê re bê kirin.
Wekî serokatiya PKK’ê vanan pir hindik
nîqaş dikin û dinirxînin. Me pirsên mîna
helwestên çewt çi ne, mîlîtan kî ye,
taybetî û peywir çi ne, gerîla kî ye,
fermandar kî ye; anî rewşeke berbiçav û
li gorî wê li bersivan geriyan. Bêguman
pêşketinek diyarkirî ya serokatiyê heye.
Jixwe rêgeha îdeolojîk û polîtîk bi
tevahî di partiyê de serdest e an go li
ser girseya partiyê bi tevahî serdest e.
Di vê wateyê de mûmkûn e, mirov bahsa
rêxistineke rêber bike.
Di vê mijarê de
divê firsenda encamgirtin û baş
lêkolînkirina û nirxandina pratîka me bê
dayîn. Niha jî ji lêkolînkirina tarza
meşê wêdetir, pêwîst e ji bona zêdetir
derbasî pratîkê be, ev bê kirin. Hûn
beşdarî vê karî bûne, hem jî
beşdarbûneke ku we jiyana xwe daniye
heye. Hûn bi zemînên civakî yên herî
giran, ji taybetiyên eşîrî yên herî
paşverû bigirin, bi taybeteyên xwe yên
ku bi koletî û her cure biyanîbûnan
beşdar dibin. Lê ji hêleke din ve, tarza
meşa me, li hemberî van hemû yekan bi
tarzeke bê eman bi pêş ketiye. Nakokiya
di navbera me û we de, çavkana xwe ji
vir digire.
|