| |
|
14’Ê TÎRMEHÊ, BERDEWAMKIRINA
BIRYARÎBÛNA PARTIYÊ YE |
Tênegihîştina rêhevaltiya partiyê û
hevaltiya dozê ya berxwedêran, xerabiya
herî mezin li xwe kirin e.
14’ê
Tîrmehê bibîrtînin. Îro, komek
berxwedêrên zîndanê di şexsê xwe
de; li hemberî dijminê ku
dixwest hêviyên gelekî ku heta
kurtêlên dawîn jiholê rabikin,
berxwedêriya PKK’ê ku di xwe de
bi cî kiribûn nîşan dan. Ev
rastiyeke bênîqaş e. Di demên
herî zor ê destpêka sala 1980’î
de, çi nirxên li piyan hebin, bi
tevahî jiholê rakirin û bi
zanebûn hemû tedbîran dan pişt
xwe, da ku careke din şîn neyê.
Li hemberî van polîtîkayên
jiholêrakirinê, çi berxwedêrî
pêwîst dike kirin, wekî
berxwedaniya dawîn laşê xwe
helandin, henasa xwe ya dawîn bi
vî awayî mezaxtin û bi biryara
çalakiya berxwedaniya herî bi
hêz li ber xwe didin. Tam di vê
xalê de, bi dirûşma “berxwedan
jiyan e”, ji xwe re vê şîarê
dipeyitînin û dertên holê. Ev bi
tevahî dibe hêviyeke esîl a gel
û banga jiyanê. Dibêjin; “Dev ji
hêviyê berdan nabe, dev ji
partiyê berdan nabe, emê xwe
bihelînin û bizivirînin jiyanê.”
Berxwedaniya
zîndana Amedê, di wateyekê de dibe
berxwedaniya hebûn û tunebûnê ya
Kurdistanê; lêdaneke li çarenûsa mirinê
xistinê ye û berxwedaniyeke ku gengaziya
qonaxeke girîng a jiyanê ye. Ji nava wê
tê. Me berxwedaniya tîrmehê a rêber, bi
girîngî û wateya wê danî holê.
Berxwedaniyeke ku bi çarenûsa Kurdistanê
re eleqedar e. Pêşengê vê berxwedaniyê
hene. Teqez beşeke girîng, bi
berxwedaniyeke dîrokî ya girîng de şehîd
ketine.
A rast, rêhevalên
wisa ne ku, dixwazin berxwedaniya herî
mezin bidin. Em Xeyriyan û Kemalan baş
dinasin. Hevalên ku bi azweriya têkoşînê
tijî bûn. Pratîka şoreşgerî, ji bona wan
jiyan bixwe ye. Xeyrî, kesayetiyeke ku
xebat û propandayên rêxistinê henas bi
henas dijiya, ji bilî vê yekê
kesayetiyeke ku yek rojeke wî vala nîn
e. Kemal, kesayetiyeke ku ji goşt heta
neynûk her tiştê xwe têxistiye xizmeta
partiyê, bi her tiştê xwe xeta têkoşînê
ya partiyê dijiya û dîsa kesayetiyeke ku
henas bi henas tarza jiyana partiya
birêve dibe. Li ser vê mijarê pir tişt
hatin gotin, dibe ku zêdetir jî bê gotin
û ewê bê gotin jî. Ew rêhevalên me yên
ku, xwe bi rastiya partiyê re, di şert û
mercên herî zor û bêderfetî de, xwe bi
pêş ve birine û ji bo dev jê bernedên,
bi berxwedêriyeke mezin bûne bersiv. Ew
kesayetiyên ku gelek caran vê yekê
peyitandine. Biryarîbûneke berxwedêr a
bi vî rengî, van kesayetiyan pêşengî
kirine. Vê yekê, divê em baş fêm bikin.
Di berxwedaniya
14’ê Tîrmehê de, em Ferhatan jî
bibîrbînin. Berxwedaniya çaran jî
berxwedaniyeke mezin e, ew jî yek ji
berxwedêrên dîrokê yê kêmdîtî ne.
Berxwedaniya Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û
Kemalan, xala lûtkeya berxwedaniyê ye.
Vaye berxwedaniya
Newrozê ya Mazlûman, vaye biryara
berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, vaye xwe
kirina meşale ya Ferhatan, bi tevahî
tevahiya xwe wisa ye.
Girêdayî bîranîna
berxwedêrên 14’ê Tîrmehê mayîn
meseleyeke mezin e. Rêhevaltiya partiyê
û hevaltiya dozê, ger bi her awayî
rastiya herî bingeh a berxwedêran
tênegihîje, wê demê li xwe xerabiya herî
mezin dikin.
Ji bona ku em
careke din wate bidin salên ku di vê
bingehê de hatine qezenckirin û li ser
navê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê biaxivin,
divê em PKK’yîbûna wê demê têbigihîjin û
bikin. Di vê wateyê de, karê we zor e.
Lê ew qas jî nêzîkî serkeftinê ye. Bila
tu kes, li ser mîrateyên ku wê demê
hatine qezenckirin, hêviya rojên xwe
xelaskirinê neke. Ev ji îxaneta aşkere û
xefletê xetertir e. Divê em xwe bidin
qanîkirin ku, vîneke me û biryareke me û
sîstemeke me ya nirxên pîroz heye. Li
hemberî her tiştî derketin û bêhay dibe,
lê baş bizanibin ku li hemberî van
nirxan wisa nabe. Ger hêza we nîn be,
bizanibin di ciyê xwe de bisekinin. Şer,
ne karê her mêrxasî ye. Ez bixwe jî, xwe
li vî şerî kêm liyaq dibînim. Min kir û
nekir, xwe li vê serokatiyê nedam
rûniştandin. Gotin di cî de be li ser
daxwazê, dîsa li ser daxwaza şehîdan û
pêwîstiya wesiyetan, min nedikaribû di
çarçoveya hêza xwe de neanîna cî. Lewre
em dibêjin, berxwedêriyek û biryareke
fedakar.
Em vê yekê aşkere
bêjin ku, di nava partiyê de; ne
liyaqbûna bîranîna şehîdên berxwedêr ên
mezin, li hemberî kêmasiyên xwe kirina
perde, li ser wan bi erzanî jiyandin,
pêre sekna her curê paşdemayînan,
nefêmkirina biryarên vê roja mezin ku tê
wateya banga şehîdên berxwedêr, bê
têgihîştin jî neanîna cî, jiyana şehîdên
berxwedêr tengkirin, mîna ku roj bi roj
bîranînên wan jibîrkirin, xwe bi
bîranînên şehîdan bi hêzkirin bidin
aliyekî, li ser mîrateyên wan xwe
debarkirin heye. Ger kar hatibe qonaxeke
wisa, bizanibin ku ew partî û hevaltiya
riyekê, bi rewşeke xeter re rû bi rû
maye.
Me her dem vê yekê
got; ger em hinek be jî li peywirên xwe
xwedî derketibin û hêjî me dev ji
berxwedaniyê bernedabe, babeta bingehîn
a erka xwe diyarker e, teqez ev
berxwedêr in û bi taybet girêdaniya me
ya bîranîna şehîdên berxwedêr e. Bi qasî
ku gengaz bû, me ew di xwe de hîs kir.
Li hemberî
biryarîbûna 14’ê Tîrmehê, hûnê encameke
çawa derbixînin? Pirsa herî balkêş ev e.
Bi taybetî wan ji bona partiyê ji me re
wesiyet kirin, me jî hinek girt. Gelo,
wekî milîtanên ku dijîn, hûnê çawa
bersivek bidin. Ji bona min, ev pirs pir
sotîner e. Teqez divê, ciyê we di
jiyaneke şoreşger û şer de hebe,
serkeftineke we hebe. Ew belasebe, vê
biryarê pêk neanîn û xwe şêst rojî nedan
jiyandin. Bi berxwedanî, jiyankirinê
wisa nîşandan. Gelo, hûnê çawa bi şer
jiyankirinê nîşan bidin? Ku ew bi vî
halê xwe li ber xwe dabin û şer kiribin
û jiyan kiribin, hûn bi hemû derfetan
lîstinê û rê li ber her curê binketinan
vekirinê, çawa bêjin em jiyan dikin? Di
vê bingehê de, gengaza ku hûn xwe bidin
efûkirinê? Rastî li holê ye;
liberxwedan, xwe helandin û “jiyan ev e”
gotin. Girêdana di navbera şer û jiyanê
de wisa raberî me kirin. Tiştê ku dikeve
ser milên we jî, bi rêzkarî derbasî
jiyankirinê ye.
|