Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

KOMA ŞEVŞEVOKAN!..

29 Çile 2008

Alîşêr Koçgirî

 

Wê di 1’ê sibatê de 8 leşkerên ku dîl hatibûn girtin û serbest hatibûn berdan, danişîna wan a yekem pêk bê. Leşkerên ku 15 rojan dîl hatin girtin, bi tu nêzîkatiyeke nebaş re rû bi rû nemane û ev ji hêla wan ve hatiye erêkirin.

15 rojan ewlekariya wan pêk hatiye, pêdiviyên wan bi cî hatiye, der barê rewşa wan de ji malbatên wan re agahî hatiye dayîn û bi awayekî ewle serbest hatine berdan.

Ji heyeta ku ew radest girtine, der barê kontrola tenduristiya wan de pelge û dagirtnameya radestgirtinê hatiye şanenavkirin û li pêş heyetê yek bi yek axafîne û hatine birêkirin.

Ji dema dîlgirtinê heta dawîn, dîmenên leşkeran hatine kişandin û ev di arşîva HPG’ê de hene. Wekî din kaset û tomarkirinên lêpirsîna her leşkerekî jî di arşîvê de ye.

Her leşkerek çawa hatiye girtin, çi jiyan kiriye, rewşa çekên wan, bi kurtasî geşedanên ciyê bûyerê deqe bi deqe hatine tomarkirin.

Ger ku dadgeha leşkerî daxwaz bike, HPG dikare van pelgeyan raber bike. Tabî ku dadgeh li rastiyan bigere, dikare serî li riyeke wisa bike.

Yên ku hatine jiyandin û angaştên ku dozgerê leşkerî amade kiriye, beravajiyê hev in. Wisa dixuye ku serfermandarî hewl dide rê li ber revan bigire. Ma çawa leşkerên tirk dîl dikeve? Ma divê mirinibûya? Ku nemiribe sûcdar e. Ma ev li mehmedokê leheng tê?

Ji leşkerên dîl re yeko yeko hate pirskirin, ku bixwazin herin kîjan derî û heta şandina Ewropayê jî hate pêşniyarkirin. Bes hemû jî vegera malbata xwe anîn ziman. Lê rayedarên serfermandariyê em vegera malbatê bidin aliyek, ew avêtin zindanê.

Niha jî dadgeheke qerfok destpê dike. Wê leşker leşker bidarizîne, çima ji ber ku dîl ketine! Di angaştnameyê de ji leşker Remezan Yûce re mûhabet tê xwestin. Ya ecêb ev e ku leşkerê ku tenê birîndar bibû jî ew bû, wisa dixuyeke ku Remezan Yûce zêde bawerî bi dewleta xwe aniye. Kî dizane dibe ku gelek Remezan Yûce hene, qe nebe bila hişê wan were serê wan.

Bi ya me jî divê cezeyên herî giran ji van 8 leşkeran re bê dayîn, bê dayîn ku dema yên ku dîl dikevin vegera malê nefikirin, qe nebe em jî nakevin tatêla wan çawa bigihînin malbatên wan.

Çawa be şer didome, wê îsal jî yên ku dîl bikevin hebin, hem jî wê gelek bin, ne pêwîst e ku mirov kahîn be. Em derûniya leşkeran baş dizanin. Wisa ne pêwîst e ku edebiyata lehengiyê jî bê kirin. Ger ku tê gotin ku li wir 12 leşker mirine –bes hejmara miriyan digihê çil î- ew ne ji ber şerkirina wan e, ji ber fêmnekirin ku çawa mirine, ev 8 leşker jî ku radest nebûna wê ewê jî biçûna.

Baş e, yên din, ew ji zû ve reviyabûn, bi ya me zîrekî kirine û reviyane, bes di ser de jî bila derneyên û li ser me lehengiyan nekin, ku em dîmenan nîşan bidin wê halê wan gelek nebaş be.

Bera me ji bîr kir, Onur Dîrîkê ku fermandarê tabûrê bû hinek tiştan nivîsandiye, eyb e. Şerefeke leşkeriyê heye, leşkerekî bi sûcdariya “xayînê welat” xwe ji nav derxistin nabekî! Niha gundî jî bi te keniyane, qe nebe îstîfa bike û rûmeta xwe rizgar bike.

Ku em hê derbas nebûne, ustegmen Çağdaş bila bahsa girtina xwe bike, temam em nabêjin ku ji serî heta dawîn xwe veşartiye, lê leşkerên din dizanin, eyb e, qedemeyên fermandariyê yên wisa dibe? Serokwezîrê sê qirûşî, leşkerê wê jî sê qirûşî encax hebin, ne wisa?

HPG Konvansiyona Cenevre tam bi tam pêk aniye û pêk tîne. Lê serfermandarê tirk pêk nayne. Li hember endamên xwe jî zilmê dike. Yên ku ew rexne dikin jî tehdîd dike. Ev doz têkçûyîna serfermandarê tirk nîşan dide û acizî, bêkêrî, bêkesayetiya wî nîşan dide.

Çibûye, divê li benda encama dozê bin! Dahgeha te jî fena te ye, heq û dad li cem we çi digere? Hûn fena şevşevokên xwînmij in, edebiyata mehmedokê leheng jî qediya, ha ji we re 8 leşkerên we û xwe li ser wan bibin û bînin, wê çi bikeve dest we? Vaye cudahiya me li vir e, leşkeran niha bahs kirine, ji ber nêzîkatiyên me yên baş, serobino bibûn, ku netirsiyabûna kî dizane wê bigotibûyîna. Hûn tirsiyan, we dît ew dîwarê tirsê ku we avakiribû çawa hilweşiya.

Çawa be wê rojekê serbest bên berdan. Teqez wê tiştên ku jiyan kirine ji hinekan re bahs bikin, fena leşkerên ku berê hatine berdan.
Di vê navberê de nîqaşa operasyona bejayî tê kirin, bi ya me hema niha bikin, bikin ku, bila hemû dinya bibîne ka hela leşkerên we dîl dikevin an nakevin.

A rast ê me jî xerab hîn bûn, her kes ji bona ku dîl bikevin bikevin pêşbaziyê. A baş hûn operasyoneke bejahî bikin da ku bi hejmareke maqul ev gufûgoyên dîlan bidome.

Hûn çi dibêjin koma şevşevokan!..

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne