|
Ajanê dewlata kûr: Îbrahîm
Gûçlû |
Aram Masîs
Di
van salên dawîn de me gelek caran di
gotar û nirxandinên xwe de bahsa kurdên
xwefirotî û noker kiribû. Taybetiya van
derdoran xwe kurdên herî baş dibînin û
bi bikaranîna zimanê kurdî û qaşo xwedî
derkertina kurdî xwe rûpûş dikin.
Mixabin cerdevan an cahş jî bi kurdî
diaxivin, bes li hember gelê xwe bi
dijminê kurdan re hevkarî dikin û bi
çekên dijmin bi şervanên parastina gelê
kurd re şer dikin.
Gelek caran me navên van derdorên
xwefirotî û yên li ber derê JÎTEM’ê li
pey loqekî nan in dabû. Ne pêwîst e ku
em bahsa hemûyan bikin, bes yek ji wan
heye, bi ewtîna xwe û bi gilêza devê xwe
bajarê qedîm Amedê dilewtîne. Ev kes
Îbrahîm Gûçlû ye. Îbrahîm Gûçlû
rasterast ajanekî dewleta kûr e ku dem
bi dem wî didine axaftin. Debara xwe bi
kontratiyê dike. Li ser navê kurdîniyê,
polîtîkayên înkara her nirxên kurdan ji
bona berjewendiyên xwe yên qirêj
difiroşe.
Îbrahîm Gûçlû, ji bilî têkiliyên wî yên
JÎTEM’ê û dewleta kûr, bi hêzên başûr re
jî têkildar e. Li gorî peywira ku dane
wî, ciwanên kurd ên ku xwendevan an ji
yên ku ji nav saziyên Tevgera Azadiyê
hatine qewitandin, di bin navê komeleyan
de digihîne hev. Li Amedê komele
vekiriye û van karên xwe yên qirêj, bi
vê komeleyê bincil dike. Diçe ji JÎTEM’ê
dertê û diçe saziyên mîna Enstîtûya Kurd
û Pena Kurd, bi rûpûşa zimanê kurdî, xwe
cuda nîşan dide. Îbrahîm Gûçlû, ciwanên
ku li Amedê dixapîne, ji bona
perwerdehiyê dişîne başûrê Kurdistanê û
perwerdehiya çekan dide wan. Van ciwanên
ku bi Îbrahîm Gûçlû re ne, her dem li
ser wan çek hene û di bin parastina
polîsan de karên xwe dimeşînin.
Van ciwanan gelek caran bi çekan ciwanên
welatparêz tehdît kirine û dema ku
bertek li hember xwe dîtine polîs ketine
dewrê. Kontratiyeke fena Hîzbûl Kontra
hewl dide li Amedê pêş bixe. Ya teqez ev
e ku, ev kes di nav karê kontratiyê de
ye û vê yekê aşkere aşkere dike.
Herî dawîn di nivîseke xwe de, der barê
HPG’ê(Hêzên Parastina Gel) de, dev
dirêjahî dike û dibêje, HPG; hêza înkara
gel e. De keremkin ji vir vêxin!
Îbrahîm Gûçlû pratîka ku nav de ye,
ajantî û sîxuriya ku dike, fena Bekoyê
Ewan niha davêje ser Tevgera Azadiyê. Bi
vê jî namîne devdirêjiya Rêberê gelê
kurd Rêber Apo dike.
Îbrahîm Gûçlû vê hêzê ji ku digire?
Kesekî ku din parastina dewletê û
kontraya de nîn be, dikare wisa çêran,
heqeretan û derewan li Tevgera Azadiyê
bike?
Pir gotin ne pêwîst e ku bê gotin.
Ciwanên welatparêz baş dizanin û dinasin,
çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin û
dizûrin bêdeng bikin.
|