Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

Divê ciwanên kurd rivîna heyî gurtir bikin!

12 Çile 2008

Rûbar Andok

 

Ku firînên balafirên şer ên tirk li ser Qadên Parastina Medya didomin, wisa dixuye dewleta TC’ê bi serdena Abdullah Gûl a Emerîkayê re hinek sozan girtine û ji bona berdewamkirina êrîşên li dij sînoran biryar hatiye girtin. Li gorî pêwîstiya qerekterê emperyalîst, van tavîzên ku hatine dayîn, her hal yekalî nîn in. Gûl çiqas pêşeroja Tirkiyê pêşkêşî Emerîkayê kiriye, emê di demên pêş de bibînin û hîn bibin. Wisa dixuye ku Bush, peywirên dîtir jî daye pêşiya Gûl û ji ber vê yekê ye ku dest bi serdanên Rojhilata Navîn kir. Dema ku li daxuyaniyên Gûl ên li Emerîkayê û li daxuyaniyên Erdogan ên li Amedê bê nihêrtin, konsepta tunehesibandina kurd, wê her biçe bi kûrahî bê birêvebirin.
Ku rewş ew qas zelal e, divê saziyên civakî yên sivîl, derdorên demokrat û rewşenbîr û bi taybet ên ku li ser navê kurdan siyaset dikin, helwesta wan zelal bûya. Hal ew e ku, divê ji roja pêşîn de dema ku Erdogan hate Amedê, ji hêla van hemû hêzan ve bi dirûşmên “Mêrkûj Erdogan”, “Noker Erdogan”, “Dirû Erdogan” bihatina pêşwazîkirin û muxatab nehatina girtin. Li hember vê zihniyeta ku li ser xwînê siyaset dike û rê li ber xwînrijînê vedike, divê sekneke tûj hebûna. Digel ku sûcdar û berpirs diyar in, divê van hêzan neketina derûniyeke fedyok, tirsok û sûcdariyê.

Hêzên dagirker ên tirk ku paytexta Kurdistanê ji xwe re kirine mesken, axên herî bi nirx ên bajêr kirine qadên leşkerî. Li gelek deveran yekîne, lojman û balafirgehên leşkerî ava kirine. Balafirên şer ên ku ji van balafirgehan radibin, çiyayên azadiyê yên berxwedêrên azadiyê lê ne bombeyan dibarînin û gundên bê parastin ser û bin dikin. Bi taybet jî pîlotên ku van balafirên şer bikartînin, piştî bombebarînan di nava 15-20 deqeyan de vedigerin yekîneyên xwe û jiyana xwe ya asayî didomînin. Belkî jî ev pîlotana, bi zarokên xwe li parqa Koşuyoluyê ji xwe re digerin, kargehiya Galeriyayê an jî li Mîgrosa ku cot M’yê wê hene fîlm temaşe dikin an danûstandin dikin û bi vî awayî bi dilrihetî di nava bira, heval, zarok, bav û dayîkên gerîlayên ku li çiyayên azadiyê têdikoşin de digerin. Û piştî vê kevala bextewar fena ku tiştek nîn be, vedigerin lojmanên xwe. Û dibe ku roja din ji lojmanên xwe derên û ji bona bombeyan li axa Kurdistana pîroz bibarînin, ji lojmanên xwe dertên. Mixabin ev keval li paytexta Kurdistanê li Amedê û li gelek deverên din tê jiyîn.

Baş e, wê li hemberî vanan ciwanên kurd bêdeng bimînin, sedî sed na! Ev pîlotên ku fermandarên xwe yên bi navê Yûnûs re gelek sûbay û astsûbay windakirin, her hal jê re merasîma cenaze jî çênekirin. Êdî rojên pêş de, çawa ku leşkerên ku li Oramarê mirin û yek bi yek bi qeza û hwd. morgan vala kirin, wê vê carê jî wisa bikin.
Bi taybet di mehên dawîn de çalakiyên maşînşewitandinê yên ku ciwanên kurd li hember van derdoran bi pêş xistine, kêm be jî berfa çiyayan dihelîne. Lê divê van rivînan zêdetir bên bilindkirin. Li hember dij-propagandayên çapemeniya tirk û derdorên faşîst ku ev cure çalakiyên rewa û pîroz nebaş nîşan didin, divê bêyî ku cidî bigirin hedefên xwe mezintir bikin. Divê hêzên ku çiya û xwezaya bihûştî yê Kurdistanê texrîp dikin, ciwanên kurd nehêlin ku bi rihetî razên. Bi gotina Bûyûkanit Malên BBG, divê veguhezînin malên YMD(Yek me dişewitîne!)’ê.

Dîsa divê her ciwanek kurd destpêkê xwe bike şervanek parastinê yê herî baş. Di vê bingehê de, bi çalakî beşdarî pêngava “Êdî Bes e!” bibin û ji bona ku sîstema Îmraliyê parçe bibe, ji bona ku tenduristiya serokatiya me bikeve bin ewlehiyê û azad bibe, divê bi rihê apocî rabin ser piya. Encax bi vî awayî emê bikaribin gelê xwe azad bikin û welatek demokratîk û azad biafrînin.

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne