|
Elîşêr Koçgirî
Tayîb
Erdogan di dozeke ku li hember wî hatiye
vekirin de, bi sê qirûşan ceza girtiye.
Tê wê wateyê ku nirxa wî ew qas bûye,
dadgeh jî rasteqîn tevgeriyaye, jixwe
zêdetir jî nedikir.
Erdogan ku wekî zilamê sê qirûş derbasî
dîrokê bûye, li hemberî yên ku pênc
qirûş nirxa wan heye ketiye rewşeke
şermezariyê, ji ber vê yekê jî hêrs bûye.
Ji zilamê pênc qirûş ên mîna Bûyûkanit,
Bahçelî û Baykal re ev bûye moral.
Wax ji halê Tirkiya ku ji hêla zilamên
sê-pênc qirûşî re tê birêvebirin. Ku cî
hatiye ev rewş ji bona Bush’ê pênc
dolarî jî derbasdar e. Kovboyê
emperyalîzma Emerîkayê ew qas bênirx
bûye ku, bi zilamên sê-pênc qirûşî re
radibe rûdinê.
Her cara ku zilamên sê-pênc qirûş-dolarî
tên cem hev, dest bi vegotina “PKK
dijminê me yê hevbeş e” tê kirin û li
hember PKK’êsonda têkoşînê didin.
Li hember van hemû nêrîn û daxuyaniyan,
yên ku bifikirin helbet hene. Yên ku bi
werîsên Emerîka xwe berdidin bîrê, ne
pêwîst e ku mirov zêde tiştan bîne ziman.
Bes ji bona ku yên bi navê emperyalîzma
Emerîka dest bi gotinê dikin ev girîng
e. Ji ber ku ew çiqas dij-emperyalîst in
derdikeve holê.
Ji bona PKK pir tişt hatin gotin û
xêzkirin. Encama ku derketiye holê, PKK
li dij Emerîka di xeteke dij-emperyalîst
de ye. Jixwe Emerîkî vê yekê aşkere
aşkere tînin ziman.
Baş e, yên ku bi Emerîka re bi heman
xetê de ne, ew jî derketine holê. Êdî
hûn dibêjin nokerên Emerîka yan xulam,
qewraş û tol an çi dibêjin bêjin, lê her
tişt aşkere li holê ye.
Vaye zilamên sê-pênc qirûşî, daw û
derpiyên serokên sê dolarî yên Emerîkî
radimûsin. AKP’ya noker çiqas xweşik xwe
dide dest. Kes nemaye ku nizane Sofî
Fetûllah li Emerîka çi karî birêve dibe.
Ev zilamê avasazê Tirk-Îslamê ye, vaye
bi zilamên sê-pênc qirûşî ji Emerîka
Tirkiyê birêve dibe.
Kemalîst jî, hê jî dev ji xwexapandinê
bernedane. Ku ew bixwe zilamên sê-pênc
qirûş nînbûna, ma wê bikaribûna ew li
hev bikirana? Ya baş Emerîka kir, hem sê-pênc
qirûşiya xwe bi dinyayê da nîşandan, hem
jî li Rojhilata Navîn kî dijmin dibînin
aşkere diyar kirin.
Ha ku cî hatiye, ku komploya navneteweyî
nebûna, wê Emerîka ketina xwe ya
Rojhilata Navîn di xewna xwe bidîtana.
Tenê PKK’ye ku Emerîka di ketin û
derketina Rojhilata Navîn de poşman bike.
Ji ber vê yekê ye ku hemû nokerên
Emerîka PKK’ê wekî dijminên hevbeş îlan
dikin. Ka em dev vê berdin, ev Kurdistan
e, erdnîgariyeke wisa ye ku fena ku bi
te re biaxive. Ji te re hinek tiştan
dibêje, hem jî çiqas xweşik vedibêje.
Dibêje ku, min hezar salana ye ku dîtiye,
kî hatin kî derbas bûn. Hêla min a
berxwedêr, ji ber azweriya min a azadiyê
ye. Ezê bi kevir, çiya û axa xwe derbasî
berxwedaniyê bibim. Yên ku bi min jiyan
kirine dizanin, wisa dizanin ku, li ser
min destanên lehengiyê dinivîsin.
Vaye, ya ku ew zilamên sê-pênc qirûşî
fêm nakin jî ev e. Heta ku dixwazin bila
bêjin dijmin, bila bi dijminî êrîş bikin,
ew Kurdistana ku ne têk diçe û ne jî bi
dest dikeve, wê bi navê PKK’ê
nivîsandina destanên lehengiyê bidomîne.
Ji me careke din gotin…
|