|
Cemîl BAYIK
ÇARE: BÊTIR PÊŞXISTINA HÊZA GEL A
SIYASÎ Û PARASTINA REWA YE!
Rejîma şerê taybet a tirk plana xwe ya dema pêş aşkera kir.
Daxuyaniyên ji aliyê Serfermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbug û her
wiha daxuyaniyên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin dayin vê rastiyê
radixin ber çavan. Di cewherê polîtikaya dema pêş a rejîma şerê
taybet a tirk de, berdewamkirin û berfirehtirkirina polîtikaya xwe
gihandina hedefên ku di demên borî de hatibûn danîn û nehatibûn
bidestxistin.
Di serê hedefên ji aliyê rejîma şerê taybet a tirk ve hatine
destnîşankirin de ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê;
bêbandorkirina gerîla, hakimiyete tam a di qada siyasî de û di qada
navneteweyî de afirandina tecrîdeke tam cih digirin. Hewldanên Îlker
Başbûg ên ji bo astengkirina beşdariya gerîla û hewldanên
serokwezîrê tirk R.T. Erdogan ji bo bidestxistina şaredariyên mîna
Amed, Dêrsim û Şirnexê ya di hilbijartinên herêmî de tên wateya
fermanên di çarçoveya vê polîtikayê de.
Ev planên dema nû yên rejîma şerê taybet a tirk di pêvajoyên borî de
jî hatibûn ceribandin. A rast plan dikirin ku di Newroza 2008’an de
bêjin ‘me serhildana dawî ya kurd têk bir’ û serkeftina xwe îlan
bikin. Lê belê di vê yekê de biser neketin. Sedema vê yekê jî
berxwedana gel û ya gerîla bû ku li Rêber APO xwedî derket û ew ji
nêz ve şopand.
Tevî vê rastiyê ji rejîma şerê taybet a tirk di meşandina heman
planê de israr dike. Di vê çarçoveyê de astengkirina beşdariya nav
gerîla û di hilbijartinên herêmî de bidesxistina herêmên li jor me
navê wan rêz kirin mîna hedefeke stratejîk diyar kirine. Çima rejîma
şerê taybet a tirk beşdariya gerîla û bidestxistina şaredariyên
bajarên kurdan ev qasî stratejîk digire dest? Ev pirseke girîng e ku
pêwîst e li ser bê sekinîn û divê rast werê bersivandin.
Dewleta tirk darbeyên cidî xwarine. Di hebûna wê ya siyasî de jî
qelş/derzên mezin vebûne. Di rewşa em gihiştinê de hatiye dîtin ku
bi hebûna xwe ya klasîk êdî ne mumkûn e li ser lingan bimîne. Ji bo
derbaskirina vê rewşê li gorî xwe hin stratejî hilbijartine. Di vê
çarçoveyê de pêwîstî bi sererastkirina klîka rêveberiyê dîtiye.
Pirsgirêkên di navbera klîkên ku mîna, ‘Ergenekona Laîk’ û
‘Ergenekona Oldar’ xwe didin der jî ji qolincê di dema vê
sererastkirinê pêde ne tiştekî din e. A ku Tirkiyeyê aniye vê astê
Têkoşîna Azadiya Kurd e. Ji ber vê yekê jî klîka rêveberiyê ya
Komara Tirkiyeyê amade dike mîna hemleyeke dewletê ya li dijî
Tevgera Azadiya Kurd e. Hêza ku vê hemleyê pûç derxe dîsa ji Tevgera
Azadiya Kurdistanê pêde ne tu hêz e.
Girîngî û sedema ku rejîma şerê taybet a tirk astengkirina beşdariya
gerîla û bidestxistina şaredariyên bajarê kurd mîna stratejî daye
ber xwe ji vê yekê tê.
Beşdariya gerîla tê wateya li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê
bihêzbûn û berdewama hêza parastina rewa ya gel. A ku di sîstema
mêtînger a înkar û tunekirinê esas digire de derz vekirine ji vê
hêza parastina rewa ya gel pêde ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê jî
klîka rêveberiyê ya Komara Tirkiyeyê dixwaze sererast bike astengiya
herî mezin a li pêşiya xwe beşdariya gerîla dibîne û dixwaze dawî li
vê yekê bîne. Bi heman rengî bidestxistina şaredariyên bajarê kurd a
di hilbijartina herêmî de ji bo xwe girîng dibîne.
Bandora Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ya li ser şaredariyê bajarên
Kurdistanê jî ji aliyê klîka rêveberiyê ya dewletê ku derdixe pêş ve
mîna astengî talûkeyeke mezin tê dîtin. Neyê qebûlkirin ku sîstema
siyasî li navendê cuda, li herêmê cuda xwe bide nîşandan. Îlker
Başbûg û R. T. Erogan bi daxuyaniyên dan ev yek anîne ziman.
Mikurhatina ku encamên hilbijartinê yên li bajarê kurdan werin
bidestxistin ‘pirsgirêka dewletê’ ne. Di nirxandinên hatin kirin de
hate gotin ku, ‘Heger van hilbijartinan em bidest bixin wê demê ya
serkeftî wê bibe dewlet, heger em winda bikin a têkçûyî dewlet e.”
Ev yek jî radixe ber çavan ka çima rejîma şerê taybet a tirk di
plana astengkirina beşdariya gerîlayan û di hilbijartinên herêmî de
bidestxistina şaredariyên bajarên kurdan de, tevî di pêvajoya borî
de biser neketin jî ev qasî israr dike. A girîng rast dîtina vê yekê,
standina tedbîrên li dijî vê planê û meşandina amadekariya li
hemberî wê ye.
Di pêvajoya borî de gerîla û gel ê ku Rêber APO şopand û lê xwedî
derket nîşan da ka têkoşîna li hemberî van planan çawa bê dayîn.
Pêwîst e di dema pêş de ev yek bi israr û bêyî ku tawîz bên dayin bê
şopandin, meşandin û xwedîderketin. Di roja me de pêwîstiya vê yekê
bêtir derketiye ber çavan.
Di vê çarçoveyê de pêwîst e hêza parastina rewa ji aliyê hejmar ve
bêtir werê mezinkirin û asta beşdariyê mayînde bibe û her biçe zêde
bibe.
Her wiha divê berxwedana parastina rewa jî divê derkeve asteke
bilindtir. Tevî vê yekê divê bi tu awayî destûr neyê dayin ku di
hilbijartinên herêmî de şaredariyeke bi tenê ya welatê me bikeve
destê hêzên nûneriya sîstema mêtînger a înkar û tunekirinê. Ji bo vê
yekê jî divê ji niha de tevger were destpêkirin, aliyên kêm werin
temamkirin û amadekariyên tam bên kirin.
Mîna demên borî, ji niha û pêde jî tenê bi vî rengî dikare bersiv ji
bo siyaseta înkar û tunekirinê ya rejîma şerê taybet a tirk bê dayin.
Ji vê pêde riyeke din tune ye. Rê û çareya bi tenê; Bihêztirkirin û
berfirehtirkirina hêza parastina rewa û hêza siyasî ya gel e û
gihandina vê yekê ya mîna hebûneke zelaltir a di pratîkê de pêk tê. |