|
Saet
ber bi şevaqa serê sibê ve diçû.
Em di çepra xwe de, Rêdar jî li
ber zinarekî li kêleka çepera me
xwe dirêj kiribû. Hevalê Serdar
bi zimanekî nerm û dengekî nizm
bang li Rêdar kir. “Hevalê Rêdar
ka rabe, dinya kêmek maye ku
zelal bibe. Ka rabe dereng e.”
Pêwîst bû hevalê Rêdar berî ku
dinya zelal bibe biçe çepera xwe.
Lê çitîniyek jî ji Rêdar nehat.
Ne erênî ne neyînî, ne him ne jî
gum. Fena ku di xewa mirinê de
raketî bû. Ez bi vê yekê hêrs
bûm û bi zimanekî hîn tund min
bang kir. “Rêdar! Rêdar! Ka rabe
heval. Dinya ha ha zelal dibe.
Ger tu niha neçî, tê piştre
nikarîbe biçî”
Le Rêdar hem di derya xewê hem
jî di ya bêxemiyê de xeniqîbû û
bi zimanekî bêxem dilê me sar
kir û got; “Tişt nabe, ku rewşek
çêbibe, ezê herim ciyê xwe. Hûn
keşfê bikin.” Her çiqas ez û
hevalê Serdar bi Rêdar re
mijûlbûn û me israr kir, lê hemû
hewldanên me di deryaya bêxemiya
Rêdar de xeniqîn. Êdî tu tiştekî
ku me bikira jî nemabû. Ji
hewldanê me û ji bêxemiya Rêdar
tenê acizî kete nava me. Ka em
çibikin, “Çav kor e, dest kurt
e” tiştekî ku bikirana jî tunebû.
Ji ber ku ciyê çepera Rêdar pirt
stratejîk bû, hem parastina
çepera me dikir, hem jî di
rewşeke awarte de wê xwedî rol
bûna. Vê yekê guman bi me re
çêkir. Ji ber vê jî hevalê
Serdar xwest ku ew li şûna Rêdar
biçe çepera wî û ji Rêdar re got
ku, madem tu naçî, wê demê tu li
vê çeperê bimîne, ezê biçim şûna
te. Lê Rêdar ev yek jî
nepejirand û alîkarbûyîna
BÎKSÎ’vaniya hevalê Serdar kire
hincet û dîsa gotinên xwe yê
berê dubare kir. Êdî piştê vê
axaftinê, deryaya nîqaşê hate
girtin.
Şeveqa sibê, perdeya tarîtiyê
radikir. Diviyabû em êdî
tevnegerin. Êdî tevgereke bê
wext, wê ziraviyên şer û rêzikê
wê bin pê bike. Lewra em nema bi
Rêdar re jî axivîn û di çepera
xwe de me xwe bêdeng kir. Her
deqîqeyek ku derbas dibû, me
pêşiya xwe baştir didît. Serdar
ji min dûrbûn xwest, dûrbûna li
cem min jî yeke Sedamî, lê bi
aliyekê bû. Ji ber ku çavekê wê
xera bûbû, min jî ew jêkiribû û
aliyê wê yê saxlem li cem xwe
rakiribû. Bi xwestina Serdar re
min dûrbîn dirêjî wî kir û guhê
xwe da derdorê. Di hundirê min
de hîseke ecêb û xerîb diçû û
dihat. Qepeqepa kewê gozelê
dihat. Lê ez pir zêde bi vê
hestiyar nebûm. Ji ber ku di
hundirê xwe de ez ji vî dengî re
ne amade bûm. Texmîn û hizrê min
tev li ser şerbûn. Lewma
qepaqepa kewan ji min re wekî
dengê firokeyan dihat. Bes tu
deng nîn bû.
Piştî ku tîrêjên rojê ji palê
pişta Katoya Navîn hilatin,
hevalê Serdar dûrbîna yek çavî
da ber çavê xwe û di kuleka
çeperê re yekser berê wê da cihê
ku leşker şevê din lê mabûn.
Ciyê wan jî li Deriyê Hirçê di
nav Katoyê de bûn. Ji ber ku
ciyê herî nêzîkê me ew der bû,
loma jî timî guhê me li derdorê
bû. Çavê me jî li Deriyê Hirçê
bû. Belê, refek ji leşkeran şevê
dî hatibûn li wir lîsê xwe
çêkiribûn.
Berî ku pirsa li ser zimanê min
xwe bavêje der, bersiva wê ji
nav lêvên Serdar sînyal da guhê
min û got, “Hevalê Erdal, dijmin
hîn li Deriyê Hirçê ye. Xuya ye
ew jî keşf dikin. Divê em dîqet
bikin” Vê axaftina Serdar hişt
ku em bêhemdî dawiya xwe bi erdê
ve bixişînin û di çeperê xwe de
xwe mit bikin. Lê ji ber ku ev
tişt di texmînê me de hebû, loma
tu guhartineke cidî di hestê me
de çênekir. Tirs û gumana
hundirê me ne ji dîtîna leşkeran,
ji ber bêxemiya Rêdar bû. Hîna
jî Rêdar di bêxemiye de bû. Hayê
wî ji leşkeran û rewşa wan
tunebû. Hevalê Serdar rewşa heyî
ji Rêdar re ragihand. Piştî ku
Serdar rewşê vegot, yekser
tatêla Rêdar zêdebû. Ev jî hişt
ku dest bavêje dûrbûnê û li
derdora xwe binêre. Lê keşfa wî
jî bi xemsarî xuya dikir û di
ber re jî digot, “Ciyê me zêde
xweş nîn e” Derûniya wî zahf
tevlihev bûbû, mirûzê wî tirş
bûbû.
Saet dihate 6.00’an. Êdî her der
di bin bandora tava rojê de bû.
Tenê sîberên tahtan reş dikirin.
Her der ronahiyê re xweş xuya
dikir.
Dijminê li miqabilê me jî
tevgereke biçûk di nav de çêbû.
Vê tevgerê hişt ku çekên destê
wan de biteyisin. Êdî ne bi
dûrbînê, bi çavan dihatin dîtin.
Di vê navberê de, dengê
firokeyan û pirepira wan li
ezmanê hêşîn veda. Dengê
firokeyan berê me ji leşkeran
guhezt. Em her du jî li ezmana
digerin. Çavên min li ciyekî, yê
Serdar li ciyekî din. Li ser
pirepira perwaneyên firokeyan,
çavên xwe li ezmanan digerînin.
Heçku em di pêşbirka bê ka kî zû
wê bibîne de bûn, weke her carê
hevalê Serdar berî min destê xwe
li hilê da û got; “Wa haye” û bi
destê xwe nîşanî milê Çele Cengê
kir.
Belê, firokeya ku me bahs kir,
ji yekê derbasbûn. Hejmara wan
çû çaran. Dengê wan weke dengê
ewrên biharê li nav hev diketin
û her yekê li ciyekî leşker
datanîn. Li gorî ku em di qirika
Çele Cengê de didîtin, me fêm
dikir ku rabûna wan ji Tûgaya
Qomandoyan a Çiya ya Colemêrgê
tên.
Hîna tu şer û pevçûn dest pê
nebûye. Lê li gorî ku heta niha
sê firoke bi hev re dihatin
herêma operasyonê, xwedê dizane
şer dest pê bike. Wê çend herin
û werin. Jixwe ji niha ve sê bi
sê hevdu diguherin. Sê diçin sê
tên. Hindekan çekê giran datanîn,
hinek ji wan leşker datanîn,
hinek jî erzaq belav dikirin.
Her wiha di her girekî de gelek
leşker danîn û di sê refê
leşkerên bi piyade xwe gihandin
leşkerê li Katoyê. Ji ber ku ev
planê dijmin ji nav planê
tunekirinê yê 98’an bû, loma her
tim hêzên wan ê cîgir amadebûn û
yekîneyên wan ê firok her tim
amadebûn. Niha jî tev sewqî
herêmê kirine. Her ku firoke
diçûn û dihatin, hewaya şer hêdî
hêdî dihate çêkirin. Bêguman ev
rewşa heyî hemû hevalên me yê
din jî dibînin û dinirxînin û
kefa destê xwe dixwirînin. Me jî
kefa destê xwe dixwirand û
berdewariya ku heyî em ji hundir
de dihelandin. Her wiha çawa ku
derziyê saetê ji milê rastê ber
bi çepê ve dizivirî û dikire
tirkînî, çavê me jî li çep û
rastê temaşe dikir. Tirkîniya
dilê me jî weke tirkîniya
derziya saetê lêdida. Ne zede ne
kêm.
A niha saet ber bi 8.00’an ve
dihat. Di tevgera leşkerên di
nav Katoyê de guhartineke cidî
çêdibû. Hemû leşker jî ber beran
û keviran derketin. Cilên wan
reş dikirin wekî moriyan bûn. Ji
nivî wan zêdetir çentê xwe dane
pişta xwe û bi rengî belave yek
bi yek xwe di nav tahtên Katoyê
de berdan. Berê leşkeran yekser
li ciyê me ye. Hingê kronometra
saetê kete tevgerê û nîşane
destpêka pêşbirka şer da.
Piştî ku me tam zelal kir ku
berê leşkeran li çeperên me ne,
careke din me dawiya xwe bi erdê
ve xiaşand, destê xwe dirêjî
çekên xwe kirin. Jixwe di şeva
berê de, me fîşek dabû ser.
Serdar ji min re got; “Hevalê
Erdal heta nekevin nêzbûna
narîncokan, em lê nedin”
Li gorî ku leşker saet di
8.00’an de ketin tevgerê herî
kêm heta ku bigihîjin çeperên me
wê saetek derbas bibe. Ev yek jî
dîsa baş e. Hê ji cengê re
saetek heye. Ji ber ku pevçûnên
roj pir zêde li aliyê me nebûn.
Lê ev pevçûn neçarî bû. Dîsa ger
heta niha tu pevçûn ne qewimiye,
ev tê wê wateyê ku heta niha
dimin tu dîmen ji me nedîtine.
Loma heta niha her tişt li gorî
planê diçû.
Piştî van dîmenan û van
guhartinan, me xwest em Rêdar
agahdar bikin. Vê carê min Rêdar
agahdar kir; “Hevalê Rêdar,
dijmin di nava Katoyê de kete
tevgerê. Berê wan jî rasterast
li çeperên me ne. Lê hîna
qederekê dûr in. Meşa wan pir
giran e.”
Wê bidome….
[nivîsên
berê]
|