|
Hefteya
borî, hefteyeke têrtijî û bi
heyecan bû. Sûprîza
serfermandariya tirk têrî
sergirtina rastiyan nekir.
Rewşeke gelek bêqelîte û bêast
derket holê. Daîreya Şerê Taybet
dikaribû sûprîzên bi mantix
bikirana. Sûprîz di qewriya wan
de aliqî. Wisa dixuye ku wê
derketina wê zehmet be. Jixwe li
hember van angaştan di asta jor
a tevgera azadiyê de daxuyanî
hatin dayîn û dîsa ji hêla
Fermandarê Biryargeha me ya
Navendî Dr. Bahoz Erdal jî der
barê geşedanên dawîn de
nirxandin hatin kirin.
Sûprîza serfermandariya tirk a
ku nîvî şevê hat daxuyandin,
tengavbûn û lewazbûna derketina
ser avê ye. Ji ber ku ber bi
danê êvarî, ji hêla hêzên
gerîlayên me ve li hember
qereqola Bezelê çalakiyek
berfireh a serdegirtinê li dar
ket û di vê çalakiyê de dijmin
lêdaneke mezin xwar.
Çapemeniya tirk ev çend roj in,
ji bona ku ser vê rewşê bigire,
qaşo sûprîza serfermandariya
tirk, dikelînin dikelînin û bi
gel didin xwarin. Herî dawîn
dîmenên qereqola Bezelê hatin
nîşandan. Xaleke balkêş ev e ku,
beşeke qereqolê ku zirar
nedîtiye, bi israr nîşanî civakê
dikin. Heman dîmen, bi gelek
cureyên cuda raber dikin. Ji ber
şertan, dîmenên ku ji hêla
gerîlayên me ve hatine kişandin,
negihîştin me. Bes îro an sibeyî
emê bi gelê xwe re van dîmenan
par ve bikin. Emê wê demê
binêrin, wê ka serfermandariya
tirk û çapemeniya wê ya firotî û
bêrêgez çi bike.
Dîsa di serdegirtinê de ji bilî
xisara madî, herî kêm 26 leşker
jî hatin kuştin. Rayedarên
serfermandariya tirk fena ku li
Oramarê kirin, piranî leşkerên
mirî, ji çapemenî û gel veşartin.
Bi awayekî veşartî her cenazeyek
şandin bajêrekî. Yên ku neyên
veşartinê jî, îlan kirin. Bi
taybet kurdekî ji Serêkaniyê ku
di serdegirtinê de mir, helwest
û peyamên malbata wî girîng bûn.
Dan zanîn ku ew şehîd nîn e û
ala tirkan ji ser tabût rakirin.
Ev bixwe trajediya mirovantiyê
ye. Di encamê de tirk an kurd,
zarokên vê axê neçar tên hiştin
ku hevdu bikujin. Yên ku di ser
xwînê de siyaset dikin li ser
kar in û li hember vê rewşê
civaka tirk fena keriyê pez, ne
dipirse ne lêkolîn dike.
Çapemeniya tirk jî sûcê
mirovantiyê dike, di rewşeke
herî pêş ê ku dibe sedema vê
xwînê de ye. Dîsa hemû
qunciknivîsarên rojnameyên tirk
û rojnemevan, rasterast ji van
mirinan berpirs in. Ji leşkeran
zêdetir leşker in. Ev derdorên
ku ji mirovantiyê nisîbê xwe
negirtine, debara xwe ji ser
xwînê dikin. Ka wê siberoj li
hember dîrokê çawa hesap bidin.
Divê ciwanên kurd di vê mijarê
de pejinkar bin. Gotina ka em çi
bikin, tu riyek li pêşiya me nîn
e, em neçar in herin leşkeriyê,
ne rast in û divê ciwan bi
zelalî xwedî helwest bin. Çek
didin destê te û ji te re
dibêjin here birayê xwe bikuje,
here cîranê xwe bikuje, here
hevalê xwe dibistanê bikuje. Ji
te re mafekî hilbijartinê
nahêlin. Ma hinceta vê heye?
Madem çare te nîn e, wê demê
were li çiyayên azadiyê ji bona
azadiya gelê xwe têkoşîn bide.
Ku bi deh hezaran ciwan beşdarî
gerîla bibin, artêşeke 50 hezarî
ya gerîla çêbibe, pêwîstiya şer
jî namîne. Artêşeke mezin,
temînata aştiyê ye. Ev sî sal
in, sîstema faşîst a dewleta
tirk bi gotinên, “ha min qedand,
ha ezê biqedînim, ezê wisa bikin,
wê biqede û hindek ma“ hêvîdar
dibe û şer didomîne. Ku artêşeke
gerîla ya 50 hezarî pêk bê, wê
demê ev hêviyan wê biqede û
neçar bimînin gav bavêjin û bi
vî awayî wê welatekî azad-demokratîk
ku gel tê de bi biratî jiyan
bikin ava bibe.
Ya ku hêvî dide dijmin sekna
ciwana ye, ya ku hêvî dide
dijmin yên li hember pere xwe
difiroşin, ya ku hêvî dide
dijmin yên ku ray didin partiyên
mîna AKP’ê ne, ya ku hêvî dide
dijmin çûyîna leşkeriya tirkan
e, ya ku hêvî dide dijmin cahşên
ku di ser xwîna ciwanan de
debara xwe dikin in! Werin em bi
hev re van hêviyan ji holê rakin.
Dema ku ev hêvî hilweşin, wê
pêwistiya ku ciwanên kurd û tirk
hevdu bikujin nemîne.
|