|
Me
duh bi şev careke din daxuyaniya
serfermandarê tirk ku qibla xwe
şaş kiriye û yên çapemeniya tirk
ku wîlewîla şer dikin temaşe
kir. Di rastiyê de ne layîqî
temaşekirinê bû jî, lê dîsa me
xwe negirt.
Ev bi rojan e ku meseleya
“sûprîz”ê li ser zimana ye. Bi
qasî ku me ji radyoyê guhdar
kir, serfermandar û hikûmet xwe
bi tiştek qanî kirine. Ne ku
pêşbînî û texmînên me jî çênebûn.
Gelek pêşbînî di nav sohbetên me
de derbas bûn. Lê ez vê diyar
bikim ku , sûprîza duh bi şev a
bi meseleya “sûprîz”ê re
girêdayî, ji bilî propagandaya
şer a ku kufnikî bûye û ji rêzê
ye wêdetir ne tiştek e. Çi bûye,
qaşo hevalên me yên rêveber qad
guhartine û hewl dane ku sînor
derbas bikin!
Di vê navberê de li hember
meseleya “sûprîz”ê, ji HPG’ê
sûprîzek çêbû. Ku ev nîqaş
dihatin kirin, li hember
qereqola Bezelê –amadekarî berê
hebûn- ji Oramarê berfirehtir
çalakî lidar xistin. Ji çîrokên
sûprîz re, bi sûprîzeke rastîn
bersiv hate dayîn. Ji ber ku
çalakiya Oramarê destpêkê
serfermandariya tirk veşartibûn
û çalakiyeke ji rêzê nîşandabûn.
Çapemeniya HPG’ê çalakiya
Oramarê nivî şevê wekî nûçeya
flaş dabû dinyayê û roja din
detayên û daxuyanî li ser çalakî
û leşkerên dîl hatibû dayîn.
Serfermandariya tirk ji bona ku
serdegirtina qereqola Bezelê
bincil bike û çalakiyek asayî
nîşan bide, sûprîzeke derewîn ku
heman şevê hatibû lidar xistin
di malpera xwe de weşandin. Ya
aşkere ev e ku, ku serdegirtina
qereqola Bezelê nîn bûya, wê
nîvî şevê daxuyanî jî nebûna.
Niha jî em werin cewhera sûprîzê.
Qadên Parastina Medya ev bi
salane di bin kontrola gerîlayan
de yê û herêmeke rizgarkirî
hatiye îlankirin. Tu hêz, ev ji
bona Emerîka jî derbas dibe,
nikare bê destûra me bikeve van
qadan. Yanî wisa hêsan nîn e ku
bikevin Qadên Parastina Medyayê.
Jixwe operasyona li hember Zapê
jî ji vê re nimûneye. Encax
dikaribûn du rojan li ber xwe
bidin û di dawiyê de encax di
nava 9 rojan de li pey xwe ji
sedî zêdetir kuştî û termê
kobrayek hiştinê ji Zapê
derketin.
Ku rewş ev e, li qadên mîna
Zagros, Zap, Xakûrkê, Xinêrê,
Qendîl, Haftanîn, Garê, Metîna û
yên din, li her deverê hevalên
me yên rêveber hene û ji vê
xwezayîtir tiştek nîn e ku
hevalên me qad bi qad bigerin.
Nûçeyên ku hevalekî me yê
rêveber dema ku di sînor derbas
bûye û şer derketiye jî,
dereweke erzan û baş nehatiye
plankirin. Ev qadên ku Emerîka û
Îsraîl nikaribûne bikevinê, ne
pêwîste ku hevalekî me yî
rêveber here welatek din.
Serfermandar dikaribû hinek
baştir biavêtina. Her hal
serfermandarê tirk difikire ku
fena wan, avahî, buroyên me hene
û em li ser meseyê şer
birêvedibin. Em gerîla ne. Her
rêveberekî me milîtanê ve
tevgerê ye. Li gorî pêwîstiyan
wê here qadên ku di bin venêrana
me de ne, pêwîst bike civîn
bikin, pêwîst bike amadekariya
şer bikin û di cî de bişopînin.
Nexwe li ser maseyê encama şer
birêvebirinê, mîna ku Bûyûkanit
li Zapê hezîmet jiyan kir be.
Ka em çi bêjin, sûprîza wan di
qirika wan de ma. Di rastiyê de
ev sûprîz hebû an tunebû ne
diyar e, lê rastiyek heye ku
mirov li derewên berê yên
serfermandar û çapemeniya tirk
binêre, mirov bibe xwedî fikrekê.
Wê sûprîza detayên Bezelê zelal
bibe. Jixwe hevalên me yê
kameravan amade bûn, wê rojev di
ser daneyên berçav û dîmenan
germtir bibe.
|