| |
|
Yek berpirsê teqîna li Amedê
dewleta şoven û faşîst TC ye! |
Aram Masîs
Di
rojên dawîn de piştî teqîna li paytexta
Kurdistanê, çapemeniya tirk fena ku ji
wan re ferman hatiye dayîn, mafê
weşangeriya şerê qirêj û derûnî baş
didin. Di çalakiya ku lidar ketiye de,
otobûseke ku di nav de sûbay û astsûbay
hene hedef hatiye girtin. Ji dîmenan tê
fêmkirin ku, otobûs bi şewateke mezin
bûye qirik. Serfermandariya tirk,
sivîlên ku di çalakiyê de mirine derdixe
pêş, wisa dixuye rewşeke ku ew leşkerên
ku di bûyerê de şewitîne nayê bahskirin
heye. Bes mirina çend xwedekarên li
payteyta Kurdistanê, xemgîniyek e. Di vê
bûyera dawîn de derket holê ku, leşkerên
dagirker çiqas ji bona ewlekariya civakê
xeter in. Hêzeke leşkerî ku di pozîsyona
şer de ye, wisa bi rihetî bi otobûsên
sivîl digerin, ji bona sivîlan xetere
ye. Di encamê de, yek berpirsê mirina
sivîlan, ew sûbay û astsûbayên artêşa
dagirker bixwe ne.
Gelek balkêş e ku hem terîqetvan û
derewkar Erdogan û hem jî Bûyûkanit û
çeteyên xwe hatin Amedê. Ev jî nîşaneya
ku di çalakiyê de gelek sûbay û astsûbay
mirinê ye. Hûrgiliyên çalakiyê ji gel û
rayagiştî tê veşartin û bi awayekî
bêterbiye kampanyaya berovajîkirinê
destpêkirine. Fena ku ev bi salane ku li
hemberî gelê kurd min komkujiyan kiriye,
xwe wekî hawariyên aştiyê nîşan didin.
Hal ev e ku heta demên dawîn,
serfermandarê tirk û Erdoğan bixwe bûn
ku gundiyên sivîl ên başûrî qetlkirin.
Di ser de jî vanan leza xwe negirtin û
bi telefkirina sewalan qîrînên
serkeftinê kirin û vê yekî wekî egîdî
hesibandin. Bila baş bê zanîn ku
hewldanên serfermandarê tirk û Erdogan
vala ne. Gelê kurd bi dehan salan e baş
dizane ku ew çi mal in.
Hêleke din ve saziyên civakî yên sivîl û
partiyên siyasî, li hemberî mirina
sivîlan daxuyaniyan dan. Dibe ku ev
daxuyaniyên di cî de û mafdar bin. Lê
divê li bûyerê yekalî neyê nihêrtin. Di
encamê de ya ku hatiye jiyandin, encama
destpêkekê ye. Û ya ku ji vê re bûye
sedem jî, partiyên mîna AKP’ê ku li ser
xwîna gelan siyaset dike ye. Dewleta
TC’ê, ev bi dehan salan e, ziman û çanda
kurdan tune dihesibîne û her cara ku
gelê kurd daxwaza mafekî demokratîk
dike, bi qirkirinan û komkujiyan bersiv
dide. Daxuyaniyên Erdogan ên demên dawîn
ji vê re mînak e. Dibêje ku, em mafê
zimanê kurdan bidin, wê laz û çerkez jî
bixwazin. Ê bila bixwazin, ma qey ji
kîsa bavê Erdogan wê zimanê xwe
bikarbînin û bixwazin. Ev zihniyeteke
şoven û nîjadperest e.
Pêşketineke din jî, daxuyaniyên bêçap û
bêast ên Talabanî û Barzanî ne. Bi van
daxuyaniyên xwe girênadana xwe ya
efendiyên xwe baş nîşan dan. Fena ku tu
karekî wanê dîtir nîn e! Hele ji wan
daxuyaniyên Talabanî hene ku, mirov
ecêbmayî dimîne. Talabanî bi awayekî
aşkere Erdoganê ku bazirganê olê ye û li
hember gelê kurd ji komkujiyan dike,
wesfê wî dide. Em hêvîdar in ku ev nûçe,
ji yek nûçeyên derewîn ên çapemeniya
tirk bin. Nexwe ev daxuyanî, erêkirina
înkara kurdan û tunekirina kurdan bê
hesibandin û ev jî ji gelê kurd re
îxanet e.
Ez jî yekî ji Amedê, ku bi salan li wir
mame, wir baş dizanim û dinasim; didim
diyarkirin ku, divê malbatên ku zarokên
wan bi ew leşkerên ku termên wan bi lez
û bez ji ciyê bûyerê rakirine re mirine,
neyên polîtîkayên qirêj ên dewleta TC’ê.
Di encamê de ji mirinan ku hatine
jiyandin, yek berpirs ev dewleta faşîst
û nîjadperest e.
|