|
6’ê
gulanê 36’emîn salvegera
darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf
Aslan û Hûseyîn Înan e. Bi vê
wesîleyê em ev mirovên mezin û
bi nirx careke din bi rêzdarî
bibîrtînin. Yên ku ev darvekirin
pêk anîn, her hal li 36 salên ku
li pey xwe hiştine dinêrin.
Belkî îktîdara xwe di 36 salan
de berdewam kirin, encax ma
dikaribûn ku rastiyan tune bikin?
Ma dikaribûn lêgerîna wan a
azadî, demokrasî û biratiyê
biqedînin. Na! Îro li Tirkiyê,
li çiyê û li zîndanan bi sedan
bi hezaran Denîz jiyan dikin û
ji bona azadî û biratiyê
têdikoşin.
Di salal
1970’yî de derketina şoreşî ya
ciwanên Tirkiyeyî, bê guman
derketineke gelek mezin û dîrokî
ye. Ev bi derketina tevgera
ciwanên cîhanî yên şoreşger ên
sala 1968’an ve girêdayiye. Wekî
baskê Tirkiyê ev bi pêş ketibû.
Dîsa çavkana xwe ji nakokiyên
kûr ên ku Tirkiyê digirte.
Ciwanên ku fêm dikin û
têdigihîjin, hewl dan ku bi
hestên berpirs ên dîrokî van
nakokiyan çareser bikin.
Serxwebûn xwestibûn, azadî
xwestibûn, demokrasî xwestibûn,
biratî xwestibûn...
Ev
daxwazên ciwanan, ji hêla kesên
ku Tirkiyê birêve dibin ve sûcê
darvekirinê hat hesibandin. Ji
ber vê sedemê di 6’ê gulana
1972’yan de Denîz, Yusuf û
Hûseyîn hatin darvekirin. Mahîr
Çayan û hevalên xwe ji ber van
sedeman li Kizildere gulebaran
kirin. Îbrahîm Kaypakkaya ji ber
van sedeman di 18’ê gulana
1973’yan de li Zîndana Amedê bi
îşkenceyan qetlkirin. Sînan
Cemgîl û hevalên xwe ji ber van
sedeman li Nurheqan hatin
gulekirin. Hê bi dehan bi sedan
hene. Di rojên pêş de me serokê
DEV-GENC’ê Ertugrul Kurkçû ku
şahdiê wê demê ye di tv’yê de
guhdar kir. Bahsa bûyerên jiyan
kiriye dikir. Digot ku, “Tu carî
banga radest bibin ji wan re
nehate kirin” Fermandarê ku
komkujiya Kizildereyê kiriye, ji
bona rehîneyan dide zanîn ku,
“Jixwe wê bimirin” Ev tê wateya
ku rêveberiya dewletê ji
destpêkê de ketiye nava
amadekarî û biryardariya kuştinê.
Baş e, çi
encam bi dest ket? Ma qey bi van
komkujiyan û bi kuştina mirovan
nakokiyên Tirkiyê çareser bûn?
Ma qey civaka Tirkiyê demokratîk
bû? Ma qey civaka Tirkiyê hate
rewşeke ku bi biratî jiyan bike!..
Nakokiyên ku Tirkiye jiyan dike,
îro zêdetir giran û kûrtir bûye.
Sîstema heyî, xitimandinek û
kaosek jiyan dike. Ev roj ev roj
e ev 36 sal in Tirkiye bûye qada
pevçûnên hundirîn. Ji wê rojê vê
de serxwebûn, azadî û demokrasî
zêdetir bûye pêdivî. Di ser de
jî li vê pêdiviya aştî û
biratiyê jî zêde bûye. Civaka
îroyîn civak ji gelek hêlan de
parçe bûye û pevçûnên bêdawîn
jiyan dikin.
Ev
komkujî pêk hat, ma qey têkoşîna
azadî û demokrasiyê qediya? Ma
qey lêgerîna serxwebûn û
biratiyê qediya? Na!.. Aşkereye
ku tu yek ji vanan nebû.
Berevajî vê têkoşîna çîna karker
û kedkaran, ya ciwan û jinan, ya
azadî û demokrasiyê bêrawestan
dimeşe. Vaye dîmenên 1’ê gulanê
li holê ye. Ya girîngtirîn di
şopa gerîlayê yekem de, ciwanên
kurd rabû ser piya û ew roj ew
roj e jî li ber xwe dide. Çeka
ew ciwanên bi nirx li erdê
nehate hiştin. Gerîla ku ji bona
bîranîna wan bi pêş ket, bi
mezinbûna xwe re hate rewşeke ku
her tiştî diyar bike.
Ev “Rihê
berxwedêr ê Denîz”, ji wê demê
zêdetir ji Tirkiyê re pêwîst e.
Ne zehmet e ku bê fêmkirin ku
civak vê pêdiviyê ji kûrahî de
hîs dike. Ew dengê bilind ê
Denîz ku dirûşmeya “Serxwebûn û
Demokrasiye” qîriya, ji Tirkiya
me ya îroyîn re pêwîst e.
Tirkiyeya ku ew qas bi Emerîka,
NATO û Ewropa ve hatiye girêdan,
aşkereye ku ji hêza biryardayînê
bêpar maye û ketiye rewşeke
nokeriya herî xerab. Digel ku
bêrawestan “demokrasî” hate
gotin jî, li holê ye bihostek rê
neçûye. Darvekirina Denîz, yanî
encama fetisandina ew dengê ku
serxwebûn û demokrasiyê qîriya
ev e.
Ya herî
girîngtirîn ev e ku, ji ber
pergala hundirîn a civakê xera
bûye û aştî û biratî her diçe ji
holê radibe. Dema ku 36 sal berê
li hember celadên xwe gotin,
“Bijî biratiya tirk û kurdan”,
Denîz her hal van rojan dîtibû.
Ew deha û dilê mezin, riya
çareseriyê û ronîkirina roja me
îroyîn danîbû holê. Kî Tirkiyê
xistin vê rewşê, qet guman nîn e
ku, yên Denîzê digot “biratî”
darvekirin. Li hember kurdan ku
azadî û demokrasiyê xwestin,
hewl dan komkujiyan ferz bikin.
Kî ne vanan? Ku li goristana
siyasî ya dewletê bê nihêrtin,
wê bê dîtin ku çi ne.
Diyar e ku
Tirkiye 36 sal ber bi paş ve
hatiye birin. Serxwebûn, azadî,
demokrasî û biratî hatiye
qetlkirin; pêkûtî, mêtandin û
zilm serdest bûye. Ev axên ku li
dinyayê ciyên herî azad û
xweşikbûna, kirin qadên kolandî.
Wê demê pêwîst e ku ev
berevajîbûn bê rastkirinê û
bandora wê bê berevajîkirin.
Divê li Tirkiyê rih û ramanên
Denîz bê serdestkirin. Wê demê
wê bê dîtin ku, çawa Tirkiye
vediguheze welatekî azadî û
biratiyê.
Pêkanîna vê, peywir û
berpisryarî û deynê stûyê kedkar
û ciwanên Tirkiyê ye. Divê ji vê
berpirsyariyê dûr nemînin û bêyî
ku dereng bimînin vî peywirî
hilgirin. Encax bi vî awayî wê
bibin ciwan û gelê Denîz. Ku ev
peywir li ser bikeve, wê li
bîranîna Denîzan xwedîderketin
çêbibe. Wê ev jî bike ku ew
mirovên xweşik û binirx bi
dilrihetî razên. Bi van hest û
fikran, ji hemû Denîzan re
serkeftin!.. |