|
Divê
gotina hestiyarkirina dewletê ji
bo demokrasiyê û gotina
kûrkirina demokrasiyê neyê
tevlîhevkirin. Ya girîng ew e ku
divê bi şîroveyeke bi heman
wateyê girîngiya van gotinan bê
dîtin. Lê belê ev dibe sedema
şaşiyên cidî jî. Gotina
hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê û gotina kûrkirina
demokrasiyê, hem du gotinên ji
hev cuda ne hem jî du gotinên ku
li dijî hev in û hev bê wate
dikin jî nîn in.
Ev mijarên
wisa ne ku divê di çarçoveyekê
de bêne nirxandin. Rêber Apo bi
pirtûka xwe ya bi navê
‘Parastina Gelekî’, mijara
hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê û gotina kûrkirina
demokrasiyê têra xwe ronî kiriye.
Li vê derê bêyî ku destûrê bide
nirxandineke cuda, nêrîna xwe bi
awayekî aşkera diyar kiriye.
Hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê, dewletê ji aliyên
otokratîk û dîktatoryal rizgar
dike. Ji bo ji pêşiya kûrbûna
demokrasiyê bê rakirin, tê
wateya amadekirina şert û mercên
ji bo rakirina wê ku her roj
rola xwe wenda dike.
Kûrbûna
demokrasiyê jî ji vê cuda ye.
Civak bê dewlet û bêyî ku
hewcedariya xwe bi dewletê bîne,
li ser esasên komûnan jiyana xwe
organîze dike û bi riya meclîsan
rêxistibûna xwe pêk tîne.
Kûrbûna demokrasiyê li ser
dînamîkên xwe, têrbûna cewherî û
parastina rewa wekî faktorên
sereke dertên pêş. Bi gotina
Rêber Apo avakirina demokrasiyê
ya bê dewlet û di vê çarçoveyê
de ji nû ve avakirina civakê.
Gelê me bi pêşeng û hêzên
parastinê yên rewa û bi
berxwedana xwe ya bi rûmet, ji
bo avakirina civakeke nû xwedî
hemû şertên pêwîst e. Bandora
têkoşîna azadiyê ya 35 salan a
li ser civakê, bûye sedem ku
bandora belavkirina
taybetmendiyên dagirkeriyê ji
ser rabe û derfetên ji nû de
afirandina civakê derxistine
holê.
Gelê me
ketiye nav şêwegirtina çandeke
nû û gihîştina hêzeke wisa ku
sazbûna xwe ya cewherî ava bike.
Di rewşa niha de wezîfeya li
pêşiya gelê me ew e ku vê
pêşveçûna li dijî veguherîne
bike ji nû ve avakirina civakê û
sazîbûnê. Gelê me ji bo bigihîje
hêza pêşxistina demokrasiya bê
dewlet, bi serê xwe di nav de
têrbûn hebe jî, divê bi faktorên
din jî bê destekkirin û ji bo
temambûnê bê amadekirin.
Girîngiya hestiyarkirina dewletê
ji bo demokrasiyê ji vê yekê
dertê holê. Dewlet çiqas ji bo
demokrasiyê were hestiyarkirin,
astengiyên li pêşiya
demokratîkkirina civakê jî ji
holê wê bên rakirin. Eger dewlet
ji bo demokrasiyê neyê
hestiyarkirin, ev tê wateya
zêdetir pirsgirêk û şeran.
Li
Tirkiyeyê rastiya li ber çavan
jî ev e. Li pêşiya pêşxistina
hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê astengiyên mezin
hatine danîn. Li Tirkiyeyê
sedema dijwarbûna şerê di
navbera hêzên bingehîn yên
demokrasiyê kurd, kedkar, hemû
bindest û desthilatdaran de ji
ber vê sedemê ye. Rêber Apo tîne
ziman ku kurd bê alternatîf nîn
in. Yek dewlet û du demokrasî,
forma yek dewlet yek demokrasî,
di vê rastiyê de îfadeya xwe
dibîne. Lê belê gelê kurd
tercîha xwe kiriye.
Hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê, di nav daxwaza gelê
kurd de cîhê xwe û girîngiya xwe
diparêze. Çawa kûrbûna
demokrasiyê bi têkoşîna ji bo wê
tê dayîn pêk tê, bi heman rengî
hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê têkoşîneke wiha
hewcedar dike. Li Tirkiyeyê
kevneşopiya têkoşîna gel a ku di
vê riyê de bidestxistin tîne.
Pêvajoya di navbera 1970-1980’î
de di vê çarçoveyê de bi
destkeftiyên girîng tije ye.
Pêşxistin û parastina van nirxan
ji aliyê hêzên demokrasiyê ve li
gor dihate xwestin bi cih
nehatiye û qelsî derketiye holê.
Lê belê ev nayê wateya ku ev
kêmasî nayên derbaskirin.
Deskeftiyên gelê me ku ji bo
kûrkirina demokrasiyê têdikoşe,
wê hêz bide têkoşîna demokrasiyê
ya li Tirkiyeyê jî. Ji bo vê
yekê teqez divê gavên ber bi çav
bêne avêtin. Rêber Apo ev demeke
dirêj e, balê dikişîne ser
Partiya Sîwan a li Tirkiyeyê.
Rêberê me tîne ziman ku di
partiyeke wisa de ku bê sazkirin
di serî de kurd divê di hêzên
demokrasiyê de cih bigirin.
Forma Partiya Sîwan ku Rêber Apo
bi israr li ser disekine, di
demokratîkkirina Tirkiyeyê de
yek ji gavên herî girîng e.
Partiya Sîwan ku bê avakirin, ji
bo yekitiya hêzên demokrasiyê ku
heya îro dihate xwestin û ji bo
pêkhatina yekitiya kurd û tirkan
wê bibe gaveke berbiçav. Di vê
çarçoveyê de Partiya Sîwan ku bê
avakirin, di serî de ji bo gelê
kurd û tirk, ji bo hemû kedkaran
wê encamên erênî derîne holê. Ji
bo avakirina Partiya Sîwan gelê
kurd projeya xwe ya li ber çav
aşkera daniye holê û jidilbûna
xwe nîşandaye. Kurdan aniye
ziman ku Partiya Sîwan ji
nêzîkbûna partiya klasîk cuda
digirin dest. Pirsgirêk ew e ku
hêzên demokrasiyê yên li
Tirkiyeyê, divê li hemberî gavên
ku gelê kurd avêtine, ew jî
gavên pêwist biavêjin. Li vê
derê xala girîng ew e ku divê
empatî û aliyên hevpar derkevin
pêş.
Li
Tirkiyeyê tecrubeya hêzên
demokrasiyê ku heya îro jiyane
heye. Îro baş tê fêmkirin, hêzên
demokrasiyê ji ber çi sedeman
nayên cem hev û bi afirandina
pirsgirêkên çêkirî çawa anîne
dijberî hev. Êdî tehemula gelê
kurd, tirk û kedkaran li hemberî
nehatina cem hev ya hêzên
demokrasiyê û bi taybetî li
hemberî nelîstina rolên wan,
nemaye. Partiya Sîwan a bê
avakirin, di vê wateyê de ji bo
hêviyên gelên kurd û tirk û
kedkaran wê bibe bersivek. Gelê
me di têkoşîna pêşxistina
kûrkirina demokrasiyê de, bûye
xwedî destkeftiyên girîng. Lê
belê pêşxisitina hestiyarbûna
dewletê ji bo demokrasiyê, hê jî
li pêşiya me wekî wezîfeyekê
sekiniye.
1'ê Gulanê
ku di qada navneteweyî de wekî
roja kedê hatiye qebûlkirin nêz
dibe. Ev roj bi xwîn û xwêdana
kedkaran û kîmyaya biratiya
gelan bûye xwedî wateyeke dîrokî.
Di van rojan de ku em dikevin
1'ê Gulanê ya nû wekî Rêber Apo
jî dibêje, ji bo pêkhatina ber
bi çav a biratiya gelên kurd û
tirk û kedkaran, gavên ku ji bo
avakirina Partiya Sîwan bêne
avêtin, ji her demî zêdetir
girîng e. Ev dê ji aliyekî ve ji
bo kûrkirina demokrasiyê xizmetê
bike û ji aliyê din ve jî wê
hêzê bide pêxistina
hestiyarkirina dewletê ya ji bo
demokrasiyê. 1'ê Gulanê ku rihê
tekoşîna hemû kedkarên cîhanê yê
yekitî û piştgiriyê temsîl dike
pîroz dikim! |