Kurdî  | Tirkî   | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

BÊŞEREF!

20 Nîsan 2008

Elîşêr Koçgirî

 

Serfermandar Yaşar Bûyûkanit der barê îdeayên dema peywira wî zêdekirinê de, bersiveke hişk daye. Daye zanîn ku mebesteke wî ya wisa nîn e, ku bê dirêjkirin jî wê wekî bêşerefî bipejrîne û li gorî payînan tevbigere. Ji ber vê yekê encama ku wê di meha tebaxê de peywir dewrkirinê dertê.

Yaşar Bûyûkanit bi îdeayên mezin hatibû ser peywirê. Dema ku di doza Şemzînanê de navê wî derbas bûbû, tofanê rakiribû. Hîlmî Ozkok ku serfermandarê wê demê bû, gotibû ku; “Doz bû Bûyûkanit” Bi destpêkirina peywirê re Bûyûkanit cudahiya xwe nîşan da.
Kesayetiya Bûyûkanit hêjayî nirxandinê ye. Tê fêmkirinê ku xwedî kesayetiyeke zêdeyî, nepixandî û ketiyê xwenîşandanê ye û zû çavsorî dibe. Bi gotinên “Paşa me xelas bike” tu xerabiyek ku nekiribe nameye. Planên derbeyan, muhtirayên nîvê şevan, şelaqiya Emerîka-Îngilîz-Îsraîlan, qetilkirina mirovên bêparastin ên sivîl, hemû di dema wî de çêbûn. Di ser de jî şalpeyê da serê xwe û dîmeneke trajî-qerfî raber kir.

Bûyûkanitê ku berdewama polîtîkayên kurd ên kevneşop e, bi operasyona dersînorî re, wekî din selmand ku di eyara Enver Paşa de ye. Piştî têkçûyîna ku jiyan kir, bi awayekî xerifî got ku, “ez derewan nakim” û bi vî awayî derewa xwe ya herî mezin kir. Ji ber ku dinya alem dizanibû têk çûbû. Gotina wî ya ku, “ezê ûnîformayê xwe derxim” jî derbirîna vê ye.

Bûyûkanitê ku bi xeyalên mezin hate ser kar, mîna serfermandarên din, bi têkçûyîna van xeyalên diçe. Dibe ku piştî radestkirina peywira xwe, bikeve siyasetê. Di rastiyê de nikare vê jî li ser bixe, ji ber ku zû sor dibe, dibe. Dibe ku ji ber karîyerîstiya xwe, ji Fenerbahçeyê re bibe teknîkdîrektor û bi Erdogan re birêve bibin.

Pratîka Bûyûkanit, pratîkeke têkçûyî ye. Di hêla leşkerî de têk çû. Şerefeke leşkeriyê jî heye. Ger ku bi şeref be, wê dev ji peywira xwe berdana. Ew çi dike, bi riya çapemeniyê têkçûyîna xwe vedişêre. Derew kir. Ji ber vê yekê, bêşerefî kir. Bi awayekî bêşeref û bêrûmet diçe. Bi kurtasî Bûyûkanit kesayetek qediyayî û têkçûyî ye. Wê wekî sermandarê bi şalpe derbasî dîrokê bibe.

Wisa tê fêmkirinê wê Îlker Başbug bibe serfermandarê nû. Ku ji navê wî beşa “il” bê derxistin tenê “ker” dimîne. Di kurdî de jî “ker” jixwe ker e. Paşnava vî zatî jî bi gur re yek e. Ji ber ku piştî ku navê heywanên mîna ker-gur girtiye, zayenda wî mijara nîqaşê ye. Taybetiya mirovan a herî girîng, fikirîn e. Di vî zatî de ev jî nîn e. Daxuyaniyên wî yên herî dawîn ên li Qibrisê vê piştrast dike. Ew jî mîna yên din weazan dide. Tê fêmkirin bi niyet e ku di heman riyê de here. Di mûbarek de hiş nîn e ku bê hişî wî. A baş bila artêş bikeve bin fermandariya siyasetê, lê li Tirkiyê ev jî pênc qirûş nake. Sivîlê wan ji leşkeran xerabtir, leşkerên wan ji sivîlan xerabtir. Pratîka Erdogan-Bûyûkanit li holê ye. Niha jî Başbûg tê. Wê ew çibike. Wê polîtîkayên kevneşop bidomîne an wê were sadetê? Pêşketinên heyî dide nîşandan ku, wê ev wisa bidome.

Wê demê wê Başbûg jî bibe bêşeref û bêrûmet. Qe nebe hê wextê wî heye. Mesela, ku operasyonan bisekinîne, mafê kurdan nas bike û nêzîkatiyeke ku çareseriyê bi rêbazên diyalogê çêbike, wê şerefa xwe xelas bike. Nexwe wê nikaribe ji dayîneke fatûreyeke giran rizgar bibe.
Wekî mînak, wê ji bona bîranîna hevalên me yên ku li Botan, Dersîm û Amedê şehîd ketine wê misîleme pêk bên. Ev hemû gotin piştî ku hesap bêne dayîn derbas dibe. Divê destpêkê hesap bidin, qanûnê gerîla ev e. Ev qanûnên gerîla ew jî baş dizanin.

Gerîlayên me yên ku herî dawîn li Dersîmê şehîd ketine, Besêyan çawa ku di salên 1937-38’an kiriye, Bêrîtan çawa di sala 1992’yan de kir, wan jî vê xetê berdewam kirin. Her cenazeyek gerîlayên me, kevneşopa red kirina radestiyê û kevneşopa xwe berdana geliyan a Besêyan e.
Belê, wê hesap bê pirsîn, wê ji bêrûmet û bêşerefan hesap bê pirsîn û ji bona ku di xwîna rijandine de bêne fetisandin gerîla ketiye rê. Ya mayî, em temaşe bikin û bibînin.

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne