Kurdî  | Tirkî   | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

DEMA GERÎLABÛYÎNÊ YE…

16 Nîsan 2008

Kasım Engin

 

Her tişt bi lez û bez diherike. Li derdora me geşedanên awarte hene. Gotin di cî de be, her der dikele.

Li ser vê zîndîbûnê, hatina biharê jî lê zêde dibe. Her der hinek zîndîtir, hinek rengîntir û hinek jî xweşiktir bêhn dide.

Hêleke din ve jî gerîla, ew zarokên vî gelî ku zêdetir ji vî gelî re xizmet dikin, ji navbera me koç dikin. Hem jî bêyî ku careke din vegerin.
Ez Kûrtay difikirim. Xelîl difikirim. Xemgîn difikirim. Şiyar difikirim. Û gelek dîtir zarokên vî gelî yên bi nirx difikirim.

Gotinên rêheval Kûrtay, ku berî here Botanê, li ber guhên min i n. Dema ku li hember tabûrek heval axaftina xwe kir, bi gotina; “Dibe ku em bimirin, encax tu kes, lê tu kes nikare serî li me bitewîne” derdiket rêwîtiyeke dirêj.

Herî baş hevalê Xelîl xwe dianî ziman û wisa jî kir.

“Min dixwest ez li navenda şer bim. Xeyala min ew e ku ez jiyana xwe ya dawî ne li cihekî din li Bakur temam bikim. Li hemberî şerê ku bi awayekî topyekûn li ser ew mirovên xweşik tê ferzkirin ne li kêleka wê, min xwest ku li navenda wê bim. Û ji ber vê min hemû alavên xwe li pişta xwe kiriye û ketime ser riyan. Her çiqas ez tiştekî nekim jî, li ser vê axê di riya gerîlayan de dê dimeşim…” Belê, di demeke ku li ser gel şerekî tevahî tê ferzkirin, ne li quncik û qeraxa wî, daxwaz li navê de bûyîn!

Hevalê Xemgîn di salên 2000’î de bi çeteya Doxtor Silêman re çûbû YNK’ê û piştî demekê vegeriyabû refan. Û ev bi salane ye ku li eyaleta Amedê fermandarê herêmê û herî çalak bû. Belê, her çiqas bi çeteyan xapiya û çû jî, lê fena hevalên xwe yên din, dîsa vegeriyabû PKK’ê. Ji ber ku ew PKK û gerîla baş nasdikirin. Vegotina gerîla, ew vegotine ku li hember tu kesî serînetewandine. Ew di dema ku li cem YNK’ê diman de, baştirîn fêm kiribûn ku lêgerînên wan ê azadiyê çawa di pergala qirej de têne bênpêkirinê. Û di encamê de ji nû ve berê xwe dabûn çiyayên azadiyê.

Şiyar tê hişê min, ji Erdîşê bû, çavşîn, porzer bû. Wisa ciwanekî xweşik bû ku, digel ku ew qas li çiyê mabû, tu rojekî dilê hevalek xwe nehiştiye, beravajî vê dibe ku ji ber li ser destan dihate girtin û bi kedê hatibû strandin, ew bişirînên wî yên ku têrî her kesî dikir, her dem li rûyê wî hilawestîbûn.
Dema ku ez van hevalên xwe yên nirxzêrîn difikirim, ew dîmenên li Colemêrg, Wan û Geverê tên ber çavên min. Ew êrîşên hovane ku ji hêla keriyên seyên ku ji hêla dewleta terorîst ve perwerde bûne, li Kamişlo û li gelek deverên Kurdistanê fena şerîdeke fîlman li ber çavên min dibihûre. Û fena ku ramanên min têne xwendin, ew ciwanên ku dîmenan de tên lêdan, qewîmînan ji min re vedibêjin. Piştre ew zarokê ku ji hêla sadîst û pîskopat ve di dîmenan de milê wî tê şikestin, nêrînê ew zarokê paqij ê kurd dertê ser ekranê, piştre em hîn dibin ku bi şêweyê êrîşên îsraîliyan çawa êş kişandiye.

Dema hemû kevalê didim ber çav, tenê yek tişt difikirm; DEMA GERÎLABÛYÎNÊ YE!

Ne ku gotinên helbestvan nayên hişê min; hem jî bi awayekî gelek bi bandor di binhişê min de çingînî dike. Helbestvan wisa digot; “Ji neh gerstêrkan a dehemîn, di şerê biratiyê de ya dawîn. Ev dinyayeke wisa ye ku, ne ew deh hewariyên Îsa, ne jî ew çar xelîfeyên Mihemed, tehlîl nekirin, tehlîl nekirin da ku ev tê çi wateyê…”

Di jiyana me de di meyxaneyên bi akvaryûmî de ji çavên şînî zûmritî re stran vegotin nîn e. Me ji zû ve bîbikên ew keçên lingstûnî di quncê pola yê dilê xwe de helandiye. Jiyana me mift bûye, deriyên qedexe şikandin nîn e. Vekirin heye, bi guregur herikandina çeman heye. Û hemû mirovan, bi mirovî jiyandin heye. Di jiyana me de, xwîn, barût, agir û mirin nîn e. Wê nebe jî, yek tişt heye, ew jî azadî û biratî ye.

Encax ev raz wê li van çiyayan bê zanîn. Yan jî yên ku derketine van çiyayan dizanin. Ku armanca me hemû mirovan, bi mirovanî jiyandin be, wê demê bi lez û bez ciyê derketinê çiya ne. Ciyên ku destên dirêjî gelê bûne bêne şikandin, ev in.

Min di nivîsareke xwe de wiha gotibû; “Hûn dizanin ecêbî li ku ye, dema ku daxwaza çiya bi pêş diket, ew heqeret û bêmafiyên li gelê me dihatin kirin, em diêşandin, pêkûtiyên li ser derdorên me yên nêzîk dibûn, em diêşandin, wisa ji bona riya rast ên ku dengê xwe derdixistin, neçar diman derên derveyî welat, ev em diêşandin. Ya ku bê gotin avêtina dil û bêdengî, em diêşandin. Ew qada siyaseta kurd a ku perçe perçe bûbû, em diêşandin.”

Bi kurtasî, mirov bixwe ne bixwe be, ev diêşande. Fena ku mirov li hember xwe dirûtî dikir. Ya wê bi rûmetî bûna û ev rewşa ku hundir û derveyî ku ne yek in bihatana qebaskirin, yan jî fena kesayetek nexweş û bi kompleks te yê her tiştî bi tirsnakî û dirûtî biavêtina dilê xwe.

Te dî dibêjin ya; demokrasî, rêgeheke felsefe û çalakiya ku li ser jiyanê venêranê zêde dike ye. Vaye ji bona ku em li ser jiyana xwe kontrolê pêk bînin û em bibin bixwe, yek rê heye, ew jî derketina ÇIYA ye. Jixwe riyeke din jî nîn e…

Ku hinek dibêjin, “ez şoreşeke ku tê de reqs nekim dixwazim”, dixwestin bêjin dema em derketin çiya, me şoreşeke ku em li hember tu kesî serî netewînin.

Belê, ciyê hemû ciwanê Kurdistanî bi keç û xortan, ku bi van hest û nakokiyan dijîn, vir e. Yanî ÇIYA ne. Tam jî di wexteke ku di bihareke ku hemû çiyayên Kurdistanê bi şînî ve xemilandiye de, ez dibêjim ji nû ve DEMA GERÎLABÛYÎNÊ ye.

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne