| |
|
DI KURDISTANA AZAD DE,
SÛRIYEKE DEMOKRATÎK! |
Ehmed Koçer
Sîstemên
di Rojhilat Navîn de bi gelemperî, di
sedsala 20’emîn de bi navê dewletên
netewî derketine qada dîrokê. Ev
dewletên hanê, hemû li ser hevsengiyen
du sîstemên mezin, wekî sîstemên Emerîka
û Sovyet bi pêş ketin. Ji bona vê yekê
ev fikra dewletên netewî, fikreke çêkirî
di Rojhilata Navîn de bi pêş ketin. Ev
jî bûye sedema şerên li Rojhilata Navîn
ku hatiye asta serjêkirina hev û din a
mirovan û ev bi vê rastiyê re girêdayî
ye. Digel ku di dîroka Rojhilata Navîn
de, gelek çand bi hev re jiyan kirine jî,
ji ber ku dewleta netewî yek al, yak ax,
yek netew esas digire, ev jî rê li ber
pevçûnên bêwate û hovane vedike.
Dewletên ku li Rojhilata Navîn li ser
kaxezan hatine xêzkirin, rasterast bi
sîstemên navnetewî re girêdayîne.
Tevgerên şoreşên bûrjûva yên netewî ku
li pêş ketin jî, di bin bandora fikrên
dewletên netewî ku ji hêla rojavayiyan
pêk hatiye de pêk hatin. Ku mirov mînak
bide, şoreşa bûrjûvaziyê di bin bandora
şoreşa Frensayê de û hemû argûmanên xwe
yên komarê, ji sîstema Frensaye girtiye.
Dîsa Komara Sûriye, bi heman rengî di
bin bandora Frensayê de saz bûye, ku ev
komar demeke dirêj di bin mêtîngehiya
Frensayê de maye. Ku tu li rastiyê
binêrî, tu têkiliyên wan bi rastiya
komarê re nîn in. Ku em binêrin piştî
mirina Hafiz Esad, hatina kurê wî Beşar
Esad heye. Lê di rastiyê de nîzameke
melîkî li wir heye. Ji ber ku civak di
vê avakariyê de ne xwedî rol in û
bandora wan çênebûye.
Piştî salên 1990’î, bi hilweşîna sîstema
Sovyet re, hevsengiyên cîhanê yên siyasî
ser û bin bûn û guherîn. Ev hevsengî
rasterast bandora xwe li ser sîstemên ku
li Rojhilata Navîn hatine avakirin kir.
Sîstema ku li ser ket, yanî sîstema
emperyalîst vê wekî serkeftin qebûl kir.
Lê belê di rastiyê de, sîstema
emperyalîzmê jî winda kir. Ji ber ku
diyalektîka nava her du sîsteman de,
xera bû. Ji ber vê yekê sîstema
emperyalîst dixwaze ku li hember xwe
dijber an hêzek ava bike, pêre şer bike,
da ku xwe li piya bihêle. Bo nimûne,
îslama radîkal wekî dijmin dihesibîne û
qaşo bi wan re di nava şer de ye. Bes,
rastiyek din heye ku her diçe diseride û
bi pêş dikeve û xewn û xeyalên
emperyalîstan li wan diherimîne jî,
Şaristinaya Demokratîk e. Lewma, ev
zihniyeta ku di warê zanîstî, civakî û
siyasî de bi pêş ketiye, ev sîstemên
heyî, neçar dihêle ku xwe biguherînin.
Loma gotina “demokrasî” bûye benîştê
devê her serokê dewletekê. Êdî sîstemên
emperyalîst jî, stratejiyên xwe di ber
çav derbas dikin û hewl didin ku vê
zihniyeta serdest a sedsela 20’an bi
navê dewleta netewî ku li ser civakê
yekane rê nîşan dide, hewl didin ku
qebas bike. Êdî aboriya navendî têrî
sîstemên kapîtalîst nake. Bi şiklê
hevbeşkirina şirîkbûna şîrketên mezin,
siyaseta xwe ya serdestiyê didin
meşandin. Li pişt van siyasetên ku li
Rojhilata Navîn tê birêvebirin de, van
şîrketên pirşîrik hene. Ev jî dibe
hinceta, ser têkçûyîna dewleta netewî
girtin. Ji ber ku aboriya navendî
partiyên navendî ji xwe re derdixe û yek
al û yek netewê ferz dike. Lê aboriya
lîberal, bi xwe re gelek partî ava dikin
û sînorîn erdnîgarî qebûl nakin.
Jixwe darvekirina Sedam, bû darvekina
dewleta netewî. Wê demê li pêşiya
sîstemên Rojhilata Navîn du vebijêrk
hene. Yan wê bi tevahî xweradestîbûna
xwe ya sîstemên emperyalîst bidomînin
yan jî wê guherînên civakî, zihniyeteke
demokratîk û modelên ku hemû beşên
civakê bikaribin temsîla xwe bibînin pêş
bixînin. Lê di rastiya roja îroyîn de ku
bê nihêrtin, di netew-dewletiyê de
israrkirineke derveyî rastiya dîrok û
zanistiyê heye. Ev dide diyarkirin ku,
ne xwedî stratejiyek nû ne û di ser de
pêwîstiya wê jî nabînin. Ji ber vê yekê
şert û mercên derveyî, ew tengav dikin û
di hundirê civakê de, pêşketina
zihniyeta civakî her diçe guherînê ferz
dike. Tê vê wateyê ku li hundir û li
derve ev siyaset û zihniyet, ber bi top
avêtinê ve diçe.
Di dîrokê de kîjan sîstem navgîna zorê
da xebitandin, ew sîstem rewabûna xwe
winda kiriye. Wê demê çiqas zorî bê
xebitandin, bi qasî zornîşandana xwe jî
ew qas jî zeîf û lewazî heye. Lewma îro
sîstemên heyî yên li Rojhilata Navîn,
serî li şîdetê didin.
Di nav ew qas nêrxandin û pêşketinan de,
di xweseriyê de ku em li sîstema Sûriyê
binêrin, heman rewş bi awayekî sotîner
derdikeve pêş. Sîstema Sûrî di navbera
salên 1973-1990’î, li ser hevsengiyan
sîsteman xwe saz kir û xwe heta dawîn
sparte sovyetan. Bi hilweşîna Sosyalîzma
Reel re, ev hevsengî ser û bin bûn û
pêwîst dikir ku, ji nû ve sîstema xwe
saz bike. Bes di şûna ya kevn de nû bi
cî bike, di ya kevn de israrkirinek
bêwate heye. Heta di hundirê îktîdara
sîstema Sûrî de, gelek nakokiyên mezin
derdikevin. Bo nimûne, kesên mîna
Evdilhelîm Xedam ku di avabûna sîstemê
de roleke mezin lîstine, tesfiye bûn û
gelek ji wan derketin derveyî welat. Her
çiqas hejmara elewiyan kêm be jî, bes bi
lêdaneke siyasî ya di bingeha xwe de
çepgir bû, Esad di nava sîstema hizba
Baas û dewletê de xwe kir sazî. Li gorî
wê demê ev gavatineke erênî bû. Tabî di
bingeh de, ev ji bona li hember sîstema
yahûdî ku fena extepotê li ser sîstema
ereban xwe berdabû, pêk hatibû. Ji bona
vê yekê, pêwîstiya guherînê xwe ferz
kir.
Berî îktîdara Hafiz Esad, çar derbeyên
leşkerî yên mezin çêbûbûn. Lê van
derbeyan, bûbûn qada şerê dewletên
emperyalîst. Derbeya destpêkê ya ku di
pêşengiya Hûsnî El Zeîm de pêk hat, bi
desteka Emerîka bû; derbaya duyemîn a
Samî El Henawî bi desteka îngîlîzan û ya
sêyemîn a Edîb Çîçeklî jî bi desteka
Frensayê pêk hat. Van hemû derbeyan di
sala 1949’an de pêk hatine. Ev rewş heta
salên 1954’an berdewam kiriye. Kurt
kurmancî, Sûrî ne bi serê xwe bû û bi
destdirêjiyên rojavayiyan şikl digirte.
Mirov dikare bibêje, demeke dirêj bê
nasname ma. Ev rewş hetanî sala 1958’an
ku yekîtiya Sûrî û Misrê bi destê Cemal
Ebdulnasir ve pêş ket berdewam kir. Ev
yekîtiya di navbera gelê ereb, kurd,
asûrî, çerkez û tirkmenan xera kir.
Digel ku Cemal Ebdulanasir yekîtiya
ereban diparast, bes di rastiyê de bin
bandora Hîtlera elaman de bû. Ev jî rê
li ber înkara gelan kir, bi taybet jî
gelê kurdên binxetê bi vî awayî bi
înkareke mezin a çand û ziman re rû bi
rû ma. Di aliyê dîtir de, hizba Baasiyan
a ku avakarên wê yên wekî Selaheddîn
Beytar ku di bin bandora Frensayê de bûn
û Mîşêl Efleq ku bi eslê xwe file bû, di
bin bandora dewleta Elmanî de bû.
Ji ber vê yekê, ev haveyna şovenîzmê ya
rojavayiyan, di nava partiya Baas de bi
cî bû. Despêka avabûna vê partiyê de,
gelê Sûrî zêde destek nekirin. Lê piştî
bi Partiya Gel ya ku serokatiya wê Ekrem
El Horanî dikir re yekîtî pêk hat, Baasî
her çû bûn serdest. Ev jî dide selmandin
ku, desteka gel tenê bi şovenîzma
Baasiyan çênebû. Lê dema ku bi Partiya
Gel re tifaq çêbû, ev rewş guherî.
1963’an de bi hatana Baasiyan li ser
hûkmê Sûrî, ev siyaseta înkarok û
tuneker derbasî pratîkê bû. Wekî mînak,
Hîzama Erebî li ser axa kurdan çêkirin.
Yanî gundên kurdan vala kirin, ereban bi
cî kirin; erdên kurdan ji wan standin û
didan ereban; navên gund û bajarokên
kurdî bi erebî bi nav kirin. Ev siyaset
bi hemû lez û beza xwe heta salên
1970-73’yan berdewam kir û bi hatine
Hafiz Esed re bi rengekî nerm ev siyaset
berdewam kir. Hafiz Esed hewl ku ne
kurdîkî mirî û ne kurdekî zindî hebe û
kurd nebin xeter ji bona sîstema Sûrî,
gavan avête. Vê sîstemê jî di pergala
perwerdehiyê de, hewl da bi cî bike û
bidomîne. Bi mirina Hafiz Esed re, bi
hatina Beşar Esed ev siyaset aşkere
aşkere bi şiklekî berçav xwe da der. Di
12’ê adara 2004’an û di Newroza îsal de
bi kuştina gelê me yê welatparêz, ev
siyaset bi şiklekî înkarbûnê didomîne.
Ev encama nakokiyên hêzên di îktîdarê de
ye. Di dema Hafiz Esed de, van hêzan
dihatin hefsarkirin. Bes bi hatina Beşar
re, êdî serdestiya wî nema û van hêzên
ku li Sûrî biratiya ereb û kurdan
naxwazin tam bûne îktîdar. Tabî ev jî bi
xwe re, ketina bin banê sîstemên
emperyalîst anî.
Ger ev hêzên ku biratiya gelan di Sûrî
de serdest bibe, wê di sîstema heyî de
tevliheviyên mezin çêbibin. Lê belê, ku
Sûrî biratiya gelan bixwaze, wê bi xwe
re Sûriyeke pêşketî derxe holê. Di
bûyerên dawîn de jî derket holê ku, di
nava hêzên leşkerî û saziyê dewletê de,
ev hêzên tarî tam bi cî bûne. Van hêzan
jî pişta xwe didin netew dewletê.
Digel van tiştan civaka Sûrî civakeke
pir çand e. Bingeha biratiya gelan,
xwedî zirûf in. Lê belê, digel ew qas
hewldanên kurdan, ev destê biratiyê
nehat girtin û bi xwînê bersiv hate
dayîn. Li hember vê, wê kurd bi îradeya
xwe ya civakî ku bi tevgera Apocî bi
dest xistiye û bi hezaran şehîd dane, wê
her biçe civakeke azad û demokratîk ava
bike. Gelê me yê Başûrê Rojava, wê bi
sîstema KCK-Rojava, vê sîstema xwe ya
civakî bi pêş bixe. Bi partiya siyasî bi
navê PYD’ê wê li ser qada siyasetê,
têkoşîna demokrasiyê bidomîne. Bi
avakirina meclîsên gel ê li tax, gund û
bajaran ava bibin, wê gelê me îradeya
xwe birêxistin bike û li hember êrîşên
hundir û derve yên kesên xêrnexwazên ku
biratiya gelan qebûl nakin û êrîşên
hovane dibin ser gelê me, wê şervanên
azadiyê di asta herî jor de parastinê
bike. Xwestek û daxwaza me li hember
dewletê şerkirin nîn e. Bi îradeyek azad
bi gelên ereb re, bi şeklekî biratî
jiyankirin daxwaza me ye. Mafên me yên
civakî, çandî, siyasî divê di destûra
bingehîn de bên bicîkirin. Wê ev jî bi
xwe re Kurdistaneke Azad û Sûriyeke
Demokratîk ava bike. Ji ber ku dewlet
teoriya, “ev axa min e, ev axa te ye!”
wê kuştin û komkujiyan bi xwe re bîne.
Wê hem gelê ereb hem jî kurd winda bike.
Yên ku li ser bikevin jî, wê sîstemên
emperyalîst bin. Di şaristaniya me ya
hemdemî de êdî rola sînor û erdnîgarî
nîn e. Ya gerîng û xwedî rol, çand,
îradeya azad û demokratîkbûyîna civakê
ye. Dema ku ev pêk hat wê di
Kurdistaneke Azad de, Sûriyeke
Demokratîk, Tirkiyeke Demokratîk û
Îraneke Demokratîk wê neteweke
demokratîk a kurd ava bibe û wê ev bi
xwe re Sîstema Konfederalîzma Demokratîk
mîna dema Kawayê Hesinkar ku hemû eşîran
bi tarzeke konfederal gihand hev û
sîstema xwînmij a împeratoriya Asûr
hilweşand, wê îro jî bi pêşengiya Rêber
Apo re, bi avakirina Konfederalîzma
Demokratîk a ku Rojhilata Navîn hemû
digire nêv xwe, wê împeratoriya Emerîka
ku temsîla dawîn a Dehaqan dike wê têk
bibe. Ev ne tesadûf e, rastiyên dîrokî
ne. |