| |
|
KATO-98/Bêhna şer di tarîtiyê
de difûre… |
Erdal Dêrik
Her
diçû dengê daholên cengê ji dûr ve olan
didan. Emê bi du ciyan çeperan bigirin.
Her ciyek wê sê heval bin. Cihê me yê
herî pêş, ez, Rêdar û Serdar bûn. Çepera
me ya herî pêş e. Ciyê din jî Mazlûm,
Bargiran û Xişman bi sed gavekê li pêş
me çeperên xwe çêdikirin.
Piştî ku me ciyê koma xwe kontrol kir,
me biryar girt ku em di du çeperan de bi
cî bibin. Di çepera li ser sirtê, Rêdar
û di çepera bi deh gavan jêrtir ez û
hevalê Serdar bûn. Hîna çar-pênc saet ji
berbangê re maye. Me dest bi çêkirina
çeperên xwe kirin. Di saetek diduyan de
me çeperê xwe temam kir. Sibeyî emê di
van çeperan de şerekî bêhempa bikin. Lê,
di dema ku me çeper çêdikirin, diyar
dibû ku, rewşa Rêdar di aliyê derûnî de
zêde ne baş bû. Ev ne nerihetiya wî di
pitepita wî de diyar bû. Gelek tişt di
ber xwe de digot; “Ev çi ye? Ma çima
plan hate guhartin?” Me destpêkê digot
qey nexweş e. Lê em fikirîn ku mirov
nexweş be mirov ew qas pitepit nake.
Serê min û Serdar ji ber pitepita wî
bûbû fena defê. Bes çi dibû bila bibe,
wê sibeyî şerekî mezin li dar biketana.
Rêdar got ku; ezê xwe dirêj bikim. Di vê
navberê de ez û Serdar ketin çeperê û em
bi hev re bi dengekî nizm bi pistepist
axivîn. Me dengê hev dibihîst, bes me
rûyê hev û din nedidîtin.
Hevalê Serdar; tu dizanî hevalê Erdal,
rewşa hevalê Rêdar pir baş xuya nake,
nerihetiyek di hundirî wî de heye. Min
jî ev rewş ferq kiribû. Ma me yê
çibikirana? Jixwe rewş awartebû. Hevalan
çeperên xwe qedandibûn. Em li benda
dijmin bûn ku, bikevin dûrbûna
narîncokên destan. Ji dûr ve şer dest pê
bike, wê dijmin bi teknîka xwe me tengav
bikirana.
Serdar çeka wî di dest de, bi
lêhûrbûneke kûr di bizmikê nîşanê de
nîşan girtibû jî. Ez hinek bişirîm. Ka
niha bisekine, jixwe tu yê sibehî têrî
xwe nîşan bigirî. Tu dizanî hevalê
Serdar, ev şer tiştek sosret e. Her
çiqasî seyran be jî, lê wisa tiştên
derveyî aqil têne jiyandin ku. Carekê me
êrîşê girekî dikir. Li her derê fîşek û
narîncok diteqiyan û pê re jî dengê
tilîliyan jî kêm nedibû. Teqîn û reqîna
fîşek û bombeyan, fena dengê dahol û
zirneyê bûn. Ez gelek car bûme şahid ku,
hinek hevalên wisa destpêka şer, bi
heyecan in an pitepit dikin, lê bi
destpêkirina şer re, dibin şêr û lêdanên
gelek mezin li dijmin dane. Gelek tiştên
ku mirov texmîn nake diqewimin. Di vê
şoreşê de wisa tişt qewimîne, hiş û
aqilê mirov qebûl nake. Hevalê Serdar bi
baldarî guhdariya min dikir. Asoyên
tariyê de li dûriyê temaşe dikim. Hevalê
serdar; ev çar salê min e ku di nava
gerîla de me, bi xwe jî bûm şahidê gelek
bûyerên bi vî rengî. Berî şer, bivê nevê
wê heyecaneke nepenî ku nayê tarîfkirin
hebe. Ji vê re dibêjin hestên berî şer.
Meseleya wê hinek kûr û dûr e, em
bikevin nêv, nema emê bikaribin ji nav
derên. Ez di wê baweriyê de me, ev
tiştek gelek asayiyî ye. Ku bi rihê
tevgerîn çêbibe, tu tişt nebe asteng.
Binêre ez ji Êlihê tu ji Dêrika binxetê
yî. Em herdu bi hev re di çeperekê de
amadekariya cengekê dikin. Di nava
kurdan de ev tişt çênebûye. Mesela ne ez
û tu, bi hezaran wekî me hene. Dibe ku
rewşên wisa di serhildanên din ên kurdan
de jî çêbûbûn, bes a ku di pêşengiya
serok de tu car di dîroka kurdan de pêk
nehatiye. Serokatî bixwe jî dibêje, min
zenga li ser mejiyê kurdan, bi serê
derziyê paqij kir. Ger em bi mejiyê berê
nêzîk bibin, ne min tu nas dikirî, ne jî
te ez nas dikir. Lê tu dinêrî em li cem
hev in. Ger em carnan nikarin bibin
bersiv jî, ji kêmasiya kesayetiya me ye.
Sohbeta me her diçû kûr dibû, em li ser
pêşbîniya tevgerîna dijmin axivîn.
Hevalê Serdar; bi qasî ku min dijmin
naskiriye, ji tirsan xew li wan heram
bûye. Tu dizanî leşker ne wekî gerîla
ne, xem û xeyalê wan cuda ne, xeyalên
wan hemûyan bê ka kengî vegerin malê.
Jixwe leşkertiyê ji neçarî dikin. Faşîst
in ku ji mirovantiyê para xwe negirtine
hene, bes ev jî kêm in. Piraniya wan
bêdil leşkertiyê dikin. Dema ku ji wan
re tê gotin operasyon heye, fena ku
ziqûmê bidin wan, derûniya wan û nav û
dilê wan tevlihev dibin.
Rast bû, her çiqas hevalê Serdar
leşkertî nekiribû jî, bes nas û dostên
wî yên ku leşkertî kiribûn, gelek bahs
kiribûn. Hevalê Serdar berî ku
leşkertiya wî bê, beşdarî partiyê dibe.
Di pergala artêşên dewletan de, nêrîn û
dîtin ne girîng e. Leşker koleyê fermana
ye, ew qas! Bes di gerîlatiyê de, ya
herî girîng vîna azad e. Nêrîn û ramanê
xwe vegotin esas e.
Taht û zinarên çiyayê Kato, li ber wan
reş e û niha kezeba leşkeran diqete.
Baweriya xwe bi firokeyên xwe tînin.
Jixwe tirk ji Katoyê re dibêjin, Çiyayên
Tarîtiyê. Jixwe ji dûr ve, di tarîtiya
şevê de, kêlî bi kêlî fîşekan eletexmînî
davêjin. Bi vî awayî derûniya xwe aram
dikin.
Hîna axaftina min di devê min de, ji
bangî me kir, ev çi ye hûn dikin
pistepist, bihêlin çend deqeyan razêm.
Hişyariya Rêdar fena aveke sar bi me be,
em veciniqîn û bersiva “temam” me li
asoyên tarî nêrînên xwe tûj kir…
Wê bidome…
*Nivîsên berê |