| |
|
ROJA ROJBÛYÎNA ME PÎROZ BE! |
Agîd Nûcan
Li
warên azadî û berxwedaniyê ji bilî
lûtkeyên çiyayan hema hema her dever, bi
rengî şînî ve xemiliye. Di nava
keskeşîniyê de kulîlkên beîvan
xweşiktirîn vê dîmenê nîgar dikin û
kevalên bihûştî diafrinin. Tu dibê qey
ji eksa sazûmanên ku rengan qedexe dikin
re vê axê dixemilînin. Digel ew qas
lêdan û texrîpkirina neviyên Ehrîmanan,
xweza birînên xwe dipêçe û bi rik û
inyad, kirasê xwe nû dike. Bi 4’ê Nîsanê
re jî gelê kurd ji gorên betonkirî xwe
libitandin û hetanî di salên heştêyî de
vegera Roja gelê kurd a warê Ehmedê
Xanêyan pêk hat, ev beton bi tevahî hate
parçekirin û bi guleya yekemîn re, tirs
û xofa dijminan ji ser gelê kurd rabû û
ev roj ev roj e jî bêyî gavek bi paş de
bavêje, gelê kurd di pêşengiya Rêber Apo
de li deşt, çiya, zozan, bajêr û gundan
ji bona azadiya xwe, ji bona
Kurdistaneke Azad li ber xwe dide.
Di demeke ku hest, raman, xewn, hêvî û
bendewariyên gel, gerîla û roja ku her
sibehî ji giravê hildibe bûne yek û di
heman çavkanê de ber bi azadiyê ve rê
digirin. Îro bi hezaran dil ber bi
qiblegeha vejîna gelê kurd ve di rê de
ne. Gelê ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye
afirandin, bê navber di nava
berxwedaniyê de ne, her rojan li qada
ne. Bes meşa Amarayê, meşa vegera warên
vejînê û bi dirûşme û alan vê axa pîroz
xemilandin, çalakiyeke herî pîroz e û
kêlî kêlî me nêzîkî roja me dike û
bersivên mezin dide dijminên gelan.
Di van rojan de, dil û hest hem xwedî
hêrseke mezin û hem jî ji ber cejna
zayînê ya Roja xwe gelek bextewar in. Li
lûtkeyên herî jor ên kela berxwedaniyê
Şikefta Birîndaran, Besta, Çarçela, Cudî,
Andok, Gabar û li hemû warên azadiyê,
nêrînên berxwedêran bi tavanên biharî re
bi keskesoran silavên xwe dişînin
deverên dûr û dirêj û meşa ber bi
Amarayê silav dikin.
Di van rojên ku bêhna axa nûşilbûyî,
dengê teyr û tebayan û bêhna gul û
kulîlkan, mirov mest dike. Hest û
hizirandina mirov bi ya xwezayê re dibe
yek, tu dibî xweza û xweza jî dibe tu.
Çawa ku gelê kurd bûye Rêber Apo û Rêber
Apo jî bûye gel, heman diyalektîk heye.
Roj her sibehî bi hemû xweşikbûn û
delaliya xwe hiltê û rih û can dide gul
û kulîlkan û mîna sîwaneke keskesorî
parastvaniya berxwedêran dike. Roja ku
ji Amarayê derket û îro digel her cure
zehmetiyan ji giravan tîrêjên belav
dike, rih û can dide milyonan.
Çente
li ser pişt, dest li destikê rêwîtî ber
bi azadiyê, ber bi hêviyan dest pê dike.
Bi vebûna pelan re û bi xemilîna xwezayê
re, berxwedêr derdikevin pratîkê û êdî
mîna werzên kambax ên dîtir, bandora
çekên dijmin ên hewayî jî namîne. Meşa
gelê ku hesreta azadiyê dimeşe û ya
berxwedêrên çiyê di heman hevsengiyê de
dibin. Meşên layîqbûna gelên azadîxwaz,
meşên tolgirtina ji dîroka kambax, bi
yek lêdana dilan her diçe dirêj dibe.
Xwezaya ku di nava hevsengiyekê de
zindîbûna xwe her her diparêze, di vê
mehê de zayîneke pîrozî, zayîneke vejînê,
zayîneke seridandina hêviyan jî pîroz
dike. Bi xeml û xweşikahiya biharî, 4’ê
nîsanê Roja jidayîkbûna gelê kurd e û di
vê rojê de her şaneyek me vê helecanê û
kêfxweşiyê jiyan dike û gelê kurd û
berxwedêrên gelê kurd, bi yek dengî “Bê
te jiyan nabe” diqîrin û rojgiravan
silav dikin.
|