| |
|
MÎLADA SEROKATÎ MÎLADA GELEKÎ
YE! |
Ehmed Koçer
Di
van rojên pîroz de ku her diçe hêvî û
biryarîbûna gelê kurd bilind dibe û em
rojbûyîna mîmarê vê berhemê pîroz dikin,
em heyecaneke mezin jiyan dikin. Em vê
roja pîroz li hemû mirovantiyê pîroz
dikin. Di van rojan de gerîlayên azadiyê,
bi heyecaneke mezin meşa gelê xwe
dişopîne û em meşa gel a Amarayê silav
dikin.
Ku li ser vê axa qedîm li ser navê
kurdîtiyê tu tişt nehatibû hiştin û her
diçû ber bi tunebûnê ve rê digirt de, di
aliyê netewî, civakî û çandî de hatibû
ber hendefa tunebûnê, ji bona gelê kurd,
ji Amarayê tirîjên rojê biriqîn û vî
gelî hişyar kir û xiste riya azadiyê.
Belkî mirov bibêje, çawa şexsek dibe
gelek? Çawa îradeya şexsek, dibe
îradeyeke gelekî? Çawa hestên azadiyê yê
mirovekî dibe hestên azadiya gelekî?
Çawa mirovek dibe civakek? Belê, vaye
Rêber Apo ji bona gelê kurd û ji bona
civaka Rojhilata Navîn ev e. Ji bona vê
yekê ev mîlad ku di 4’ê Nîsanê de pêk
hat, ji bona gelê kurd, mîladeke ji nû
ve afirandina gelekî ye. Ev mîlad ji
gundê Amarayê dest pê kir, îro jî bûye
mîlada milyonan. Ev mîlad ji serîrakina
destpêkê ya li hemberî paşverûtiya
dijminan ku li ser gelê kurd ferz kiriye,
ya destpêkêye. Ev bi xwe re nêrîneke nû,
hevaltiyeke nû, dostaniyeke nû afirand û
di civaka kurd de ronesanseke nûjen pêk
anî.
Ji bona kurdan di warê rêxistinî de, di
pêşengiya Rêber Apo de, di şexsê PKK’ê
de mîlada duyemîn pêk hat. PKK ava bû,
li deşt û çiyayan belav bû. Gel vê
mîladê hilgirt û dil û mejiyê xwe de, di
pratîkê de hemêz kir û her diçe berztir
dike. Tevgera Azadiya Kurd di pêşengiya
PKK’ê de, şoreşeke îradî, siyasî û
leşkerî bi kurtasî di her aliyî de
şoreşeke civakî bi pêş xist. Ew civaka
ku ji nasname û rastiya xwe fedî dikir,
li hember cendermeyek dikete rêzê, serî
rakir û ev sî sal in, li qadan, li
çiyayan bersiva dijminên gelê kurd didin
û artêşa xwe ava kir. Keç û xortên vî
gelî, bi hezaran di vê oxirê de canê xwe
dan û hê jî didin. Û her diçe şoreşa
vejînê ber bi temambûnê ve diçe.
Ev gelê ku li ser doşeka mirinê bû û bi
gotinên “Kurdistan burada meftûndûr” li
çiyayê Agirî ser gelê kurd hatibû
betonkirin. Rêber Apo ne tenê beton
şikand, ew kurdên mirî jiyan dayê û
rakir ser piya. Di warê zihnî û jiyanî
de guhartinên mezin çêbû.
Belê, ku îro em dibêjin “Em kurd in, em
hene” ev bi keda serokatî û bi keda
şehîdan e. Gelekî wisa hate afirandinê,
di nava sî salan de yên ku bi felsefeya
Rêber Apo hişyar bûn, di warê zihnî,
ramanî, nûjenî, aştîxwazî, mirovî,
rûmetdarî û azadîxwaziyê de pêşengiya
gelan kirin.
Belê ji ber vê yekê bû ku, dijminên
gelan xwe ranegirtin û li hember Roja
mirovantiyê komploya navnetewî bi pêş
xistin. Ev ne tehemûlkirina vê mîladê bû.
Ji ber ku serokatî ne şexsek bû, ew
temsîla gel bû. Sedema vê komploya
bêbext, di rastiyê de ev bû. Bifikirin
ku mirovek li vê cîhana ew qas mezin,
bihostek cî nedît. Dijminên mirovantiyê
nehiştin ku, ev raman belav bibe û ji
bona planên xwe yên qirêj li ser gelan
bikin, komplo bi pêş xistin.
Ji Îmraliyê pê ve, girêdayî mîlada
duyemîn, mîlada sêyemîn destpêkir. Bi
nêrîneke nû, bi fikreke nû û bi
îdeolojiyeke nû, ev mîlad digel hemû
şert û mercên dijwar ên girtîbûnê li
giravê rewşa xwe ya herî xwerû girt.
Serokatî; “ez hatime ber hendefê, divê
ez fir bibûyama” got. Ev mîlad û ramanên
pê ve girêdayî, hemû teoriyan ser û bin
kir. Ev zêdetir dijminên gelan tirsand û
hê jî ji bona ku Roja gelê kurd
bitemirînin xwe telandine û li benda
keysê ne. Bes gelê kurd li hember van
êrîşan li derdora serokatiya xwe xeleke
wisa çêkir ku, tu hêz, tu çek nikaribû,
vê girêdana gel qut bike. Êdî ev nêrînên
sedsela bîstan bû û her diçe diberide.
Nêrîna li jinê, nêrîna li dîrokê, nêrîna
li mirovantiyê, nêrîna li olan ne mîna
berê bû. Ev hem di aliyê rêxistinî de,
hem di aliyê fikrî de, hem jî di aliyê
nêrîna zindî ya xwezayê de,
formûlekirina wê bi îdeoloyeke nû, wek
civaka demokratîk, ekolojîk û
azadîxwaziya zayendî derket pêş. Di
çarçoveya vê de, rêxistin jî xwe ji nû
ve ava kir. Wekî KCK’ê derket pêş. Di
aliyê leşkerî de, wekî stratejiya
parastina rewa, bi nêrîneke nû ya şer,
ya îktîdar, ya dewlet xwe derxist pêş.
Jixwe mîlada sêyemîn a serokatî, li ser
tehlîlkirina dewlet, îktîdar û şer bû.
Ev deşîfrebûna teoriyên neviyên
Ehrîmanan bû.
Ev mîlada sêyemîn, di serî de li
paytexta dilan li Amedê, di Newroza
2005’an de bi erêkirina milyonan hate
erê kirin. Êdî gelê kurd li qadan xwedî
li vejîna xwe ya nû bi awayekî pir mezin
xwedî derket.
Vaye ev neh sal in, hêzên navneteweyî bi
berdewamkirina komployê, dixwazin vê
vejînê tune bikin. Tecrîdkirina li ser
serokatû û şerê nefsî li hember serokatî,
dîsa jehrdayîn, hewl tê dayîn ku gelê
kurd û tevgera azadiyê ji serokatî qut
bikin. Dixwazin vê îrada mezin a
serokatî bişkînin û ji gelê kurd vê
peyama didin. Lê belê, serokatî li
hemberî van êrîşan hemûyan, bi
berxwedaneke mezin li Îmraliyê, ev
berxwedanî li çiyê belav kir û pê re bi
serhildanên pir mezin gel bersiv da. Ji
ber ku îradeya ku li Îmralî neh sal in
li ber xwe dide, îradeya gelê kurd e.
Çawa ku serokatî dibêje; “Pêncî salî jî
li dîwarekî spî binêrin, çiqas jî min
tecrîd bikin, nikarin îradeya bişkînin û
baweriya min bihejînin. Ji ber ku dilê
milyonan di dilê min de lêdikeve.”
Êdî serokatî di nava gelê kurd de,
rojane jiyanî dibe. Ji ber ku serokatî
gel û rêxistineke ku bikaribe temsîla
îdelojiya wî bike daye çêkirin. Her
çiqas komploker her di kirinên xwe bi
israr in, nikarin serokatiyê ji
rêxistinê û gelê kurd qut bikin. Newroza
2008’an bo vê mînak e. Ji ber vê ye ku
dijminên gelan destpêkê li Kobanî, Wan û
Geverê wisa bi hovîtî êrîşê gelê me
kirin. Ev êrîşên bi armanca tepisandina
gelê kurd bi pêş ketin, berevajî hêrsa
gelê zêdetir kir û herî zêde ya şervanên
gelê kurd. Em bi vê wesîleya heta dolipa
dawîn a xwîna xwe soza tolhildanê ji nû
ve didin.
Berxwedanên gerîla yên berê û heta roja
îroyîn, bi taybet jî berxwedana Zapê ya
gerîla, dide selmandin ku rihê apocî yê
serokatî ava kiriye, di şexsê qadroyan
de çawa artêşa tirk şikandin. Digel ku
ew qas teknîk û hejmara zêde ya leşkeran,
li hember rihê apocî û îradeya ku
serokatiyê di rêxistinê de daye çêkirin,
li hember pêş çavê dinyayê artêşa tirk
şikest.
Ev dide selmandin ku, rihê ku li ber xwe
dide, îradeya ku li ber xwe dide,
îradeya Rêber Apo ye.
Bi van hestan ji çiyayên azadiyê, bi
coşa serhildanan, bi coşa hatina biharan,
bi coşa tîrêjên giravan, 4’ê Nîsanê li
gelê me yê welatpêz û li mirovantiyê
pîroz dikin û gelê me yê ku beşdarî meşa
azadiyê bûne ji nû ve silav dikin.
|