| |
|
WÊ JI POLÊSÊN FAŞÎST, HESABEKÎ
GIRAN BÊ PIRSÎN! |
Rizgar Ararat
Bi
hêrseke mezin dîmenên hovîtiya polêsên
faşîst ên tirk, me ji radyo û tv’yan
bihîst û temaşe kir. Wisa dixuye ku li
hember van dîmenan, cîhana qaşo
demokratîk e erka sê leymûnan dilîzin.
Dema ku li devereke din a dinyayê ev
hovîtî pêk bihata wê herkes rabûna ser
piya. Bes ku mijar kurd bin û
berjewendiyên qirêj ên dewletan derkeve
pêş, herkes famkorî dibe û ji nedîtî ve
ser qebas dikin.
Li çiyayê Kurdistanê li hember
berxwedaniya gerîlayan, bi taybet
leşkerên tirk, di warê derûnî de têk
çûne û her dem bi tirsa mirinê
tevdigerin. Bi taybet piştî ku li Zapê
çikiyan û bi sedan mirî li pey xwe
hiştin û vekişiyan, di warê derûnî de
artêş bi tevlî generalên xwe ve têk çûne.
Lê heman rewş li bajaran wisa nîn e. Li
hember berxwedanî û daxwazên azadîxwaz
ên gelê kurd, çeteyên fermî xwe
ranagirin û her diçe xwe têdixin rojeva
gerîlayan. Ev demeke dirêj e ku li
bajaran li hember polêsan çalakî bi pêş
neketiye. Di çalakiyên demokratîk ên gel
de, nêzîkatiyên polêsan çawa ku hêrsa
gelê kurd rakiribe, di heman astê heta
gelek gelek zêdetir hêrsa gerîla
mezintir kiriye. Hovîtî û kîna wan a li
hember gelê me, gelek peyaman dide. Ev
peyamên qirqirinê ne û înkareke kûr e.
Çima ew hov dibin, çi dibe sedem ku ew
qas bi dilrihetî û bêyî ku bitirsin, li
hember çavê gelê kurd û dinê wisa hovîtî
dikin? Wê demê yek encam dertê ku, van
çeteyên fermî û hov, ji zû ve ji wan
hesap nehatiye pirsîn.
Dema em li salên 90 û heta salên 99’an
binêrin, polêsên faşîst digel ku bi
hişkî êrîşî gel dikirin bes, bi tirs
dikirin û tu carî newêribûn xwe bedrin
tax û kuçeyan. Piştî ku Tevgera Azadiyê
pêvajoya aştiyê da destpêkirin, van
derdoran mîna gurên harbûyî, tirs li ser
wan neman û her çû hovîtiyên xwe zêde
kirin.
Di warê leşkerî de dema em binêrin,
hêzên herî tirsonek, bi metirsî û bi
fikar in ev hêz in. Ji ber ku, van
derdoran xwedî mal û xwedî zarok in.
Zêdetir girêdayî malbata xwe ne û xwedî
mal in. Van polêsan bi taybet têne
hilbijartin û yên xwedî hestên faşîzane
ne, di van hovîtiyan de bikartînin. Ev
hêz dema ku li hember xwe hêzek nebînin,
dikevin derûniya lehengî û mêrxasiyê. Ji
ber ku li hember wan tenê ciwan, dayîk û
jinên bê parastin û di rewşa dawîn de bi
kevirek an molotofek bersiv didin hene.
Ev jî li gorî xwe tedbîrên xwe digirin û
êrîşên xwe yên hovane bêyî ku bitirsin
dikin.
Sedama ku ev polêsên xwedî vê ferasetê
ne, li bajaran e û xwe wisa ewle dibînin
ku ji çiyayan û ji gerîlayan gelek dûr
in. Pêwîst dike ku tahma berxwedaniya
Oramar û Zapê de, bersivek ji wan re bê
dayîn û wê bê dayîn jî. Ji niha de,
tirsek wisa ketiye dilê wan, êdî ji siya
xwe ditirsin. Ewlekariya lojmanên wan
zêde bûne, gelek ji wan navnîşanên xwe
diguherin û dibe ku hinek ji tayînên wan
derên. Bes hinek ji wan polêsan hene ku,
ew heft qat bikevin binê erdê jî wê
hesap ji wan bê pirsîn. Madem kî tu bêyî
ku bitirsî, li hember qemerayan poz didî
û destê zarokan dişkînî, wê demê tu jî
hesabê wê bidî. Di rastiyê de di pratîkê
de nîşandayînê re gotin, ji me re rêgez
e, bes bila gelê me bizanibe, di asta
herî jor de gerîla di wê biryariyê de ye
ku hesap ji van derdoran bipirse.
Wê roj bê, ji ciyek ku qet texmîn nakin,
di dilê wan teqîn pêk bên.
|