|
KA CAREKE DIN BICERIBÎNIN Û
BIBÎNIN! |
Yûcel Halis
Gelê
kurd, bi heybet kete sala 2008’an. Meşa
gel a ku di Newrozê de veguheziya
serhildana milyonan, divê bê silavkirin.
Bi destpêka salê re operasyonên –derveyî
sînor- leşkerî ku zêde bûn, başûrê
Kurdistanê jî girt ber xwe. Li hemberî
operasyonên hewayî û bejahî,
berxwedaniyeke bi heybet bi pêş ket. Ev
operasyona bi navê “Gûneş” hêjayî
nirxandinê ye. Ev bû nîşaneya ku wê sala
2008 çawa bi pêş bikeve. Serfermandar bi
hincetên leşkerî vekişînê ravê kir, bes
bi kîjan hincetan bi paş ve vekişiyaye
venegot.
Bila çapemeniya mehmedok xwe di
operasyonê de serkeftî bihesibîne, lingê
qazê qet jî wisa nîn e. Rûyê rayedarên
serfermandariyê, her tiştî rave dike. Ji
yên ku rexne dikin re, bersiva “herin 24
saet bimînin de em bibînin” nîşaneya
hilweşandin û rûxandinê ye. Bi rastî
mirov nikare xwe bigere ji pirsa, “ka li
wir çi bû?” Yek jî di ser de, ew
firokeya ku hate gotin “qirbû”, qene der
barê wê de rast daxuyanî bidana. Tişt
nabe têgeheke nû kete lîteratora şer.
Hûn hûn bin, dema ku we peyva “qirbû”
bihîste, bizanibin firokeyek ketiye.
Serfermandar û hikûmet hesabên şaş kirin
û hesabên wan ên şaş ji Zapê vegeriya.
Hem jî vegereke wisa bû, bêyî ku li pey
xwe binêrin reviyan. Her hal ji leşkeran
re gotine ku, ji ber top û tanqan kes
nemaye, yên mayî jî hûnê çareser bikin,
bes leşker jî bawer kir û dest û milê
xwe hejandin û ketin riyan. Ma wê ji ku
bizanibûna ku gerîla li benda wan e.
Yek jî ew generalên teqawidbûyî nîn in,
ew hevalên teqawid ên Bûyûkanit. Jixwe
wan jî têrî xwe leşkeran nepixandin.
Helbûkî, generalên mijara gotinê, gelek
caran ceribandibûn û têk çûbûn. Hesen
Kundakçî, ji zû ve ji hêla gerîla ve bi
qundaxê ve hatibû pêçandin. Operasyona
adara 95’an wê di hişê wan de be. Ev ji
bona derewkarê mezin Orhan Yamûkoglu jî
derbasdar e. Ew qas leşker mirin,
berpirsyar serfermandar û hikûmet e.
Di rastiyê de gerîla ji bona ku leşker
radest bibin bang kir, lê ew ji ber berê
tiştên ku hatibûn serê heşt leşkerên
berê, tirsiyan ku wê heman tişt bê serê
wan jî. Yek jî yekîneyên wan qaşo yên
bijarte “Kumik Bordo” bûn. Ev yekîne tê
zanîn ku ji sûbay, astsûbay û çawişan
pêk tê. Bi ya me bila wan kumikên xwe
biguherînin, mesela kumikên zer an
laciwerd jî dibe. Ev hem li Bûyûkanit û
hem jî wê li Erdogan jî were.
Tê fêmkirin ku serfermandar ji Enver
Paşa dersan negirtiye. Bila Sariqamîş ji
wan re bi xêr be. Gerîla derseke ku neyê
jibîrkirin rê wan da, hêvîdar im ku
aqilê wan bê serê wan.
Ku cî hatiye, hêvîşikestina M. Elî
Bîrand û Elî Kırca mirov fêm dike. Ev
endamên qaşo bi ûniformayên sivîl in,
wisa dixuye ku hêvî nedikirin ku
operasyon wisa bi encam bibe. Li gorî
hinek paşgotinan, Bîrand ji ber
şelandina sûcê 1 milyar dolarî û Kirca
jî ji ber sûcê fihûşê xwe dane dest û ji
ber vê yekê peywira berdevkiya
çapemeniya mehmedok girtine ser xwe.
Belê bahar hat, gerîla dest bi meşê
kiriye, operasyon jî didomin. Bêguman wê
ev pêvajo gelek bi pevçûn be. Wisa
dixuye ku di warê leşkerî de wê
êrîşkariya Bûyûanit û hikûmet bidome. Ji
ber vê yekê jî wê berxwedaniya gel û
gerîla her biçe berfirehtir bibe. “yên
ku PKK dijminê hevbeş îlankirine” careke
din bifikirin wê di cî de be. Nexwe wê
ji “qirbûnê” rizgar nebin. Ji bilî
naskirina ev vîna pêşengiya milyonan tu
çare nîn e, vê fêmkirin wê feydeya wan
be.
Ne pêwîst e ku muxatabek bê gerîn,
navnîşan nêzîk e, ku koster ne xerabe
be, bila herin hevdîtin bikin. Ku hinek
bi rêbazên sivîl, ku hinek bi rêbazên
leşkerî, ku hinek bi rêbazên dîtir
difikire ku PKK’ê tesfiye bikin, xwe
dixapînin. PKK di sala 2008’an de
salvegera 30’emîn pêşwazî dike. Ji ber
vê yekê xwe ji bona saleke destanî amade
dike. PKK ku navnîşana çareseriya
pirsgirêka kurd e, ji her cure
pêşniyarên ku ji çareseriyê sûda xwe
heye re amade ye. Vê jî gelek caran ji
rayagiştî re daxuyandiye. Bes ji
lîstikan re jî zikê wan têr e, divê tu
kes hesabên şaş neke û riyeke bi mantix
bibîne.
Yên ku ji operasyonên “dersînorî” hewl
didin encam bigirin, divê li ser ezmûna
Zapê baş bisekinin. Ji ber ku di dorê de
bi sedan kelayên berxwedanê yên mîna
Gabar, Cûdî, Mûnzûr, Andok hene. Nikarin
bi derew û înkarê encam bigirin.
Gelek serfermandar, gelek serokwezîr xwe
ceribandin, bes encam negirtin. Qe nebe
ji ya dawîn dersan derxistibin. Hê ji
meha tebaxê re dem heye, nexwe wê dawiya
wan jî wisa be. Ma ne heyfa ew Îlker
Başbûx e? Hê nebûye serfermandar
qirêjiyên wî derxistin bazarê. Dibe ku
di meha tebaxê de bibe serfermandar û
nekeve heman çewtiyan.
Ku Enwer Paşa qediyane, serfermandar jî
diqedin û li ber xwe nadin. Divê zêde
bergirî nekin û nehêlin ku zarokên xizan
ên Enatolyayê bimirin. Heyf e, guneh in.
Ew qas tifika malan tefiya. Berpirs ew
bixwe ne. Ku wisa bidome, wê hê gelek
tifik bitefin. “Edebiyata Mehmedokê
Leheng” qediya, divê vê fêm bikin. Vaye
hincetên wan ên leşkerî ev in û rastiya
ku vê bi wan dide gotin, kî bikaribe 24
saetan li ber xwe bide helal be jê re.
Yê ku bawer nake bila biceribîne û
careke din bibîne.
|