Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

 
 

Divê ji AKP’ê re bersiva pêwîst bê dayîn!

16 Adar 2008

Rûbar Andok

Çend roj berê di rojnameyekê de di manşeteke rojnameyekê de dihat gotin ku, “ZAP nebû, dora GAP’ê!” Manşeteke di cî de û xweş bû. Bi taybet dema ku dewleta tirk di warê leşkerî û siyasî de tengav dibe û di navbera hikûmet, mûxalefet û artêşê de nakokî dertên, di berdewamiyê de zagon û pakêt dikevin rojevê.

Pir ne dûr e, di sala 2005’an de, gerîlla çalakiyên xwe zêde kiribû. Erdoganê ku pêşengiya zihniyeta înkarok û tuneker dike, li Amedê ji hêla girseyeke biçûk ve hatibû pêşwazîkirin û li wir dabû zanîn ku “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e” û bi vî awayî bal kişandibû ser xwe. Pişte konsepteke dorfireh kete dewrê û di serî de serokatiya me, hemû qezencên kurdan hedef hatin girtin.

Bi taybet di rojên dawîn de tevgerên hestiyar ên Bûyûkanit ku qet li leşkeriyê nayên, dîsa rondikan dibarîne û digirî. Ev nîşaneya ku çiqas tengav bûye ye. Ew qas tengav bûye ku, partiyeke faşîst mîna MHP’ê ku bi tevahî girêdayî artêşê ye, dikare xayîn îlan bike.

Hilbijartin nêzîk dibin. Beşek gelê kurd, Erdoganê ku got, “Pirsgirêka kurd a min e” re ray dan, sonrasında li hember van pêşketinan, li hember daxwazên hundirîn, biryara çalakî sekinandinê hate girtin. Lê piştre operasyon zêdetir bûn û gelê me aşkere hedef hatin girtin. Niha jî piştî ku li Zapê perîşan bûn, pakêtan têdixin dewrê. Erdogan di rewşeke nizanibe li ku derê çi bêje de ye, li derveyî welat hewl dide bi sozên mafên zimanê kurdan û televîzyona kurdî ji vê rewşê xelas bibe.

Hal ew e ku, ji ev mafên ziman û televîzyonê ku ji hêla zihniyeta faşîst û terîqetvan ve bê dayîn re, divê bi bersivek tûfîkirina rûyên wan bersiv bê dayîn. Zimanê kurdî bi hezaran salan ji zimanê Hînd-Ewropî re çavkanî kiriye, ji Erdogan re nemaye. Wekî din ku Erdogan li televîzyonan temaşa bike, wê bi qasî deh televîzyonê kurdî bibîne.

Niha jî em ketine werza biharê û bi Newrozê re li hember qîrînên azadiyê ya gelê kurd û amadekariyên berxwedaniyê yê gerîla, pakêt ketine rojevê. Hêleke din ve li çar parçeyên Kurdistanê gelê me yê ku bi dirûşmeya “Erdoganê katil” erd û ezman dihejand, divê ji partiya dewletê û şer AKP’ê re bersiveke baş bê dayîn. Li hember vê rewşê, polîtîkayên ku navendên wan Emerîka û Îngîlîstan in, qedexeyên li ser ew şefê terîqetvan ê bi navê Fetulah Gûlen rakirin û berî hilbijartinan dişînin Tirkiyê û Kurdistanê. Di hêleke din ve li dij AKP doza girtinê vedikin, ev partiya terîqatvan ku tu îtîbara wan nemaye, postê mazlûman lê dikin û hewl didin ku berteka kemalîstan kêm bikin.

Rewşeke teqez heye ku, zihniyeta înkarok û tuneker, her diçe har dibe. Van hemû pakêtên ku AKP’ê veke, encama vê zihniyetê ye û wê ne ji eniya gel ve ne jî ji eniya gerîla ve tu îtîbara xwe nîn be. Divê gelê me hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de berteka xwe nîşanê hemû dinya alemê bike. Dîsa Erdogan bêyî ku fedî bike, li Kurdistanê serdanan dike. Ji bona dirûşmeyên “Erdoganê Katil” ku qadan dihate avêtin baş ciyê xwe bigire, divê Erdogan bi awayekî herî hişk li Kurdistanê bê pêşwazî kirin. Bi vê weseleyê gelê me çi dibe bila bibe, divê qiyameta rabike û vê taxima mûrkûjan bi deh hezaran pêşwazî bikin û nehêlin zêdetir axa pîroz a Kurdistanê bê lewitandin. Divê vê her kes bizanibe ku, her rayeke ku ji partiyên mîna AKP’ê tê dayîn, dibe fîşekek li gelê kurd dizivire û wekî bombe li çiyayên Kurdistanê tê barandin.

Li hember vî rihê berxwedêr a ku gelê me nîşan daye, bila gumana tu kesî nîn be, wê biharê re, bi rihê fedayî û apocî yê Zapê, di qada leşkerî de, wê hêzên leşkerî yên faşîst bi navber hedef bêne girtin û parastina gelê me bike.

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ

       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» HPG NRÇ ARŞÎV

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» STRANÊN GERÎLA

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne