|
Hemze Sîpan
Zap, di pêşketinên şaristaniyan de
erkeke xwe ya pir girîng lîstiye.
Çiyayên Zapê pir bilind, hişk û
stratejîk in. Zap bi rêzêçiyayên Zagrosê
ve girêdayî ye û erka girêdana çiyayên
Behdînan bi hev re çêdike. Ji rojhilat
ber bi rojava ve, Xakurkê, Zagrosan,
Metîna û Heftanînê bi hev ve girêdide.
Ji ber vê yekê di erdnîgariya Kurdistanê
de erkeke navendî dilîze.
Di dîroka şerê PKK’ê de her dem li qada
Zapê oprasyon çêbûne û her dem dijmin li
bin ketiye. Ji ber vê yekê bidestxistina
qada Zapê ji bona dijminê gelê kurd her
dem bûye xeyalek û ji ber ku nikarin bi
dest bixin jî gelek aciz dibin.
Zap navenda şerê Tevgera Azadiyê di
pêşengiya PKK’ê de ye. Ji bakur, başûr û
rojhilat re bûye çavkana şoreşê. Li vê
qadê hemû tevgeriyên HPG’ê û hemû
organîzeyên şer tê kirin û bûye navenda
perwerdehiyên kadro û komûtayan.
Şervanên nû û hemû saziyên HPG’ê li qada
Zapê xwedî ristekê ne.
Bi taybet di xeta parastina rewa de,
erkeke dîrokî lîstiye. Di salên 1997’an
de, artêşa tirk Zapê wekî “Cumhuriyeta
Zapê” binav kir û hewl da bi hêzeke
mezin Zapê bi dest bixe. Bes wê demê jî,
artêşa tirk digel piştgiriya hêzên başûr
derbeyeke mezin xwar û heft bela xwe bi
paş ve vekişand. Di 97’an de dema ku bi
êrîşeke mezin ketin Zapê, Serokatiya me
daxuyanî da û da zanîn ku, “ketina Zapê
hêsan e, lê derketin ne hêsan e!” Piştî
daxuyaniya serokatiya me ji çar aliyan
de dijmin wisa derbeyên mezin xwar,
matmayî ma. Piştî ku firokeya ku
kordîneya leşkerî ji hêla gerîlayên me
ve hate xistin û dîmen li hemû dinyayê
belav bû, artêşa tirk li pey lêgerîna
vegerê ketibû. Wê demê jî heta ku artêş
xwe vekişand leşkerên bêhejmar hatin
kuştin û gelek yekîneyên leşkeran li
Zapê hatin hiştin û tu yek ji wan careke
din malbata xwe nedîtin.
Di sala 2007’an de jî piştî ku artêşa
tirk hewl da ji Oremarê de bikeve
Herêmên Parastina Medya, li hember
berxwedaniya gerîlayên me, ji çilî
zêdetir windahî dan û 8 leşker dîl hatin
girtin. Wê demê leşkerên dîl me anî Zapê
û lêpirsîna wan kir û li gorî pîvanên
navnetewî me ew şandin ji malbatên wan
re.
Ev jî kir ku qada Zapê zêdetir xewa
dijminên gelê kurd biherimîne. Ev gelek
zora rayedarên tirk bir û leşkerên xwe
yên dîl jî qebûl nekirin.
Tirkan di dîroka xwe de her dem êrîşî
derdora xwe kirine. Li cîhanê xwe wekî
netewa pîroz, gelekî bi zayînê re
leşker, leheng û artêşa herî mezin û
pispor di dest me de ye nîşan didin.
Dibe ku ev ji hêla gelek netewan ve jî
wisa bê zanîn. Bes yek gerîla dizane
rewşa artêşa tirk çi ye, çiqas bêhêz in,
çiqas tirsonek in û çiqas xwe
dinepixînin!
Berxwedaniya ku 9 roj li Zapê li hemberî
çavên dinyayê raber bû, xuyang û îmaja
artêşa tirk têk bir. Di dîroka artêşa
tirk de, digel ku ew qas qaşo xwedî
teknîk e, di tu operasyonekê de wisa
lêdaneke mezin ne xwariya û ew qas zû
xwe bi şûn ve venekişandiye. Ji ber ku
sîstema înkarok û tuneker hê jî kurdan
wekî kurdên berê dihesibîne û haya xwe
ji pêşketinên taqtîkî û teknîkî yê
gerîla nîn e yan jî naxwaze vê rastiyê
qebûl bike, wê gelek destan li çiyayên
Zapê bêne neqişandin. Ku ev zihniyet
wisa bi bergirî li ber xwe bide, wê
dîroka têkoşîna azadiya kurdan, wê hê
gelek berxwedaniyên wisa bibîne.
|