| |
|
REWŞENBÎRÊN KURD Û OPERASYONA
DAGIRKERÎ |
M. Siyamend
BEGLAYÎ
Jiyan,
dîroka mirovaniyê ye. Mirov di navenda
wê dîrokê de rûniştiye û xwediyê heman
dîrokê ye. Ji ber ku mirov dîrokê çêdike
û eger mirov nebe, dîrok nîn e.
Eger dîrok jî nebe, mirov pûç e.
Cudatiya mirovan ji giyanewerên din ev
e.
Ev tê wateya ku dîrok û mirov bi hevûdin
ve girêdayî ne.
Mirov dîrokê kronîze dike, lê dîrok
nikare mirov di cendereyên kronîk re
derbas bike û bêsilûk bike. Nexasim di
sedsala bistûyekê de ku cîhan biçûk bûye,
teknolojî mezin bûye. Teknolojî mezin be
jî, nikare bi îradeya mirovan. Dîrok bi
mînakên wilo dagirtî ye. Mînaka herî
dawî, operasyona dagirkerî ya artêşa
tirk û têkçûna li hemberî gerîlayên kurd
e.
Operasyon bi her aliyên xwe yên eskerî
ve mezin bû, li gorî demên dirêj hatibû
amade kirin. Taybet bû! Li ser bingeha
têkbirin û jiholêrakirina utopya kurdan
û li ser bingeha “fituhata Qendîl û
Başûr” hatibû amade kirin. Operasyona
dagirkerî ne xeyal, ne jî xewn bû.
Serketina gerîla, cengaweriya destanî jî
ne kehanet bû. Rastiyek bû ku çapemeniya
cîhanê teva, hêz û himmeta Tevgera
Azadîxwaz a Gelê Kurd erê kir. Hîna jî
heman mijarê dikine rojeva xwe.
Lê, ruhaniya kronîk a rewşenbîrên kurd,
ku desmalên reş avêtine ser serê xwe û
naxwazin tiştekî bibînin dilê mirov
diêşîne. Desmalên reş, ronahiya çavên
wan guhertiye û dikin û nakin nikarin
metodolojiya hevbeş a zanistiyên cîhanê,
di nava demên civaknasî de bibînin. Xuya
dike ku beşek ji rewşenbîrên kurd, di
nava qalibên cîhana di kûraya geometrîk
de hatiye sazkarkirin de, asê mane. Tenê
Galileo, Decartes û Newton nas dikin. Lê
ji cîhana ku bi bîrdozên şoreşgerî yên
Einstein têk çûye ne agahdar in. Cîhan,
di nava guhertinên aşîkar de diheje.
Kurd jî, di nava vê guhertina aşîkar de
dihejin. Lewra, nektara xwedawendên
Yewnanî, têra rewşenbîrî û dîtin û
têgihiştina rastiyan nake.
Operasyona dagirkerî ya artêşa tirk ku
li hemberî Herêmên Parastina Medya û
Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin,
neynika her kesî, her saziya kurd e.
Piranî ya rewşenbîrên kurd!..
Mixabin, operasyon nebû neynika vî çînê
bijarte. Ne tevahî be jî, mixabin!..
Eger rewşenbirên kurd, demên civaknasî
bidîtane û nas bikirane, ji erêniya
hişmendiyê dûr nediketin û rastiya vê
operasyonê mandele nedikirin. Ruhaniya
ku li hemberî bûyerên civakî “lakayd”
dimîne û dilnake nêzîkî agirê tifikê
bibe, lê dixwaze goştê li ser perengan
pijiyayî bixwe, ne duristî ye.. Ev kes,
ne di maceraya kesayetî de hene, ne di
rastiya civakî de. Ne di nava dîrokê de
hene, ne di nava demjiyana dîrokê de. Li
hewa ne!... Di nava xeyalên bextreşî de
dijîn û ji wan weye dîrok li pey wan
diçe.
Operasyona dagirkerî, tayinkirina
çarenûsiya gelê kurd bû. Ya têk diçû û
di navenda siyaseta dewleta tirk de
teqînek volkanî çêdikir. Ya serdiket û
gora betonî fereh û kûrtir dibû.
Serketina artêşa tirk, parçekirina
xelekên zincîra berxwedana gelê kurd bû.
Lehiya tengezarî û hawarî bû; ne Bakur,
ne jî Başûr dikarîbû xwe ji welwele û
felişandina civakî xelas dikir. Lê, bi
saya gerilayên HPG’ê artêşa tirk
darbeyeke dîrokî xwar û têk çû.
Pêwîst e neyê jibîrkirin, şerekî gerdûnî
bû!.. Şerekî dîrokî bû û bi armanca
parçekirina demê, ji hev bedidandina erd
û ezmanê kurd destpêkir. Di nava van
parçêbûnan de, dema kin û dema dirêj,
kesayetî, civak, bûyer û cografya hebûn.
Em, operasyona dagirkerî û têkçûna
artêşa dewleta tirk, bi biwêjên eskerî
şîrove nakin. Em ne pisporê eskerî ne,
lê hinekî, ji startejiyên siyasî,
cografî û civakî fam dikin. Lewra, em bi
hêsanî dikarin bibêjin; şikestina artêşa
tirk, li navenda kêşa siyaseta Tirkiyê,
teqîneke volqanî çêkir. Depresyoneke
mezin pêkanî. Ev teqîn û depresyon, wê
bibe bingeha şêwazeke nû. Çavkaniya herî
gur û geş a Şoreşa Kurdî ye. Mîna Şoreşa
Frensa ku di wê demê de, depresyon û
teqînên volqanî li Parîsê, şêwazeke nû
derxistin holê. Di nava 30 salên dawî
de, bûyera herî mezin a dîrokî ye.
Şoreşên cîhanê teva bi bûyerên wiha
volkanî û depresyon hatine xwedî kirin.
Şoreşa Kurdî, 20 sal in ku bûyerên wiha
diafirîne. Kronolojiya bûyerên xeleka
dawî ya dîroka Şoreşa Kurdî, ji bûyera
Oramar dest pê dike. Pêwîst bû
rewşenbîriya kurd vê rastiyê bibîne û
şêwaza ku bi bûyera mezin a dîrokî
derkete holê, fam bike û zemt bike. Ne
fam kir, ne jî zemt kir!
Ez dibêjim, ev şêwaz, wê konjokturên
civakî û siyasî bi giştî biguhere.
Tiştekî din heye. Ez, wî tiştî, di nava
çendikan de, ji guhgirtî, (ne kerr û gêj)
guhgirtî û çavgirtiyên kurd re dibêjim
ku: “Zanist, teknîk, saziyên siyasî,
alavên hiş û raman, şaristanî, xwedî
taybetmendiyên pêşxistina jiyan û rîtmên
xwe ne û bandorê li konjokturên dîrokî,
li konjokturên civakî dikin. Ev navê
endamên oskestra jiyanê ne. Pêwîst e
endamên oskestra jiyanê temam bibin ku
konjoktura dîrokî jî, dikaribe amade
bibe.” Şikestin û têkçûna artêşa tirk,
li Herêmên Parastina Medya, navê
konjoktura dîrokî ye.
Ev gotinên di nava çendikan de, dema kin
û dema dirêj di nava xwe de radigire.
Yek alav, yek beş û pîşe, yek çîn û yek
civak, derî demê nîn e.
Bûyerên dîrokî jî wisa ne!..
Pirs: Gelo rewşenbîrên kurd, li kû ne,
di nava demê de ne, yan li derî demê ne?
Lê kî çi dibêje bila bibêje, bi morala
gelê kurd re, ya rewşenbîrên kurd jî
bilind bû. Ji ber ku rewşenbîrên kurd,
di nava dema kin de dijîn, hinek tiştan
zû fam nakin. Ji sedema ruhaniya xwe û
desmala reş, rastiyên di nava bûyeran
de, di nava gotinan de veşartî nabînin.
Rengê desmala reş, dibe xumam, dibe
perdeya bînayetiya reşka çavên wan û
dibe pingihandina xwîna dilê wan. Lewra
rastiyê, bi hunerê xwe yê demagog
vedişerin, xumamî dikin. Ne bi hiş û
raman, ne bi mantiq nêzîkî Tevgera
Azadîxwaz a Gelê Kurd dibin. “Ezî”ya
siyasî, bingeha ruhaniya wan û boyaxa
desmala li ser serê wan e. Meşruiyeta
dîtin, bawerî û rexneyên wan dikuje. Her
dem dramên dem kin dijîn.
Kî bû digot: Dîrok zaroka dema xwe ye.
Rast e!.. Lê mirov dikare heman gotinê
ji bo rewşenbîran jî bikar bîne:
Rewşenbîr zarokê dema xwe ye. Eger dema
xwe nebîne, ne jî, lê xwedî dernekeve,
ne dikare bibe vijdanê civakê, ne dikare
bibe guh, ziman û çavên civakê. Em di
cîhaneke ku birînên wê, rastî û şaşiyên
wê, xewn û xeyalên wê, di temenê mirov
de nayên fam kirin de dijîn. Lê hinek
bûyer hene ku dîrekt bi jiyana mirovan
ve girêdayî ne. Yanî dibine bingeha
dîroka dem kin û dem dirêj. Dibine
xeleka herî giring a konjokturên siyasî
û civakî. Dibine verîşandina îşkê. Dema
îşk sist bû, werîsê şidandinê vebû,
felişandin û ji hev de ketin dest pê
dike, yanî statuco dihêrive û guhertin
dest pê dike, çareserî dikevê rojevê.
Operasyona dagirkerî jî, yek ji van
bûyeran e. Operasyon di demeke krîtik de
û di demeke ku çarenûsiya 40 milyon
kurdî alaqadar dikir dest pê kir. Di
demeke ku ji bilî Tevgera Azadîxwaz a
Gelê Kurd, hêzên kurd teva, ji
hevalbendî û dostaniya Emerîka bi hêvî
bûn dest pê kir.
Dîroka ku qet li bejna kurdan nedihat
dest pê dikir.
Operasyona dagirkerî bi armanca têk
birina ked û berdêlên 30 salan, a 70
salan dest pê kir. Yanî dubarekirina
dîrokê kiribûn armanca xwe û nivîskarên
tirk digotin: “Xeyalên Kurdistana mezin
heya bi vir bûn”.
Hêzên xwe “allamelik“ didîtin, liqasî
poşa Gilgamêl, Kawayê Hesinker û Ristemî
Zalê hatibûn. Gilgamêş, Kawayê Hesinker
û Ristemî Zal, dest dabûne hev û li
hemberî Humbaba, li hemberî Dehak gurzên
neh ritilî, rimên duwazdeh wesele û
movikî hejandin û agirê afûr û kafûra
berxwedanê pêxistin.
Bêguman ev çîroka destanekî ku hîna
nehatiye nivîsandin e.
Lê di wê dema ku agir ji erd û ezman bi
ser gerîlayên kurd de dibariya, beşek ji
rewşenbîran melisîn û dengê xwe
derneyêxistin. Beşek ji rewşenbîran, bi
edayeke yarî, kampanyayên imzeyan (di
malperan de) dabûne dest pê kirin. Hêzên
artêşa tirk, ji erdê bi topan, ji ezman
bi balafiran bombe dibarandin. Gel, bi
jin û mêran ve li ser piyan bû, zarok bi
hur û giran ve li hemberî tankan
rawestiya bûn. Beþek ji rewşenbîran jî,
lîstika 3 meymunan dilîstin. Di jiyana
hevpar ya kurdan de berxwedan hebû, di
jiyana rewşenbîran de, rengîniyeke wisa
dilxelênek derketibû holê ku mirov şerm
dikir. Hişmendiyeke mij û moranî ku
bêhneke sift genî û murdar jê dihat...
Beşek ji rewþenbîrên kurd jî, piştî
têkçûna artêşa Tirk, mêrxasî û
cengaweriya gerîla ne dîtin. Ne xwestin
bibînin. Çavên xwe girtin. Dilê wan
qêbil neda rastiyê bibêjin. Rayedarên
Başûrî ku çend gotinên şermok gotibûn,
bi heman gotinan derdixistin pêş û cihê
pariyê xwe xweş dkirin. Kes nebû ku tif
bike nava gotinên xwe û di nav serûguhên
wan rewşenbîran werbike.
Min, weke kesekî kurd, ku dikare çend
gotinên bi haveynê zanistî pijiyayî
bibêje, ji wan nivîs û hewldanan şerm
kir.
Hingî, min bi edayeke westiyayî, dest bi
rêwîtiya nava arşîvên rewşenbîriya kurd
kir û min dît ku bizrê kefikî û hestên
kirnizî, di nava diranên kûlot de
dişehitin. Min dît ku di nava dramên dem
kin de dijîn. Ne sirr û razên
rewşenbîriya kurd hebûn di wê arşîvê de,
ne jî mîrateyeke pesindarî... Çînekî ku
li hemberî çarenûsiya xwe û li hemberî
çarenûsiya dîrokê bexemiyê dijî. Di dema
îroyîn de, di derya malperan de
difetisin. Ji wan weye ku çend nivîsan
binivîsin û di malperan de biweşînin
dibine stratejisyenên siyasî, dibine
civaknas, dibine vijdanê gel, dibine
fanosên Diyojen. Lê qet nizanin ku
fanosa wan ronahiyê nade. Gotinên wan
pêşiya kesî ronî nake.
Gelo di vê dema giring de, pêwîstî bi
dubare kirin û nakarata mîrateya nekûs
ya pêşerojên bexîl heye êdî?
Gotina dawî: Eger rewşenbîriya kurd, xwe
ji vê mîrateya bexîl û nekûs xelas neke,
nifşên paşerojan, wê hişmendiya kurd ya
vê demê, bi alavên hiş û ramanê bawerî û
karanîna hunerî û di kesayetiya
rewşenbîran de, bi pêşnûmeyên pir giran,
bike bin lêpirsîneke dadgehî û gunehkar
bike. |