| |
|
ROJA 8’Ê ADARÊ JI BO JINAN TÊ
ÇI WATEYÊ! |
Newroz Şemzînan

Wek tê zanîn 8’ê Adarê di tevayiya
cîhane de weke roja jinan hatiye
pejrandin. Sebebe vê yekê di sala
1857’an de li Newyork de jin li dijî
newekheviya ku di nava fabrîqan de hebû
li dijî wê yekê derdikevin. Di wê
berxwedaniyê de hijmareke jin ji aliyê
hêzên serdest de tene şewtandin. Ji bo
vê roja hanê wê yeke roja berxwedaniya
jina li hinberê serdestiya di sala
1910’an de ji aliyê Klara Zêtkin ve, di
Înternasyonala du emîn de ev çalekiya tê
pêşniyarkirin û ew roj wekî roja jinên
cîhanê têpejrandin. Ev berxwedana hanê
ku li Newyorkê de hatiye pêşxistin; lê
belê ev berxwedana ne tenê malê jinên
Newyorkê heman demê ev rastiya hanê ji
tevahiya jinên cîhanê re bûye mal û
bigiştî ev roja hanê weke roja jinan
hatiye pejrandin. Ji ber ku ew merçên ku
desthilat, newekhev, mafê jinê xwarine
li hemû cîhanê de jî tê jiyan kirin. Ji
ber ku berxwedanek li ku derê bêçêkirin
bila bêçêkirin ji ber sitatûya jinê di
nav civakê de, ji ber wê jî berxwedana
jina li ku derê çêbibe jî hemû jinên
cîhanê re di bi pêkanên pergala
desthilat li ser jinê jî di hemû cîhanê
de naveroka zextê li ser jinê eyniye.
Her waha sedemê têkoşîna 8’ê Adarê weke
roja jinên cîhanê hatiye peşrandin. Wek
têkoşîn ji bo hemû jinin cîhanê yên
giştî û ji bo hemû mirovahiya bindest ku
dijî desthilatdarî û çewsandinê, dijî
koletiyê radibin. Ji bo vê ev roj pir
biwateye. Di vê wate de, ev roj ji bo
tevahiya jinan pir biwate û em dixwazin
têkoşîna xwe li ser van nirxên mezin
pêkbînin. Yan jî van nirxan bi têkoşîna
xwe ya rojane de mayinde bikin. Gelek
milande ev roje biwate û nirxe, ji
aliyêndin de jî di nava salekê de tênê
rojek ji bo jinan hatiye dayin, heta ji
aliyê desthilatdariyê de ev roj jî ji bo
jinan gelek têdîtin. Lê belê li hem berî
vê nerîna desthilat a ku dibêje rojek jî,
ji bo jina zêde tê ditin. Lê belê Rêber
APO li hemberî ve di sala 1998’an de di
roja 8’ê Adarê de bîrdoziya xelasiya jin
diyarî jinan kir û got ku gerek hemû roj
bibin rojên jin. Lê belê ev sitatûya ku
di nava giştî de hebûna jinê înkar dike
û nahêle ku jin bihebûna xwe hebê, tu
car ji hela jinan de nahatiye pejrandin
û jinan bi têkoşînên xwe hebûna xwe
derxistiye hole. Jin hêzeke wisa ye ku
hêza herî jiyaniye. Tevahiya afrandinên
jiyanê bi destê jinê pêktê. Di pergala
malbate de heta xwedîkirina zarokan
bigire û hemû şuxulê malbatê hemû li ser
milê jinê ye. Lê belê navê jinê ne di
nava civake de û ne jî di nava pergala
malbatê de û ne jî di nava pergala
desthilatdarî de hebû. Ew jî asta civaka
desthilatdarî dide diyarkinin ku civakê
di çi astê de jiyan dike. Lewra baş
diyare ku civaka desthiladariyê di asta
koletiyê de jiyan dike. Bêgûman em
nikarin navê wê bikin jiyan, ji ber ku
asta civaka em têde jiyan dikin li ber
çava ye. Ku heta çi astê nirxê azadiyê
hatine afrandin. Jiyaneke ku navê jin û
nasnameya wê tunebe li ve derê de em
nikaren bêjin ku wekhevî di vê civakê de
heye.
Mirov dikare bêje ku qêrin û berxwedana
sedsala 18’an 8’ê adare li ser ve
avabûye, aniha jî ji bo me sedsala 21’ê
wê bibe sedsala aşitî, demokrasî û azadî
bê binavkirini. Rast e; Em jî dibêjin
sedsala 21’ê, sedsala azadî û
demokrasiye ye.
Lê belê ji bo ku azadî û demokrasî bê
mayinde kirin pêvîste jin têde risteke
mezin bileyze. Weke rêber APO jî dibêje
sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan.
Pêwîst e ku hemû jin bi irade û
nasnameya xwe ditêkoşîna demokrasiyê de
cih bigire. Kesimê ku di nava jiyane de
bi giştî bênasname be û bê irade jiyan
bikini. Gelo mirov dikare bêje di wê
dere de demokrasî û azadiye heye? Ne
gengaze ku mirov bahsa vê yekê jî bike.
Ji bo ku demokrasî û azadî baş bêjiyan
kirin dive irada jin jî dêde hebe, ji
ber ku nîvê civakê jin e. Yên ku
naverokanavaroka wana dabigirin û bi
derûnişkandin wê dîsa jin xwe be. Ji ber
ku ya herî nêzî demokrasiye dîsa xwezaya
jinane. Sedemê tevahiya nebaşiyên ku
mirovahî tê de jiyan deke, him di nava
xwe bi xwe de û hîm jî li ser xwezaye
dide jiyan kirin, sedema vê yekê
dûrketina civakê ji nirxên civaka
neolotîke. Tevahiya rastiya van
nebaşiyan çavkaniya xwe ji zihniyet û
mantiqa zilam a serdest digire. Milekî
civakê hatiye tunekirin. Weke mirovên bi
destekî, bi ningekî û çavekî civak heta
roja me ya îro dimeşe. Ji ber wê em
dibêjin divê civak bi hemû alî û hemû
heza xwe bimeşe. Ger nemeşe negengaze ew
civak azad bibe. Yên ku herî zêde
zihniyeta nû, pêşketina û afrandinê di
jiyana civakê de dide çêkir jine, lê ew
ji vê riste hatiye bidûrxistin. Çiyakî
ku îrada jin têde tunebe, negengaze ku
mirov bahsa azadî û demokrasiyê jî bike.
Ji bo ku demokrasi û wekhevî bêjiyan
kirin, divê jin jî bibe xwediyê hemû maf
û nirxên dîroka komînar a mirovahiyê.
Bêgûman zihniyeta ku zilam daye rûnişkan
din jin jî di nava vê pergalê de hatiyê
mezin kirin û perwerde kirin. Ji despêka
dîrokê desthiladariyê heta roja me ya
îro ked û hewildanên jinan dibin siha
zilam de maye û tu çar neketiye bin
xizmeta jin û ji pergalê re bûye mal. Ji
bo ku jin bibe xwediyê ked û
destkeftiyên xwe divê xwe ji rewşa
milkbûnê xelas bike. Jin divê hêdî bibe
zimanê ked û destkeftiyên xwe. Ji bo ku
jin bikaribê xwe ji vê rewşê rizgar bike
di seri de hemû beşên civakên rojhilata
navîn taybet jî jina kurd jî pêdiviyên
xwe bi têkoşîneke hevbeş heye. Ji bo vê
pêdiviyên hemû jinan ji nan û avê
zêdetir bi azadiyê heye ku hemû hêza xwe
li hemberê pergala zilam têkoşîna xwe ya
azadiyê xurtir bikin.
Weke hereketa azadiya jin pêvîst e bi
hemû hêza xwe xwedî li roja 8’ê Adarê
derkeve. Çaxa ku mirov dîrokê lêkolîn
dike mirov dibîne ku desthiladarî û
dagirkeriya zilam dîrok li gorî xwe û
berjewendiyên şîrovekiriye. Dema mirov
dîrokê bi zanebûn bigire dest bibine ku
têkoşîn û berxwedana jin li dijî pergala
serdest a zilam dibine. Weke Rêber APO
jî di parezenameya xwe de jî dibêje
jinên Rojhilata Navîn tu cara
desthilatdariya zilam di hûnderê xwe de
nepejiran diye. Her waha ji bo azadiya
xwe li hembere dagerkeriya zilam pir
caran têkoşîn kiriye û gelek jinan jî
xwe fedakirin e. Mînaka herî nêzîk ve di
dîroke de dema ku kilise li ser jinan
komkujiyê pêktîne. Her waha di dîrokê de
bi hezaran mînak hene. Mînaka roja me ya
îro jî têkoşîna jinên kurde. Ji bo ku
dawî li şîdet û bêhuquqiya li ser jinan
rabe jinên kurd têkoşîn dikin. Her sal
8ê adarê di nava jinên kurde bi rihe kî
gelek xurt pîroz dikin. Her waha
têkoşîna azadiya jinên kurd hemû
destkeftiyen dîrokê di hûndirê xwe de
diparêze. |