| |
|
Li hember hêzên dagirker her
cure bertek pîroz e! |
Rûbar Andok
Ji bona ku mirov li Kurdistanê texmîn
bike ka pêşketin di kîjan hêlê de diçe,
ne pêwîst e mirov kahîn be. Dema ku
serfermandarî û çapemeniya tirk ku ew
qas wîlewîla şer dikirin; hinek li
hember bêhiquqî û bi awayekî terorî
êrîşên li dij gundên başûrê Kurdistanê,
li hember mirina sivîlan û li hember
dîmenên sewalên ku lingên wan qut bûne û
serê wan parçe bûne çepik û pîrozbahiyan
raberkirinê jibîr nedikirin. Ku rewş ev
be, wê demê niha jî çepikan lêdin. Di
pêvajoyeke wisa de, divê her kes ji
teqîna li Amedê encaman derxe. Bi taybet
jî, ew qunciknivîskarên rojnameyên tirk
ên ku li ser xwîna leşker û sûbayan bêyî
ku wîjdanê wan çizînî bike bila
şîroveyên xwe bidomînin.
Ku tu herî bi balafirên şer gundên sivîl
serûbin bikî, ê wê demê jî wê hinek
derên li hember ên ku li ser xwîna
mirovan kêf û zewqê dikin, li paytexta
welatekî ku hatiye dagirkirin, berteka
xwe ya herî mirovane nîşan bide. Di
encamê de li welatekî ku hatiye
dagirkirin, ji lêdana hedefeke leşkerî
xwezayîtir tiştek tune. Ev mafekî
navneteweyî ye. Her kî welatî wî dagir
bûbe, divê xwe biparêze. Di dîn de jî
xwe parastin ferz e û yên ku xwe
neparêze û bêrûmetiyê qebûl bike jî,
bêdîn e. Ev ji bona mirov û komên gelan
ku welatê wan dagir bûye, mafekî herî
rewa û mirovî ye. Çawa ku li Iraqê
çalakiyên ku Emerîka hedef digirin rewa
dihatin dîtin û yên ku çalakî li dar
dixistin “berxwedêr” dihatin binavkirin,
li Kurdisanê jî li hember hêzên dagirker
her cure çalakî pîroz e û divê bê
silavkirin. Niha jî bila bazirganê olê û
xwefirotiyên mêtîngeriya Emerîka
Fethûllah Gûlen û Tayîb Erdoğan rondikên
xwe yên tîmsahan bibarînin û Emerîka
were rondikên çavên wan ziwa bike.
Li hember êrîşên hovane yên dewleteke
terorîst, bipêşxistina parastina cewherî
ya gel pîroz e. Li paytexta gelê kurd ku
bi dîn û birçîbûnê hewl tê dayîn kî bêne
terbiyekirin, çalakiyên bi vî rengî qe
nebe hêzên leşkerî yên dijmin bide
fikrandinê ku çi karê wan li Kurdistanê
heye û bizivirin mala xwe. Dîsa partiya
AKP’ê ku bi tevahî dijminahiyê û
tunekirina gelê kurd daye pêşiya xwe,
divê mirovên girêdayî vê partiyê ne,
demildest dev ji wan berdin, riya rast
bibînin. Ger ku li ser navê AKP’ê
tevbigerin, ev li hember gelê kurd,
îxanet, sîxûrî, xwe firotin û dijminahî
ye. Li hember van derdoran jî çi tê
kirin, ji hêla her kesî vê tê zanîn.
Bi vê wesîleyê derengbe jî, sala nû ya
ew qas delal a Amedê pîroz dikim.
|