| |
|
ANATOMIYA OPERASYONEKE
TÊKÇÛYÎ! |
Rûbar Andok
Bi
gelemperî ji bona gerîlayan pêvajoyên
zivistanê bêdeng dibihûrîn. Bes
nîşaneyên ku wê vê zivistanê dijwar
derbas bibe, bi serdana Erdoğan a
Emerîka re diyar bû. Piştre li Herêmên
Parastina Medya bi awayekî gurahî
firînên keşfê û êrîşên hewayî lidar
ketin. Artêşa tirk li gorî xwe, difikirî
ku di encama êrîşên hewayî yên ku ji du
mehan zêdetir berdewam kirin de encam
bigirin an ji ber bêçaretiyê xwestin
wisa bifikirin. Artêşa tirk hemû
bombeyên xwe yên kazan, obûs, hawan û
mîsketan li ser qadên gerîlayan û gundan
de barand, lê her hal ezmûn û tecrûbeyên
gerîlayan ên salan negirt ber çav û tu
encam negirt.
Dîrok 18-19’ê sibatê! Sewqiyatên leşkerî
û tevgeriya leşkerî dida nîşandan ku wê
artêşa tirk fena ku gayek paçek sor
bibîne û êrîş bike, wê xwe li qada Zapê
bixistana. Piştî ku qada Zapê bigirtana
wê qadên Haftanîn û Xakurkê jî bigirtana
û herêmeke tampon avabikirana û demeke
dirêj ji qadê derneketibana. Di 20’ê
sibatê de ku artêşa tirk ji qada Çiya
Reş hewl da bikeve Herêmên Parastina
Medya, piştî ku li Çiya Reş lêdaneke
mezin xwar, beşek leşker ji hêla Cîloya
Biçûk ve ji zû ve xwe berdabûn quntarên
çiyê. Di van herdu qadan de ketina qadên
gerîlayan, armanc ew bû ku, Şikefta
Birîndar bidest bixin. Ji ber ku ji bona
Zap bidest bikeve gava yekemîn pêwîst e
ev gir bê bidest xistin. Bes hesabên wan
hev negirtin. Leşkerên ku difikirîn ku
veşartî biketina qada gerîlayan, piştî
ku gihîştin qada Şamkê, piştî roja
duyemîn a operasyonê ji hêla hêzên
gerîlayên me yên Zap û Zagrosê ve
xelekek li dor wan hatin pêçandin û li
dij wan çalakî li ser çalakiyê hate
lidarxistin.
General û leşkerokên wan ku bi balafirên
şer û kobrayan bawerî dianîn, zêde ne
nepixandî be, lê her metreyeke Şikefta
Birîndaran bombe hate barandin. Ji bona
ku em vê rewşê fêm bikin, ne pêwîst e ku
mirov zêde pêş bibîne û hemû
amadekariyên me li gorî êrîşeke bi vî
rengî bû. Jixwe ji havînê ve li Şikefta
Birîndaran ji bona ku bi mehan biparêzin
amadekariyên binesazî û hêz bicîkirin
hatibû kirin.
Ev operasyon gelek tiştan aşkere kir. Ev
jî tirsonekbûn, nezanî û metirsiyên
leşkerên tirk bû. Leşkerên wan ên ku bi
ketinê re bûn serxweşê serkeftinê, dema
ku gihîştin jorî qada Çemço hêla gundê
Şamkê, xwe berdan riya asfalt, fena ku
derketine seyranê bi firokeyên kobrayan
re rê digirtin. Ev leşkerên ku ji kêlek
û paş de hatin lêdan, di carekê de
pêncsed mîtroyên riya asfalt bi xwîna
xwe sor kirin. Ev tatêl û bêçaretiya
leşkeran bandor li pîlotan jî kir, ji
bêtalan bi tilîliyan re qîrîna
“Helîkopter ket!”, bi dirûşmên “Bijî
Serok Apo” rêveçûna şer ji zû ve
guharîbû û general ketibûn tatêla ku wê
çawa ji qadê derin.
Di roja duyemîn a operasyonê de di
navbera Çemço û Şikefta Birîndaran de,
li hember du milên leşkerî ji bona êvarî
amadekarî destpêkiribûn. Di bin
taveheyvê de hevalên ku veşartî xwe
berdan nav leşkeran, gotin di cî de be,
dijmin qirkirin. Ji pêş de em temaşe
dikin. Çar hevalên ku di koma êrîşê de
ne, bi şeş çekên melez ve vegeriyan.
Dibêjin, me ew qas dikaribû ser leşkeran
rakin. Bi hevalekî ku di pevçûnê de
birîndar bûye re û bi hevalekî ku pêre
di heman êrîşê de cî girtiye re, di bin
gupegupa kobrayan û obûsan de ber bi
nexweşxaneyeke me ya pratîk ve ku ji
bona rewşên şer hatiye amadekirin rê
digrin. Pirsa çawa bû dikim. Di rê de
dest bi vegotinê dikin. Hevalê birîndar,
destpêkê xwe berdide nav leşkerên ku li
gir bi cî bûne. Tam qirkirinek, axa ku
bi xêliyeke spî xwepêçandiye, rengê sorî
digire ji xwîna leşkeran. Ji ber ku
fîşekên wan diqedin, ji ser terman çekên
leşkeran digirin û ber bi çeperên din ve
diçin. Hevalê birîndar tam pênc çek
digire û di leşkeran de vala dike. Dide
diyarkirin ku qîrîn û nalîna leşkeran
dil dişewitand. Hemû fena zarokan
digiriyan. Hevalê birîndar ku çeka
pêncan jî ji ser terman digire, li
hember girî û belengaziya leşkeran,
naxwaze wan bikuje û banga radestbûnê li
wan dike. Ji wan re dide diyarkirin ku
wê tiştek bi wan neyê kirin û bi saxî
radestî malbatên wan bê kirin. Di vê
kêliyê de fîşekeke ji dûrî ve ew
birîndar dike. Pirsa te çima ew nekuştin
dikim. Dibêje, ka ez çibikim, fena
zarokan digiriyan!
Di roja şeşan a operasyonê de, êdî
tatêla xwepaşve vekişandinê tam ketibû
nav leşkeran. Di vê navberê de agahiyên
ku sed torbeyên terman ji yekîneya
Bamernê ku li Başûrê Kurdistanê ye
hatiye şandin tê. Piştre agahiya ku 81
termên leşkeran ji derî derbas kirine tê.
Bombebarankirin bê navber didome. Çend
hevalên ku ji çeperên pêş tên dibînin,
didin zanîn ku ji bona cenazeyên xwe
bigirin, qada ku şer derketiye tê
bombebarankirin, gelek termên leşkeran
jî ji ber bombebarînê parçe bûne.
Hejmara leşkerên ku hatine kuştin ji
sedî derbas bûbûn. Leşkerên ku xwe bi
paş ve vedikişînin, ji ber doçka û
fûzeyên girên bilind li kobrayan didin,
firokeyên skorsky nikarin leşkeran
bigirin, qet nikarin nêzî qada ku leşker
lêne jî bibin. Leşkerên ku li rastê mane,
fena kijakan xwe dan hevrazên gundê
Şamkê.
Dem dema lêdanê ye!
Leşkerên ku fena kewan ketine dafikê, bi
doçkayan re û di paş de jî hêzên me yên
Zagrosê re yek bi yek dibin nêçîr. Tam
trajediyek. Leşker bi awayekî
bêtaqatmayî, bangî firokeyên ku nikarin
dakevin qadê dikin. Fena her demê milekî
leşkeran ji mirinê tê terikandin.
Di nav hêzên Zap û Zagrosê de hewayekî
cejnî heye. Metir bi metir ji hêla
hevalên me ve destanên lehengiyê hate
nivîsandin. Gelek alav û mûhîmatên
leşkerî bi dest ket. Mehmedok fena ku ji
şewatê mal birevînin, li pişt xwe gelek
alavên zivistanê ku çapemeniya tirk ew
qas peznê wan dida hiştin.
Herî dawîn leşkerên mayî jî xwe ji
Cîloyê Biçûk berdan tixubê bakûrê
Kurdistanê, li hember wan “çalakiyeke
oxirbe!” jî hate kirin û leşkerên artêşa
tirk bi hemû şerpezebûn, qirkirin û
têkçûyî vegeriyan yekîneyên xwe. |