|
DI EZMÛNA SOTÎNER A JIYANÊ
DE, ME SOZA WEKHEVÎ Û AZADIYÊ
DA! |
Yekîneya xweser a
Şehîd Viyan
vaye mîna ku tu dibînî
her şer dike xweşik dibe jin
na na,
ku tu nebêjê jî ez dizanim
pênûsa min ji te re şer venegot
min nekaribû bigota ya ku neyê gotin
bila were Abîdîn nîgar bike
wêneyê vî şerî
can yek, doz yek, rê yek, rêheval yek
û dema ku min soza
di xeta ku min xêz kiriye heta mirinê
bimeşim da
min şiyara te diqîriya!
“Şoreş kesayetiyên bi bahoz dixwaze”
Şehîd Bêrîtan
Dîrok
15’ê Sibata 1999
Roja ku çira vemirîn, dil neman, mejî
tevizîn, şev veneguheziya rojê, kûlîlk
venebûn, çûk neçîkiyan…
Êdî ziman nediaxiviyan, kêliyên ku bi
tenê çav diaxiviyaN bi ziman dibû…
pirsên ku bersiv nayên zanîn, lê pirsên
bi çavan dîsa dîsa dihatin pirsîn! “Rast
e, çima? Emê niha çi bikin?”
Dinyaya li hember lêdana dilên bi şewata
agirê laşan bêdenmayî…
Dîrok 15’ê Sibata 2008
Ji wê rojê heta niha tam 9 sal bihûrî…
Jiyan, têkoşîna berdewamkirî, lê ew
ezaba wijdanî ku kêmrêhevalî afirandiye…
Bi pejinkariya gotina, “Ey gerîla mejî û
dilê xwe paqij bigire” qe nebe em
gihîştin têkoşîna cewherê xwe.
Ji bona Rojê û zarokên agir ku li
diyarên hêviyê ji bêhêvîbûnê re hatibûn
mehkûmkirin, bi Roja ku ji bona ronahiya
hêviyê, bi jiyanê re şitlên xwe bi axê
re bike yek, laş germ dibin û pê re ax
germ dibe…
Dil û mejiyê bi tijî hêvî hatiye
afirandin, hêviyê li çiyayên ku
xweşikahiyên bêhempa yê xwezayî ne berz
dikin. Hele yek jî keçên Apocî? Bi
şanaza kurdbûn û jintiyê, her roj hewl
didin zêdetir serokatî hembêz bikin û
pratîka wî ya pîroz hîs bikin. Bi
hîskirin û jiyankirina serokatiyê, ne
tênê di 24 saetan de, hewl tê dayîn di
25 saetan de xwerexneya kêmrêhevaliyê bê
dayîn.
Afirandina hest û ramanên nepejirandina
komployê re, piştre nûçeyên jahrîkirinê!
Û careke din hemû jin ji bona serokatî
hêsrên xwe herikandin dilê xwe. Hêsrên
xwe herikandin, herikîn bi hêsran pêk
hat û xwe gihande avên Marmarayê.
Te dî dibêjin ya, hîsên jinê bi hêz in,
dibe ku vê gotinê yên ku herî zêde jiyan
kirin, jinên kurd ên gerîla bûn. Hêsrên
jinên kurd xwe gihandin avên Marmarayê,
ku ev tenê ne ji çavan diherîkî, ji
mejiyan diherikî.
Tenêbûn, xwedawendî û newekhevîbûna ku
rû bi rû ma hîs kir. Jinên kurd hîs kir,
hîs kir û pê re rastiya xwe dît.
Ehrîmanan, serdestan ji her hêlê de
êrîşên xwe berdewam dikirin. Li hember
vê jina ku Rêber Apo afirandiye ma
disekine? Wê çek bigire destê xwe û derê
çiyê û li hemberî dijminê xwe sonda
têkoşînê bide. Serokatiya xwe difikire û
diçe çalakiyê, serdagirtinê, kemînê,
sûîkastê, mayînê… û hinek jê tu car
dîlketina serokatiya xwe qebûl neke û
laşê xwe da ber agir.
Hest û ramanên xwe dide agir û bi her
çirûskî ji dijminên xwe tolê digire. Bi
bextewariya bêdawîn çirûskan daye, bi
dirûşmeya “Bijî Serok Apo! Bijî Serok
Apo! Bijî Serok Apo!” bi xweşikahiya
agir re, dara jiyanê hemêz dike. Û agirê
Viyan, agirê pîroz têk dibe.

Serkeftin a Viyanê ye, serkeftinên a
jina kurd e, serkeftin a serokatiyê ye.
Jina kurd her roja ku diçe bi hêz dibe.
Xwerexneya me ya ji bona serokatiya xwe,
ne tenê bi çekê, bihêzkirina hest û
ramênên xwe dide. Jinên ku li çiyayên
azadiyê şensê têkoşînê ditine, afirînerê
rastîn ê vê jiyanê dizane û her roj soza
xwe dide. Dibêje “Ya bi serokatî re ya
jî qet” têkoşîna xwe hemêz dike û
pêşeroja serkeftinê di xewn û xeyalên
xwe de dibîne. Gerîlayên jin bi xewnên
xwe dijîn. Li ew çiyayên ku serokatî 40
sal hesretiya wê kir, serokatiya xwe hîs
dike û hesretê diqedîne. Dixebete jina
kurd, dixebite û her dixebite.
Û bang li ROJ’ê dike;
“Serokê min, bi nirxên ku we afirandiye
em îro dijîn û têdikoşin. Me pir bêriya
te kiriye, em gelek gelek ji te hez
dikin. We digot hezkirin ked dixwaze,
emê jî ked bidin û we ji wê odeya biçûk
derînin û bigihînin çiyayên azad ên
Kurdistanê. Vaye ev roj bi tîrêjên we,
wê hemû laş bibin yek.”
We digot;
“Em wekî jin û mêr ku ji azmûnên
sotîner ên jiyanê derbas dibin, me ji
hev û din re soza wekhevî û azadiyê da”
Vaye wê rojê, em zorokên rojê, emê li
hevdu binêrin û bibêjin, “EM LISERKETIN”
Me gelek bêriya we kiriye û em gelek ji
we hez dikin.
|